Di tevahiya rojê de li Rihayê binpêkirin hatin kirin

  • rojane
  • 17:24 28 Gulan 2023
  • |
img
RIHA - Yek ji bajarên ku herî zêde êriş li ser peywirdarên sindoqan, parêzer û parlamenteran hatiye kirin û deng bi komî û bi awayekî bêusul hatine dayîn Riha bû. 
 
Bajarê Rihayê di tûra duyemîn a hilbijartina serokkomariyê de bajarê herî zêde bêusulî û binpêkirin lê hatiye jiyîn bû. Parlamenterê CHP’ê yê Stenbolê Alî Şeker çû serdana sindoqên li Taxa Karaalî ya navçeya Eyyubiyeyê û tespît kir ku deng bi komî tên dayîn. Her wiha zilaman hewl dan li şûna jinan dengan bidin. Şeker û muşahidan jî gotin ku ev yek qanûnî nîne û xwestin ku jin bi xwe dengên xwe bidin. Li ser vê yekê Şeker û muşahidên CHP’î rastî êrişa komeke ji 15-20 kesan pêk dihat hatin. Di êrişê de Şeker ji pozê xwe derb xwar û rakirin nexweşxaneyê. Cendirmeyên ku çûn cihê bûyerê, koma êrişkar ji dibistanê dûr xistin. 
 
ERIŞÎ CHP’IYAN KIRIN
 
Li navçeya gundê Yazlica yê Kaniya Xezalan jî peywirdarên sindoqan ên CHP’î li dijî dengdayîna bêusulî derketin. Li ser vê yekê rastî êrişa AKP’iyan hatin. Endama Komîsyona Hiqûqê ya Serokatiya CHP’a Rihayê parêzer Ronahî Paydaş têkildarî mijarê li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal peyamek parve kir û wiha qala bûyerê kir: “Em niha li Taxa Yazlica ya Kaniya Xezalane ne ku li wir hatine peywirdarkirin. Dema me pêşî li ber dengdayîna bi komî digirt, hem ez û hem jî peywirdarên sindoqan rastî êrişê hatin. Gef li me hatin xwarin û heqaret li me kirin. Ji ber ku ewlehiya me ya can tune ye, ji bo serlêdana sûc û gilî em ji gund derketin.” 
 
ÊRIŞÎ TANAL HATE KIRIN
 
Piştre jî Parlamenterê CHP’ê yê Rihayê Mahmût Tanal çû gund û li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal ragihand ku rastî êrişê hatiye. Tanal, di parvekirina xwe de wiha got: “Parlamenterê me yê Stenbolê Alî Şeker ji ber ku li dijî dayîna dengan a bêusûlî ya li Taxa Karaalî ya Eyyubiye ya Rihayê derket, rastî êrişa komekê hat. Em niha li Karaaliyê ne. Li dijî min jî êriş hate kirin. Li vir zeafiyeta dewletê heye! Em ê serî li ber xwarina gefan û êrişan netewînin û sindoqan biparêzin. Serkeftin dê ya me be.” 
 
DENGDAYÎNA BI KOMΠ
 
Li gel êrişan, her wiha li gundên Rihayê deng bi komî hatin dayîn, muşahidên ne AKP’î ji sindoqan hatin dûrxistin, nehiştin jin biçin ser sindoqan û li şûna wan xizmên wan deng dan. Ev tenê çendek binpêkirinên li Rihayê bûn. 
 
Dîmenên hinek kesên dema bi vekirî mohra “Erê” ji bo Erdogan didan li ser medyaya dijîtal hatin parvekirin. 
 
ÊRIŞÎ ŞENYAŞAR KIRIN
 
Li ser agahiya ku muşahid destûrê nadin ku welatiyên li Taxa Yenîkoy a Halîliyeyê dengê xwe bidin, şandeyeke ji Partiya Çepên Kesk çû taxê. Şandeya Partiya Çepên Kesk li vê derê rastî êrişa bi kevir û çoyan hat. Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Rihayê Ferît Şenyaşar, Hevserokên HDP’a Rihayê Ahmet Atiş û Garîb Yeşîl, Hevserokê DBP’a Rihayê Vahît Akgun û parêzerên Baroya Rihayê rastî êrişa komeke nehat zanîn bê ka kî ne hatin. 
 
Di encama êrişê de camên hinek wesayîtan şikestin. Di êrişê de Ferît Şenyaşar hate derbkirin û kameraya nûçegihanê me jî hat parçekirin. Partiyiyên ku ji herêma êrişê derketin dan zanîn ku hêj niha jî dengê çekan ji derdora sindoqan tê ku endamên şandeyê hêjta li wir in. 
 

Sernavên din

28/05/2023
22:57 YSK'ê Erdogan wekî serokkomar îlan kir
22:01 Kiliçdaroglû: Meşa me didome, em li vir in
21:33 Li Efrînê pîrozbahiya ji bo Erdogan: Zarokek hat qetilkirin
21:28 Li Girtîgeha Amedê encamên hilbijartinê
21:23 Li Wanê cerdevanekî mala rêveberê DBP'ê guleberan kir
20:25 YSK’ê daneyên dawî eşkere kir
19:47 YSK: Ji sedî 54,60’ê dengan hatin hejmartin
19:33 Kiliçdaroglû li Roboskiyê bi rêjeyek zêde deng girt
19:00 YSK: Heta niha ji sedî 25’ê daneyan hatine ber destê me
18:37 AA’yê dîsa xwe şaş nekir: Erdogan li pêş nîşan da
18:36 Li Girtîgehên Şirnex û Mêrdînê ji Kiliçdaroglû re dengekî zêde derket
18:35 Li Sîsê ji bo Erdogan deng tune ne!
18:15 Qedexeya weşanê hat rakirin
18:07 Cemaeta Îsmaîlaga ji bo AKP’ê deng xwest û gef li jinan xwarin: Hûn ê hînî me bibin
17:56 AKP’iyan rojnamevan derb kir polîsan temaşe kir
17:33 Grûbek AKP’ê li şûna hilbijêrên neçûne dengdayînê bi komî deng bikar anîn
17:29 Ji Serokê YSK’ê daxuyaniya ewil: Tu rewşên neyînî çênebûn
17:24 Di tevahiya rojê de li Rihayê binpêkirin hatin kirin
17:18 Parêzvanên şaredarê AKP’yî êrişî muşahîdan kirin
17:00 Dengdayîna tûra duyemîn a hilbijartina serokkomariyê bi dawî bû
16:41 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
16:40 Êrişî şandeya ku Ferît Şenyaşar jî di nav de kirin
16:23 Şaredariya AKP’î qedexeyên hilbijartinê binpêkirin
16:14 Polîsan li Cizîrê êrişî welatiyên li baxçeyê dibistanê bûn kir
16:11 HDP û Çepên Kesk bang kir: Teqez herin dengê xwe bidin
16:09 Li Herêma Egeyê pûsûlayên ji bo Erdogan hatine mohrkirin didin hilbijêran
15:59 Kujerê Vezîre Erturk hat girtin
15:42 Binpêkirin didomin: Serokê MHP’yî xwest dubare deng bide lê hat zeftkirin
15:32 Polîsan bêyî ku belgeya 142’yan teslîm bikin dengê xwe dan
15:28 Di Endeksa Hejariyê de Tirkiye di rêza 10’emîn de ye
15:26 Îdiaya ku li gundê ser sînor deng bi komî hatine dayîn: Êrişî parêzeran û wekîl kirin
15:15 ‘Tirkiye îxrackirina petrola herêmê li dijî Bexdayê weke amûra zextê bi kar tîne’
15:08 Li Hezexê qeza çêbû
14:59 Li Amedê pûsûlayên dengan ên sexte
14:46 Li Hewlêrê êrişa çekdarî: Kesek hat kuştin
14:43 Li Seyhanê polîsan kirariya dengdayînê da sekinandin
14:42 CHP’ê li dijî bêrêbaziyan serî li desteya hilbijartinê da
14:24 Di zerfê de pûsûleya bi mohra Erdogan hate tespîtkirin
14:10 AKP’iyan erişî şaredarê CHP’î kirin
14:02 Li Hatayê muşahid hatin derbkirin
14:00 Leşker ji muşahîd re got, ‘Ev der cihê Ak Partiyê ye, nikarim mudaxile bikim’
13:55 Li Stenbolê dê 28 hezar û 96 kes nekarin dengê xwe bidin
13:53 Li Sêrt, Mûş û Edeneyê binpêkirina dengdayînê
13:35 Piştî gotina ‘me pêvajoya xist sarincê’ cara ewil çû ser sindoqê
13:23 AKP’iyan ji keya û cerdevanan re got: Wêneyên dengên xwe bikişînin û bişînin
13:22 Cerdevan û AKP’iyan êrişî peywîrdarên sindoqan kirin
13:09 Serokê YSK’ê: Hilbijartin wê zû encam bigire
12:58 Posterên Erdogan di roja hilbijartinê de jî nehatin rakirin
12:52 Erdogan dengê xwe da: Dê pir lez biencam bibe
12:49 Komkujiya Roboskê di meha 137’emîn de ye
12:48 Kiliçdaroglû: Ji bo demokrasiyê em biçin ser sindoqan
12:42 Onder: Hindik ma, eks jî miradek e
12:37 Parlamenterê Partiya Çep a Almanya li Amedê ye: Ji bo mafê mirovan divê her kes biçe dengdayînê
12:26 Îmamoglû: Gelek tiştên em li hev helal bikin hene
12:23 Sancar: Bila herkes biçe ser sindoqan
12:22 HUDA PAR’ê zarokek kir muşahîd
12:15 Li Stenbolê cedwelên bi îmzeya YSK'ê yên tên malaştin hatin tespîtkirin
12:07 Li baxçeyê dibistaneke Cizîrê wesayîta bêplaka hate dîtin!
11:38 Wekîlê ku li dijî dayîna dengan a li şûna jinan derketî rastî êrişê hat
11:32 Prz. Ekîncî: Biryara Doza JÎTEM’ê ya Enqereyê siyasî ye
11:23 Li Mêrdînê polîs ji bo AKP’ê muşahîdan kom dikin: Bi komî ray tên bikaranîn
11:14 Buldan: Dengek gelek tiştan diguherîne
11:03 Demîrtaş bang kir: Ji kerema xwe mafê xwe yê dengdayînê bi kar bînin
10:56 Emîne Şenyaşar dengê xwe da: Dê guherîn çêbibe
10:56 Li Yalovayê gelek zerf ji derve anîn dibistanê
10:40 Tûra duyemîn a hilbijartina serokkomariyê: Bi binpêkirinan dest pê kir, bi binpêkirinan bi dawî bû
10:05 Hevberdevkên partiya Çepên Kesk dengê xwe dan: Em xwedî li sindoqan derkevin
09:49 Mexdûrên erdhejê di konteyniran de dest bi dengdayînê kirin
09:25 Gelaliyê YNK'î: PDK dixwaze Mexmûrê vala bike
09:02 ‘Heya tecrîda li Îmraliyê bidome dê aborî baş nebe'
09:00 ROJEVA 28'Ê GULANA 2023'YAN
08:00 Dengdayîna ji bo tûra duyemîn a hilbijartina serokkomariyê dest pê kir
27/05/2023
21:25 Bi hezaran kes li Xabûrê hatine sekinandin
20:05 Li Wanê Şukru Koçak jinekê qetil kir
18:32 18 kesên ku li Qada Galatasarayê hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:54 Temellî: Niha dema guhertinê ye
16:39 Li Edeneyê protestoya binçavkirin û girtinan: Em ê neqedin
16:38 Malbata Şenyaşar: Dewran wê her tim li aliyê zaliman nebe!
16:28 Bakirhan: Ji bo hilweşandina pergala yek zilamî em biçin ser sindoqan
16:27 Dayikên Şemiyê: Em ê dest ji lêgerîna edaletê bernedin
15:35 Hat xwestin ku girtiyên nexweş Esmer û Karaguzel bên berdan
15:21 Rûniştina F: Girtiyê nexweşê giran Devrîm Ayik berdin
15:05 Kesê ku hewl da îstîsmara zayendî li dijî zarokekê pêk bîne hat girtin
14:55 Ji YSK’ê statîstîkên hilbijartinan
14:38 Li Mêrsînê bertek nîşanî girtinan dan: Em ê di sindoqê de bersivê bidin
14:05 Faîlên Orhanan ev 29 sal in nehatine darizandin
13:42 Qedexeyên hilbijartinê yên tûra duyemîn dest pê kirin
13:26 Hevserokên Giştî yên HDP’ê û Hevberdevkên Partiya Çepên Kesk encama hilbijartinê dê li Enqereyê bişopînin
12:52 Dayikên Şemiyê di salvegera 28’emîn de hatin binçavkirin
12:24 Demîrtaş: Xwişk û birayên min vî destî bigirin
10:35 Buldan: Em dengê xwe bidin û xwedî li sindoqan derkevin
10:28 Wesyeta Dayika Gulê ya dawî bû têkoşîn
10:02 Parêzer Yilmaz: Divê muxalefet ji bo girtiyên nexweş bi wêrekî tevbigere
09:59 Dadgehê ne pêşeroja zarokên kurd lê ya polîsên ew derb kirin fikirî
09:42 Ji Stenbolê bang: Em bi rayên xwe Erdogan mehkûm bikin
09:33 Siyasetzan Guney: Divê em bi îradeyeke xurt biçin ser sindoqan
09:05 Ji waniyan banga ji bo dengdanê: Em vê pergala sosret biguherînin
09:01 4 sal in daxwaza wî ya ji bo sewqkirinê nehatiye bersivandin
09:01 'Li dijî desthilata yekperest biçin ser sindoqan'
09:00 ROJEVA 27'Ê GULANA 2023'YAN