Amedî: Divê di pêvajoya nû de guh li gel bê kirin

  • rojane
  • 09:05 7 Hezîran 2023
  • |
img
AMED - Amediyan diyar kir ku biryara HDP û Partiya Çepên Kes a ji bo heyama nû ku dê bi gel re biryarê bistîne, biryareke di cî de ye û wiha gotin: "Partiya me ji bo yekitiyê heye. Lewma divê di heya nû de guh bide gel." 
 
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Çepên Kesk û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) piştî encamên hilbijartina serokkomariyê û hilbijartina giştî, ji bo serdema nû nexşerêya xwe diyar kirin. HDP û Partiya Çepên Kesk ku dê di serdema nû de xwerexne bike, dê hemû merheleyên pêvajoyê bi gel re bi rê ve bibe. 
 
Xelkê Amedê têkildarî serdema nû axivîn û gotin ku divê HDP û Partiya Çepên Kesk di serdema nû de li her deriyî bixin. 
 
Sadik Ozkaya kêmasiyên di pêvajoya hilbijartinê de bi rêz kir û wiha got: "Ez wekî HDP'iyekî dibêjim, em ne ji perçekirina HDP'ê, em ji bo yekitiya wê hene." Îbrahîm Arcan ku got "Biryara jinûvesazkirinê ji bo me biryareke baş e" destnîşan kir ku di hin gavên ji bo demokratîkbûyîna Tirkiyeyê de hin kêmasî çêbûn û divê ew kêmasî bên çareserkirin. 
 
‘DIVÊ MAL BI MAL BIGERIN'
 
Şeyhmûs Başkan jî ji ber ku partiyê xwe negihandiye her derî ew rexne kir û ev tişt anî ziman: "HDP'ê xwe negihand her derî. Neçû. Hevdîtin bi malbatan re, bi astengdaran re nekir. Mesela TÎP ji ber ku bi lîsteya xwe ket hilbijartinê, bû sedema 11 parlementeran. Hêviya me 100 parlementer bûn. Partiya me diviyabû mal bi mal bigeriyana. Ne wekî berê ye, danakevin nava gel, nagerin." 
 
'GEL BI WAN RE YE'
 
Başkan, axaftina xwe wiha domand: "Li Amedê herî kêm diviyabû 11 parlamenter bûna. HDP xwe rexne kir. Hevserokên Giştî dê di kongreyê de nebin namzet. Hê jî hêviya me heye, ji lew re gel bi wan re ye." 
 
DAXWAZÊN GEL
 
Xerîb Selîm jî destnîşan kir ku daxwazên gel girîng in û wiha pê de çû: "Em dizanin siyaseteke ji bo pirsgirêkên me heye. Lê dê çawa bê çareserkirin nizanim. Em her tim bi tenê dimînin. An em bi çepa tirk re li hev dikin an jî bi hin kesên din, lê kurd bi pirsgirêkên xwe re rû bi rû dimînin. Ev jî ji bo me dibe bar. Em di vî warî de partiyeke kurdistanî dixwazin." 
 
Seyît Yildiz jî bal kişand ser hin pirsgirêkên di nava partiyê de û wiha got: "Di nava partiyê de hin cihêkarî hene. Ez wekî kurdekî ku raya xwe didim HDP'ê, ez dixwazim dawî li vê bê." 
 
‘BILA DENGÊ GEL BÊ BIHÎSTIN'
 
Selîm Demîr jî destnîşan kir ku piştî van hilbijartinan divê guh li dengê gel bê kirin û got: "Li gor min, sedema van encaman ew e ku HDP'ê guh li gel nekir. Hêvîdar im ji niha û pê ve guh li gel bike û li gor daxwazên gel tevbigere. Ji HDP'ê hêviya min bi hemû partiyên kurd re bibe yek." 
 
Abdûrrahman Bozkûrt jî got: "Partî diviyabû di tûra yekem de namzetê xwe nîşan bidana. Di wir de şaşî kir. HDP û Partiya Çepên Kesk ji ber ku di pêvajoya hilbijartinê de bi CHP'ê re tevgeriyan, dengê wan kêm bû. Ji ber vê li Êlihê 14 hezar rayên me şewitîn. Lewma demildest divê partî xwe bide hev." 
 
Bozkûrt destnîşan kir ku divê partî derî bi derî bigere û bi her kesî re bişêwire.

Sernavên din

10/06/2023
10:14 Rojnamevan Muftuoglû binpêkirinên li Girtîgeha Sîncanê ya Jinan nivîsand
09:56 Rojnamevan Arslan sewqî edliyeyê kirin
09:29 Ji ber ‘sindoqa winda’ doz li rojnamevan Kanbal hate vekirin
09:03 Kuçeyên Amedê ji zarokên tên xebitandin xalî nabin
09:01 Ajokar: Dixwazin mesrefên hilbijartinê ji berîka me derxin
09:00 ROJEVA 10'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
08:32 Huseyîn Arasan ê êrişa çekdarî lê hatibû kirin jiyana xwe ji dest da
08:27 Li Mêrdînê karkerê ku pano bi ser de ket jiyana xwe ji dest da
09/06/2023
20:47 Danişîna doza zaroka hat qetilkirin hat taloqkirin
17:54 Piştî 30 salan ji girtîgehê derket
16:38 Rojnameger Arslan 3 roj in di bin çavan de ye
15:30 Daneyên kesane li ser înternetê hatin belavkirin
15:21 Li Meclisê daxuyaniya ji bo Erdem Aşkan: Berpirsyarên wê derxin holê
15:18 Şenyaşar li Meclisê daxuyaniya ewil da: Bila Wezîrê Dadê xwedî li sonda xwe derkeve
14:21 HDP’ê bertek nîşanî binçavkirina hevşaredaran da
14:15 Sercerdevanê ku tundî li hevjîna xwe kir mir
14:10 Emîne Şenyaşar: Heta edalet pêk tê em ê têkoşîna xwe bidomînin
14:09 DÎSK: Meaş divê li gorî reqamên enflasyona sexte yên TUÎK’ê neyê diyarkirin
13:55 ‘Bila Can Atalay bê berdan’
13:21 Kesê li Silêmaniyê êriş lê hat kirin Huseyîn Arasan e
12:49 Jinek li Îzmîrê hat qetilkirin
12:23 Biryara ‘anîna bi zorê’ ya der barê dayika Şenyaşar de hate rakirin
12:03 Komeleya Wêjekarên Kurd pirtûkên helbest û çîrokan amade kirin
11:55 Dayikên Aştiyê hatin berdan
11:47 Malbata Ocalan û girtiyên din ji bo hevdîtinê serî li serdozgeriyê dan
11:46 Di Doza Kobanê de daxwaza berdanê hat redkirin
11:31 Li Cizîre gelek kes hatin binçavkirin: Polîsan tundî li welatiyan kir
11:17 El Nîno dest pê kir
11:17 Sûîqest li endamê Komeleya Karkerên Mezopotamyayê hate kirin
11:03 Sercerdevan hewl da hevjîna xwe qetil bike
10:58 Sarisozen: Îktîdar dê dest bi êrişeke îdeolojîk bike
10:12 Hevşaredarên Panosê hatin binçavkirin
10:12 Ajokarên pereyên xwe wernegirtin kontak girtin
09:59 Du bira ku girtiyên nexweş in terkî mirinê tên kirin
09:51 ‘Em ê bi têkoşîna rêxistinî li dijî tabloya dijberiya jinê bisekinin’
09:35 Hevseroka MA TUHAY-DER’ê Demîr: Tecrîd bi têkoşînê dikare were bidawîkirin
09:02 Parlamentera ciwan Bêrîtan Guneş: Divê em rêya guherînê bibînin
09:02 Parilti yê ku 30 sal in girtiye nayê berdan
09:02 Gelê Wanê: Divê partiya me di bin sîwanekê de kom bibe
09:02 'Heta meseleya kurd çareser nebe aborî rast nabe'
09:00 ROJEVA 9'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
08:56 Ji bo benzîn û motorînê zem hate kirin
08:48 Erkan weke Seroka Banka Navendî hate tayînkirin
08/06/2023
22:51 Walîtiya Amedê heya 15 rojan herêmeke Licê qedexe kir
22:20 Li Cizîrê 2 kes hatin girtin
20:55 Li Edliyeya Farqînê polîsan îşkence li zarokekî kirin
20:03 Kadîr Şeker hat berdan
19:03 Çawîşê ku Aşkanê pênc salî kuşt hat berdan
18:43 Li îzmîrê 5 jin hatin berdan
17:46 Ji rojnamevan Gok nameyeke 'vala': Gava azadiya fikr û ramanê çêbibe dê bê temamkirin
16:49 Yagiz li Nisêbînê bi çîçek û tililiyan hate pêşwazîkirin
15:42 Rojnamevan Arslan ji piştevaniya bo rojnamevanên girtî tê sûcdarkirin
14:54 Rapora ÎHD’ê: Wesayîtên zirxî di 15 salan de 44 kes kuştin e
14:43 Ji bo Tarkut ê Şule qetil kirî cezayê muebbeta giran hate xwestin
14:33 Li Amedê sosretiya tenduristiyê: Nexşwexaneyên diranan emanetî teknîsyenan hatine kirin!
14:24 Gulmez a di pevçûnê de birîndar bûbû hate emeliyatkirin
14:22 Rojnamevan Hafiz Akdemîr hat bibîranîn: Kujerên wî bûne şirîkên AKP-MHP'ê
14:19 Li Mêrdînê jinek hate binçavkirin
14:17 Komîteya Wezîran xwest Yuksekdag û Demîrtaş bên berdan
13:58 Rêxistinên hiqûqê: Can Atalay berdin
13:58 Li Deriyê Gumrukê yê Bajêrgeyê kota hat kêmkirin
13:43 Cezayê pereyan dan Emîne Şenyaşar
13:34 Li Antalyayê dayikên aştiyê hatin binçavkirin
12:53 ÎSÎG: Di 5 mehan de herî kêm 730 karker mirin e
12:53 Endama Meclisa Ciwanan a HDP’ê li Îzmîrê hate binçavkirin
12:45 Di doza Ozturk Turkdogan de biryara beraetê hate dayîn
12:39 ÎHD’ê ji bo Aşkan daxuyanî da: Ev ne qeza lê cînayet e
12:05 Komeleya Wêjekarên Kurd ji bo tevlibûna kongreya xwe bang kir
12:03 Parêzer ji bo biçin cem Ocalan serî li serdozgeriyê dan
11:20 Parlamenterên Partiya Çepên Kesk çûn serdana rojnamegeran
10:51 Li Efrînê niha jî darên hinaran tên talankirin
10:26 Hunergeha Welat klîbek nû belav kir: Klîb behsa bîranîn û bajarê Qamişlo dike
09:58 Partiya Sewz: Tirkiyeyê li Behdînanê zêdetirî 4 milyon dar biriye
09:51 Dolar rabû, lîreyê tirk bêqîmet bû
09:45 Aykol: Heta ku pirsgirêka kurd neyê çareserkirin nikarin Tirkiyeyeke nû ava bikin
09:04 Bijîşkê girtîgehê girtiyê nexweş derman nekir
09:03 Amedî: Heya meseleya şer çareser nebe aborî rast nabe
09:03 Rojnamevan Gozelyuz: Di Çapemeniya Azad de berdewamî esas e
09:01 Ji bo pêşveçûna kirmanckî 6 berhem derçûn: Berxwedan nebe wê ziman bihele
09:01 Erdal Kaya: Min xwest ez bi stand-upê valahiya heyî dagirim
09:00 ROJEVA 8'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
08:53 Ayhan û Gokalp hatin definkirin
08:52 Li Sêrtê şer: Leşkerek hat kuştin
07/06/2023
22:05 Meryem Yildirim hat berdan
21:37 Rojên Ma Muzîkê dest pê kirin
19:52 Li Ispartayê mirineke biguman
19:43 Nûman Kûrtûlmûşê AKP'î bû serokê meclisê
19:39 Rojnamevan Arslan birin Kirşehîrê
19:18 Dibe ku ji çar payên Spanyayê sê pay bibe çolistan
18:52 Di êrişa Tirkiyeyê de agir bi kampa Eyn Îsayê ket
18:34 Li Geverê zarokê ku wesayîta zirxî pêl wî kir jiyana xwe ji dest da
18:20 Li Cizîrê malbata ku hatibû binçavkirin hat berdan
18:09 Doza Vartînîsê hat taloqkirin
17:33 Cenazeyên Gokalp û Ayhan radestî malbatên wan hatin kirin
16:07 Tanrikulu yê HDP’yî dîsa nehat berdan
15:43 Di dema derbasbûna wesayîta leşkerî de teqînek çêbû
15:41 Girtiyê ji bo darizandina adilane dest bi rojiya mirinê kirî rakirin nexweşxaneyê
15:40 Rojnamevan Hafiz Akdemîr dê sibê li kuçeya lê hat kuştin were bibîranîn
15:37 Siyasetmedar Mehmet Çîçek jiyana xwe ji dest da
15:22 Ji bo malbat û cerdevanên xwestin tecawizê veşêrin daxwaza cezakirinê