Hevserokê KCDK-E’yê Koç: Navnîşana çareseriyê Îmrali ye

  • rojane
  • 09:03 7 Hezîran 2023
  • |
img

ENQERE - Hevserokê KCDK-E’yê Yuksel Koç diyar kir ku di bingeha krîzên Tirkiyeyê de neçareserkirina pirsgirêka kurd heye û wiha got: “Navnîşana çareseriyê jî Îmrali ye.” 

 
Hikûmeta AKP’ê di sala 2015’an de dîsa li polîtîkayên neçareserkirina pirsgirêka kurd vegeriya û konsepta şer xist meriyetê. Di hilbijartinên serokkomarî û giştî yên îsal de jî bi tifaqa avakirî re peyama domandina şerê li dijî kurdan da. Ji ber van polîtîkayan, di nava 21 salên îktîdara xwe de cara ewile ku li Kurdistanê ewqas kêm deng girt. 
 
Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk-Ewropa (KCDK-E) Yuksel Koç diyar kir ku Tifaqa Cumhur têkela feraseta Îttîhat Terakî ye û destnîşan kir ku di bingeha krîzên Tirkiyeyê de neçareserkirina pirsgirêka kurd heye.  Koç, da zanîn ku navnîşana çareserkirina pirsgirêka kurd jî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e ku li Girtîgeha Îmraliyê di bin şertên giran ên tecrîdê de tê ragirtin. 
 
‘ÇARESERÎ BI ÇARESERKIRINA PIRSGIRÊKA KURD DIBE’
 
Koç, diyar kir ku heta pirsgirêka kurd neyê çareserkirin tu kes nikare siyaseta demokratîk bike û wiha domand: “Feraseta ku hewl dide civakê li ser bingeha dijminatiya li kurdan dîzayn bike, dibe sedema mezinbûna pirsgirêk û krîzan. Hikûmeta AKP-MHP’ê û Serokkomar Erdogan hemû derfetên dewletê bi kar anîn. Kampanyaya xwe li ser bingeha siyaseta dij kurd meşandin. Lê di bingeha ewqas pirsgirêkên gundiyan, kedkaran, xizanan, xwendekaran û teqawidan de lêçûnên ji bo şerê li dijî kurdan in. Civakê li ser vê bingehê li dijî hev sor dikin, têkiliyên navneteweyî li ser vê bingehê dîzayn dikin. Lewma jî nifteya çareserkirina pirsgirêkên Tirkiyeyê bi çareserkirina pirsgirêka kurd pêkane. Di van hilbijartinan de ev rastî careke din derket holê.” 
 
TÊKELA ZÎHNIYETA ÎTTÎHAT TERAKIYÊ
 
Bi domdarî Koç anî ziman ku îktîdar li ser dabeşkirina civakê hesabên demkî dike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi vê yekê re civakê ber bi aloziyeke mezin ve dibe. Avadaniyeke ku veguheriye dewleta mafyayê nikare çareseriyê biafirîne. Her tim xwe dubare dike. Pirsgirêkan mezintir dike û dibe sedema krîzên din. Niha jî zîhniyeta Îttîhat Terakî ya yekperest û zîhniyeta bingeha xwe ji çanda bîatê digire, ya ku ji bilî xwe her kesî qetil dike, hewl dide her kesî bîne ser xeta xwe, zîhniyeta DAIŞ’ê bûye têkel û tifaqek ava kiriye. Ev tifaq bûye sedema mezinbûna krîzan û nakokiyan.” 
 
‘NAVNÎŞANA ÇARESERIYÊ ÎMRALI YE’
 
Di berdewamê de Koç anî ziman ku aktorê sereke yê çareserkirina pirsgirêka kurd Rêberê PKK’ê ye û wiha pê de çû: “Di dema pêvajoya çareseriyê de bi Serok Abdullah Ocalan re hevdîtin hatin kirin û êdî derket holê ku çareserî bi guftûgoyê dikare were çareserkirin. Aktorê sereke Serok Abdullah Ocalan ji sala 93’yan heta niha ji bo çareseriya demokratîk û rêyên guftûgoyê gav avêtin, agirbest ragihand û ji bo welatên din bang kir. Her wiha ji bo ku gelê kurd bi nasnameya xwe bikare di nava sînorên Tirkiyeyê de bijî, pêşniyara projeya Komara Demokratîk kir. Projeya neteweya demokratîk a li dijî netewe dewletên serdest hatiye pêxistin, modêla jiyana azad pêşniyar kir. Di serî de gelê kurd û gelên Rojhilata Navîn, hemû gelên cîhanê qebûl kirin ku tekane modêla çareseriyê ev e. Di halê hazir de îro li Rojava ev modêl di meriyetê de ye. Hemû gel û bawerî bi hev re jiyaneke azad ava dikin. Li Tirkiyeyê gelek nasname û bawerî hene. Lewma hûn nikarin pirsgirêkên Tirkiyeyê bi feraseteke yekperest çareser bikin. Lewma jî navnîşana çareseriyê Îmrali ye. Nêzikatiya li dijî kurdan, nêzikatiya li dijî Îmraliyê ye. Ji ber ku Serok Apo girtiyekî jirêzê nîne. Nûnerê îradeya bi milyonan kurda ye û rêberê gelê kurd e.” 
 
‘TÊKOŞÎNA ESASÎ DEST PÊ DIKE’
 
Koç, got ku îktîdar di hilbijartinan de serkeftî nebû û axaftina xwe wiha qedand: “Tevî ewqas manîpulasyon, hîle û rêbazên zextê jî gelê kurd di ezmûna demokrasiyê de pêşengtî kir. Ji şer, komkujî, înkar û faşîzmê re got ‘na.’ Helwesta xwe ji bo demokrasî û pêkvejiyanê nîşan da. Di serî de gelê kurd, ji sedî 50’ê gelên Tirkiyeyê nîşan dan ku li gel guherînê ne û vê hikûmetê naxwazin. Erdogan ku weke serokkomar hate hilbijartin, hêj niha ve bû mijara nîqaşan. Ji ber ku hilbijartineke demokratîk çênebû û di şertên pir bêedalet de hate kirin. Lewma divê helwesta kurdan were silavkirin. Tifaqa şer nikare pirsgirêkên Tirkiyeyê çareser bike. Lewma dê temenê wan jî gelek dirêj nebe. Dê kesên demokrasî û wekheviyê dixwazin bi ser kevin. Eniya nîjadperest û yekperest di vê hilbijartinê de têk çû. Têkoşîna esasî ji vir û şûnde dest pê dike.” 
 
MA / Yusra Batihan
 

Sernavên din

10/06/2023
10:36 Malbata Şenyaşar: Divê lêborînê ji edaletê bixwazin û dest bi kar bikin
10:14 Rojnamevan Muftuoglû binpêkirinên li Girtîgeha Sîncanê ya Jinan nivîsand
09:56 Rojnamevan Arslan sewqî edliyeyê kirin
09:29 Ji ber ‘sindoqa winda’ doz li rojnamevan Kanbal hate vekirin
09:03 Kuçeyên Amedê ji zarokên tên xebitandin xalî nabin
09:01 Ajokar: Dixwazin mesrefên hilbijartinê ji berîka me derxin
09:00 ROJEVA 10'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
08:32 Huseyîn Arasan ê êrişa çekdarî lê hatibû kirin jiyana xwe ji dest da
08:27 Li Mêrdînê karkerê ku pano bi ser de ket jiyana xwe ji dest da
09/06/2023
20:47 Danişîna doza zaroka hat qetilkirin hat taloqkirin
17:54 Piştî 30 salan ji girtîgehê derket
16:38 Rojnameger Arslan 3 roj in di bin çavan de ye
15:30 Daneyên kesane li ser înternetê hatin belavkirin
15:21 Li Meclisê daxuyaniya ji bo Erdem Aşkan: Berpirsyarên wê derxin holê
15:18 Şenyaşar li Meclisê daxuyaniya ewil da: Bila Wezîrê Dadê xwedî li sonda xwe derkeve
14:21 HDP’ê bertek nîşanî binçavkirina hevşaredaran da
14:15 Sercerdevanê ku tundî li hevjîna xwe kir mir
14:10 Emîne Şenyaşar: Heta edalet pêk tê em ê têkoşîna xwe bidomînin
14:09 DÎSK: Meaş divê li gorî reqamên enflasyona sexte yên TUÎK’ê neyê diyarkirin
13:55 ‘Bila Can Atalay bê berdan’
13:21 Kesê li Silêmaniyê êriş lê hat kirin Huseyîn Arasan e
12:49 Jinek li Îzmîrê hat qetilkirin
12:23 Biryara ‘anîna bi zorê’ ya der barê dayika Şenyaşar de hate rakirin
12:03 Komeleya Wêjekarên Kurd pirtûkên helbest û çîrokan amade kirin
11:55 Dayikên Aştiyê hatin berdan
11:47 Malbata Ocalan û girtiyên din ji bo hevdîtinê serî li serdozgeriyê dan
11:46 Di Doza Kobanê de daxwaza berdanê hat redkirin
11:31 Li Cizîre gelek kes hatin binçavkirin: Polîsan tundî li welatiyan kir
11:17 El Nîno dest pê kir
11:17 Sûîqest li endamê Komeleya Karkerên Mezopotamyayê hate kirin
11:03 Sercerdevan hewl da hevjîna xwe qetil bike
10:58 Sarisozen: Îktîdar dê dest bi êrişeke îdeolojîk bike
10:12 Hevşaredarên Panosê hatin binçavkirin
10:12 Ajokarên pereyên xwe wernegirtin kontak girtin
09:59 Du bira ku girtiyên nexweş in terkî mirinê tên kirin
09:51 ‘Em ê bi têkoşîna rêxistinî li dijî tabloya dijberiya jinê bisekinin’
09:35 Hevseroka MA TUHAY-DER’ê Demîr: Tecrîd bi têkoşînê dikare were bidawîkirin
09:02 Parlamentera ciwan Bêrîtan Guneş: Divê em rêya guherînê bibînin
09:02 Parilti yê ku 30 sal in girtiye nayê berdan
09:02 Gelê Wanê: Divê partiya me di bin sîwanekê de kom bibe
09:02 'Heta meseleya kurd çareser nebe aborî rast nabe'
09:00 ROJEVA 9'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
08:56 Ji bo benzîn û motorînê zem hate kirin
08:48 Erkan weke Seroka Banka Navendî hate tayînkirin
08/06/2023
22:51 Walîtiya Amedê heya 15 rojan herêmeke Licê qedexe kir
22:20 Li Cizîrê 2 kes hatin girtin
20:55 Li Edliyeya Farqînê polîsan îşkence li zarokekî kirin
20:03 Kadîr Şeker hat berdan
19:03 Çawîşê ku Aşkanê pênc salî kuşt hat berdan
18:43 Li îzmîrê 5 jin hatin berdan
17:46 Ji rojnamevan Gok nameyeke 'vala': Gava azadiya fikr û ramanê çêbibe dê bê temamkirin
16:49 Yagiz li Nisêbînê bi çîçek û tililiyan hate pêşwazîkirin
15:42 Rojnamevan Arslan ji piştevaniya bo rojnamevanên girtî tê sûcdarkirin
14:54 Rapora ÎHD’ê: Wesayîtên zirxî di 15 salan de 44 kes kuştin e
14:43 Ji bo Tarkut ê Şule qetil kirî cezayê muebbeta giran hate xwestin
14:33 Li Amedê sosretiya tenduristiyê: Nexşwexaneyên diranan emanetî teknîsyenan hatine kirin!
14:24 Gulmez a di pevçûnê de birîndar bûbû hate emeliyatkirin
14:22 Rojnamevan Hafiz Akdemîr hat bibîranîn: Kujerên wî bûne şirîkên AKP-MHP'ê
14:19 Li Mêrdînê jinek hate binçavkirin
14:17 Komîteya Wezîran xwest Yuksekdag û Demîrtaş bên berdan
13:58 Rêxistinên hiqûqê: Can Atalay berdin
13:58 Li Deriyê Gumrukê yê Bajêrgeyê kota hat kêmkirin
13:43 Cezayê pereyan dan Emîne Şenyaşar
13:34 Li Antalyayê dayikên aştiyê hatin binçavkirin
12:53 ÎSÎG: Di 5 mehan de herî kêm 730 karker mirin e
12:53 Endama Meclisa Ciwanan a HDP’ê li Îzmîrê hate binçavkirin
12:45 Di doza Ozturk Turkdogan de biryara beraetê hate dayîn
12:39 ÎHD’ê ji bo Aşkan daxuyanî da: Ev ne qeza lê cînayet e
12:05 Komeleya Wêjekarên Kurd ji bo tevlibûna kongreya xwe bang kir
12:03 Parêzer ji bo biçin cem Ocalan serî li serdozgeriyê dan
11:20 Parlamenterên Partiya Çepên Kesk çûn serdana rojnamegeran
10:51 Li Efrînê niha jî darên hinaran tên talankirin
10:26 Hunergeha Welat klîbek nû belav kir: Klîb behsa bîranîn û bajarê Qamişlo dike
09:58 Partiya Sewz: Tirkiyeyê li Behdînanê zêdetirî 4 milyon dar biriye
09:51 Dolar rabû, lîreyê tirk bêqîmet bû
09:45 Aykol: Heta ku pirsgirêka kurd neyê çareserkirin nikarin Tirkiyeyeke nû ava bikin
09:04 Bijîşkê girtîgehê girtiyê nexweş derman nekir
09:03 Amedî: Heya meseleya şer çareser nebe aborî rast nabe
09:03 Rojnamevan Gozelyuz: Di Çapemeniya Azad de berdewamî esas e
09:01 Ji bo pêşveçûna kirmanckî 6 berhem derçûn: Berxwedan nebe wê ziman bihele
09:01 Erdal Kaya: Min xwest ez bi stand-upê valahiya heyî dagirim
09:00 ROJEVA 8'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
08:53 Ayhan û Gokalp hatin definkirin
08:52 Li Sêrtê şer: Leşkerek hat kuştin
07/06/2023
22:05 Meryem Yildirim hat berdan
21:37 Rojên Ma Muzîkê dest pê kirin
19:52 Li Ispartayê mirineke biguman
19:43 Nûman Kûrtûlmûşê AKP'î bû serokê meclisê
19:39 Rojnamevan Arslan birin Kirşehîrê
19:18 Dibe ku ji çar payên Spanyayê sê pay bibe çolistan
18:52 Di êrişa Tirkiyeyê de agir bi kampa Eyn Îsayê ket
18:34 Li Geverê zarokê ku wesayîta zirxî pêl wî kir jiyana xwe ji dest da
18:20 Li Cizîrê malbata ku hatibû binçavkirin hat berdan
18:09 Doza Vartînîsê hat taloqkirin
17:33 Cenazeyên Gokalp û Ayhan radestî malbatên wan hatin kirin
16:07 Tanrikulu yê HDP’yî dîsa nehat berdan
15:43 Di dema derbasbûna wesayîta leşkerî de teqînek çêbû
15:41 Girtiyê ji bo darizandina adilane dest bi rojiya mirinê kirî rakirin nexweşxaneyê
15:40 Rojnamevan Hafiz Akdemîr dê sibê li kuçeya lê hat kuştin were bibîranîn
15:37 Siyasetmedar Mehmet Çîçek jiyana xwe ji dest da