29 sal derbas bûn: Muhsîn Melîk ji bo gelê xwe canê xwe feda kir

  • rojane
  • 11:13 1 Hezîran 2023
  • |
img
RIHA - Siyasetmedarê kurd Muhsîn Melîk 29 sal berê li Rihayê hat qetilkirin. Kûrxalê Melîk, Saît Aydogdû diyar kir ku Muhsîn Melîk ji bo xelkê xwe canê xwe feda kir. 
 
Di 2’yê Hezîrana 1994’an de li Rihayê siyasetmedarê kurd Muhsîn Melîk û hevalê wî Mehmet Ayyildiz di encama êrişa çekdarî de 29 sal derbas bûn. Melîk jiyana xwe diyarî têkoşîna mafên mirovan kir û têkoşîna azadiya gelê kurd kiribû. Malbat û hevalên Melîk her sal di salvegera qetilkirina wî de li Goristana Harran Kapiyê wî bi bîr tînin. 
 
‘ZEXTAN NIKARIBÛ SERÊ WÎ BIDE TEWANDIN’ 
 
Saît Aydogdû yê xizmê Muhsîn Melîk û şirîkê wî yê kar behsa Muhsîn Melîk kir. Aydogdu anî ziman ku ew û Melîk bi fîrmaya înşaetê ya ku wan wê demê ava kiribûn re hevkarî dikir û got ku Melîk jiyana xwe li gorî gel birêxistin dikir û xwedî kesayeteke demokratîk bû ku li dijî zextên pergalê serî netewand. Aydogdu wiha got: “Di salên 90’î de karê siyasetê tiştekî pir zehmet bû. Dem dema cînayetên kiryar nediyar bû û di her kêliyê de em hemû dikaribûn bên gulebarankirin. Muhsîn tu carî paşve gav neavêt. Xwedî karekterekî mirovek demokrat bû. Ji xelkê hez dikir. Tevahiya têkoşîna wî ji bo gelê me bû. Çi pirsgirêkên gel hebûya pê ve eleqedar dibû. Ew hem bi pirsgirêkên civakî hem jî bi yên siyasî ve eleqedar dibe û çareser dikir.” 
 
Aydogdu anî ziman ku beriya kuştina Melîk hatibû xwestin ku wî birevînin û wiha got: "Rojekê ji Wêranşarê dihat. Dixwazin wî birevînin. Hat buroya me got 'Li min digerin, dê min birevînin'. Min ew şand ofîsa parêzerekî li qata jor. Paşê 3-4 kesên ku me wan nas nedikir hatin buroya me û pirsîn 'Muhsîn li ku ye?'. Me got Muhsîn nehate buroyê û me ew şandin.”
 
‘JI BO GEL TÊKOŞIYA’ 
 
Aydogdu anî ziman ku Melîk dizanibû ku dê çi bibe û wiha got: “Muhsîn têkoşîna xwe ya ji bo gel didomand. Ji bo gelê xwe canê xwe feda kir. Her kes nikarîbû vê yekê bike. Dijmin jî neçar dima hurmet nîşanî wî bide. Kesayeteka wî ya pir rêzdar hebû. Muhsîn xwedî kesayetek pir cuda bû. Ew bi awayek birûmet çû.” 
 
Aydogdu behsa roja ku Muhsîn Melîk hat qetilkirin kir û wiha got: “Ez demekê çûm buroyê. Min mêze kir polîs hatine ber buroyê. Min pirs kir çi bû? Gotin 'Muhsîn hatiye gulebarankirin'. Ez bêyî ku li ber buroyê bisekinim çûm nexweşxaneyê. Ez dibînim li erdê ye. Ez bi tenê bûm, min gazî dermansazê kuçeyê kir. Ew jî hevalê me bû, hat û alîkarî kir. Me ew bir cihê kişandina fîlmê. Di dema kişandina fîlmê de dipeyivî. Dema me wî rakir ser sedyeyê, xwîna wê wek avê herikî. Em rûbirûyî hev man û herî dawî got, 'Bi xatirê we’. Li wê derê ez ji ser hişê xwe çûm. Nayê bîra min paşê çi qewimî. Girseya gel beşdarî merasîma cenazeyê wî bû. Pir qelebalix bû. Her kesî jê hez dikir. Digotin, ‘Ev mirov çawa tê qetilkirin’. Helwesteke wî ya rast hebû. Gel ji ber helwesta wî ya rast jê hez dikir. Metirsiya mirinê dikir û dest ji serokatiya partiye berneda. Heya deqeya dawî dev jê berneda."
 
Aydogdu anî ziman ku hêzên tarî yên wê demê di dewrê de bûn bi qetilkirina kesayetên navdar ên herêmê hewl didan wan ji holê rakin û got: "Xwestin bi qetilkirina kesên navdar ên siyasî yên li herêmê têkoşînê biqedînin, lê belê têkoşîn bi dawî nebû, hin berdewam dike û bi dawî nabe."
 
MUHSÎN MELÎK KÎ YE?
 
Melîk di sala 1951'ê de li gundê Açmalî yê Rihayê hatiye dinê û piştî dibistana seretayî, navîn û lîseyê kuta dike di sala 1970'yî de diçe Fakulteya Çandiniyê ya Zanîngeha Çûkûroavyê. Melîk piştî vê beşê kuta dike li Rihayê Odeya Endezyarên Çandiniyê ava dike û di rêxistinkirina endezyaran de rol û risteke girîng hildigire. Melîk, paşê di avakirina Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Rihayê de jî cih digire. Melîk dibe Endamê Meclîsa Giştî ya Partiya Gelparêz a Sosyal Demokrat (SHP) a Rihayê. Lê piştî 7 parlementerên kurd ji vê partiyê tên îxrackirin ew û hevalên xwe jî ji vê partiyê vediqetin û dibe yek ji damezrînerên Partiya Kedê ya Gel (HEP). Paşê dibe Serokê HEP'ê yê Navçeya Navendî ya Rihayê. Ji ber ku di kongreya ewil a HEP'ê de gotiye "Kemalîzm divê li dadgehên navneteweyî bê darizandin û mehkûmkirin" li DGM'ya Enqereyê tê darizandin. Piştî HEP tê girtin Partiya Demokrasiyê (DEP) tê avakirin û Melîk yek ji damezrînerên vê partiyê ye. Piştî DEP jî tê girtin vê carê Partiya Demokrasiyê ya Gel (HADEP) tê avakirin û dibe yek ji damezrînerên vê partiyê jî û di Meclîsa Partiyê de cih digire.
 
Piştî revandina karsaz Savaş Bûldan bi rojekê di 2'yê Hezîrana 1994'an de gava Melîk serê sibehê ji malê dertê, kontra wesayîta wî guleberan dikin. Di vê gulebaranê de hevrêyê wî Mehmet Ayyildiz li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest dide û ew jî bi giranî li birîndar dibe û li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dide. Melîk li nexweşxaneyê berî ku jiyana xwe ji dest bide ji dostên xwe yên li cem xwe re dibêje: "Ez êrişkaran nas dikim. Ji lew re ji zû de ez dişopandim. Ev kes, ew kes in ku em çend caran leqayî hev hatine. Yanî ên çek li me teqandin, kesên di nava ekîba polîsên sivîl de bi xwe ne ku ev ekîb ez dişopandim." 
 
29 sal derbas bûne lê hê jî kesên Muhlîs Melîk û Mehmet Ayyildiz kuştine nehatine dîtin û dosyeya derbarê qetilkirina wan de jî daxilî nava yên kiryar nediyar hatiye kirin.
 
MA / Omer Akin
 

Sernavên din

07/06/2023
09:21 Emniyeta Antalyayê nahêle xwendekarên kurd ji bo xwe malan kirê bikin
09:06 Rojnameger Firat Can Arslan hate binçavkirin
09:06 Ozcan: Em ê bi mekanîzmayeke rexneyê ber bi kongreyê ve biçin
09:05 Amedî: Divê di pêvajoya nû de guh li gel bê kirin
09:05 Hevserokê Meclisa Gel a Mexmûrê: Dibe ku hin qanûnên Iraqê biguherin
09:04 Banga ji bo danişîna Makbûle Sevînç
09:03 Hevserokê KCDK-E’yê Koç: Navnîşana çareseriyê Îmrali ye
09:01 16 rojnameger ev saleke girtî ne: Bi awayekî kêfî tên cezakirin
09:00 Rojnameger Şengalî: Şengal qels bibe dê Rojava jî qels bibe
09:00 ROJEVA 7'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
06/06/2023
20:05 Komeleya Dema Jinê serdana MKGP'ê kir
19:50 Li Bedlîsê 8 kes hatin binçavkirin
18:24 Malbatê cenazeyê Akdogan wergirt
17:28 Li Gabarê qirkirina daran
15:57 CHP’ê biryara kongreyê da
15:23 Dewleta tirk êrişî Çiyayê Guherzê kir
15:04 Şenyaşar bang li wezîr Tunç kir: Ji Rihayê dest bi karê xwe bike
14:47 Tê payîn ku zem dê li motorînê bê kirin
14:47 Namzeta Serokatiya Meclisê ya Partiya Çepên Kesk bû Hatîmogûllari
14:22 Cezayê hefsê li rojnamevanê hatibû derbkirin birîn
13:30 Rûsya û Ûkraynayê ji ber êrişa li dijî bendavê hev tawanbar kirin
12:20 DMME’yê Yuksekdag û Demîrtaş mafdar dît
12:19 Şêniyên gund li dijî sepanên DEDAŞ'ê derketin, leşkeran bi bombeyên gazê êriş kirin
11:59 Li Cizîrê temamiya endamên malbatekê hatin binçavkirin
11:48 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li serdozgeriyê dan
11:47 Di doza ‘guh nedin ên weke serokkomar ji we pereyan dixwazin’ de biryara beraetê
11:41 Bi hinceta erdhejê cenazeyê Tekmenûray nadin malbata wê
11:23 Ji bo koma cigareyê ya BAT’ê zem hate kirin
11:12 Abdullah Ocalan: AKP, hewl dide Hamasa Kurd ava bike
11:11 Rêveberiya girtîgehê çawa bû sedema mirina girtiyê nexweş Kaplan?
10:32 Akin: Em ê ji bo azadiyê têkoşînê xurttir bimeşînin
10:06 Li Amedê avahiyê xesarekî mezin gihiştibûyê hilweşiya
09:59 Li Emniyeta Nisêbînê çeteya talankirinê derket holê
09:02 ‘Li dijî kedkarên tenduristiyê polîtîkayên tundiyê dimeşînin'
09:01 Li Akbelenê piştî hilbijartinê zext zêde bûn
09:00 ROJEVA 6'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
05/06/2023
21:56 Îbrahîm Kalin bû serokê MÎT’ê yê nû
21:48 Gulmez a bi giranî brîndar bûbû piştî 40 rojan anîn nexweşxaneyê
21:39 Endamên Komeleya Çand û Hunerê ya Binevşê hatin berdan
18:37 Kesên ku di 5’ê hezîranê de hatibûn qetilkirin hatin bibîranîn
17:52 Li Tûzlayê cînayeta kar
16:43 Rejîma Îranê kolberek qetil kir
16:15 Jina ku ji polîstiyê îstîfa kir bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
15:54 HDP’ê bang li ciwanan kir: Tev li pêvajoya veguherînê bibin
15:36 Şaxa ÎHD’a Mêrsînê binpêkirinên li bajar parve kir
14:43 Endamên MYK’a CHP’ê ya nû diyar bûn
14:42 Edîbe Şahîn hate berdan
14:33 Ji dosyeya KCD’ê ya Rihayê piştî 4 salan beraet bû
14:26 Li Amedê 52 kesên li konbajar diman jehrî bûn
14:13 Di doza Onur Can Yaser de li her polîsekî 6 sal ceza hate birîn
13:47 Doza tecawizê ya li cemaetê taloqî 17’ê tîrmehê hat kirin
13:13 Ferît Şenyaşar: Em ê pankarta ‘edaletê’ li Meclisê daliqînin
13:10 Sekretera Jinan a Giştî ya SES’ê Atabey hate berdan
13:02 Li gorî TUÎK’ê di meha gulanê de enflasyon ji sedî 39,59 e
12:51 Li 4 bajaran lehî rabûn: 2 kesan jiyana xwe ji dest dan
12:47 Di doza rojnameger Olçen de dê xwe li benda biryara ‘girtinê’ bigirin
12:40 HDP’ê qurbaniyên komkujiya 5’ê Hezîranê bi bîr anî
12:32 Ûçar: Têkoşînek pir xurt li pêşiya me ye
11:04 Jina astengdar a serokê terîqetê destdirêjî lê kiribû întîhar kir
10:09 Jongerden: Heta ku pirsgirêka kurd çareser nebe Tirkiye demokratîk nabe
09:59 Li Meclisê pêvajoya hilbijartina serokatiyê dest pê dike
09:21 'Çare ne şer, demokrasî ye'
09:19 Rojnameya Xwebûnê bi manşet ‘Tecrîd li dijî hebûna kurdan e’ derket
09:03 Dolar derket 21 lîreyan
09:02 Cixare hatin bihakirin
09:00 Banga beşdarbûna 5’emîn Rojên Ma Muzîkê
09:00 ROJEVA 5'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
08:54 Tirkiyeyê li Şarbajêrê bi SÎHA’yan êriş kir
08:52 Li Cizîrê cerdevanek di wesayîta xwe de mirî hate dîtin
04/06/2023
22:25 Bûldan û Sancar daxuyandin ku dê di kongreyê de nebin namzet
21:46 Li Licê liv û tevgera helîkopteran
21:42 Dengbêj Şakiro hat bibîranîn
21:24 Berxwedana mexmûriyan bi ser ket: Artêşa Iraqê vekişiya
17:15 Erdogan bi Sekreterê Giştî yê NATO'yê Stoltenberg re civiya
16:02 TJA: Em ê li dijî zimanê mêr têbikoşin
15:47 Kongreya MEBYA-DER'ê: Gelê kurd di paş de gav neavêt
15:14 Di nav 5 rojan de 167 êrîş pêk hatin
15:01 Li Xarpêtê karkerekî kana medenê jiyana ji xwe ji dest da
13:54 Serdema Soylû bi dawî bû
13:06 Malbata Şenyaşar: Ji zilmê re bêdeng nemînin
12:54 Wezîrê Karên Derve yê Suriyeyê serdana Bexdayê kir
12:16 Berxwedana Mexmûrê ket roja 16'an
11:20 Birîndarên 5'ê Hezîranê: Divê piştgirên komkujiyê bên darizandin
10:38 Çînê ji bo Asya-Pasîfîkê Amerîka hişyar kir
09:00 Ciwan: An civakeke ekolojîk an jî tunebûn
09:00 ROJEVA 4'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
03/06/2023
22:54 Erdogan qabîneya nû eşkere kir
20:08 Şenyaşar: Wê her kes hesabê sûcê xwe bide
20:00 Ji CÎSST'ê konferansa 'Pandemî û Girtîgeh': Tecrîd girantir bû
19:28 Rênas Jiyan: Ez nikarim cih nedim êş û azara kurdan
17:08 Dayikên Şemiyê yên hatin binçavkirin, hatin berdan
17:00 Qeyûm navê parka kurdî da jêbirin
16:15 Dayikên Şemiyê: Em ê dest ji Qada Galatasarayê bernedin
15:25 Erdogan sond xwar
15:19 ‘Xetere li ser jiyana girtiya nexweş Tenzîle Acar e’
14:55 Di kongreya TUHAY-DER’ê de bertek nîşanî tecrîda li Îmraliyê hate dayîn
14:37 Girtiyê nexweş Emen nayê tedawîkirin
14:27 Piştî ku hatin revandin agahî jê nehatin wergirtin
13:14 Li Licê operasyona leşkerî
12:35 Polîsan dîsa Dayikên Şemiyê binçav kirin