16 rojnameger ev saleke girtî ne: Bi awayekî kêfî tên cezakirin

  • rojane
  • 09:01 7 Hezîran 2023
  • |
img

AMED - Parêzerê 16 rojnamegerên li Amedê hatin girtin û ev saleke di girtîgehê de Resûl Temûr diyar kir ku îdianameya rojnamegeran ji xebatên rojnamegeriyê pêk tê û wiha got: “Pêvajoya girtî ya demdirêj veguheriye rêbazekî cezakirinê ya kêfî.” 

 
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de polîsan di 8’ê hezîrana 2022’yan de li gelek bajaran bi ser mal û saziyên weşanên çapemeniyê de girtin. Di serdegirtinan de 20 jê rojnameger bi giştî 22 kes hatin binçavkirin. Ji binçavkiriyan Midûra JINNEWS’ê Safiye Alagaş, Hevserokê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê ( DFG) Serdar Altan, edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Azîz Oruç, Midûrê Karên Nivîsan ê Rojnameya Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş, rojnameger Zeynel Abîdîn Bulut, Omer Çelîk, Mazlum Dogan Guler, Îbrahîm Koyuncu, Neşe Toprak, Elîf Ungur, Abdurrahman Oncu, Suat Doguhan, Remziye Temel, Ramazan Gecîken, Lezgîn Akdenîz û Mehmet Şahîn piştî 8 rojan derxistin edliyeyê û hatin girtin. Bi ser girtina rojnamegeran re 10 meh derbas bûbûn ku derheqê 2 jê negirtî bi giştî 18 rojnamegeran de bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” îdianame hate amadekirin û ji 7 sal û 6 mehan heta 15 salan cezayê hefsê hate xwestin. Danişîna ewil a rojnamegeran jî dan 11’ê tîrmehê. Doz dê li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê lidarxistin. 
 
ÎDIANAMEYA JI XEBATÊN PÎŞEYÎ HATIYE AMADEKIRIN 
 
Parêzerê rojnamegeran Resûl Temûr têkildarî pêvajoya girtinê û dozê bi ajansa me re axivî. Temûr, diyar kir ku rojnameger ji ber xebatên xwe yên rojnamegeriyê hatine binçavkirin û wiha got: “Piştî ku pêvajoya lêpirsînê bi dawî bûy, me dît ku xebatên rojnamegeriyê bûne mijara darizandinê. Îdianame ji xebatên pîşeyî pêk tê. Nehişt 30 rojan tu kes bikeve kargehan û lêgerîn kirin. Îdia dikin ku li vir delîl peyda kirine. Îdia dikin ku di van lêgerînan de xwe gihandin serverên şîrketan ên derveyî welat û hinek nivîsên bi Medya Tv û Stêrk TV’yê re hatine kirin hatine peydakirin. Bi rastî jî tu nivîsên wiha hatine kirin an na, di vê mijarê de tu agahî li ber destê me nînin. Di rewşên asayî de dema operasyon tên kirin, materyalên dijîtal tên desteserkirin, ji sûcên sîberê re tên şandin û lêkolîna wê jî li ser wan materyalên dijîtal tên kirin. Lê belê li vê derê bi awayekî korsanî li ser komputeran xwe gihandin serverên komputerên din û îdia dikin ku agahî hatine komkirin. “
 
ŞAHIDÊ NEPEN LI DOSYEYÊ ZÊDE KIRIN
 
Bi domdarî Temûr got ku beriya operasyonê tu şahidên nepen tune bûn lê di dema lêpirsînê de li dosyayê hatiye zêdekirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Jixwe ev bi serê xwe mijareke cuda ye. Ji vê re ‘afirandina delîlan’ tê gotin. Di esasê xwe de di dosyeyê de delîleke ku rojnamegeran pê binçav bikin û bigirin tune ye. Lewma piştre hinek delîl hatin afirandin, bi vê yekê re rewşa girtî ya rojnamegeran domandin û hewl didin dosyayê bi van delîlan bidomînin. Di nava bêusûlî û bêhiqûqtiyeke wiha de ne. Di vê dosyayê de îxtîmala berdana rojnamegeran pir zêde ye û tevî vê yekê jî ev demekî dirêje di girtîgehê de tên ragirtin. Ev yek jî nîşan dide ku rewşa girtinê ya demdirêj veguherandine rêbazekî kêfî yê cezakirinê." 
 
MA / Mujdat Can
 

Sernavên din

10/06/2023
10:36 Malbata Şenyaşar: Divê lêborînê ji edaletê bixwazin û dest bi kar bikin
10:14 Rojnamevan Muftuoglû binpêkirinên li Girtîgeha Sîncanê ya Jinan nivîsand
09:56 Rojnamevan Arslan sewqî edliyeyê kirin
09:29 Ji ber ‘sindoqa winda’ doz li rojnamevan Kanbal hate vekirin
09:03 Kuçeyên Amedê ji zarokên tên xebitandin xalî nabin
09:01 Ajokar: Dixwazin mesrefên hilbijartinê ji berîka me derxin
09:00 ROJEVA 10'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
08:32 Huseyîn Arasan ê êrişa çekdarî lê hatibû kirin jiyana xwe ji dest da
08:27 Li Mêrdînê karkerê ku pano bi ser de ket jiyana xwe ji dest da
09/06/2023
20:47 Danişîna doza zaroka hat qetilkirin hat taloqkirin
17:54 Piştî 30 salan ji girtîgehê derket
16:38 Rojnameger Arslan 3 roj in di bin çavan de ye
15:30 Daneyên kesane li ser înternetê hatin belavkirin
15:21 Li Meclisê daxuyaniya ji bo Erdem Aşkan: Berpirsyarên wê derxin holê
15:18 Şenyaşar li Meclisê daxuyaniya ewil da: Bila Wezîrê Dadê xwedî li sonda xwe derkeve
14:21 HDP’ê bertek nîşanî binçavkirina hevşaredaran da
14:15 Sercerdevanê ku tundî li hevjîna xwe kir mir
14:10 Emîne Şenyaşar: Heta edalet pêk tê em ê têkoşîna xwe bidomînin
14:09 DÎSK: Meaş divê li gorî reqamên enflasyona sexte yên TUÎK’ê neyê diyarkirin
13:55 ‘Bila Can Atalay bê berdan’
13:21 Kesê li Silêmaniyê êriş lê hat kirin Huseyîn Arasan e
12:49 Jinek li Îzmîrê hat qetilkirin
12:23 Biryara ‘anîna bi zorê’ ya der barê dayika Şenyaşar de hate rakirin
12:03 Komeleya Wêjekarên Kurd pirtûkên helbest û çîrokan amade kirin
11:55 Dayikên Aştiyê hatin berdan
11:47 Malbata Ocalan û girtiyên din ji bo hevdîtinê serî li serdozgeriyê dan
11:46 Di Doza Kobanê de daxwaza berdanê hat redkirin
11:31 Li Cizîre gelek kes hatin binçavkirin: Polîsan tundî li welatiyan kir
11:17 El Nîno dest pê kir
11:17 Sûîqest li endamê Komeleya Karkerên Mezopotamyayê hate kirin
11:03 Sercerdevan hewl da hevjîna xwe qetil bike
10:58 Sarisozen: Îktîdar dê dest bi êrişeke îdeolojîk bike
10:12 Hevşaredarên Panosê hatin binçavkirin
10:12 Ajokarên pereyên xwe wernegirtin kontak girtin
09:59 Du bira ku girtiyên nexweş in terkî mirinê tên kirin
09:51 ‘Em ê bi têkoşîna rêxistinî li dijî tabloya dijberiya jinê bisekinin’
09:35 Hevseroka MA TUHAY-DER’ê Demîr: Tecrîd bi têkoşînê dikare were bidawîkirin
09:02 Parlamentera ciwan Bêrîtan Guneş: Divê em rêya guherînê bibînin
09:02 Parilti yê ku 30 sal in girtiye nayê berdan
09:02 Gelê Wanê: Divê partiya me di bin sîwanekê de kom bibe
09:02 'Heta meseleya kurd çareser nebe aborî rast nabe'
09:00 ROJEVA 9'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
08:56 Ji bo benzîn û motorînê zem hate kirin
08:48 Erkan weke Seroka Banka Navendî hate tayînkirin
08/06/2023
22:51 Walîtiya Amedê heya 15 rojan herêmeke Licê qedexe kir
22:20 Li Cizîrê 2 kes hatin girtin
20:55 Li Edliyeya Farqînê polîsan îşkence li zarokekî kirin
20:03 Kadîr Şeker hat berdan
19:03 Çawîşê ku Aşkanê pênc salî kuşt hat berdan
18:43 Li îzmîrê 5 jin hatin berdan
17:46 Ji rojnamevan Gok nameyeke 'vala': Gava azadiya fikr û ramanê çêbibe dê bê temamkirin
16:49 Yagiz li Nisêbînê bi çîçek û tililiyan hate pêşwazîkirin
15:42 Rojnamevan Arslan ji piştevaniya bo rojnamevanên girtî tê sûcdarkirin
14:54 Rapora ÎHD’ê: Wesayîtên zirxî di 15 salan de 44 kes kuştin e
14:43 Ji bo Tarkut ê Şule qetil kirî cezayê muebbeta giran hate xwestin
14:33 Li Amedê sosretiya tenduristiyê: Nexşwexaneyên diranan emanetî teknîsyenan hatine kirin!
14:24 Gulmez a di pevçûnê de birîndar bûbû hate emeliyatkirin
14:22 Rojnamevan Hafiz Akdemîr hat bibîranîn: Kujerên wî bûne şirîkên AKP-MHP'ê
14:19 Li Mêrdînê jinek hate binçavkirin
14:17 Komîteya Wezîran xwest Yuksekdag û Demîrtaş bên berdan
13:58 Rêxistinên hiqûqê: Can Atalay berdin
13:58 Li Deriyê Gumrukê yê Bajêrgeyê kota hat kêmkirin
13:43 Cezayê pereyan dan Emîne Şenyaşar
13:34 Li Antalyayê dayikên aştiyê hatin binçavkirin
12:53 ÎSÎG: Di 5 mehan de herî kêm 730 karker mirin e
12:53 Endama Meclisa Ciwanan a HDP’ê li Îzmîrê hate binçavkirin
12:45 Di doza Ozturk Turkdogan de biryara beraetê hate dayîn
12:39 ÎHD’ê ji bo Aşkan daxuyanî da: Ev ne qeza lê cînayet e
12:05 Komeleya Wêjekarên Kurd ji bo tevlibûna kongreya xwe bang kir
12:03 Parêzer ji bo biçin cem Ocalan serî li serdozgeriyê dan
11:20 Parlamenterên Partiya Çepên Kesk çûn serdana rojnamegeran
10:51 Li Efrînê niha jî darên hinaran tên talankirin
10:26 Hunergeha Welat klîbek nû belav kir: Klîb behsa bîranîn û bajarê Qamişlo dike
09:58 Partiya Sewz: Tirkiyeyê li Behdînanê zêdetirî 4 milyon dar biriye
09:51 Dolar rabû, lîreyê tirk bêqîmet bû
09:45 Aykol: Heta ku pirsgirêka kurd neyê çareserkirin nikarin Tirkiyeyeke nû ava bikin
09:04 Bijîşkê girtîgehê girtiyê nexweş derman nekir
09:03 Amedî: Heya meseleya şer çareser nebe aborî rast nabe
09:03 Rojnamevan Gozelyuz: Di Çapemeniya Azad de berdewamî esas e
09:01 Ji bo pêşveçûna kirmanckî 6 berhem derçûn: Berxwedan nebe wê ziman bihele
09:01 Erdal Kaya: Min xwest ez bi stand-upê valahiya heyî dagirim
09:00 ROJEVA 8'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
08:53 Ayhan û Gokalp hatin definkirin
08:52 Li Sêrtê şer: Leşkerek hat kuştin
07/06/2023
22:05 Meryem Yildirim hat berdan
21:37 Rojên Ma Muzîkê dest pê kirin
19:52 Li Ispartayê mirineke biguman
19:43 Nûman Kûrtûlmûşê AKP'î bû serokê meclisê
19:39 Rojnamevan Arslan birin Kirşehîrê
19:18 Dibe ku ji çar payên Spanyayê sê pay bibe çolistan
18:52 Di êrişa Tirkiyeyê de agir bi kampa Eyn Îsayê ket
18:34 Li Geverê zarokê ku wesayîta zirxî pêl wî kir jiyana xwe ji dest da
18:20 Li Cizîrê malbata ku hatibû binçavkirin hat berdan
18:09 Doza Vartînîsê hat taloqkirin
17:33 Cenazeyên Gokalp û Ayhan radestî malbatên wan hatin kirin
16:07 Tanrikulu yê HDP’yî dîsa nehat berdan
15:43 Di dema derbasbûna wesayîta leşkerî de teqînek çêbû
15:41 Girtiyê ji bo darizandina adilane dest bi rojiya mirinê kirî rakirin nexweşxaneyê
15:40 Rojnamevan Hafiz Akdemîr dê sibê li kuçeya lê hat kuştin were bibîranîn
15:37 Siyasetmedar Mehmet Çîçek jiyana xwe ji dest da