Piştî hilbijartinê telîsê arvan 150 lîre bihatir bû

  • rojane
  • 10:34 14 Hezîran 2023
  • |
img

WAN - Esnafan ragihandin ku telîsê arvan piştî hilbijartinê nêzî 150 lîreyan bihatir bûye û anîn ziman ku ji ber vê bihabûnê dê di demekî nêz de bihayê nan jî zêde bibe. 

 
Piştî ku dolar li hemberî lîre bihayê xwe zêde kir, zemên mezin ji bo sotemenî û xwarinan hatin kirin. Taybetî jî di nava xwarinên sereke yên gel de, arvan rastî zemên giran hat. Li Wanê telîsê arvan ê 50 kîlo beriya hilbijartinê bi 400 lîreyan bû û bi zemên pey hilbijartinê telîsê arvan derket 550 lîreyan. Gel bertek nîşanî polîtîkayan desthilatê yên aborî da û anî ziman ku dê ev zem bibin sedema birçîbûnê.
 
HER ROJ ZEM TÊN 
 
Arvanfiroşê Wanê Husamettin Dumanlidag anî ziman ku telîsê arvan ê 50 kîlo beriya hilbijaritinê bi 400 lîreyan bû û niha jî bihayê wî bûye 550 lîre. Dûmanlidag da zanîn ku bihayê telîsê arvan ê febrîqeyê 520 lîre ye û ew jî neçar dimînin ku telîsê arvan bidin 550 lîre. Dumanlidag destnîşan kir ku piştî zeman, firotina arvan gelek kêm bûye û wiha axivî: “ Gelek kes arvan dipirse lê kes nakire. Beriya niha bihayê arvan 400-450 lîre bû û kes nedikarî bikire, niha jî bûye 550 lîre. Vêga kê dê karibe bistîne. Piştî ku bihayê genim zêde kirin, ji nişgav ve febrîqeyan bihayê arvan zêde kirin. Berê me rojê nêzî 20-30 telîs arvan difirot, niha em nikarin bifiroşin." 
 
DÊ JI BO NAN JÎ ZEM WERE KIRIN
 
Dumanlidag diyar kir ku ji ber bihabûna arvanî dê di demekî nêz de ji bo nan jî zem were kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Bi taybetî jî zem dê bihayê nanê tenûrê biha bike. Hem li herêmên çolter hem jî navenda Wanê kesên nanê tenûrê difiroşin dê bihayê nan zêde bikin. Ez esnafekek 19 salî me û qet wekî niha min zehmetî nekişandinbû. Edî em nikarin kar bikin.”
 
‘BERPIRS TENÊ DEWLET E’
 
Esnafê bi navê Îbrahîm Ozturk jî anî ziman ku zem ne tenê ji bo arvan hatiye kirin û wiha derbirî: "Ji bo her tiştekî zem hatiye kirin. Me rûnê 18 kîlo bi 490 lîreyan difirot, niha bûye 600 lîre. Jixwe goşt serê xwe girtiye û çûye. Welatî êdî nikarin goştê sor bikirin. Sala par arvanên 50 kîlo 300 lîre bû û niha jî bûye 550 lîre. Nava salekê de bihayê arvan nîve nîv zêde bû. Berpirsê vê encamê tenê dewlet e. Dema zemê li sotemeniyê dike her tiştek biha dibe. Gelek hevalên me ên esnaf neçar man ku dikanên xwe bigirin. Ev çend roj in ku min sifteh nekiriye. Ez him teqawîtbûyî me û hem jî dikan ya min e. Ger ez di kirê de bama min nedikarî kar bikim.”
 
ÊŞA LÊÇÛNÊN HILBIJARTINÊ’
 
Esnaf Hakan Guney destnîşan kir ku dê dikana xwe bigire û axaftina xwe wiha qedand: "Kes nikare tiştekê bistîne, yên ku tên tiştan distînin jî yan pere qer dikin an jî bi qerte krediyê distînin. Berê kes arvan bi qertê krediyê nedistend, tim bi perê berika xwe distendin. Dê hefteyek şûnde bihayê arvan bibe 600 lîre. Sedemeke van zeman jî lêçûnên hilbijartinê ne. Pere xerc kirin û niha jî êşa wê derdikeve.”
 

Sernavên din

30/06/2023
21:19 Înîsîyatîfa Hevgirtinê Ya Li Dijî Darvekirinê ji bo Dag û Er bang kir
20:02 Wesayîta bêrîvanan qulibî: 15 kes birîndar bûn
18:21 Li Bismilê hewldana ji bo lihevhatinê
18:03 Li Cizîrê du malbat bi hev ketin: Kesek mir
17:58 Emîne Şenyaşar: Bila kiryarên komkujiyê bên cezakirin
16:44 Şahidê Qetlîama Dêrsimê Hidir Guneş jiyana xwe ji dest da
14:45 Li navçeyên Wanê pîrozkirina cejnê berdewam dike
14:35 Ûçar: Tecrîda li ser Ocalan qetlîama hiqûqê ye
14:20 Serhildana li Fransayê belav dibe: 667 kes hatin binçavkirin
13:40 Navdarên cîhanê ji bo Nûdem Dûrak banga berdanê kirin
11:05 Hevseroka DBP'a Îzmîrê ya berê Akgul hat binçavkirin
09:04 Koçer gihiştin zozanên hênik
09:04 ‘Jin jiyan azadî ji gelên Îranê re bû ronahî’
09:04 Eren: Bêcesaretiya mûxalefetê ya Îmraliyê AKP bêhed kir
09:03 Hevseroka MA TUHAY-DER’ê Demîr: Em bi piştevaniyê dikarin tecrîdê rakin
09:03 Gundê Nêvavayê ji şêniyan re qedexe ji bo yên li komirê digerin serbest e!
09:00 Parêzer Çelîk: Divê bi Abdullah Ocalan re qenalên têkiliyê bên vekirin
09:00 ROJEVA 30'YE HEZÎRANA 2023'YAN
29/06/2023
20:01 Li Dîlokê 2 kes bi awayekî biguman mirî hatin dîtin
19:52 Orhan Dogan hat bîranîn: Em ê têkoşîna xwe bidomînin
19:25 Rojnamevan Mazlûm Erencî li ser gora xwe hate bibîranîn
16:33 Aleksîs Çîpras ji serokatiya SYRÎZA’yê îstîfa kir
16:19 Şêx Seîd û hevrêyên wî hatin bibîranîn
15:42 Rapora binpêkirinên li Girê Spî ve Serêkaniyê: 19 kes hatin revandin
14:56 ÎHD: Xetereya bidarvekirina penaberê îranî yê li GGM’ê heye
14:12 HDP’ê Şêx Seîd û hevalên wî bi bîr anî
13:53 Buldan: Li her çar aliyên welêt tecrîd heye
13:16 Protestoyên li Fransayê didomin: Herî kêm 150 kes hatin binçavkirin
13:15 Malbata Şenyaşar: Yên li ber xwe nedin dirizin
12:24 CHP û Partiya Pêşerojê bi wesîleya cejnê çûn serdana HDP û Partiya Çepên Kesk
11:09 Rewşa Er û Dag roj bi roj girantir dibe
11:02 Rojnamegerê rûs Suleymanov: Heke tearûz bi ser kevin dê hebûna Rûsyayê kêm bibe
10:16 Li Îranê bagera tozê: Hezar û 191 kes rakirin nexweşxaneyê
10:11 30 salan girtî ma û niha perwerdeya nîgarê dide: Pêdivî bi şoreşa çand û hunerê heye
09:29 Li herêma Bestayê şewat derket
09:11 Nexweşiya penceşêrê herî zêde li Îdirê heye lê beşa Onkolojiyê nîne!
09:10 Dîroka bi hezaran salan a Wanê tê tunekirin
09:09 Nivîskar Mûstafa Borak: Ziman biçe wê kurdîtî jî biqede
09:08 Akademîsyena Misrî Attîa: Ji bo azadiya fîzîkî ya Ocalan divê berpirsyartiyê li xwe bigirin
09:04 Bozan: Bi tecrîda dixwazin Abdullah Ocalan bidin jibîrkirin
09:02 Li mexdûrê erdhejê 23 hezar û 887 lîre fatûreya gazê birîn!
09:00 ROJEVA 29'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
28/06/2023
21:52 Xwendekara tev li çalakiya ‘Jin jiyan azadî’ bû hate girtin
21:39 Jina ku li Îranê êrişên kîmyewî şermezar kir hate girtin
21:16 Înfaza girtiyê ku poşmantî lê ferz kirin 2 caran hate şewitandin
19:34 Belûc û kurdan bang li NY’ê kir: Ji Abdullah Ocalan re azadî
16:51 Gorên kesên di berxwedana 'Jin, jiyan, azadî' de jiyana xwe ji dest dayîn hatin ziyaretkirin
15:44 Li Bazîdê gorên HPG’iyan hatin texrîbkirin
15:43 Li Îzmîrê balafira şîrketeke taybet ket
15:17 Komkujiya Roboskê di meha 138’an de ye: Heta edalet pêk tê em ê nesekinin
13:59 Li dijî binpêkirinên mafan 42 roj in di greva birçîbûnê de ne
11:54 Emîne Şenyaşar: Hemû kes bi zarokên xwe re ye lê ez li pêşiya edliyeyê me
11:19 Serdanên goristanan: Em ê xwedî li mîrateya wan derkevin
11:14 Dema qedexeya li 11 herêmên Şirnexê hate dirêjkirin
10:59 Ev 98 sal in cihê gorên Şêx Seîd û hevalên wî nehatine eşkerekirin
10:10 Gora Vedat Aydin hate ziyaretkirin: Em ê têkoşîna wî mezintir bikin
09:49 Gelo Lijneyên Rêveberî û Çavdêriyê ji bo pereyan tehliyeyan asteng dikin?
09:06 ‘Tecrîd li girtîgehan veguheriye metodeke îşkenceyê'
09:05 Daristanên Mêrdînikê tên qirkirin
09:04 Tombak: Divê hemû kesên demokrasîxwaz nerazîbûna xwe ya li dijî tecrîdê nîşan bidin
09:01 Şêxo: Heya hêzên girêdayî Tirkiyeyê li herêmê bin dê aramî ne pêkan be
09:00 ROJEVA 28’Ê HEZÎRANA 2023’YAN
27/06/2023
21:57 Ji Partiya Çepên Kesk û HDP'ê daxuyanî ji bo tecrîdê û girtina Yanardag
21:21 Bîranîna Komkujiya Madimakê: Em ê li dijî xirabiyê bitêkoşin
20:56 Buroya Hiqûqê ya Asrinê: #İmralıTecridineSonVerilsin
19:54 Medenî Yildirim li ser gora xwe hat bibîranîn
16:54 TJA: Tecrîda li ser Ocalan sûcekî herî mezin ê li dijî mirovahiyê ye
16:26 Dîroka 21’emîn Mîhrîcana Munzurê diyar bû
16:10 Rojnamevan Yanardag hate girtin
16:06 Li Edeneyê tecrîd hate protestokirin
16:03 Li Girtîgeha Duzceyê 8 girtî ji ber xwarinê jehrî bûn
16:00 Beriya cejnê serdanên goristanan hatin kirin
15:15 Dayika Aştiyê Bulut tehliye bû: Ez ê dev ji doza xwe bernedim
15:01 Malbata Şenyaşar vê cejnê jî bi bêedaletiyê pêşwazî dike
14:11 Greva birçîbûnê ya Dag û Er di roja 41'emîn de ye
13:21 Balafirên şer nêzî gundekî Amêdiyê bombebaran kirin
12:04 Êdî çi xweşiya cejnan nema ye: Ji şîrînahiyê re 40 ji gulavê re 20 lîre zem hate kirin
12:00 Geliyê Godernê tê tunekirin: Wê carek din ji şûn ve neyê
11:08 HDP û Partiya Çepên Kesk cejna gelan pîroz kirin
11:06 Têkîldarî qetilkirina Temel kesek hate girtin
10:53 Malbata Aktaş ê li Îmraliyê girtî ye: Em rewşa tenduristiya wan meraq dikin
10:43 Merdan Yanardag sewqî edliyeyê hate kirin
10:43 Tahmaz: Tecrîd, li pêşiya demokratîkbûna welêt astengiyeke mezin e
10:08 Gelê Amedê bertek nîşanî zemê da: Divê pergal bê guhertin
09:54 Rojnamegerê dîmenên tacîza li dijî zarokê parve kirî hate binçavkirin
09:23 Aborîzan Altintaş: AKP temînata xizaniyê ye
09:04 Nikarin ji bo cejnê tiştekî bikirin: Kîloya şekir 200 lîre ye
09:03 Bi hinceta ku tev li aktîvîteya nehatiye kirin nebûye înfaza wî hat taloqkirin
09:02 ‘Wan veguheriye goristana penaberan'
09:01 Li Meletiyê gundên kurdên elewî bi şîrketên kana keviran hatine dorpêçkirin
09:00 ROJEVA 27'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
26/06/2023
21:06 Hunermend Hesen Zîrek hat bibîranin
20:37 Prîgojîn: Dê Wagner di 1'ê Tîrmehê de xwe fesix bike
20:30 Kûra dolar û zêr zêde dibe
16:50 KCD: Bi tecrîda li Îmraliyê re hiqûqa navxweyî û navneteweyî tê binpêkirin
16:47 Li Efrînê 4 kes hatin revandin
16:04 Zilamê ku zaroka 2 salî tacîz kiribû hate girtin
15:24 Merdan Yanardag hate binçavkirin
15:03 Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê: Li gorî biryara tevdîrê ya NY’yê tevbigerin, îşkenceyê bi dawî bikin
14:59 ‘Tecrîda li Îmraliyê di nava civakê de rê li ber fikaran vedike’