Şêxo: Heya hêzên girêdayî Tirkiyeyê li herêmê bin dê aramî ne pêkan be

  • rojane
  • 09:01 28 Hezîran 2023
  • |
img
RIHA - Berdevkê Rêxistina Mafê mirovan a Efrînê Îbrahîm Şêxo ku der barê hevdîtina Astanayê ya dawî de axivî, bal kişand ser şertên hikûmeta Şamê yê ji bo derketina Tirkiyeyê ya ji Sûriyeyê û got ku Tirkiye ji herêmê vekişe jî lê heta hêzên paramîlîter ên giredayî wê li herême bin dê aramî ne pêkan be.
 
Hevdîtinên li Astanayê ku di sala 2017'an de di navbera Tirkiye û Rusyayê de destpêkirin bi tevlîbûna Îran û hikûmeta Sûriyeyê berdewam dikin. Herî dawî di 20'ê hezîranê de Cîgirê Wêzîrên Karên Derve yên Tirkiye, Rûsya, Sûriye û Îranê li Astanayê têkildarî Sûriyeyê 20’emîn hevdîtinên Astanayê li dar xistin. Di 20'emîn hevdîtinên Astaneyê de li ser hevkirina hikûmeta Sûriye û Tirkiyeyê nîqaş hatin kirin. Piştî civînê Cigirê Wêzîrê Karê Derve yê Qazaxistanê Kanat Tumysh xwest ku civînên Astanayê bi dawî bibin. Lê Wezîrên Karên Derve yên Tirkiye û Rûsyayê jî di daxuyaniya hevpar de destnîşan kirin ku dê hevdîtin dewam bikin.
 
Tirkiye ku piştî ragihandina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrişên xwe li dijî herêmê zêde kirin, heta niha li herêmên kurdan Efrîn, Serêkanî û Girê Spî û li Sûriyeyê jî Idlib, Cerablûs, Bab û Ezazê komên paramîlîter ên giredayî xwe bi cih kirine. Her wiha êrişên dewleta tirk piştî hilbijartinên giştî û serokkomariyê yên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê jî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam kirin. Herî dawî jî di dema hevdîtina Astanayê ya 20'ê hezîranê de Tirkiye bi SÎHA'yan Hevseroka Kantona Qamişloyê Yûsra Derwêş, cîgira wê Leyman Şiwêş (Rihan Amûdê) û ajokarê wesayîtê Firat Tûma li Qamişloyê qetil kirin. 
 
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî têkildarî hevdîtinên Astanayê û çareserkirina pirsgirêkên Sûriyeyê Însiyatîfa Çareserkirina Aloziyên Sûriyeyê ragihand û ji bo çareserkiyeke aştiyane û demokratîk 7 xal diyar kirin. Di xalan de ku ji aliye Rêveberiya Xweser ve hatin diyarkirin, hat destnîşankirin ku Rêveberiya Xweser ji bo çareserkirina pirsgirêkan ji diyalogê re amade ye û ji bo çareserkirina pirsgirêkan divê hemû axa Sûriyeyê wekî hev esas bê girtin û mafê kurdan bê parastin û komên paramîlîter ên giredayî Tirkiyeyê jî ji herême bên derxistin. Lê hevdîtinên Astanayê bi biryarên li dijî Rêveberiya Xweser berdewam dikin. 
 
Hiqûqnas û berdevkê Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê Îbrahîm Şêxo hevdîtinên Astanayê û şertên lihevkirina hikûmeta Sûriyeyê yê ji bo derkirina Tirkiyeyê ji axa Sûriyeyê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxandin. 
 
Îbrahîm Şêxo
 
'TIRKIYE JI SÛRİYEYÊ VENAKIŞE'
 
Îbrahîm Şêxo anî ziman ku li gor şert û mercên heyî derketina Tirkiye ji axa Sûriyeyê ne pêkan e û der barê hevdîtinên Astanayê û êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de ev tişt gotin: "Piştî dan û standinên li Astanayê hikûmeta Sûriyeyê digot em tu têkiliyê bi dewleta tirk re danaynin, heta hezên Tirkiyeyê ji ser axa Sûriyeyê derkevin. Tirkiyeyê jî wê demê pejirand. Cihên ku hikûmeta Sûriyeyê digot bila dewleta tirk jê vekişe jî herêmên kurdan in. Hikûmeta Sûriyeyê vê yekê dubare li ser dewleta tirk ferz dike. Dan û standinên li Astanayê berdewam in, lê li gor nêrîna min hezên Tirkiyeyê ji Sûriyeyê venakişin. Lê êrişên dewleta tirk li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam dikin. Çend roj berê jî di êrişa dewleta tirk a li ser rêya Qamişlo-Tirbespiyê de Hevseroka Meclisa Kantona Qamişloyê Yûsra Derwêş, cîgira wê Leyman Şiwêş û ajokar Firat Tûma hatin qetilkirin. Ji ber vê li got nêrîna min, Tirkiye ji Sûriyeyê venakişe û heke vekişe jî wê pergala dewleta tirk û wargehên wan li ser sînorê Sûriyeyê bimînin."
 
'ÇETEYÊN GIREDAYÎ DEWLETA TIRK LIHEVKIRINÊ NAXWAZIN'
 
Şêxo diyar kir ku çeteyên girêdayî dewleta tirk ên li herême di bin dagirkeriya Tirkiyeyê de ne hatine bicihkirin naxwazin lihevkirinek di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de pêk were û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Çeteyên girêdayî dewleta tirk, nerazîna xwe li dijî lihevkirina dewleta tirk û hikûmeta Sûriyeyê nîşan didin. Lê nêzî 15 çete, di nav van de Tahir- el Şam jî heye, bi dizî hevdîtin bi rejimê Sûriyeyê re kirine ku heke Tirkiye li Sûriye derkevê jî ev encûmenên xwe û saziyên xwe bikarin ji herême dagirkirî bihelin. Lê heke hevkirinek di nav bera Tirkiye û Sûriye de pêk were ev çete jî nikarin heremên dagirkirî bimînin. Beriya niha jî dewleta tirk grupek serkirdeyên çeteyên ku li dijî hevkirina dewleta tirk a rejîma Sûriyeyê ne radestî hiqumeta Sûriyeyê kirin."
 
'HETA ÇETEYÊN ÇEKDAR VENEKIŞIN ÇARESERÎ NE PÊKAN E'
 
Şêxo destnîşan kir ku Tirkiye ji  herêmê vekişe jî heta hêzên paramîlîter ên giredayî Tirkiyeyê li herême bin aramî ne pêkan e û wiha got: "Heke lihevkirinik di navbera dewleta tirk û hikûmeta Sûriyeyê de pêk were û dewleta Tirkiyeyê ji ser axa Sûriyeyê vekişe hemû deverên ku dagir kirine, kurd, ereb û tirkmen jî wê li hev bikin û dê dawiya dagirkeriyê were. Tirkiye li herêmên kurdan ku dagir kiriye, demografiya wir diguherînê û bi taybetî jî metirsî li ser Efrînê heye û guherandina demografiyê li Efrînê pêş dixin. Ereb, tirkmen û yên filîstînî li Efrînê bi cih dikin. Heke ev rewş çareser nebe, şer û pevçûn jî li Efrînê ranawestin. Her wiha axa Sûriyeyê ne tenê ji aliye dewleta tirk ve, ji aliye Îranê ve jî hatiye dagirkirin. Hêzên Îranê yên li herêma Şam û Helebê, dest datînin ser mal û milkên welatiyên li wir. Ji ber vê divê çareserî li ser biryara navdewletî pêk were û hemû kesên ku koçber bûne vegerin cih û warên xwe, wê deme dibe ku aramî pêk were. Lê niha rewş ji bo vê yekê ne guncav e. Heke Tirkiye vekişe jî, dema ev hêzên çekdar li wan herêman bimînin aramî nabe. Bi taybet li ser sînorê Efrînê piranî hezên çekdar ên tirkmenan hatine bicihkirin. Yanî li ser herêma kurdan hezên çekdar ên tirkmenan hatine bicihkirin, heke ev hêz li wir bimînin, aramî pêk nayê. Hejmara kurdan jî li Efrînê kem e. Demografiyê diguherînîm, ji ber vê divê dema Tirkiye vekişiya ev hezên çekdar jî li wir nemînin û kesên ku koçber bûne vegerin cih û warê xwe."
 
'DIVÊ ÇARESERÎ BI BIRYARÊN DEWLETÊN NAVDEWLETÎ PÊK WERE'
 
Şêxo, di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser însiyatîfa ku ji bo çareserikirina axa Sûriyeyê ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hatiye ragihandin û wiha pê dê çû: "Rêveberiya Xwesar jî însiyatîfek çêkirin. Ev, çareseriya hemû axa Sûriyeyê esas digire û dibêje bila çareserî li ser biryara dewletên navneteweyî pêk were û mafê kurdan bê parastin. Lê heke lihevkirinek di navbera hikûmeta Sûriyeyê û Rêveberiya Xweser de çênebe ev jî zehmete e. Ji ber ku heke di demên pêş de Rêveberiya Xweser vegerê Efrînê û ji bo herêmen kurdan lihevkirinek di navbera wan û hikûmeta Sûriyeyê de tune be, dê di navbera wan de alozî wê çêbibin."
 
MA /Mahmût Altintaş

Sernavên din

18/07/2023
11:24 Euro ji 30 lîreyî bihûrî
10:22 Çalakiya greva birçîbûnê ya Dag û Er di roja 62'yemîn de ye
09:57 Dadgeha Zarokan biryara AYM’ê tune hesiband
09:56 Av bû lêçûna herî mezin a cotkaran
09:55 Hêviya gelan Rojava 11 salî ye
09:12 8 sal di ser Komkujiya Pirsûsê re derbas bûn: Kiryarên rasteqîn nehatin darizandin
09:10 Li Îranê di bin navê 'namûsê' de cinayetên jinan zêde dibin
09:09 Di sedsaliya Lozanê de 100 hezar kurd ber bi Lozanê ve!
09:07 Kavilên dîrokî bûne navenda bikaranîna madeyên hişbirê
09:02 Di bin germahiya zêde de qeyûm ava xelkê taxê birî ye
09:01 'Heta ku tecrîd hebe dê hemû mafên mirovan di bin xeterê de bin'
09:00 ROJEVA 18'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
17/07/2023
22:34 Li Amed, Çewlig û Xarpêtê civînên gel
22:25 Ji bo azadiya Abdullah Ocalan li Lûzernê çalakî
20:57 Danişîna doza êrişa li Taksîmê hat taloqkirin
17:29 Berdana Fahriye Ceylan a 30 sal in girtî, careke din hat taloqkirin
16:34 Mehmet Emîn Ozkan: Em ê heya mirinê jî li ber xwe bidin
16:04 Malbata Dag û Er ji bo rewşa zarokên xwe li başûrê Kurdistanê ne
15:49 Mehmet Emîn Ozkan ji girtîgehê derket
15:03 Doza Nezîr Tekçî: Albayê ku ji kuştinê tê darizandin leşkerên ku şahidiyê kirine sûcdar kir
14:13 Der barê girtiyê nexweş Ozkan de piştî 27 salan biryara tehliyeyê
13:25 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Kirikkaleyê hat bidawîkirin
13:15 Doza Weqfa Hîranûrê dîsa hat taloqkirin
13:12 Li pêşiya Dadgeha Edliyeya Herêma Wanê Nobeda Edaletê
11:27 Sarica: Divê tecrîda li ser Ocalan demildest bê rakirin
11:13 Wesayîta karkerên çandiniyê wergeriya: 24 kes birîndar bûn
11:07 Li 3 bajaran şewata daristanan didome
10:41 Çalakiya greva birçîbûnê ya Dag û Er di roja 61'emîn de ye
10:19 Jin Lozanê nîqaş dikin: Em ê di sedsala nû de vê axê azad bikin
09:04 Xwebûnê bal kişand ser Şoreşa Rojava
09:03 Kîs xistin serê wî, 11 saetan îşkence lê kirin û gorek kolandin!
09:02 ‘Em ê li ser şopa heqîqetê bin’
09:00 ROJEVA 17'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
16/07/2023
23:55 Li Silopiya û Hezexê bi beşdariyeke girseyî civînên gel hatin lidarxistin
21:54 Ji 4 kesên li Cîloyê winda bûbûn 2 jê hatin dîtin
20:57 4 cotkarên DEDAŞ şermezar kirin hatin girtin
20:44 Li Başakşehîrê seyran hate lidarxistin
20:07 Serdana Xîzana hate bombebarandin kirin: Armanç koçber kirina gundiyan e
19:53 Komeleya Çand û Hunerê ya Serhedê kongreya xwe ya ewil lidarxist
19:33 Li Sûltangaziyê jin civiyan: Têkoşîn û rêxistinkirin destnîşan kirin
18:32 Doza Nezîr Tekçî ya AYM’ê biryara binpêkirinê dabû sibê dest pê dike
18:07 Li Geliyêhirçê dest bi birîna daran kirin
17:03 Zaroka li Mûşê hatibû revandin hate dîtin
17:02 Kongreya MEBYA-DER’ê: Armanca me azadiya Abdullah Ocalan e
16:45 Keskîn: Em dixwazin bibin xwedî mafên xwe yên wekhev
16:09 Ji 4 kesên ku derketin ser Cîloyê agahî nayê girtin
16:08 Li ber Edliyeya Rihayê nobeda dawî: Ya em ê biçin malê yan jî em ê biçin Enqereyê
15:30 Abdullah Ocalan: Lihevkirina AKP-NATO'yê plana tasfiyekirina kurdan e
15:22 ÎHD’a Rihayê kongreya xwe ya 17’emîn li dar xist
14:45 Li navçeyên Stenbolê civînên gel berdewam dikin
14:30 Lîstîkvan Sadeghi di weşana zindî de hat binçavkirin
13:57 Baca benzîn, mazot û gaza xwezayî hat zêdekirin
13:04 Êrişên bi bombeyên taktîk nukleer berdewam dikin
12:40 Çalkiya Dag û Er du meh li pey xwe hişt
12:14 TJA Komxebata Lozanê li dar dixe: Em ê yekitiya xwe biparêzin
12:13 Li Xîzanê herêma 'qedexe' tê bombebarankirin
12:12 Li Rojhilat û Îranê di 7 mehan de hezar kes hatin girtin
10:52 Paqijiya derewîn a Gola Wanê!
10:22 Li Koreya Başûr lehî: Herî kêm 33 kes mirin
10:05 Malbata Fendîk 7 sal in li benda edaletê ye
10:00 Ji rojnamevan Aktan: Bilêvkirina sûcekî nabe sûc
09:59 Rojnamgerên hatin berdan: Nikarin dengê me kêm bikin
09:34 Cihêkarî li penaberên ku bûne mexdûrên erdhejê tê kirin
09:03 Li Êlihê di 7 mehan de 5 jin hatin qetilkirin
09:02 ‘Ji nava qanûnên der barê girtiyan de dijminatiya li hemberî kurdan derket'
09:01 Ferît Şenyaşar: Heke edalet pêk neyê em ê bi girseyî ber bi Wezareta Dadê ve bimeşin
09:00 ROJEVA 16'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
15/07/2023
21:34 Li Mûşê zarokek hat revandin
21:30 Li Bismilê civîna gel
18:10 Êrişî cotkaran hat kirin: Traktorên wan hatin desteserkirin
16:24 ‘Divê girtiya nexweş Ozbek teqez were berdan’
16:00 Hevşaredarê Dêrgûlê bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş
14:56 Tevî xetereya krîza dil jî li Halîse Aksoy kelemçe hate ferzkirin
14:38 Qeymeqamê 'alîkariyên erdhejê li ser xwe zimet kirî' hate girtin
14:36 Girtiya nexweş Şîvekar Ataş nayê tedawîkirin
14:08 Malbata Şenyaşar: Em ê neheqiyê di eywana dadgehê de bînin ziman
13:50 Malpera Yenî Yaşamê hate astengkirin
13:48 Xizmên Windakiriyan aqûbeta Aras û Ay pirsîn
13:29 HDP’ê Celadet Elî Bedirxan bi bîr anî: Em ê tu carî ji bîr nekin
12:28 Dayikên Şemiyê di hefteya 955’an de li Qada Galatasarayê hatin ba hev
11:07 ‘Dê têkoşîna birêxistinkirî bi xwe re serkeftinê bîne’
10:53 Hevserokê DFG'ê Altan: Me rûmeta rojnamegeriyê parast
10:39 Li Xîzanê qadeke berfireh weke ‘Herêma Ewlekariya Taybet’ hate ragihandin
10:38 Walîtiya Şirnexê ku digot ‘welatî ji çiyayan sûd digirin’ çiya qedexe kir
10:14 Eyûb Barzanî: Rola têkbirina şoreşên kurdan ji PDK’ê re hatiye dayîn
09:48 Rewşa Dag û Er giran dibe: Hikûmeta Başûr bêdeng e
09:28 Bûdçeya lêzêdekirî hate qebûlkirin
09:05 Salaz: Li qereqolên ku alaya Kurdistana Federe lê daliqandî leşkerên tirk hene
09:04 Serokê Baroya Mûşê: Divê Doza Vartînîsê nekeve ber demboriyê
09:03 Dadgeha herêmî guh li biryara AYM'ê nekir
09:02 Hevserokê PYD'ê Muslim: Em bi hêza xwe bawerin
09:00 ROJEVA 15’Ê TÎRMEHA 2023’YAN
14/07/2023
23:00 Cenazeyê endamê HPG'ê Arar hat definkirin
21:42 Li Çêrmûgê civîna gel: Divê siyaseta Rêya Sêyem esas bê girtin
21:26 Li Baselê ji bo Dag û Er çalakî: Bila daxwazên wan bên qebûlkirin
20:32 Li Xîzanê qedexeya fîlî ya li dijî qanûnê hat îlankirin!
19:23 ‘Îşkence sûcê li dijî mirovahiyê ye, bi tu awayî nayê qebûlkirin'
16:55 Nimêja Qeyûm: Rê hatin girtin û ser kesên tev li cemaetê bûn hat lêgerînkirin
16:51 Çoltarê gundê Xûlepûr ê Xîzanê hate bombebarankirin
16:36 Kamaç: Çima nahêlin Ahmet Kaya li peywira xwe vegere?