Parêzer Tûran a bikaranîna çekên kîmyewî anîbû rojevê beraet kir

  • rojane
  • 12:54 7 Hezîran 2023
  • |
img

ÎZMÎR - Parêzer Aryen Tûran a ji bo bikaranîna çekên kîmyewî yên li dijî herêmên Avaşîn, Zap û Metînayê anîbû rojevê bi sûcdariya “alîkariya rêxistinê” dihat darizandin beraet kir. 

 
Danişîna duyemîn a doza derbarê parêzer Aryen Tûran a ji bo di Lijneya Giştî ya Baroya Îzmîrê ya di 22’yê cotmeha 2022’yan de ji bo bikaranîna çekên kîmyewî yên li dijî herêmên Avaşîn, Zap û Metînayê anîbû rojevê bi sûcdariya “Bizanebûn û dilxwazî alîkariya rêxistinê kiriye” tê sûcdarkirin de hatiye vekirin, li 18’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê hate lidarxistin. Aryen Tûran û parêzerên wê di danişînê de amade bûn, ji bilî hiqûqnasên ji Fransa, Îspanya û Hollandayê Serokê Baroya Îzmîrê Sefa Yilmaz, parazvanên mafên mirovan û gelek parêzer jî beşdarî danişînê bûn. 
 
Di danişîna ku bi tespîta nasnameyê dest pê kir de, dozger mutalaa pêşkeşî dadgehê kir. 
 
DI ENCAMA KAMPANYAYA LINCÊ DE DOZ HATE VEKIRIN 
 
Parêzer Aryen Tûran a parastina xwe kir, destnîşan kir ku doza hatiye vekirin di encama kampanyaya lîncê ya medyaya alîgir hatiye vekirin û wiha got: “Piştî bûyerê min hewl da bi dozger û serdozger re biaxivim. Min ji wan re got ez parêzer im û hewce bike dikarim îfadeyê bidim. Lê ji ber lînc mezin bû pitşî du hefteyan dozger derbarê min de biryara binçavkirinê da. Piştî binçavkirinê du rojan îdianame hate amadekirin. Sedemê bilezbûna vê ne ku daraz bi lez e, dozger xwest ji dosyayê xelas bibe. Min dizanî ku ez ê beraet bikim. Dema min li pişt xwe nêrî yekane tişta ku were bîra min dê ev qelebalixa li pişt min be.”
 
DAXWAZA BERAETÊ 
 
Hevseroka Şaxa OHD’a Îzmîrê parêzer Şukran Ozturk a pişt re axivî da zanîn ku metne ji bo Lijneya Giştî ya Baroyê amade kirin ne sûc e û wiha got: “Me xwest li dijî hemû binpêkirinên mafan ên li cîhanê tên jiyîn dengê xwe ragihînin. Lê ev darizandin jî gihiştiye armanca xwe û axaftina hin meseleyan astengkiriye. Lê em weke hiqûqnas dest ji têkoşîna xwe bernadin. Ez beraeta muwekîla xwe dixwazim.”
 
‘EM JÎ DI HEMAN FIKRÊ DE NE’ 
 
Hevserokê Giştî yê OHD’ê parêzer Serhat Çakmak jî anî ziman ku tev li mutalaaya dozger dibin û wiha got: “Ji bo ku em li dijî mexdûriyetên li qada mafên mirovan de têdikoşin me fikrên xwe anîn ziman. Hempîşeya min jî xwest îdiayek were lêkolînkirin. Em jî di vê fikrê de ne. Tişta ku diviya bihata kirin dest pêkirina lêpirsîneke derbarê vê îdiayê de bû. Lê ev nehate kirin û muwekîla min qurbanî kampanyaya lîncê hate kirin. Em beraeta wê dixwazin.”
 
‘TU SAZÎ JI HIQÛQÊ BÊPAR NÎNIN’ 
 
Parêzer Turkan Aslan Agaç jî da zanîn ku muwekîla wê di Lijneya Giştî ya Baroyê de metnekî ku pirsgirêkên Tirkiyeyê vedigot xwendiye û wiha got: “Yek ji tişta ku gotiye jî lêkolîna îdiaya bikaranîna çekên kîmyewî ya di operasyonên derveyî welat de ye. Ez tev li penasekirina rexneya giran a dozger nabim. Hûn nikarin tu saziyan ji hiqûqê bêpar bihêlin. Artêş, daraz û teşkîlata polîsan jî di nav de. Artêşa tirk û teşkîlata polîsan ne saziyên ku sûc nakinin. Ji xwe derketibû holê ku artêşa tirk li dijî sivîlan çalakiyek pêk aniye. Peywîra me ya bingehîn ew e ku ji mirovên li dijî hiqûqê tevdigerin hesabê bipirsin e.”
 
BERAET KIR
 
Şandeya dadgehê piştî parastinan biryara xwe da û diyar kir ku ji ber di dosyayê de tiştekî ku bibe sûc nîne derbarê parêzer Aryen Tûranê de biryara beraetê didin. 
 
 
 

Sernavên din

10/06/2023
10:14 Rojnamevan Muftuoglû binpêkirinên li Girtîgeha Sîncanê ya Jinan nivîsand
09:56 Rojnamevan Arslan sewqî edliyeyê kirin
09:29 Ji ber ‘sindoqa winda’ doz li rojnamevan Kanbal hate vekirin
09:03 Kuçeyên Amedê ji zarokên tên xebitandin xalî nabin
09:01 Ajokar: Dixwazin mesrefên hilbijartinê ji berîka me derxin
09:00 ROJEVA 10'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
08:32 Huseyîn Arasan ê êrişa çekdarî lê hatibû kirin jiyana xwe ji dest da
08:27 Li Mêrdînê karkerê ku pano bi ser de ket jiyana xwe ji dest da
09/06/2023
20:47 Danişîna doza zaroka hat qetilkirin hat taloqkirin
17:54 Piştî 30 salan ji girtîgehê derket
16:38 Rojnameger Arslan 3 roj in di bin çavan de ye
15:30 Daneyên kesane li ser înternetê hatin belavkirin
15:21 Li Meclisê daxuyaniya ji bo Erdem Aşkan: Berpirsyarên wê derxin holê
15:18 Şenyaşar li Meclisê daxuyaniya ewil da: Bila Wezîrê Dadê xwedî li sonda xwe derkeve
14:21 HDP’ê bertek nîşanî binçavkirina hevşaredaran da
14:15 Sercerdevanê ku tundî li hevjîna xwe kir mir
14:10 Emîne Şenyaşar: Heta edalet pêk tê em ê têkoşîna xwe bidomînin
14:09 DÎSK: Meaş divê li gorî reqamên enflasyona sexte yên TUÎK’ê neyê diyarkirin
13:55 ‘Bila Can Atalay bê berdan’
13:21 Kesê li Silêmaniyê êriş lê hat kirin Huseyîn Arasan e
12:49 Jinek li Îzmîrê hat qetilkirin
12:23 Biryara ‘anîna bi zorê’ ya der barê dayika Şenyaşar de hate rakirin
12:03 Komeleya Wêjekarên Kurd pirtûkên helbest û çîrokan amade kirin
11:55 Dayikên Aştiyê hatin berdan
11:47 Malbata Ocalan û girtiyên din ji bo hevdîtinê serî li serdozgeriyê dan
11:46 Di Doza Kobanê de daxwaza berdanê hat redkirin
11:31 Li Cizîre gelek kes hatin binçavkirin: Polîsan tundî li welatiyan kir
11:17 El Nîno dest pê kir
11:17 Sûîqest li endamê Komeleya Karkerên Mezopotamyayê hate kirin
11:03 Sercerdevan hewl da hevjîna xwe qetil bike
10:58 Sarisozen: Îktîdar dê dest bi êrişeke îdeolojîk bike
10:12 Hevşaredarên Panosê hatin binçavkirin
10:12 Ajokarên pereyên xwe wernegirtin kontak girtin
09:59 Du bira ku girtiyên nexweş in terkî mirinê tên kirin
09:51 ‘Em ê bi têkoşîna rêxistinî li dijî tabloya dijberiya jinê bisekinin’
09:35 Hevseroka MA TUHAY-DER’ê Demîr: Tecrîd bi têkoşînê dikare were bidawîkirin
09:02 Parlamentera ciwan Bêrîtan Guneş: Divê em rêya guherînê bibînin
09:02 Parilti yê ku 30 sal in girtiye nayê berdan
09:02 Gelê Wanê: Divê partiya me di bin sîwanekê de kom bibe
09:02 'Heta meseleya kurd çareser nebe aborî rast nabe'
09:00 ROJEVA 9'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
08:56 Ji bo benzîn û motorînê zem hate kirin
08:48 Erkan weke Seroka Banka Navendî hate tayînkirin
08/06/2023
22:51 Walîtiya Amedê heya 15 rojan herêmeke Licê qedexe kir
22:20 Li Cizîrê 2 kes hatin girtin
20:55 Li Edliyeya Farqînê polîsan îşkence li zarokekî kirin
20:03 Kadîr Şeker hat berdan
19:03 Çawîşê ku Aşkanê pênc salî kuşt hat berdan
18:43 Li îzmîrê 5 jin hatin berdan
17:46 Ji rojnamevan Gok nameyeke 'vala': Gava azadiya fikr û ramanê çêbibe dê bê temamkirin
16:49 Yagiz li Nisêbînê bi çîçek û tililiyan hate pêşwazîkirin
15:42 Rojnamevan Arslan ji piştevaniya bo rojnamevanên girtî tê sûcdarkirin
14:54 Rapora ÎHD’ê: Wesayîtên zirxî di 15 salan de 44 kes kuştin e
14:43 Ji bo Tarkut ê Şule qetil kirî cezayê muebbeta giran hate xwestin
14:33 Li Amedê sosretiya tenduristiyê: Nexşwexaneyên diranan emanetî teknîsyenan hatine kirin!
14:24 Gulmez a di pevçûnê de birîndar bûbû hate emeliyatkirin
14:22 Rojnamevan Hafiz Akdemîr hat bibîranîn: Kujerên wî bûne şirîkên AKP-MHP'ê
14:19 Li Mêrdînê jinek hate binçavkirin
14:17 Komîteya Wezîran xwest Yuksekdag û Demîrtaş bên berdan
13:58 Rêxistinên hiqûqê: Can Atalay berdin
13:58 Li Deriyê Gumrukê yê Bajêrgeyê kota hat kêmkirin
13:43 Cezayê pereyan dan Emîne Şenyaşar
13:34 Li Antalyayê dayikên aştiyê hatin binçavkirin
12:53 ÎSÎG: Di 5 mehan de herî kêm 730 karker mirin e
12:53 Endama Meclisa Ciwanan a HDP’ê li Îzmîrê hate binçavkirin
12:45 Di doza Ozturk Turkdogan de biryara beraetê hate dayîn
12:39 ÎHD’ê ji bo Aşkan daxuyanî da: Ev ne qeza lê cînayet e
12:05 Komeleya Wêjekarên Kurd ji bo tevlibûna kongreya xwe bang kir
12:03 Parêzer ji bo biçin cem Ocalan serî li serdozgeriyê dan
11:20 Parlamenterên Partiya Çepên Kesk çûn serdana rojnamegeran
10:51 Li Efrînê niha jî darên hinaran tên talankirin
10:26 Hunergeha Welat klîbek nû belav kir: Klîb behsa bîranîn û bajarê Qamişlo dike
09:58 Partiya Sewz: Tirkiyeyê li Behdînanê zêdetirî 4 milyon dar biriye
09:51 Dolar rabû, lîreyê tirk bêqîmet bû
09:45 Aykol: Heta ku pirsgirêka kurd neyê çareserkirin nikarin Tirkiyeyeke nû ava bikin
09:04 Bijîşkê girtîgehê girtiyê nexweş derman nekir
09:03 Amedî: Heya meseleya şer çareser nebe aborî rast nabe
09:03 Rojnamevan Gozelyuz: Di Çapemeniya Azad de berdewamî esas e
09:01 Ji bo pêşveçûna kirmanckî 6 berhem derçûn: Berxwedan nebe wê ziman bihele
09:01 Erdal Kaya: Min xwest ez bi stand-upê valahiya heyî dagirim
09:00 ROJEVA 8'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
08:53 Ayhan û Gokalp hatin definkirin
08:52 Li Sêrtê şer: Leşkerek hat kuştin
07/06/2023
22:05 Meryem Yildirim hat berdan
21:37 Rojên Ma Muzîkê dest pê kirin
19:52 Li Ispartayê mirineke biguman
19:43 Nûman Kûrtûlmûşê AKP'î bû serokê meclisê
19:39 Rojnamevan Arslan birin Kirşehîrê
19:18 Dibe ku ji çar payên Spanyayê sê pay bibe çolistan
18:52 Di êrişa Tirkiyeyê de agir bi kampa Eyn Îsayê ket
18:34 Li Geverê zarokê ku wesayîta zirxî pêl wî kir jiyana xwe ji dest da
18:20 Li Cizîrê malbata ku hatibû binçavkirin hat berdan
18:09 Doza Vartînîsê hat taloqkirin
17:33 Cenazeyên Gokalp û Ayhan radestî malbatên wan hatin kirin
16:07 Tanrikulu yê HDP’yî dîsa nehat berdan
15:43 Di dema derbasbûna wesayîta leşkerî de teqînek çêbû
15:41 Girtiyê ji bo darizandina adilane dest bi rojiya mirinê kirî rakirin nexweşxaneyê
15:40 Rojnamevan Hafiz Akdemîr dê sibê li kuçeya lê hat kuştin were bibîranîn
15:37 Siyasetmedar Mehmet Çîçek jiyana xwe ji dest da
15:22 Ji bo malbat û cerdevanên xwestin tecawizê veşêrin daxwaza cezakirinê