TJA’yê encamnameya komxebata Lozanê eşkere kir

  • jin
  • 12:40 20 Tîrmeh 2023
  • |
img
AMED – TJA’yê bi wesîleya salvegera 100’emîn a Peymana Lozanê li Amedê komxebatek li dar xistibû. TJA’yê encamnameya komxebatê bi raya giştî re eşkere kir. 
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) bi minasebeta salvegera sedsaliya Peymana Lozanê ku Kurdistan di nava Iraq, Îran, Sûriye û Tirkiyeyê de kir çar parçe, bi dirûşmeya, "Jin di salvegera 100’emîn de Lozanê nîqaş dikin" komxebatek di 17’ê tîrmehê de li Amedê li dar xist. TJA’yê encamnameya komxebatê bi raya giştî re parve kir. 
 
Encamnameya komxebatê wiha ye: 
 
“Peymana Lozanê ya "Aştiyê" ku di 24'ê Tîrmeha 1923'yan de hat îmzekirin, qirkirin, asîmîlasyon, koçberiya bi darê zorê û komkujiyên bi vî rengî anîn serê gelên li vê erdnîgariyê dijîn. Di dîrokê de weke berhemeke zîhniyeta mêr, a ku ji peymana “Aşitiyê” wêdetir weke belgeya xweavakirina Dewleta Netew ya Tirk kete dîrokê û hewl da ku bi tunekirina çand û nasnameyên cuda hebûna xwe ava bike. 
 
Delegasyona ku di pêşengtiya Îsmet Înonu de bi Rojava re peyman destnîşan kir, di heman demê de destnîşan kirin ku di vê erdnîgariyê de  tenê Tirk dê xwedî mafê gotinê bin û tenê Ermenî, Yewnanî û Cihû weke hindikahî hatin qebûlkirin lê mafên van gelan yên ku di peymanê de derbas dibin  jî pêk nehatin.
Li aliyê din bi xapandineke dîrokî bi gotina “Tirk û Kurd yek in” hewl dan ku Kurd ji dîrokê bên paqijkirin û navê wan jî neyê gotin. 
 
Lozan dema ku bû belgeya damezrandina Komara Tirk, ji bo kesên ku nasnameya wan a Tirk û Sunîtiyê tune bû, veguherî komkujiyekê. Di vê peymana dîrokî de hewl dan ku gelên qedîm yên vê erdnîgariyê Kurd, Ermenî, Yewnan, Asûrî, Cihû, Êzidî û gelek nasnameyên din bi rêbazên tundiyê yên polîtîkayên netew-dewletê, bi wendabûna dîrokî re rû bi rû bihêlin.
 
Em jinên ji van gelên qedîm yên ku  li vê erdnîgariyê dijîn, di komxebata Tevgera Jinên Azad (TJA) ya ku li Amedê roja Yekşemê 16'ê Tîrmeha 2023'an de hat li darxistin de hatin cem hev û me polîtîkayên feraseta mêr û encamên wê yên civakî ku ev 100 sal in  li ser me hatine ferzkirin nîqaş kirin.
 
Em di komxebata bi sermijara 'Di 100 saliya wê de jin Lozanê nîqaş dikin de' hatin cem hev û di van mijaran de nîqaş meşandin;
 
* Li dijî Peymana Lozanê Têkoşîna Çandê ya 100 Salî, Di peymana Lozamê de Polîtîkaya Zimanên Kêmahiyan û Bandora wê ya li ser Zimanê Kurdî u Zaravayên wî, Piştî Peymana Lozanê Kurd û Kurdistan, Piştî Lozanê Bandora li ser Pergala Perwerdehiya Saziyên Ermeniyan,Nasname û Zimanê Wan, Piştî Peymana Lozanê Rewşa Suryaniyan, Piştî Peymana Lozanê Rewşa Elewiyan. 
 
* Di komxebata me ya ku bi tevlîbûna nûnerên  civakên cuda, rêxistinên sivîl, partiyên siyasî, saziyên çapemeniyê û çalakvanan pêk hat de, hat diyarkirin ku hedefa sereke ya polîtîkayên bişaftinê yên dewletê ku piştî Lozanê dest pê kir keç û jin in û armanca dawîlêanîna çanda jinê rêbaza sereke ya polîtîkayên homojenkirina civakî bû. Di axaftinan de hat gotin ku herî zêde em jin di bin bandora îmhaya 100 salî de ne û armanca sereke ya polîtîkayên netew-dewlet yên piştî Lozanê derketin holê, polîtîkaya li dijî nirxên çandî ye. Encamên komxebata ku tê de li ser van mijaran nîqaşên xurt, girîng û rojane hatin kirin, ev in;
Lozan ne Peymana "Aşitiyê" ye, metna destpêka dîrokî ya polîtîkayên qirkirina sîstematîk a li dijî gelên kêmnetew e. Piştî ku dewleta Tirk ji Lozanê vegeriya, tişta ku yekemîn kir Zagona Bingehîn a Komara Tirkiyeyê guherand  ku tê de  her kesê ku li ser vê erdnîgariyê dijîn weke “Tirk” hatin îlan kirin û polîtîkayên bişaftinê yên sîstematîk hatin destpêkirin. 
 
* Di vê pêvajoyê de gelên li ser vê erdnîgariyê  rastî qetlîamên girseyî hatin. Heta mafên ku li Lozanê ji kêmnetewan re hatibûn diyarkirin û bi destnîşankirina heyeta tirkan hatibû qebûlkirin jî bi cih nehatin û tenê armanc bû avakirina dewleteke neteweyî ya homojen. Ev gav hemû bi erêkirina dewletên Rojavayî hatin tescîlkirin.
 
 
* Li Lozanê heyeta Tirk a ku bi fen û lîstîkan gotin “Kurd û Tirk yek in” û “Kurd tiştekî naxwazin” piştî ku vegeriyan welêt gavên yekemîn ku avêtin qanûna 1924’an a yekperest, Plana Şark Islahatê, Polîtîkayên Îskanê, Qanûna Leşkerî, polîtîkayên qirkirinê yên ji Şêx Seîd bigirin heta Dêrsimê bûn.
 
* Pêngavên qirkirinê yên li ser hemû gel û baweriyan,polîtîkayên bişaftin  û îmhaya çandî ya giran pêk anîn. Gelê Ermenî hat sirgûnkirin û dûrxistin. Heta di dibistanên xwe de jî rastî  bişaftinê hatin. Gelê Suryanî li Lozanê jî nehat naskirin, destûr nedan ku mafê xwe yê nasname û çandê biparêzin. Civakeke din jî a ku navê wê li Lozanê nehate gotin jî  Elewî bûn ku  ji Koçgirî heta Dêrsimê, ji Çorûmê heta Mereş û Sêwasê hatin qetilkirin û li gorî îdeolojiya fermî ya dewletê hewl hat dayîn ku baweriya wan bê bê bişaftin. Her wiha gelê Êzidî ji ber bawerî û nasnameya xwe bi fermanan hatin qetilkirin. Di sedsala 21. de li ber çavê hemû Netew-Dewletan li Şengaşê bi destê çeteyên hov yên DAIŞ’ê car din hatin qetilkirin û dîsa qirkirin li ser Jinan pêk hat. 
Lê belê di van pêvajoyan de gelên bindest bi taybetî jî jinan serî netewand û li her qadê li dijî vê zilmê têkoşiyan.
 
* Civandina rastiya civakî ya gelê Kurd a ku li Lozanê hat perçekirin û yekitiya wî ya neteweyî yek ji pêngavên herî bingehîn yên ku dê wê komploya navneteweyî pûç bike ye.
Lê rêya jiyana bi hev re ya wekhev û azad ancax di neteweya demokratîk de pêkan be. 
 
* Divê ji bo ku statuya yekane rêveberiya Rojava ku ev yek pêk aniye bê nasîn, pirsgirêka Kurda bi rêyên demokratîk bê çareserkirin û hemû civakên li ser vê erdnîgariyê çanda xwe û baweriyên xwe bi awayekî azad bijîn, gav bên avêtin.
 
* Lozan li ber çavê gelan ne rewa ye û divê were betalkirin. Di şûna wê de, ji her demê bêtir hewcedarî bi peymanek civakî ya nû heye ku hemî cûdahî û nasnameyan bi heman rengî digire dest. Em jin, hêza sereke ya ku bi parastina çand, ziman û cudahiyên xwe rêgeza jiyana bi hev re birêxistin dikin in û hêza ku li hemberî zîhniyeta mêr a ku dixwaze bi polîkîkayên perçe bike-dabeş bike-bi rê ve bibe hemû kêmneteweyan bixe nava dewleta Tirk in.
 
* Tevî ku dixwazin me jinan bi Lozanê mexdûr bikin jî, îro em wek nasnameyek bingehîn ya têkoşer û hêza demokratîk in. Em careke din bi baweriya ku dê sedsala 21’emîn bibe sedsala jinan, pêdiviya avakirina neteweyek demokratîk, pergalek demokratîk a konfederal dubare dikin.” 
 
 

Sernavên din

25/07/2023
10:33 Li Zapê şerê dijwar diqewime
10:32 Li Wanê leşkerek bi awayek guman mir
10:31 Lîtreya benzînê bû 36 lîre
10:03 Tecrîda girankirî ket meha 29’emîn: Herî kêm 426 serlêdanên hevdîtinê hatine kirin
09:08 Rojnamevan Baksî: Erdogan destvala ji NATO'yê vegeriya
09:08 Xeber ji Îmraliyê nayê girtin: Divê hemû demokrasîxwaz li dijî tecrîdê rabin
09:07 Dozgeriyê xwest biryara beraetê ya der barê Ûysal de bê xerakirin
09:06 Odûncû: Divê bêhiqûqiya li Îmraliyê bi dawî bibe
09:04 Zimanzan Samî Tan: Divê em daxwaza tunekirina ziman di qirika wan de bihêlin
09:00 ROJEVA 25'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
07:56 3 rojnamevan hatin binçavkirin
24/07/2023
22:30 Li Çiyayê Sipêrêzê operasyona leşkerî
19:49 Di civînên gel de berteka ji bo etcrîdê: Divê bêtir bibe rojev
16:59 Dîsa kabloyên Amed Radyoyê hatin dizîn
16:37 Li Şemzînanê teqîn: Cerdevanek mir
16:34 Bi gaza îsotê êrişî gundiyên Akbelenê kirin
15:42 Li Hewagê civîna gel: Divê tecrîd bêtir bibe rojev
14:58 Cerdevanê ku tê îdiakirin ketiye xwarê mir
14:28 Li Akbelenê birîna daran didome, berxwedan mezin dibe
14:23 Hevserokên DBP’ê serdana rojnamevanên ji hepsê hatin berdan kirin
13:47 Encamnameya 'Konferansa 100 Saliya Lozanê' hat eşkerekirin
12:51 50 karkerên DEDAŞ'ê yên li dijî şertên xebatê îtiraz kirin ji kar hatin derxistin
11:22 Hevserokê DFG’ê Altan: Em dikarin rûmeta rojnamevaniyê bi piştevaniyê biparêzin
11:20 Li Tirkiyeyê 'Roja Çapemeniyê': Sansur, tundî, binçavkirin, girtin…
11:07 Li Endonezyayê ferîbotek noqî avê bû: 15 kes mirî, 19 kes winda ne
11:00 Li Amedê daxuyaniya Lozanê: Hebûna gelê kurd û mafên wan nas bikin
10:59 Serokê MHP’yî ku êrişî xebatkarên tenduristiyê kir ji wezîfeyê hat girtin
09:48 Rêxistinên mafên mirovan ji bo Dervîş seferber bûn
09:07 Çîftyurek: Li dijî Lozanan em yekitiyek mayinde ava bikin
09:05 Şagirtên kursên MED-DER’ê: Divê em zimanê xwe ji asîmîlasyonê rizgar bikin
09:04 Li Mêrsînê bikaranîna tiryakê zêde dibe: Rê li ber têkbirina civakê vedike
09:02 Êzidiyên gundê Zevrayê: Cerdevanan gundê me dagir kiriye
09:01 Xwebûnê vê hefteyê bal kişand ser Peymana Lozanê
09:00 ROJEVA 24'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
23/07/2023
20:39 Konferansa 'Sed saliya Lozanê' bi dawî bû
20:22 Li Amed, Riha û Stnebolê civînên gel hatin lidarxistin
16:41 17 saziyên medyayê: Divê rojnamevan Şêrwanî bê azadkirin
16:39 Li Semsûrê ji ber bayê konên mexdûrên erdhejê hilweşiyan
16:00 Li Dêrazorê 2 leşkerên Şamê hatin kuştin
15:07 Mûradian: Di bingeha pirsgirêkan de Lozan heye
14:13 Konferansa Lozanê: Têkoşîna jina kurd hate asta pêşengtiyê
13:58 Kovara Jineolojiyê derket
13:36 Ji bo bîranîna Cemîle Çagirga pirtûka çîrokan hate çapkirin
12:46 Li Amedê dê li dijî Lozanê daxuyaniya hevpar bê dayîn
12:45 Li Rihayê bertek nîşanî DEDAŞ’ê dan: Dest ji vê zilmê berdin
12:08 Konferansa Lozanê di Roja 2'yemîn de berdewam dike
11:56 Li Yewnanistanê agir derket: 2 hezar kes hatin tehliyekirin
11:13 Nas: Ev fragman e, em ê bacên hêj zêdetir bibînin
10:50 Rêveberê rêxistina sûc Sedat Şahîn piştî hate berdan çû serdana Bahçelî
10:49 Zem li dermanan jî hate kirin
09:32 Akademîsyen Mukriyan: Gava ewil a Lozaneke nû divê yekîtiya kurdan be
09:04 Parêzer Şahîn: Tu cezayên dîsîplînê nikarin li pêşiya hevdîtinê bibin asteng
09:03 Li Amedê talankirina ekolojiyê
09:02 ‘Heta ku şer bidome wê krîza aborî jî berdewam bike’
09:01 ROJEVA 23'YÊ TÎRMEHA 2023'YAN
22/07/2023
21:37 Rêveberekî Huda Parê hat kuştin
20:57 Di Konferansa Lozanê de peyama ji bo yekîtiya neteweyî
19:19 Meşa Mezin a Lozanê: Em Peymana Lozanê red dikin!
17:59 Dayikên Şemiyê: Em ê dest jê bernedin
16:17 Serokên baroyan: Çalakiya Dayikên Şemiyê rewa ye
16:16 Di çalakiya piştgiriya ji bo Dayikên Şemiyê de 6 kes hatin binçavkirin
15:32 Bi deh hezaran Kurdistanî li Lozanê dimeşin
15:28 Şaredarê Lozanê li Konferansa Kurd e: Em dixwazin rûpelek nû ji bo kurdan vekin
15:10 ÎHD: Divê girtiyê nexweş Kuday demildest bê berdan
14:41 Li faîlên Dundar, Abayay û Aydin hatin pirsîn
14:40 Qeymeqamiyê Festîvala Xweza û Çandê ya Gêxiyê qedexe kir
14:32 Di çalakiya ‘Rûniştina F” de banga ji bo Ozge Ozbek
14:01 Kemal Turkler li ser gora xwe hat bibîranîn
13:50 RAWA: Em ji wêrekiya şervanên kurd îlhamê werdigirin
12:47 Li Zapê 8 leşker hatin kuştin
12:41 Li 8 girtiyên ku têlên rêsayî ji ber paceyê rakirin ceza hat birîn
12:31 Êrişî çalakiya Dayikên Şemiyê hate kirin: Hiqûq û destûra bingehîn nîne
12:01 104 kesan kampanya ‘Ji Merdan Yanardag re azadî’ dan destpêkirin
11:22 Leşkerek li başurê Kurdistanê hat kuştin
11:05 Serlêdanên pêşbirka Xelatên Rojnamevaniyê ya Mûsa Anter dest pê kir
10:13 Li bazarê fiyet zêde dibin, welatî kîloyên tiştan kêm dikin
10:00 Li Îmraliyê dîsa 'cezayê dîsiplînê' hat birîn
09:43 Rojnamevan Aykol: Welatên YE’yê Tirkiyeyê naxwazin
09:11 Temellî: Lozan belgeya neçareseriyê ye
09:07 Doza der barê mirina girtî Yilmaz Ekîncî de: Delîl nehatin hesibandin, kiryar beraet kirin
09:07 Projeya GES'ê ya Kalyon Holdîngê gundiyan neçarî koçberiyê dike
09:06 Serokê ÎHD’a Wanê Dûrmaz: Têkoşîna li dijî tecrîdê şert e
09:06 Civînên jinûve avakirinê didomin: Yekane daxwaza gel azadî ye
09:00 ROJEVA 22'YÊ TÎRMEHA 2023'YAN
21/07/2023
23:35 Li Qoserê mirineke biguman
21:29 Dadgeha Bilind cezayê ku di doza Ozgur Gundemê de hatibû birîn pesend kir
20:18 2 ciwanên ku di bîranîna Komkujiya Pirsûsê de hatibûn binçavkirin hatin girtin
19:18 Saziyên Amedê serdana rojnamevanên hatin berdan kirin
18:24 KCD'ê êrişên li ser êzdiyan şermezar kir
16:57 DEDAŞ’ê piştî çalakiya karkeran daxuyanî da
16:25 Di nava cilên ku bi kargoyê hatin şandin de amûra şopandinê derket
15:54 Li Mêrdînê nan hat bihakirin
15:19 OHD’ê giliyê leşkerên îşkencekar kir
14:08 Karkerên DEDAŞ’ê: Bila daxwazên me bên qebûlkirin
13:37 Di doza malbata Dîrîl de cezayê muebedê li Apro Dîrîl hate birîn
13:20 Li dijî Zapê û Metînayê êrişek nû hat destpêkirin
13:09 Rojnamevanê ku Barzanî rexne kir hat revandin
12:34 Îdianameya rojnamevan Muftuoglû û Yilmaz hat amadekirin
12:13 Malbata Ocalan û malbatên her sê girtiyan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:08 Dîroknas Kieser: Erdogan bi berovajîkirina Lozanê civakê dixapîne