KCD û DBP’ê salvegera 11’emîn a Şoreşa Rojava pîroz kirin

  • rojane
  • 12:45 19 Tîrmeh 2023
  • |
img

AMED - KCD’ê û DBP’ê salvegera 11’emîn a Şoreşa Rojava pîroz kirin û destnîşan kirin ku divê gelê kurd bi ruhê Kobanê li ber xwe bide û rê li ber peymanên nû yên wek Lozanê bigire û divê kurd li ser esasê şoreşê yekitiya xwe ava bikin.

 
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi rasthatina salvegera 11’emîn a Şoreşa Rojava daxuyaniyek nivîskî belav kir û Şoreşa Rojava pîroz kir.  
 
Daxuyaniya KCD’ê wiha ye: 
 
“Şoreşa Rojava ya ku bi berdelên giran û bi têkoşineke bêhempa pêk hat ev 11 sal in rêya me ronî dike, têkoşîna ku bi pêşengiya gelê Kurd û bi taybetî bi pêşengiya jinan pêk hat li dijî hovîtiya DAIŞ’ê nirxên mirovahiyê, li dijî dagirkirina axa Rojava, li dijî desthilatdaran bercewendiyên gelan parast. Ji ber vê yekê ye ku Şoreşa Rojava bala hemû cîhanê dikişîne û ji bo gelên bindest jî bûye mînaka jiyana serbixwe. Şoreşa Rojava nîşan da ku rêya çareseriyê ya li Rojhilata Navîn rêya sêyemîn e, Şoreşa Rojava nîşan da ku avakirina jiyaneke wekhev a hevpar a gelan pêkan e. Şoreşa Rojava ya ku li dijî zihniyeta yekperest pirrengiyê diparêze îro bi êrişên desthilatdariya AKP-MHP’ê ya faşîst re rû bi rû ye. Ev rejîma faşist a ku siyaseta xwe li ser dijminatiya gelê Kurd ava dike bi her awayî êrişî destkeftiyên gelê Kurd ên li her deverî dike. 
 
PARÇEKIRINA AXA KURDISTAN
 
Axa Kurdistanê bi peymana Lozanê hate parçekirin û di nav gelê Kurd de sînor hatin avakirin lê gelê Kurd bi ruhê berxwedana Kobanê van sînoran ji holê rakir, li hawara hev çûn, bi yek dilî xwedî li Rojava derketin. Şoreşa Rojava di heman demê de hêviya avakirina yekitiyê ye, ji ber vê yekê divê gelê Kurd ji bo ku rê li ber peymanên nû yên wek Lozanê bigre, bi ruhê Kobanê xwedî li bercewendiyên xwe derkeve û destkeftiyên xwe biparêze. 
 
SILAVKIRINA ŞOREŞÊ
 
Şoreşa Rojava li dijî hovitiyê nirxên mirovahiyê parast ji ber vê yekê divê hemû cîhan û mirovahî xwedî li Şoreşa Rojava derkeve, ji bo mayîndebûna şoreşê di nav hewldanan bin û berpisyariyên xwe bi cih bînin.  Em wek KCD’ê careke din Şoreşa Rojava silav dikin û diyar dikin ku têkoşina me ya ji bo parastina deskeftiyên gelê Kurd wê bidome.” 
 
DBP: ŞOREŞÊ YEKITIYÊ AFIRAND
 
Partiya Herêmên demokratîk jî têkildarî salvegera Şoreşa Rojava daxuyaniyek nivîskî belav kir û şoreşê li gelê kurd û gelan pîroz kir.
 
Daxuyanî wiha ye: 
 
"Şoreşa Rojava ya ku gelên Bakûrê Sûriyê li hember hovîtiya DAIŞ'ê û zîhniyetên ku bi hemû hêza xwe bûne şirîkê vê hovîtiyê, îro 11. sala xwe li dû ve dihêle. Şoreşa Rojava ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo gelên ereb, tirkmen, sûryanî, ermenî û hemû netew û baweriyan yekitiyeke siyasî û jiyaneke hevpar afirand. Ev şoreş, li cîhanê weke pergaleke alternatif hate pejirandin û bi pêşengiya jinan bilind bû, ji bo hemû gelan bû hêviya jiyaneke birûmet. 
 
AVAKIRINA YEKITIYÊ
 
 Îro di serî de desthilatdariya faşist a AKP-MHP'ê erîşên mezin li dijî şoreşa Rojava û hemû axa Kurdan pêk tîne. Hêzên ku naxwazin şerê li ser axa Kurdan ti caran biqede, ligel hemû astengî û êrîşan dîsa jî nikarin ev berxwedanê rawestînin. Li dijî van êrîşên ku destkeftiyên gelê Kurd ji xwe re kiriye hedef divê gelê Kurd helwesteke hevbeş nişan bide, bi taybetî di sedsala Peymana Lozanê de divê gelê Kurd yekitiya xwe ava bike ku careke din di nav gelê Kurd de sînor neyên avakirin. Îro gel dixwazin ku bi hev re di nav aşitiyê de bijîn. Dixwazin şer bi dawî bibe û bi rêya sêyemîn hemû pirsgirek bên çareserkirin. Daxwaziya me jî ew e ku bi rêya muzakereyan ve çareserî pêk were. Şoreşa Rojava ne tenê têkoşîna aşitî û azadiya gelê Kurd e. Ev şoreş, şoreşa hemû gelên ku li herêmê jiyan dikin e, şoreşa azadiya baweriyan û aşitîyê ye. 
 
 Em têkoşîna û şoreşa Rojava ya ku li Rojhilata Navîn hebûna jiyaneke cûda da ber me, pergala rêya sêyemîn damezirand û em ên ku vê şoreşê pêk anîn silav dikin. Baweriya me ew e ku, li erdnagariya Kurdistanê, li Anatolya û Rojhilata navîn de bi têkoşina aşitî û demokrasiyê em dikarin hemû pirsgirekan çareser bikin. Li hember politikayên şer ên ku rêya çareseriyê digre, bi baweriya çareseriyê em berxwedana gelan silav dikin û em bang dikin ku hemû şoreşger û hêzên demokratîk xwedî li vê şoreşê derkevin.” 
 

Sernavên din

25/07/2023
10:33 Li Zapê şerê dijwar diqewime
10:32 Li Wanê leşkerek bi awayek guman mir
10:31 Lîtreya benzînê bû 36 lîre
10:03 Tecrîda girankirî ket meha 29’emîn: Herî kêm 426 serlêdanên hevdîtinê hatine kirin
09:08 Rojnamevan Baksî: Erdogan destvala ji NATO'yê vegeriya
09:08 Xeber ji Îmraliyê nayê girtin: Divê hemû demokrasîxwaz li dijî tecrîdê rabin
09:07 Dozgeriyê xwest biryara beraetê ya der barê Ûysal de bê xerakirin
09:06 Odûncû: Divê bêhiqûqiya li Îmraliyê bi dawî bibe
09:04 Zimanzan Samî Tan: Divê em daxwaza tunekirina ziman di qirika wan de bihêlin
09:00 ROJEVA 25'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
07:56 3 rojnamevan hatin binçavkirin
24/07/2023
22:30 Li Çiyayê Sipêrêzê operasyona leşkerî
19:49 Di civînên gel de berteka ji bo etcrîdê: Divê bêtir bibe rojev
16:59 Dîsa kabloyên Amed Radyoyê hatin dizîn
16:37 Li Şemzînanê teqîn: Cerdevanek mir
16:34 Bi gaza îsotê êrişî gundiyên Akbelenê kirin
15:42 Li Hewagê civîna gel: Divê tecrîd bêtir bibe rojev
14:58 Cerdevanê ku tê îdiakirin ketiye xwarê mir
14:28 Li Akbelenê birîna daran didome, berxwedan mezin dibe
14:23 Hevserokên DBP’ê serdana rojnamevanên ji hepsê hatin berdan kirin
13:47 Encamnameya 'Konferansa 100 Saliya Lozanê' hat eşkerekirin
12:51 50 karkerên DEDAŞ'ê yên li dijî şertên xebatê îtiraz kirin ji kar hatin derxistin
11:22 Hevserokê DFG’ê Altan: Em dikarin rûmeta rojnamevaniyê bi piştevaniyê biparêzin
11:20 Li Tirkiyeyê 'Roja Çapemeniyê': Sansur, tundî, binçavkirin, girtin…
11:07 Li Endonezyayê ferîbotek noqî avê bû: 15 kes mirî, 19 kes winda ne
11:00 Li Amedê daxuyaniya Lozanê: Hebûna gelê kurd û mafên wan nas bikin
10:59 Serokê MHP’yî ku êrişî xebatkarên tenduristiyê kir ji wezîfeyê hat girtin
09:48 Rêxistinên mafên mirovan ji bo Dervîş seferber bûn
09:07 Çîftyurek: Li dijî Lozanan em yekitiyek mayinde ava bikin
09:05 Şagirtên kursên MED-DER’ê: Divê em zimanê xwe ji asîmîlasyonê rizgar bikin
09:04 Li Mêrsînê bikaranîna tiryakê zêde dibe: Rê li ber têkbirina civakê vedike
09:02 Êzidiyên gundê Zevrayê: Cerdevanan gundê me dagir kiriye
09:01 Xwebûnê vê hefteyê bal kişand ser Peymana Lozanê
09:00 ROJEVA 24'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
23/07/2023
20:39 Konferansa 'Sed saliya Lozanê' bi dawî bû
20:22 Li Amed, Riha û Stnebolê civînên gel hatin lidarxistin
16:41 17 saziyên medyayê: Divê rojnamevan Şêrwanî bê azadkirin
16:39 Li Semsûrê ji ber bayê konên mexdûrên erdhejê hilweşiyan
16:00 Li Dêrazorê 2 leşkerên Şamê hatin kuştin
15:07 Mûradian: Di bingeha pirsgirêkan de Lozan heye
14:13 Konferansa Lozanê: Têkoşîna jina kurd hate asta pêşengtiyê
13:58 Kovara Jineolojiyê derket
13:36 Ji bo bîranîna Cemîle Çagirga pirtûka çîrokan hate çapkirin
12:46 Li Amedê dê li dijî Lozanê daxuyaniya hevpar bê dayîn
12:45 Li Rihayê bertek nîşanî DEDAŞ’ê dan: Dest ji vê zilmê berdin
12:08 Konferansa Lozanê di Roja 2'yemîn de berdewam dike
11:56 Li Yewnanistanê agir derket: 2 hezar kes hatin tehliyekirin
11:13 Nas: Ev fragman e, em ê bacên hêj zêdetir bibînin
10:50 Rêveberê rêxistina sûc Sedat Şahîn piştî hate berdan çû serdana Bahçelî
10:49 Zem li dermanan jî hate kirin
09:32 Akademîsyen Mukriyan: Gava ewil a Lozaneke nû divê yekîtiya kurdan be
09:04 Parêzer Şahîn: Tu cezayên dîsîplînê nikarin li pêşiya hevdîtinê bibin asteng
09:03 Li Amedê talankirina ekolojiyê
09:02 ‘Heta ku şer bidome wê krîza aborî jî berdewam bike’
09:01 ROJEVA 23'YÊ TÎRMEHA 2023'YAN
22/07/2023
21:37 Rêveberekî Huda Parê hat kuştin
20:57 Di Konferansa Lozanê de peyama ji bo yekîtiya neteweyî
19:19 Meşa Mezin a Lozanê: Em Peymana Lozanê red dikin!
17:59 Dayikên Şemiyê: Em ê dest jê bernedin
16:17 Serokên baroyan: Çalakiya Dayikên Şemiyê rewa ye
16:16 Di çalakiya piştgiriya ji bo Dayikên Şemiyê de 6 kes hatin binçavkirin
15:32 Bi deh hezaran Kurdistanî li Lozanê dimeşin
15:28 Şaredarê Lozanê li Konferansa Kurd e: Em dixwazin rûpelek nû ji bo kurdan vekin
15:10 ÎHD: Divê girtiyê nexweş Kuday demildest bê berdan
14:41 Li faîlên Dundar, Abayay û Aydin hatin pirsîn
14:40 Qeymeqamiyê Festîvala Xweza û Çandê ya Gêxiyê qedexe kir
14:32 Di çalakiya ‘Rûniştina F” de banga ji bo Ozge Ozbek
14:01 Kemal Turkler li ser gora xwe hat bibîranîn
13:50 RAWA: Em ji wêrekiya şervanên kurd îlhamê werdigirin
12:47 Li Zapê 8 leşker hatin kuştin
12:41 Li 8 girtiyên ku têlên rêsayî ji ber paceyê rakirin ceza hat birîn
12:31 Êrişî çalakiya Dayikên Şemiyê hate kirin: Hiqûq û destûra bingehîn nîne
12:01 104 kesan kampanya ‘Ji Merdan Yanardag re azadî’ dan destpêkirin
11:22 Leşkerek li başurê Kurdistanê hat kuştin
11:05 Serlêdanên pêşbirka Xelatên Rojnamevaniyê ya Mûsa Anter dest pê kir
10:13 Li bazarê fiyet zêde dibin, welatî kîloyên tiştan kêm dikin
10:00 Li Îmraliyê dîsa 'cezayê dîsiplînê' hat birîn
09:43 Rojnamevan Aykol: Welatên YE’yê Tirkiyeyê naxwazin
09:11 Temellî: Lozan belgeya neçareseriyê ye
09:07 Doza der barê mirina girtî Yilmaz Ekîncî de: Delîl nehatin hesibandin, kiryar beraet kirin
09:07 Projeya GES'ê ya Kalyon Holdîngê gundiyan neçarî koçberiyê dike
09:06 Serokê ÎHD’a Wanê Dûrmaz: Têkoşîna li dijî tecrîdê şert e
09:06 Civînên jinûve avakirinê didomin: Yekane daxwaza gel azadî ye
09:00 ROJEVA 22'YÊ TÎRMEHA 2023'YAN
21/07/2023
23:35 Li Qoserê mirineke biguman
21:29 Dadgeha Bilind cezayê ku di doza Ozgur Gundemê de hatibû birîn pesend kir
20:18 2 ciwanên ku di bîranîna Komkujiya Pirsûsê de hatibûn binçavkirin hatin girtin
19:18 Saziyên Amedê serdana rojnamevanên hatin berdan kirin
18:24 KCD'ê êrişên li ser êzdiyan şermezar kir
16:57 DEDAŞ’ê piştî çalakiya karkeran daxuyanî da
16:25 Di nava cilên ku bi kargoyê hatin şandin de amûra şopandinê derket
15:54 Li Mêrdînê nan hat bihakirin
15:19 OHD’ê giliyê leşkerên îşkencekar kir
14:08 Karkerên DEDAŞ’ê: Bila daxwazên me bên qebûlkirin
13:37 Di doza malbata Dîrîl de cezayê muebedê li Apro Dîrîl hate birîn
13:20 Li dijî Zapê û Metînayê êrişek nû hat destpêkirin
13:09 Rojnamevanê ku Barzanî rexne kir hat revandin
12:34 Îdianameya rojnamevan Muftuoglû û Yilmaz hat amadekirin
12:13 Malbata Ocalan û malbatên her sê girtiyan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:08 Dîroknas Kieser: Erdogan bi berovajîkirina Lozanê civakê dixapîne