EŞÎK ji bo destkeftiyên jinan dest bi hevdîtinan kir

  • jin
  • 10:28 20 Tîrmeh 2023
  • |
img

STENBOL - Endama EŞÎK’ê parêzer Merve Çîftçî Devran diyar kir ku wan bi parlamenterên jin re  dest bi hevdîtinan kiriye û wiha got: “Armanca me ew e ku em hemû parlamenter û dilxwazên jin ên EŞÎK’ê bînin ba hev û feraseta binpêkirinên li ser tevgera jinan derxînin holê.”

 
Platforma Jinan a Ji Bo Wekheviyê (EŞÎK) ku li Meclisê xebatên kontrolkirinê bi rê ve dibe û di mijara destkeftiyên jinan de raporan amade dike, ji bo jiyaneke bêtundî di serî de plana çalakiya lezgîn bi pênc daxwazên lezgîn bi parlamenterên jin re hevdîtinê li dar dixe. EŞÎK, armanc dike bi parlamenterên jin re bê ba hev û feraseta binpêkirinên li ser tevgera jinan derxînin holê. 
 
Endama EŞÎK’ê parêzer Merve Çîftçî Devran têkildarî tundiya li ser jinan a zêde dibe, hedefgirtina destkeftiyên jinan û têkoşîna jinan a li dijî van nirxandin kirin. 
 
Devran, bal kişand ku di dîroka Tirkiyeyê de piraniya Meclisê ya herî mezin a dijminên jinan e hatiye avakirin, têkildarî mafên jinan paşveçûneke cidî dê were rojevê û anî ziman ku di vê mijarê de gelek kar dikeve li ser milên parlamenteran. Devran qala hilbijartinên herêmî kir û diyar kir ku di serdema nû de ji bilî nîqaşên qanûna bingehîn dibe ku guhertinên li ser qanûna bi hejmara 6284’an bê rojevê. 
 
DESTKEFTIYÊN JINAN DI HEDEFÊ DE NE
 
Devran, bi bîr xist ku di kampanyayên di pêvajoya hilbijartinê de ji aliyê desthjilatê ve dihatin bi rê ve birin de destkeftiyên jinan hedef hatin girtin û wiha got: “Di pêvajoya hilbijartinan de gotinên li dijî qanûna Peymana Stenbolê û qanûna bi hejmara 6284’an gotin hatin gotin û hemû qanûnên mafê jiyanê yê jinan diparêzer û sazî hedef hatin girtin. LGBTÎ di her kêliya hilbijartinê de hedef hatin nîşandan.”
 
‘MECLISA LI DIJÎ JINAN ŞER ÎLAN KIR’ 
 
Devran, têkildarî hedefgirtina qanûna bi hejmara 6284’an ev tişt got: “Desthilat û pêkhateyên wê dixwazin bi vê qanûnê rê li ber pir hevjîniyê veke. Mecliseke ku li dijî mafên jinan şer îlan kiriye heye. Niha li Tirkiyeyê rojê 3 jin ji aliyê xizmên xwe ve tên kuştin. Cînayetên jinan veguheriye qirkirina cinsî. Lê desthilat û mûxalefet çavê xwe li vê yekê digire. Ev jî tê re nake her tim mafê nefeqe yên jinan tînin rojevê. Ez difikirim ku wê piştî hilbijartinên herêmî dê êrişan zêdetir bikin.”
 
FERASETA LI SER JINAN DERXÎNIN HOLÊ 
 
Devran, da zanîn ku weke EŞÎK têkildarî tabloya piştî hilbijartinê derketiye holê bi hin parlamenterên jin re hevdîtin kirine û wiha berdewam kir: “Me di hevdîtinan de diyar kiribû ku ji bo jiyaneke bêtundî di serî de plana çalakiya lezgîn bi pênc daxwazên lezgîn bi parlamenterên jin re hevdîtinê li dar dixin. Di vê mijarê de gelek kar dikeve li ser milê parlamenterên jin. Armanca me ya din ew e ku hemû parlamenter û dilxwazên EŞÎK’ê yên jin bînin ba hev û bi awayekî xurttir feraseta binpêkirinên li ser tevgera jinan derxînin holê.”
 
Devran, diyar kir ku dixwazin bi hemû parlamenterên jin ên partiyên siyasî re rû bi rû hevdîtinê bikin û di berdewama wê de ji hemû partiyên siyasî bi parlamenterên jin re bi awayekî online civînekê li dar bixin. 
 
DI HILBIJARTINÊN HERÊMÎ DE NÛNERTIYA JINAN 
 
Devran, bal kişand ku li Meclisê nûnertiya jinan kêm e û destnîşan kir ku divê di hilbijartinên herêmî de namzetên jin zêdetir bin.  Devran, qala girîngiya nûneriya jinan a di rêveberiyên herêmî de kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Dema hejmara jinan zêde bibe, li gorî vê xizmetên şaredariyê jî li gorî jinan pêk tên. Di Meclisa beriya niha de ji xwe nûneriya jinan kêm bû. Niha maye ji sedî 24’an. Niha di hilbijartinên herêmîde bazarên çawa dê çêbibin, dê li dijî mafên jinan êrişên çawa çêbin, bi rastî hizirîna vê ne zehmet e. Ji ber ku beriya hilbijartinan çawa destkeftiyên jinan hedef digirin, em dizanin ku wê êriş jî bi vî awayî berdewam bikin.”
 
MA / Esra Solîn Dal
 

Sernavên din

25/07/2023
10:40 Parêzer 29 meh in ji bo biçin Îmraliyê serlêdan dikin
10:33 Li Zapê şerê dijwar diqewime
10:32 Li Wanê leşkerek bi awayek guman mir
10:31 Lîtreya benzînê bû 36 lîre
10:03 Tecrîda girankirî ket meha 29’emîn: Herî kêm 426 serlêdanên hevdîtinê hatine kirin
09:08 Rojnamevan Baksî: Erdogan destvala ji NATO'yê vegeriya
09:08 Xeber ji Îmraliyê nayê girtin: Divê hemû demokrasîxwaz li dijî tecrîdê rabin
09:07 Dozgeriyê xwest biryara beraetê ya der barê Ûysal de bê xerakirin
09:06 Odûncû: Divê bêhiqûqiya li Îmraliyê bi dawî bibe
09:04 Zimanzan Samî Tan: Divê em daxwaza tunekirina ziman di qirika wan de bihêlin
09:00 ROJEVA 25'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
07:56 3 rojnamevan hatin binçavkirin
24/07/2023
22:30 Li Çiyayê Sipêrêzê operasyona leşkerî
19:49 Di civînên gel de berteka ji bo etcrîdê: Divê bêtir bibe rojev
16:59 Dîsa kabloyên Amed Radyoyê hatin dizîn
16:37 Li Şemzînanê teqîn: Cerdevanek mir
16:34 Bi gaza îsotê êrişî gundiyên Akbelenê kirin
15:42 Li Hewagê civîna gel: Divê tecrîd bêtir bibe rojev
14:58 Cerdevanê ku tê îdiakirin ketiye xwarê mir
14:28 Li Akbelenê birîna daran didome, berxwedan mezin dibe
14:23 Hevserokên DBP’ê serdana rojnamevanên ji hepsê hatin berdan kirin
13:47 Encamnameya 'Konferansa 100 Saliya Lozanê' hat eşkerekirin
12:51 50 karkerên DEDAŞ'ê yên li dijî şertên xebatê îtiraz kirin ji kar hatin derxistin
11:22 Hevserokê DFG’ê Altan: Em dikarin rûmeta rojnamevaniyê bi piştevaniyê biparêzin
11:20 Li Tirkiyeyê 'Roja Çapemeniyê': Sansur, tundî, binçavkirin, girtin…
11:07 Li Endonezyayê ferîbotek noqî avê bû: 15 kes mirî, 19 kes winda ne
11:00 Li Amedê daxuyaniya Lozanê: Hebûna gelê kurd û mafên wan nas bikin
10:59 Serokê MHP’yî ku êrişî xebatkarên tenduristiyê kir ji wezîfeyê hat girtin
09:48 Rêxistinên mafên mirovan ji bo Dervîş seferber bûn
09:07 Çîftyurek: Li dijî Lozanan em yekitiyek mayinde ava bikin
09:05 Şagirtên kursên MED-DER’ê: Divê em zimanê xwe ji asîmîlasyonê rizgar bikin
09:04 Li Mêrsînê bikaranîna tiryakê zêde dibe: Rê li ber têkbirina civakê vedike
09:02 Êzidiyên gundê Zevrayê: Cerdevanan gundê me dagir kiriye
09:01 Xwebûnê vê hefteyê bal kişand ser Peymana Lozanê
09:00 ROJEVA 24'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
23/07/2023
20:39 Konferansa 'Sed saliya Lozanê' bi dawî bû
20:22 Li Amed, Riha û Stnebolê civînên gel hatin lidarxistin
16:41 17 saziyên medyayê: Divê rojnamevan Şêrwanî bê azadkirin
16:39 Li Semsûrê ji ber bayê konên mexdûrên erdhejê hilweşiyan
16:00 Li Dêrazorê 2 leşkerên Şamê hatin kuştin
15:07 Mûradian: Di bingeha pirsgirêkan de Lozan heye
14:13 Konferansa Lozanê: Têkoşîna jina kurd hate asta pêşengtiyê
13:58 Kovara Jineolojiyê derket
13:36 Ji bo bîranîna Cemîle Çagirga pirtûka çîrokan hate çapkirin
12:46 Li Amedê dê li dijî Lozanê daxuyaniya hevpar bê dayîn
12:45 Li Rihayê bertek nîşanî DEDAŞ’ê dan: Dest ji vê zilmê berdin
12:08 Konferansa Lozanê di Roja 2'yemîn de berdewam dike
11:56 Li Yewnanistanê agir derket: 2 hezar kes hatin tehliyekirin
11:13 Nas: Ev fragman e, em ê bacên hêj zêdetir bibînin
10:50 Rêveberê rêxistina sûc Sedat Şahîn piştî hate berdan çû serdana Bahçelî
10:49 Zem li dermanan jî hate kirin
09:32 Akademîsyen Mukriyan: Gava ewil a Lozaneke nû divê yekîtiya kurdan be
09:04 Parêzer Şahîn: Tu cezayên dîsîplînê nikarin li pêşiya hevdîtinê bibin asteng
09:03 Li Amedê talankirina ekolojiyê
09:02 ‘Heta ku şer bidome wê krîza aborî jî berdewam bike’
09:01 ROJEVA 23'YÊ TÎRMEHA 2023'YAN
22/07/2023
21:37 Rêveberekî Huda Parê hat kuştin
20:57 Di Konferansa Lozanê de peyama ji bo yekîtiya neteweyî
19:19 Meşa Mezin a Lozanê: Em Peymana Lozanê red dikin!
17:59 Dayikên Şemiyê: Em ê dest jê bernedin
16:17 Serokên baroyan: Çalakiya Dayikên Şemiyê rewa ye
16:16 Di çalakiya piştgiriya ji bo Dayikên Şemiyê de 6 kes hatin binçavkirin
15:32 Bi deh hezaran Kurdistanî li Lozanê dimeşin
15:28 Şaredarê Lozanê li Konferansa Kurd e: Em dixwazin rûpelek nû ji bo kurdan vekin
15:10 ÎHD: Divê girtiyê nexweş Kuday demildest bê berdan
14:41 Li faîlên Dundar, Abayay û Aydin hatin pirsîn
14:40 Qeymeqamiyê Festîvala Xweza û Çandê ya Gêxiyê qedexe kir
14:32 Di çalakiya ‘Rûniştina F” de banga ji bo Ozge Ozbek
14:01 Kemal Turkler li ser gora xwe hat bibîranîn
13:50 RAWA: Em ji wêrekiya şervanên kurd îlhamê werdigirin
12:47 Li Zapê 8 leşker hatin kuştin
12:41 Li 8 girtiyên ku têlên rêsayî ji ber paceyê rakirin ceza hat birîn
12:31 Êrişî çalakiya Dayikên Şemiyê hate kirin: Hiqûq û destûra bingehîn nîne
12:01 104 kesan kampanya ‘Ji Merdan Yanardag re azadî’ dan destpêkirin
11:22 Leşkerek li başurê Kurdistanê hat kuştin
11:05 Serlêdanên pêşbirka Xelatên Rojnamevaniyê ya Mûsa Anter dest pê kir
10:13 Li bazarê fiyet zêde dibin, welatî kîloyên tiştan kêm dikin
10:00 Li Îmraliyê dîsa 'cezayê dîsiplînê' hat birîn
09:43 Rojnamevan Aykol: Welatên YE’yê Tirkiyeyê naxwazin
09:11 Temellî: Lozan belgeya neçareseriyê ye
09:07 Doza der barê mirina girtî Yilmaz Ekîncî de: Delîl nehatin hesibandin, kiryar beraet kirin
09:07 Projeya GES'ê ya Kalyon Holdîngê gundiyan neçarî koçberiyê dike
09:06 Serokê ÎHD’a Wanê Dûrmaz: Têkoşîna li dijî tecrîdê şert e
09:06 Civînên jinûve avakirinê didomin: Yekane daxwaza gel azadî ye
09:00 ROJEVA 22'YÊ TÎRMEHA 2023'YAN
21/07/2023
23:35 Li Qoserê mirineke biguman
21:29 Dadgeha Bilind cezayê ku di doza Ozgur Gundemê de hatibû birîn pesend kir
20:18 2 ciwanên ku di bîranîna Komkujiya Pirsûsê de hatibûn binçavkirin hatin girtin
19:18 Saziyên Amedê serdana rojnamevanên hatin berdan kirin
18:24 KCD'ê êrişên li ser êzdiyan şermezar kir
16:57 DEDAŞ’ê piştî çalakiya karkeran daxuyanî da
16:25 Di nava cilên ku bi kargoyê hatin şandin de amûra şopandinê derket
15:54 Li Mêrdînê nan hat bihakirin
15:19 OHD’ê giliyê leşkerên îşkencekar kir
14:08 Karkerên DEDAŞ’ê: Bila daxwazên me bên qebûlkirin
13:37 Di doza malbata Dîrîl de cezayê muebedê li Apro Dîrîl hate birîn
13:20 Li dijî Zapê û Metînayê êrişek nû hat destpêkirin
13:09 Rojnamevanê ku Barzanî rexne kir hat revandin
12:34 Îdianameya rojnamevan Muftuoglû û Yilmaz hat amadekirin
12:13 Malbata Ocalan û malbatên her sê girtiyan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin