Bûldan: Ji bo guhertinê em biçin dengdayînê
Turk: Divê em neyên lîstokan, em biçin dengdayînê

img

AMED - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan xwest her kes di 28’ê Gulanê de biçe ser sindoqan û piştevaniyê bide guhertinê. Siyasetmedarê kurd Ahmet T urk jî got: “Divê em neyên lîstokên hin kesan û em bi seferberi biçin ser sindoqan.” 

Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Amedê û Rêxistina HDP’ê ya Amedê bi beşdariya Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan, siyasetmedarê kurd Ahmet Turk, parlamenterên Partiya Çepên Kesk Meral Daniş Beştaş, George Aslan, Sevilay Çelenk, Cengîz Çandar, Mehmet Kamaç, rêveberên HDP, Partiya Çepên Kesk, DBP’ê li hotêlek navçeya Peyasa Amedê bi rojnamevanan re civiyan û daxuyanî dan. 
 
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan di civînê de axivî û banga çûna ser sindoqan li gel kir. 
 
BÛLDAN: DIVÊ ERDOGAN TÊK HERE
 
Bûldan da zanîn ku ew ji bo hilbijartina serokkomariyê ya tûra duyemîn vê civînê li dar dixin û destnîşan kir ku tevî hemû astengiyan jî wan wek Partiya Çepên Kesk di hilbijartinê de serkeftinê bi dest xistiye. Bûldan anî ziman ku hilbijartina serokkomariyê ya tûra duyemîn ji bo siberojek demokratîk û aştiyane gelek girîng e û got: “Hilbijartina 28’ê Gulanê ji bo guhertinê dîrokek girîng e. Helwesta me ya tûra yekemîn wê di tûra duyemîn de jî berdewam bike. Biryardarî û helwesta me di tûra yekemîn de nîşan da em di tûra duyemîn de jî nîşan bidin. Çimkî siberoj me eleqedar dike. Heke Serokkomarê AKP’yî Erdogan bi ser bikeve tê wê maneyê ku dê gelên Tirkiyeyê carek din bênefes bimîne. Ez vê pir eşkere dibêjim. Lewma divê Erdogan biçe û heke ew biçe dê civak rehet bibe. Hemû polîtîkaya tifaqa AKP-MHP’ê li ser dijmintiya kurdan e. Divê em ji vê dijminatiyê rawestînin.” 
 
BANGA ÇÛNA SER SINDOQAN 
 
Bûldan ji bo tûra duyemîn a hilbijartina serokkomariyê banga beşdariyê li gel kir û wiha got: “Ev hilbijartin pir dîrokî ye. Ya em ê ronahiyê hilbijêrin û tercîh bikin an jî em ê tarîtiyê tercîh bikin. An em ê faşîzmê tercîh bikin an jî em ê demokrasiyê tercîh bikin. Bi rastî jî ev hilbijartin pir dîrokî ye û girîng e. Ev hilbijartin wê qedera Tirkiyeyê biguherîne. Di serî de em spasiya gelê Amedê, gelê kurd û hemû gelên Tirkiyeyê dikin ku piştevaniya partiya me kirin. Em carek din dixwazin bangî gelê kurd û hemû gelê Tirkiyeyê bikin; guhertina qedera Tirkiyeyê di destê me de ye. Em di 28’ê Gulanê de biçin ser sindoqan û piştgiriyê bidin guhertinê. Em ê bi vê hilbijartinê siberoja xwe diyar bikin. Em carek din bang li gelên Tirkiyeyê dikin biçin ser sindoqan û xwedî li sindoqan û rayên xwe derkevin.”
 
TURK: LI DIJÎ FAŞÎZMÊ EM TERCÎHA DEMOKRASIYÊ BIKIN
 
Siyasetmedarê kurd Ahmet Turk jî destnîşan kir ku ew ê li dijî faşîzmê dê helwesta wan demokrasî be û di tûra duyemîn de banga piştevaniya Kiliçdaroglû kir. Turk anî ziman ku hilbijartina tûra yekemîn û tûra duyemîn gelek girîng e û wiha got: “Sancoyên guhertinê û veguhertinê bi me re çêbûne. Helbet tercîha me ne ji bo kesan e. Em ji bo siberoja gelê kurd û Tirkiyeyê têdikoşin û em li gorî wê tev li hilbijartinê dibin. Helbet nîqaşên li ser nijadperestiyê şikestinek bi gelê me re çêkiriye. Ji vir nemaze dixwazin gazî ciwanên me yên hêja bikim; nebî nebî neyên lîstokên hin kesan. Heke hûn sindoqan protesto bikin û neçin ser sindoqan wê bi kêrî Erdogan were. Ez dixwazim hûn bi vê hişmendiyê û zanebûnê biçin ser sindoqan.” 
 
 

Sernavên din

27/05/2023
09:00 ROJEVA 27'Ê GULANA 2023'YAN
26/05/2023
22:24 Dorpêçkirina Mexmûrê li Aaraûyê hat şermezarkirin
20:36 21 HDK'î hatin girtin
19:55 Partiya Çepên Kesk hevdîtin bi rûspiyên Amedê re kir
19:34 14 Dayikên/Mirovên Şemiyê beraet kirin
19:25 Siyasetmedar Dorak piştî 17 salan ji girtîgehê derket
18:10 Di Doza JÎTEM'ê ya Enqereyê de ji bo hemû bersûcan biryara beraetê
18:01 10 sal cezayê girtîgehê li Rojbîn Çetînê hat birîn
17:00 Binçavkiriyên li Îzmîr, Manîsa, Antalya û Mêrsînê hatin berdan
16:53 Derheqê xwediyê îmtiyazê yê ajansa me Çelîk de lêpirsîn hate destpêkirin
16:52 4 kesên di cînayeta kar de jiyana xwe ji dest dan hatin veşartin
16:52 Qeyûm li xebatkaran ferz dike ku tev li bernameya ‘fethê’ bibin
15:39 2 kesên li Dêrsimê winda bûbûn hatin dîtin
15:36 Bûldan û Aydenîz gel vexwendin ku dengê xwe bidin | HATE NÛKIRIN
14:38 Amedî: Ji bo ku em yek zilamî têk bibin em ê biçin ser sindoqan
14:17 Li Dîlokê ciwanek hat girtin
13:24 Li Şaredarê Amedê yê berê Çelîk 6 sal û 3 meh cezayê hefsê hate birîn
13:23 Çar ciwanên ji Mêrdînê di encama jehrîbûnê de mirin
12:57 Malbata Ocalan û girtiyên din ji bo hevdîtinê serî li serdozgeriyê dan
12:14 Bûldan: Ji bo guhertinê em biçin dengdayînê
Turk: Divê em neyên lîstokan, em biçin dengdayînê
12:13 Perîhan Koca: Mohra hilbijartinê di destê me de ye
12:02 18 hezar lîre cezayê li polîsên tundî kirin hatibû birîn kirin 20 teqsîd
11:39 Çalagan: Em ji bo rawestandina faşîzmê diçin ser sindoqan
11:39 Aborînas Erdem: Ji bo avakirina demokrasiyê hewcehî bi polîtîkayên gelparêz heye
11:10 ‘Em ê di tûra duyemîn de bloka faşîst têk bibin’
11:09 Tedawiya girtiyê nexweş Adiguzel tê astengkirin
10:57 Li Dêrsimê ji 2 welatiyên ku çûne berhevkirina karokan agahî nayê girtin
10:50 Li Dutaxê û Kanîreşê gelek kes hatin binçavkirin
10:47 Masiyên Gola Wanê di bin metirsiya HES’ê de ne
10:39 Operasyonên hilbijartinê yên AKP’ê: Herî kêm 177 kes hatin binçavkirin
10:04 Mexdûrên mulakatê li bendê ne ku vegerin karên xwe
10:00 AKP’a ku li Agiriyê encameke li gorî dilê xwe negirt, firmaya tekstîlê girt
09:36 Karkerên dîlokî: Divê teqez guherîn çêbibe
09:26 Lêgerîna madenê ya Çiyayê Bezarê xwezayê talan dike û rê li ber nexweşiyan vedike
09:22 Piştî 30 salan hate berdan, heman rojê cardin hate girtin: Moral û motîvasyon sûc e
09:16 Girtiyê ku çavên wî ji sedî 90 nabînin nikare bi tena serê xwe bijî
09:15 Mele Hecî Kadah: Herin ser sindoqan û li dijî zilmê rabin
09:06 Krîza aborî bandorê li pincarê jî kir
09:04 Dê belgefîlma 4 jinên berxwedêr di hezîranê de bê nîşandan
09:00 ROJEVA 26'Ê GULANA 2023'YAN
25/05/2023
22:25 Tora Têkoşîna Li Dijî Tundiyê ya Amedê:Em ê rejîma yekzilamî têk bibin!
21:16 Li Colemêrgê 3 kes hatin girtin
19:38 'Encam çi be jî dê têkoşîna gelê me bi ser bikeve'
19:14 Kurê girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan hat berdan
16:47 Aydenîz: Mifteya hilbijartinê di destê kurdan de ye
16:25 Li Êlihê 3 kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:11 19 kesên ji ber pîrozbahiya Newrozê hatin binçavkirin hatin berdan
16:04 Kesên di meha gulanê de jiyana xwe ji dest dayîn hatin bibîranîn
15:54 Rezervên MB’ê piştî 21 salan cara ewil ketin bin sifrê
15:43 Dayikên Aştiyê: Bes e êdî zilmê li xelkê Mexmûrê nekin
15:09 Gel ji Partiya Çepên Kesk û HDP’ê re got: Serî netewînin, em li cem we ne
14:38 Li Îranê 8 kes hatin bidarvekirin
14:21 Midurê Perwerdehiyê yê Nisêbînê gotinên zayendperest gotin
14:02 Li Amedê 4 parêzer hatin berdan
14:01 Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk: Dê gelê me di 28’ê Gulanê de tişta pêwîst bike
13:33 Partiya Çepên Kesk û HDP: Em ê bêkêmanî biçin ser sindoqan û rejîma yek zilamî biguherînin
13:07 Fermandara YPJ'ê li Barcelonayê serdana nûnerên Katalan kir
12:54 Li Xelfetiyê 2 kes hatin binçavkirin
12:25 Danişîna doza rojnamevan Babat û Arslan hat taloqkirin
12:11 Ji Mexmûrê bang: Divê kurd û dostên xwe rabin ser pêya
12:08 Mele Abdurrahman Alkan: Nedayîna cenazeyan zilm e
11:52 Throssell: Divê Tirkiye demildest hemû rojnamevanan berde
11:51 Yenî Yaşam 5 salî ye
11:33 Tevî bertekan jî 'incommunicado' di meha 27'an de didome
10:51 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdanek nû kirin
10:32 Li Colemêrgê serdegirtinên malan: Bi dehan kes hatin binçavkirin
10:22 Li dijî Mexmûrê êrişeke nû hate destpêkirin
10:22 Beştaş: Em bi motîvasyona xwe vê îktidara ku dijmintiya jinan dike têk bibin
10:21 Şahînoz: Aboriya Tirkiyeyê dişibe tekera teqiyayî
09:56 Dilxwaza EŞÎK’ê Koçak: Parlamentoya herî neteweperest ava bû
09:55 AKP sewalkarî û cotkariyê qedand
09:34 Ji bo tûra duyemîn bang li hilbijêran kirin: Werin em faşîzmê hilweşînin
09:23 Li derveyî welat çend hilbijêran dengê xwe daye?
09:19 'Îşkence veguherî awayê rêveberiyê'
09:03 Ji Dosso Dossî re serbest e ji NÇM'ê re qedexe ye
09:02 Li Hatayê banga ji bo 'çûna ser sindoqan'
09:01 Cotkar nikarin tiştekî bikirin: Heke ew biçin dê her tişt baş bibe
09:00 Di 17 saliya xwe de kurdî hîn bû û da pey dengbêjiyê
09:00 Ji bo hilbijartinê hê neçûne zozanan: Divê her kes dengê xwe bide
09:00 ROJEVA 25'Ê GULANA 2023'YAN
24/05/2023
22:54 Li Solothûrnê ji bo Mexmûrê bang li NY'yê kirin
20:27 Ji MED-DER’ê şahiya belgedayînê
20:08 Ahmet Turk: Divê em dersekê bidin hikûmetê
19:33 Partiya Çepên Kesk û HDP dê helwesta xwe sibê eşkere bikin
18:57 Ji Dayikên Aştiyê banga ji bo xwedîderketina li Mexmûrê
18:41 Xwediyê Îmtiyazê yê MA'yê Çelîk hat berdan
17:55 Koordînastorê MA Musîcê Kanîwar hat berdan
17:30 'Em ê bi hev re vê desthilatê bişînin'
16:57 Seroka Giştî ya Egîtîm Sen’ê Kûrûl li peywîra xwe hate vegerandin
16:39 Li Şirnexê gund bi gund xebatên hilbijartinê
15:58 Derbarê rojnamevan Batihan de lêpirsîna erdhejê hate destpêkirin
15:43 Serokê Baroya Amedê Eren: Axaftinên Soylû sûc in
15:42 Buldan ji bo 28’ê Gulanê bang kir: Em ê bi faşîzmê bidin windakirin | HATE NÛKIRIN
15:38 Bi girseyî serdana şîna Yalçinkaya hat kirin
15:18 Îdamên li Îranê li pêşiya avahiya darazê tên protestokirin
15:16 ÎHD’ê nerazîbûn nîşanî tecawiz û tacîza li dijî zarokan da
15:13 Li Îzmîr û Manîsayê 5 kes hatin berdan
15:02 Tifaqa Azadî û Demokrasiyê ya Kurd: Em ê piştgiriyê bidin Kiliçdaroglû
14:50 Ji rewşenbîr, nivîskar, hunermend û siyasetmedaran bang: Ray bide bila biçe û ev rewşa tarî biqede
14:49 Sancar çû serdana Emîne Şenyaşar