Rêxistinên mafan: Em ê dest ji têkoşînê bernedin

  • rojane
  • 09:03 2 Hezîran 2023
  • |
img
ÎZMÎR - Parêzvanên mafên mirovan diyar kirin ku pêvajoya hilbijartinê adilane nebû, hilbijartin di bin siya zimanê nefretê de ma û dê dev ji têkoşîna xwe ya parastina mafan bernedin.  
 
Di kampanyayên hilbijartinên 14-28'ê Gulanê de ku wekî hilbijartinên dîrokî dihatin pênasekirin, ya berbiçav zimanê nefretê û nijadperestiyê bû. AKP ku bi hemû derfetên dewletê kampanyaya xwe ya hilbijartinê bi rê ve bir, di seranserê pêvajoya hilbijartinê de serî li zimanê nefretê, nijadperestiya li hemberî penaberan û berberîkirina civakê da. 
 
Parêzvanên mafên mirovan, kampanyayên hilbijartinê û binpêkirinên mafan ên di pêvajoya hilbijartinê de rû dan û heyama nû nirxandin. 
 
‘NE PÊVAJOYEKE ADIL BÛ'
 
Serokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê Zafer Încîn anî ziman ku hilbijartin di şert û mercên adil de nehatine çêkirin û got: "Desthilateke ku zêdetirî 20 sal in sazûmaniya xwe ava kiriye heye. Desthilateke ku qanûnçêkirin, rêveberî û daraz xistiye destê xwe heye. Di vê pêvajoyê de baweriya bi YSK'ê û Ajansa Anadolûyê cihê nîqaşê ye. Ji lew re pêvajoyeke propagandayê ya ji milekî tenê ve dihat birêvebirin hebû. Di pêvajoya hilbijartinê de hemû derfetên dewletê bi kar anîn. Partiyên muxalif jî bi derfetên xwe kirin. Em bi rihetî dikarin bibêjin ku di vê hilbijartinê de demokrasiyê derb xwar." 
 
Încîn, bi lêv kir ku Tirkiye 10 sal in bi krîzeke aborî û krîzeke civakî re rû bi rû ye û got ku di pêvajoya hilbijartinê de zimanê cihêkarî û nijadperestiyê berberîbûnê kûrtir kiriye. Încîn wiha axivî: "Tirkiye demildest divê demokratîkbûyînê û rêgezên gerdûnî esas bigire. Me wekî ÎHD hem ji bo pêvajoya hilbijartinê hem jî ji bo ya piştî hilbijartinê pêşniyazên xwe kir. Dê ji niha û pê ve jî têkoşîna me ya li dijî binpêkirinên mafan bidome." 
 
'KUTIKÊN HILBIJÊRAN NE ZELAL BÛN'
 
Seroka Komeleya Rojeva Mafên Mirovan (ÎHGD) Ozlem Yilmazê jî anî ziman ku her du hilbijartinên ku di 14'ê Gulanê û 28'ê Gulanê de hatine kirin ne hilbijartên adil bûne û ev tişt bi lêv kirin: "Derfetên dewletê ji aliyê desthilatê ve pir hatin bikaranîn. Wezîrê Karên Navxweyî diviyabû îstifa bike lê nekir û di hilbijartinê de wekî Wezîrê Karên Navxweyî xebitî. Bi taybetî jî kutikên hilbijêran ên li herêmên erdhejê ne pir zelal bûn. Gelek mirov jiyana xwe ji dest dan. Lê gelek jê nehatin tespîtkirin. Em nizanin bê ka ji dêvla kesên ku jiyana xwe ji dest dane ray hatine avêtin an na. Her wiha di pêvajoya hilbijartinê de kurd û penaber bi cihêkariyê re rû bi rû man. Ev kampanya wekî ku ne sûcê dewletê be, lê yê penaberan be hat nîşan dan. Lê ev pirsgirêk sûcê dewletê ne. Penaber ji ber şer reviyane hatine. Em mecbûr in wan biparêzin. Lê kampanyaya hilbijartinê ji bo şandina wan hat kirin." 
 
Yilmaz, Almanyaya salên 1930'î bi bîr xist û got: "Krîza ku di navbera 1920-1930'yî de li Almanyayê rû da, wekî ya niha ya Tirkiyeyê ye. Wê demê mirov bi çenteyên tije mark danûstendin dikirin. Krîza aborî û enflasyona zêde ya li wir nazîzmê û nijadperestiyê gur kir. Bi fikar im ku li vir jî heman tişt çêbibe. Lewma karê me hemûyan zehmet e. Lê em ê dest ji têkoşînê bernedin." 
 
MA / Delal Akyuz

Sernavên din

07/06/2023
09:21 Emniyeta Antalyayê nahêle xwendekarên kurd ji bo xwe malan kirê bikin
09:06 Rojnameger Firat Can Arslan hate binçavkirin
09:06 Ozcan: Em ê bi mekanîzmayeke rexneyê ber bi kongreyê ve biçin
09:05 Amedî: Divê di pêvajoya nû de guh li gel bê kirin
09:05 Hevserokê Meclisa Gel a Mexmûrê: Dibe ku hin qanûnên Iraqê biguherin
09:04 Banga ji bo danişîna Makbûle Sevînç
09:03 Hevserokê KCDK-E’yê Koç: Navnîşana çareseriyê Îmrali ye
09:01 16 rojnameger ev saleke girtî ne: Bi awayekî kêfî tên cezakirin
09:00 Rojnameger Şengalî: Şengal qels bibe dê Rojava jî qels bibe
09:00 ROJEVA 7'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
06/06/2023
20:05 Komeleya Dema Jinê serdana MKGP'ê kir
19:50 Li Bedlîsê 8 kes hatin binçavkirin
18:24 Malbatê cenazeyê Akdogan wergirt
17:28 Li Gabarê qirkirina daran
15:57 CHP’ê biryara kongreyê da
15:23 Dewleta tirk êrişî Çiyayê Guherzê kir
15:04 Şenyaşar bang li wezîr Tunç kir: Ji Rihayê dest bi karê xwe bike
14:47 Tê payîn ku zem dê li motorînê bê kirin
14:47 Namzeta Serokatiya Meclisê ya Partiya Çepên Kesk bû Hatîmogûllari
14:22 Cezayê hefsê li rojnamevanê hatibû derbkirin birîn
13:30 Rûsya û Ûkraynayê ji ber êrişa li dijî bendavê hev tawanbar kirin
12:20 DMME’yê Yuksekdag û Demîrtaş mafdar dît
12:19 Şêniyên gund li dijî sepanên DEDAŞ'ê derketin, leşkeran bi bombeyên gazê êriş kirin
11:59 Li Cizîrê temamiya endamên malbatekê hatin binçavkirin
11:48 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li serdozgeriyê dan
11:47 Di doza ‘guh nedin ên weke serokkomar ji we pereyan dixwazin’ de biryara beraetê
11:41 Bi hinceta erdhejê cenazeyê Tekmenûray nadin malbata wê
11:23 Ji bo koma cigareyê ya BAT’ê zem hate kirin
11:12 Abdullah Ocalan: AKP, hewl dide Hamasa Kurd ava bike
11:11 Rêveberiya girtîgehê çawa bû sedema mirina girtiyê nexweş Kaplan?
10:32 Akin: Em ê ji bo azadiyê têkoşînê xurttir bimeşînin
10:06 Li Amedê avahiyê xesarekî mezin gihiştibûyê hilweşiya
09:59 Li Emniyeta Nisêbînê çeteya talankirinê derket holê
09:02 ‘Li dijî kedkarên tenduristiyê polîtîkayên tundiyê dimeşînin'
09:01 Li Akbelenê piştî hilbijartinê zext zêde bûn
09:00 ROJEVA 6'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
05/06/2023
21:56 Îbrahîm Kalin bû serokê MÎT’ê yê nû
21:48 Gulmez a bi giranî brîndar bûbû piştî 40 rojan anîn nexweşxaneyê
21:39 Endamên Komeleya Çand û Hunerê ya Binevşê hatin berdan
18:37 Kesên ku di 5’ê hezîranê de hatibûn qetilkirin hatin bibîranîn
17:52 Li Tûzlayê cînayeta kar
16:43 Rejîma Îranê kolberek qetil kir
16:15 Jina ku ji polîstiyê îstîfa kir bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
15:54 HDP’ê bang li ciwanan kir: Tev li pêvajoya veguherînê bibin
15:36 Şaxa ÎHD’a Mêrsînê binpêkirinên li bajar parve kir
14:43 Endamên MYK’a CHP’ê ya nû diyar bûn
14:42 Edîbe Şahîn hate berdan
14:33 Ji dosyeya KCD’ê ya Rihayê piştî 4 salan beraet bû
14:26 Li Amedê 52 kesên li konbajar diman jehrî bûn
14:13 Di doza Onur Can Yaser de li her polîsekî 6 sal ceza hate birîn
13:47 Doza tecawizê ya li cemaetê taloqî 17’ê tîrmehê hat kirin
13:13 Ferît Şenyaşar: Em ê pankarta ‘edaletê’ li Meclisê daliqînin
13:10 Sekretera Jinan a Giştî ya SES’ê Atabey hate berdan
13:02 Li gorî TUÎK’ê di meha gulanê de enflasyon ji sedî 39,59 e
12:51 Li 4 bajaran lehî rabûn: 2 kesan jiyana xwe ji dest dan
12:47 Di doza rojnameger Olçen de dê xwe li benda biryara ‘girtinê’ bigirin
12:40 HDP’ê qurbaniyên komkujiya 5’ê Hezîranê bi bîr anî
12:32 Ûçar: Têkoşînek pir xurt li pêşiya me ye
11:04 Jina astengdar a serokê terîqetê destdirêjî lê kiribû întîhar kir
10:09 Jongerden: Heta ku pirsgirêka kurd çareser nebe Tirkiye demokratîk nabe
09:59 Li Meclisê pêvajoya hilbijartina serokatiyê dest pê dike
09:21 'Çare ne şer, demokrasî ye'
09:19 Rojnameya Xwebûnê bi manşet ‘Tecrîd li dijî hebûna kurdan e’ derket
09:03 Dolar derket 21 lîreyan
09:02 Cixare hatin bihakirin
09:00 Banga beşdarbûna 5’emîn Rojên Ma Muzîkê
09:00 ROJEVA 5'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
08:54 Tirkiyeyê li Şarbajêrê bi SÎHA’yan êriş kir
08:52 Li Cizîrê cerdevanek di wesayîta xwe de mirî hate dîtin
04/06/2023
22:25 Bûldan û Sancar daxuyandin ku dê di kongreyê de nebin namzet
21:46 Li Licê liv û tevgera helîkopteran
21:42 Dengbêj Şakiro hat bibîranîn
21:24 Berxwedana mexmûriyan bi ser ket: Artêşa Iraqê vekişiya
17:15 Erdogan bi Sekreterê Giştî yê NATO'yê Stoltenberg re civiya
16:02 TJA: Em ê li dijî zimanê mêr têbikoşin
15:47 Kongreya MEBYA-DER'ê: Gelê kurd di paş de gav neavêt
15:14 Di nav 5 rojan de 167 êrîş pêk hatin
15:01 Li Xarpêtê karkerekî kana medenê jiyana ji xwe ji dest da
13:54 Serdema Soylû bi dawî bû
13:06 Malbata Şenyaşar: Ji zilmê re bêdeng nemînin
12:54 Wezîrê Karên Derve yê Suriyeyê serdana Bexdayê kir
12:16 Berxwedana Mexmûrê ket roja 16'an
11:20 Birîndarên 5'ê Hezîranê: Divê piştgirên komkujiyê bên darizandin
10:38 Çînê ji bo Asya-Pasîfîkê Amerîka hişyar kir
09:00 Ciwan: An civakeke ekolojîk an jî tunebûn
09:00 ROJEVA 4'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
03/06/2023
22:54 Erdogan qabîneya nû eşkere kir
20:08 Şenyaşar: Wê her kes hesabê sûcê xwe bide
20:00 Ji CÎSST'ê konferansa 'Pandemî û Girtîgeh': Tecrîd girantir bû
19:28 Rênas Jiyan: Ez nikarim cih nedim êş û azara kurdan
17:08 Dayikên Şemiyê yên hatin binçavkirin, hatin berdan
17:00 Qeyûm navê parka kurdî da jêbirin
16:15 Dayikên Şemiyê: Em ê dest ji Qada Galatasarayê bernedin
15:25 Erdogan sond xwar
15:19 ‘Xetere li ser jiyana girtiya nexweş Tenzîle Acar e’
14:55 Di kongreya TUHAY-DER’ê de bertek nîşanî tecrîda li Îmraliyê hate dayîn
14:37 Girtiyê nexweş Emen nayê tedawîkirin
14:27 Piştî ku hatin revandin agahî jê nehatin wergirtin
13:14 Li Licê operasyona leşkerî
12:35 Polîsan dîsa Dayikên Şemiyê binçav kirin