Welatiyên Îzmîrê: Bila kes reşbîn nebe, em ê têkoşîna xwe xurttir bikin

  • rojane
  • 09:00 30 Gulan 2023
  • |
img
ÎZMÎR - Welatiyên li Îzmîrê anîn ziman ku hilbijartina serokkomariyê bi awayekî adil nehatiye çêkirin û gotin ku ew ê reşbîn nebin û têkoşîna xwe xurttir bikin. 
 
Piştî tûra duyemîn a hilbijartina serokkomariyê Tayyîp Erdogan bi rêjeya 52.18'an cardin bû serokkomar. Namzetê Tifaqa Miletê Kemal Kiliçdaroglû jî ji sedî 47.82'yê rayan girt. 
 
Welatiyên li Îzmîrê ku têkildarî encamên hlbijartinê axivîn, anîn ziman ku hilbijartin di şert û mercên adil de nehatiye kirin û gotin ku lê ew ê reşbîn nebin û têkoşîna xwe xurttir bikin. 
 
PIRSGIRÊKÊN ABORÎ
 
Ji welatiyan Oyku Kahraman destnîşan kir ku hilbijartin bi hîle û xurdeyan bi dawî bûye. Kahraman anî ziman ku encamên hilbijartinê dê barê gel giran bikin û got: "Heke ez îro fakulteya perrwedehiyê kuta bikim û bên tayinkirin jî, pereyê ku wergirim dê têra min neke. Pere tune mirov biçin bazarê.Dest dirêjî zarokan tê kirin. Ji ber cemaetan ez ber xw enabînim. Dibêjin em ê jinebiyan bi xwedî bikin. Tu tiştekî baş ê vê desthilatê tune ye."
 
'BILA KES REŞBÎN NEBE' 
 
Kahraman diyar kir ku di tûra ewil de deng hatine dizîn û got: "Hemû deng di pergala YSK'ê de hene. Lê belê Kiliçdaroglû ji sedî 64 wergirtiye, rabûne jis edî 16 li ber navê wî nivîvî ne. Piraniya dengan li ber navê Tayyîp nivîsandin. Wekî ku Kiliçdaroglû gotiye, em li vir in. Em ê ji bo welatê xwe şer bikin. Em ê ji bo demokrasiyê têbikoşin. Bila kes reşbîn nebe. Her tim hêvî û ronahî heye." 
 
Ekîn Yûvacik jî anî ziman ku encamên hilbijartinê ne adil bûne û wiha got: "Lê em ê dest ji têkoşînê bernedin. ew dixwazin em deng ji xwe dernexin. Lê em ê vê yekê qbeûl nekin. Ciwan tên. Em li vir in. Em ê hesabê van tiştan hemûyan bipirsin. Em ne bêhêvî ne." 
 
‘DIVÊ DESTHILAT BIGUHERE'
 
Ji welatiyan Ferît Kiliç jî bal kişand ser rewşa aboriyê û got: "Em qezenc dikin lê têra tu tiştî nake. Heya ev detshilat neguhere dê tu titş baş nebe." 
 
‘EM MALA XWE BI RIZGAR BIKIN'
 
Adar Serhat jî bilêv kir ku encamên hilbijartinê ne encamine adil in û got ku li gelek deveran rayên Partiya Çepên Kesk li ber navê MHP'ê nivîsandin. Serhat wiha axivî. "Hemû derfetên dewletê bi kar anîn. Li Rihayê li parlementerekî xistin. A rast me bi van tiştan dizanibû. Diviyabû me pêşî li ber van titşan bigirta. Lê em kurd, tişta ku ewil em bikin, divê em mala xwe rizgar bikin. Ji niha û pê ve wê jiyan ji bo me pir zehmet be. Dê tayinkirina qeyûman bidome. Em kurd divê nîqaş bikin ku em ê çawa ji heq vê pêvajoyê derkevin." 
 
TIFAQA KURDAN
 
Serhat diyar kir ku diviyabû kurda bi kurdan re tifaqa xwe çêbikirana û wiha got: "Li Bakurê Kurdistanê axaftina bi kurdî pir kêm e. Denîz Poyraz ne ji ber ku HDP'î bû hat kuştin, ji ber ku kurd bû hat kuştin. Êdî divê xwe rexne bikin. Divê em ji bo demokrasiyê bêtir bitêkoşin. Kurd divê biçin cem gel û lêborînê bixwazin û muhasebeya vê rewşê bikin." 
 
Halîl Akpinar jî anî ziman ku ew li derveyî welêt dijî û got ku piraniya mirovan reşbîn bûne. Akpinar da zanîn ku hevalên wî jê dipirsin ku ew ê çawa biçin derveyî welêt û got: "Lê belê bûyera li Tirkiyeyê dê bi hilbijartinekê neguhere. Bi plan û prejeyên civakî yên wadedirêj dê hin tişt biguherin. Gava mirov xw ebaş hîs nekin, li benda mûcizyekê disekinin. Lê ev li dijî mantiqa cîhanê ye. Belê, dibe ku duh hin tişt neguherîbin, lê divê em hi bo guherandina Tirkiyeyê li ser planên bi mantiq û rasynel ên wadedirêj hûr bibin û nîqaş bikin." 
 
Akpinar destnîşan kir ku ji ber encamên hilbijartinê li ber ketine, lê divê dest ji meşa xwe bernedin. 
 
 
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

04/06/2023
21:24 Berxwedana mexmûriyan bi ser ket: Artêşa Iraqê vekişiya
17:15 Erdogan bi Sekreterê Giştî yê NATO'yê Stoltenberg re civiya
16:02 TJA: Em ê li dijî zimanê mêr têbikoşin
15:47 Kongreya MEBYA-DER'ê: Gelê kurd di paş de gav neavêt
15:14 Di nav 5 rojan de 167 êrîş pêk hatin
15:01 Li Xarpêtê karkerekî kana medenê jiyana ji xwe ji dest da
13:54 Serdema Soylû bi dawî bû
13:06 Malbata Şenyaşar: Ji zilmê re bêdeng nemînin
12:54 Wezîrê Karên Derve yê Suriyeyê serdana Bexdayê kir
12:16 Berxwedana Mexmûrê ket roja 16'an
11:20 Birîndarên 5'ê Hezîranê: Divê piştgirên komkujiyê bên darizandin
10:38 Çînê ji bo Asya-Pasîfîkê Amerîka hişyar kir
09:00 Ciwan: An civakeke ekolojîk an jî tunebûn
09:00 ROJEVA 4'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
03/06/2023
22:54 Erdogan qabîneya nû eşkere kir
20:08 Şenyaşar: Wê her kes hesabê sûcê xwe bide
20:00 Ji CÎSST'ê konferansa 'Pandemî û Girtîgeh': Tecrîd girantir bû
19:28 Rênas Jiyan: Ez nikarim cih nedim êş û azara kurdan
17:08 Dayikên Şemiyê yên hatin binçavkirin, hatin berdan
17:00 Qeyûm navê parka kurdî da jêbirin
16:15 Dayikên Şemiyê: Em ê dest ji Qada Galatasarayê bernedin
15:25 Erdogan sond xwar
15:19 ‘Xetere li ser jiyana girtiya nexweş Tenzîle Acar e’
14:55 Di kongreya TUHAY-DER’ê de bertek nîşanî tecrîda li Îmraliyê hate dayîn
14:37 Girtiyê nexweş Emen nayê tedawîkirin
14:27 Piştî ku hatin revandin agahî jê nehatin wergirtin
13:14 Li Licê operasyona leşkerî
12:35 Polîsan dîsa Dayikên Şemiyê binçav kirin
12:29 29 sal in aqûbeta wan ne diyar e!
12:19 Balafirên şer ên Tirkiyeyê gundê Amêdiyê bombebaran kirin
11:29 Meclisa Partiyê ya CHP’ê civiya
11:18 Di qezaya trenê ya li Hindistanê de hejmara miriyan derket 288 kesan
10:19 Berxwedana xelkê Mexmûrê di roja 15'emîn de berdewam dike
10:06 Qeyûm eraziyên şaredariyê da ber firotinê
09:37 Nêçîrvan Barzanî dê beşdarî merasîma sondxwarinê ya Erdogan bibe
09:37 Taş ê ji sedî 62 astengdarê zîhnî ye bi nivîsên li ser dîwaran hate sûcdarkirin
09:07 Rojnamevan Yalçin: Em ê nivîsandina heqîqetê bidomînin
09:00 Polat: Tecrîd feraseta dewletê ya sedsalî ye
09:00 Kurê girtiyê nexweş Ozkan: Bavê min tê tecrîdkirin
09:00 ROJEVA 3'YÊ HEZÎRANA 2023'YAN
02/06/2023
23:14 Li Îzmîrê 6 ciwan hatin girtin
21:28 Li Biradostê mayin teqiya: Kesek mir, kesek jî birîndar bû
21:14 WHO: Li Sûdanê xetereya şewbê zêde dibe
21:06 Li Başûr di Gulanê de 3 zarok û jinek hatine qetilkirin
20:11 KCDP: Di Gulanê de 40 jin hatine kuştin
16:32 Şahidên Komkujiya Dêrsimê Çîçe û Dûman jiyana xwe ji dest dan
16:18 Pisporê girtîgehan O'Haern: Tecrîdek mîna ya Îmraliyê li cihekî din nîne
15:57 ÎHD: Hewcehî bi makeqanûneke nû heye
15:49 Cerdevanên ku tev li operasyonê nebûn çekên wan hatin desteserkirin
14:21 Li meclisê torena sondxwarinê dest pê kir
14:21 Komeleyên Dêrsimê bertek nîşanî êrişa otobusê da
14:00 Melîk û Ayyildiz hatin bibîranîn
13:45 Emîne Şenyaşar: Edliyeya Rihayê êdî bûye mala me
13:11 Malbata Ocalan û girtiyên din ji bo hevdîtinê serî li serdozgeriyê dan
12:34 Jinek li Bodrûmê bi awayek guman mir
12:23 Partiya Çepên Kesk wezîfeyên li Meclisê eşkere kir
12:23 Karayilan: Muxatabên pirsgirêka kurd ne partî lê dewlet in
11:25 Hejmara nû ya Newaya Jin derket
11:05 Berxwedana Mexmûrê di roja 14’an de didome
10:43 ‘Li dijî êrişên pergalê divê bi kurdan re bibin yek’
10:24 Di meha gulanê de 8 caran çekên qedexe hatin bikaranîn
09:54 Bersûc parastina ‘tehrîkê’ nekir lê bi hinceta ‘tehrîkê’ cezayê wî hate daxistin
09:07 'Dê pêngavên bi 'aqilê dewletê' yên ji bo qelskirina siyaseta kurd bi ser nekevin'
09:06 Egîtîm Sen: Hêj wext heye bila YOK ji biryara xwe ya xelet vegere
09:04 Hevserokê Meclisa Gel a Mexmûrê: Berxwedana Mexmûrê kir ku Iraq bi paş ve gavê biavêje
09:03 Rêxistinên mafan: Em ê dest ji têkoşînê bernedin
09:02 Bi gurçikekê dijî, destê wî felc bûye û di pişta wî de platîn heye
09:01 Eren Keskîn: Zimanê netewperest bi desthilatê da windakirin
09:01 Nexşandina keviran ya bi hezaran sal e berdewam dike
09:00 ROJEVA 2'YÊ HEZÎRANA 2023'YAN
01/06/2023
21:58 Li Lûzernê berxwedana xelkê Mexmûrê hat silavkirin
21:20 Ethem Sarisuluk hat bibîranîn
19:58 Kadîr Şeker hat girtin
17:30 Girtî Şahîn piştî 30 salan ji girtîgehê derket
16:44 Parlamenterên Partiya Çepên Kesk civiyan
16:38 ‘Tifaqa Milet ji 28’ê Gulanê ve bi dawî bû’
15:22 Li Şirnexê 14 herêm hatin qedexekirin
15:21 ‘Pîrozbahiya’ serkeftina Erdogan bû sedema kuştina zarokekî
15:17 Li dijî navenda Şengalê êriş hate kirin
15:00 Malbata Şenyaşar: Heta edalet pêk tê em ê têkoşîna xwe bidomînin
14:50 Eren Keskîn beraet bû
14:36 Meclis dê sibe bi torena sondxwarinê dest pê bike
14:01 Li Îranê di mehekê de 142 kes hatin bidarvekirin
13:52 Civîna MYK’a CHP’ê dest pê kir
13:48 Berxwedana gelê Mexmûrê di roja 13’an de didome
13:33 Dolar her ku diçe radibe!
13:22 Nahêlin girtî derkevin hewadariyê
13:03 Talabanî: Ji xeynî yekrêziyê rêyek din nîne
12:46 Rêvebera Komeleya Jinan a Rosayê beraet bû
11:56 Encamên teqez ên tûra duyemîn hatin ragihandin
11:52 Di doza parvekirina karîkatûrê Berkîn Elvan de biryara beraetê hate dayîn
11:40 Daxwaza betalkirina biryara girtina Aydogan hate redkirin
11:33 Berdevka HDP’ê Gunay: Em ê bi rexne-xwerexnekirinê ber bi kongreya mezin ve biçin
11:30 Li Îranê di nava mehekê de 107 kes hatin girtin
11:13 29 sal derbas bûn: Muhsîn Melîk ji bo gelê xwe canê xwe feda kir
11:04 Li Gebzeyê mînîbûsa karkeran qeza kir: 13 birîndar hene
11:03 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li serdozgeriyê dan
10:54 Li Munzurê kana madenê ya li dijî rêziknameyê
10:45 Dengê kuçeyên Wanê: Her ku AKP radibe, aborî têk diçe
10:28 Xizîne dê 215 milyar lîreyan deyndar bibe