Bîranîna 33 qurbaniyên Pirsûsê: Hevrêyên wan ji bo xeyalên wan şer dikin

  • rojane
  • 14:33 20 Tîrmeh 2023
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Di bîranînên ji bo qurbaniyên Komkujiya Pirsûsê hatin kirin de ev peyam hat dayîn: “Xeyalên wan bûn xeyalên bi milyonan. Yên ku xwestin xeyalên wan têk bibin xwe xapandin. Hevrêyên wan ji bo xeyalên wan şer dikin.” 

Îro salvegera 8’emîn a Komkujiya Pirsûsê ye. Di 20’ê Tîrmeha 2015’an de li Baxçeyê Navenda Çanda Amara ya li navçeya Pirsûsê ya Rihayê, DAIŞ’ê li dijî endam û ciwanên Komeleyên Federasyona Ciwanên Sosyalîst (SGDF) ên ku dixwestin biçin Kobanê teqînek komkujî pêk anî. Di komkujiyê de 33 ciwan canê xwe ji dest dan. Qurbaniyên komkujiyê di salvegera 8’emîn de hatin bibîranîn. Li cihê komkujiyê Pirsûsê û li ser gorên qurbaniyan bernameyên bîranînê hatin lidarxistin. 
 
LI CIHÊ KOMKUJIYÊ BÎRANÎN 
 
Ji bo qurbaniyan li Baxçeyê Navenda Çanda Amara bernameya bîranînê hat lidarxistin. Bername bi pêşengiya Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê de hat lidarxistin. Parlamenterên Partiya Çepên Kesk, nûnerên rêxistinên sivîl, rêxistinên hiqûqê û partiyên siyasî û gelek kes tev li bîranînê bûn. Girse li ber avahiya HDP’a Pirsûsê kom bû û heta Navenda Çandê ya Amara meş li dar xist. Di meşê de dirûşmeyên hesabxwestinê û “Şehîdên Pirsûsê nemirin” hatin berzkirin. Wêneyên qurbaniyên hatin hildan. 
 
Ji bo hemû qurbaniyan û cangoriyên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane, rêz hat girtin. 
 
Endama SGDF’ê Senem Nûr Pektaş di bîranînê de axivî û got: “8 sal berê em li vir kom bûn. Me got em ê Kobanê bi hev re ava bikin. Bi awayek hovane hevalên me qetil kirin. Xwestin xeyalên me nîvco bihêlin. Lê bi qetilkirin û komkujiyê nikaribûn vê xeyalê asteng bikin. 8 sal şûn ve dîsa em ji bo netewa kurd azadî dixwazin. Xeyalên hevrêyên me bû xeyalên bi milyonan kes. Ji bo Pirsûsê têkoşîna edaletê berdewam dike. Xwestin xeyalên hevrêyên me di vî baxçeyî de binax bikin, lê xwe xapandin. Hevrêyên wan ji bo xeyalên wan şer dikin. Em ê di çemê azadiyê de bi hev re biherikin.” 
 
'ŞOREŞ DIDOME’ 
 
Ji birîndarên komkujiyê Soner Çîçek jî wiha axivî: “Xwestin xeyalên me livir binax bikin. Lê belê xeyal û fikrên me li vir şîn bûn. 33 rêwiyên azadiyê ji bo piştevaniya Şoreşa Rojava bikin, li vir kom bûn. Şoreş didome. Em ê heta dawiyê şoreşê biparêzin. Wek 33 hevrêyên me. Piştî komkujiyê bêedaletî tişta herî giran e. Ev bêedaletî didome. Mirovan nikare bijimêre jî. Malbata Şenyaşar îro li Pirsûsê ji bo edaletê têdikoşe. Têkoşîna malbatê têkoşîna me ye. Em ê her ji bo pêkanîna xeyalên hevrêyên xwe li vir bin.” 
 
'BIRÎNÊN ME HÊ JÎ XWÎN DIBIN’ 
 
Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Rihayê Ferît Şenyaşar jî wiha got: “Hê jî birînên me xwîn dibin. Di ser re 8 sal derbas bûn lê hê jî kujer nehatine darizandin. Ne faîl û kujer lê malbat tên darizandin. Dayika Besne ji bo bîranîna keça xwe hat girtin. Ciwanan li Stenbolê ji ber belavo belav kirin, hatin girtin. Ji bo malbata Şenyaşar jî ji bo malbatên Pirsûsê jî edalet.” 
 
'EW ROJ POLÎS TUNE BÛN’ 
 
Yasemîn Boyraz a ku dayika wê Nazegul Boyraz di komkujiyê de jiyana xwe ji dest da jî wiha nêrînên xwe anî ziman: “Piştî qetlîamê polîsan êrişî me kir. Ev der di navbera du qereqolan de ye. Îro polîsên ku me dorpêç dikin û lêgerîna li ser me pêk tînin, ew roj ser endamên DAIŞ’ê lêgerîn nekirin. Qurbaniyan qisûrdar dîtin. Piştî qetlîamê Abdullah Omer Aslan bi destê polîsan hat berdan. Tevî her tiştî jî em li vir û em ê her qurbaniyên xwe bi bîr bînin.”
 
‘HER KES DÊ BÊ DARIZANDIN’ 
 
Ji Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê, rêveberê Odeya Bijîşkan ê Rihayê Kemal Yuksekyayla komkujî bi bîr xist û anî ziman ku 8 sal in faîlên esas nehatine dîtin. Serokê Baroya Rihayê Abdullah Oncel jî wiha got: “Me nekarî 33 ciwanên xwe biparêzin, DAIŞ’a hov komkujiyek kir. Em sond dixwin ku her kesên wê demê polîtîkayên DAIŞ’ê araste dikirin wê bên darizandin, heta ku em vê bikin em ê têbikoşin. Ev soza me ya ji bo 33’yan e. Em ê heta dawiyê têkoşîna edaletê bişopînin. Me nekarî wan biparêzin lê em ê ji bo wan edaletê bînin.”
 
BÎRANÎNA LI GORISTANÊ HATE ASTENGKIRIN
 
Çalakiya bîranînê bi dirûşmeyên “Ji bo Pirsûsê edalet ji bo herkesê edalet” bi dawî bû. Pişt re hate xwestin ku serdana gorên Kasim Deprem û Osman Çîçek ên li Goristana Asrî ya Pirsûsê bê kirin. Lê serdana goristanê bi gotina polîsan “ev der perestgeh e li vir tu çalakî nayên kirin” hate astengkirin. Girseya ku bertek nîşanî astengkirinê dan li ber deriyê goristanê daxuyanî dan çapemeniyê. 
 
Hevserokê HDP’a Rihayê Ahmet Atiş ê li vir axivî wiha got: “Ciwan bi nemerdane hatin qetilkirin. Serdana goristanê jî qedexe ye. Banga me li Serokwezîrê Demê Ahmet Davûtoglû ye; were nebe şirîkê vî sûcî. Hema bêje lîstikek tê lîstin, kursiya bersûcan 8 sal in vala ye. Astengkirin helwesteke kêfî ye.” 
 
Girseyê astengkirin di ketina goristanê de bi çalakiya rûniştinê şermezar kir. 
 
WAN 
 
 
Yûnûs Emre Şen ê hate qetilkirin li ser gora xwe ya li Goristana Yenî Mahalle ya li Wanê hate bibîranîn. Malbata Şen û gelek kes tev li bîranîna di pêşengtiya Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER) hate lidarxistin bûn. 
 
Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Wanê Zulkuf Ûçar ê di bîranînê de axivî, wiha got: “Yûnûs Emre jî bi 32 hevalên xwe re xwestibû ku ji zarokên Kobanê yên mexdûr re hêviyê bibin. Lê ji aliyê dijminên mirovahiyê re li Pirsûsê hatin qetilkirin. Niha faîlên wan hêj di nava me de digerin. Beriya du rojan ciwanên ku xwestin Komkujiya Pirsûsê bê ronîkirin û faîl bên darizandin hatin girtin. Em careke din 33 hevalên xwe yên ku xwestibûn hêviyê bibin Kobanê bi bîr tînin.”
 
MÛŞ 
 
 
Ji bo Evrîm Denîz Erol, Medalî Barûtçû û Serhat Devrîm jî li Goristana Mûşê bîranînek hate lidarxistin. Gelek kes tev li bîranîn li ser gora Evrîm Denîz Erol hate lidarxistin bûn. Piştî rêzgirtinê nameya ku dayika Erol, Besna Erol a li Girtîgeha Xarpêtê tê ragirtin şand hate xwendin. 
 
Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Mûşê Sumeyye Boz jî wiha got: “Kujerên rêwiyên xeyalan her roj destên xwe dihejînin û digerin. Tevî bultena sor a derbarê wan de tê derxistin jî li nexweşxaneyan tedawî dibin û têkildarî vê tu kirarî nayên kirin. Ev jî dide nîşandan ku têkildarî darizandina wan tu lêpirsîneke bi bandor nayê bi rê ve birin. Kujer destên xwe dihejînin û digerin malbat û hevalên rêwiyên xeyalan tên girtin. Ev komkujî sûcê li dijî civak û gel hatiye kirine divê sûcdar bên aşkerekirin.”
 
AMED 
 
 
Veysel Ozdemîr ê qurbaniyê komkujiyê jî li Goristana Yenîkoya Amedê li ser gora xwe hat bibîranîn. Parlamenter û rêveberên partiyên siyasî tev li bîranînê bûn. Endama Desteya Rêvebera Navendî ya Meclisên Jinên Sosyalîst Satiye Ok diayr kir ku 8 sal in ew li azadî û edaletê digerin û wê xeyalên nîvcomayî yên qurbaniyan pêk bînin. 
 
Endamê SGDF’ê Serhat Eren jî got: “Em ê soza xwe ya ji bo şehîdên şoreşê ya azadî û edaletê pêk bînin.”
 
Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Amedê Adalet Kaya jî axivî û da zanîn ku faîl ne kesek e û gelek kes li pişt faîlan hene û dê ji bo edaletê têbikoşin.
 
Bîranîn bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû. Piştî axaftinan girse çû ser gora Ozdemîr. Hat zanîn ku Ozdemîr di roja rojbûna xwe de di komkujiyê de hatiye qetilkirin û bi vê wesîleyê pasteyê rojbûnê li ser gorê hat birîn. 
 
Bernameya bîranînê ya li Amedê li ser gora Nazli Akturk a li taxa 450 Evlerê berdewam kir û girseyê qerenfîl danî ser gora Akturk. 
 
DÊRSIM
 
 
Ji bo qurbaniyê komkujiyê Çagdaş Aydin jî li gundê Çaxperî yê bi ser navçeya navçeya Pulura Dêrsimê ve li ser gorê bîranîn hat lidarxistin. Gelek kes tev li bîranînê bûn. Hevserokê HDP’a Dêrsimê Ferhat Yildiz got ew ê xeyalên qurbaniyan nîvco nehêlin. 
 
Fetî Aydin li ser gora lawê xwe axivî û destnîşan kir ku 8 sal in ew li edaletê digerin û li pey komkujiyê ne du sê kesin û heta ku faîlên rastî bên dîtin dê têkoşîna xwe bidomînin.
 
Girseyê qerenfîl danî ser gora Aydin. 
 
STENBOL
 
 
Ji bo Hatîce Ezgî Sadet û Polen Unlu jî li Goristana İhlamûrkuyu ya li navçeya Umraniyeya Stenbolê bernameya bîranînê hat lidarxistin. Gelek kes tev li bîranînê bûn. Dayika Sadet, Sunay Sadet anî ziman ku ji bo faîlên rastî bên dîtin têkoşîna wan wek malbatên Pirsûsê didome û heta ku edalet pêk were dê têkoşîna xwe pêk bînin û xeyalên zarok^ne xwe bînin. 
 
Bîranîn bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû. 
 
Li Goristana Gazî ya li navçeya Sultangaziya Stenbolê jî bernameya bîranînê hat li darxistin. Ji bo cangoriyan rêz hat girtin. Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Stenbolê Çîçek Otlû axivî û got ew ê dest ji têkoşîna edaletê bernedin û ew ê dest ji têkoşîna xwe bernedin û xeyalên qurbaniyên xwe pêk bînin. 
 
Qerenfîl danîn ser gorên qurbaniyan û bîranîn bi dawî bû. 
 
HATAY 
 
 
Qurbaniyê komkujiyê Okan Pîrînç jî li ser gora xwe ya li goristanek li Antakyaya Hatayê hat bibîranîn. Malbata Pîrînç û gelek kes tev li bîranînê bûn. Heta ser gora Pîrînç meş hat lidarxistin û dirûşm hatin berzkirin. Hevseroka Giştî ya SYKP’ê Canan Yuce axivî û anî ziman ku ew ê ji bo xeyalên qurbaniyan li her deverê têbikoşin. 
 
Nûray Pîrînç jî spasiya kesên beşdarî bîranîna lawê wê bûne kir û tişta herî bi nirx ji wan re ew e ku lawê wê neyê jibîrkirin. 
 
MÊRDÎN
 
 
Qurbaniyên komkujiyê Emrullah Akhamur û Mûrat Yurtgul jî ji Qoserê bûn û li Goristana Taxa Turgut Ozal li kêleka hev hatibûn veşartin. Li ser gora qurbaniyan bîranîn hat lidarxistin. Parlamenterên Partiya Çepên Kesk ên Mêrdînê û rêveberên HDP’ê, DBP’ê û gelek kes tev li bîranînê bûn û ji bo qurbaniyan rêz hat girtin. 
 
Apê Mûrat Yurtgul, Yusuf Yurtgul di bîranînê de axivî û behsa pêvajoya ku ber bi qetlîamê ve û di dadgehê de qewimî ye kir û xwest her kesê ku berpirsiyariya wan di komkujiyê de hene bên cezakirin. 
 
Parlamenter George Aslan jî diyar kir ku ew ê li ser rêya têkoşîna qurbaniyên Pirsûsê bin û her li cem malbatan bo edaletê têbikoşin. Parlamenter Kamûran Tanhan jî bertek nîşanî polîsan da û got polîsên ku ew roj ji komkujiyê re nebûn asteng îro wan dorpêç kirine. Tanhan anî ziman ku tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û Komkujiya Pirsûsê destpêka konsepta şer e û got heta ku edalet pêk were û aştiyê bînin ser vê axê dê têkoşîna wan li dijî şer bidome. 
 
Şemsa Yurtgul jî da zanîn ku ji bo lawê xwe û hemû qurbaniyan 8 sal in li daxwaza wan edaletê nehatiye qebûlkirin û li tu devera dinyayê zilmek wiha nîne.
 
Girseyê qerenfîl danîn ser gora her du qurbaniyan û dirûşmaye “Şehîd namirin” berz kir. 

Sernavên din

25/07/2023
10:40 Parêzer 29 meh in ji bo biçin Îmraliyê serlêdan dikin
10:33 Li Zapê şerê dijwar diqewime
10:32 Li Wanê leşkerek bi awayek guman mir
10:31 Lîtreya benzînê bû 36 lîre
10:03 Tecrîda girankirî ket meha 29’emîn: Herî kêm 426 serlêdanên hevdîtinê hatine kirin
09:08 Rojnamevan Baksî: Erdogan destvala ji NATO'yê vegeriya
09:08 Xeber ji Îmraliyê nayê girtin: Divê hemû demokrasîxwaz li dijî tecrîdê rabin
09:07 Dozgeriyê xwest biryara beraetê ya der barê Ûysal de bê xerakirin
09:06 Odûncû: Divê bêhiqûqiya li Îmraliyê bi dawî bibe
09:04 Zimanzan Samî Tan: Divê em daxwaza tunekirina ziman di qirika wan de bihêlin
09:00 ROJEVA 25'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
07:56 3 rojnamevan hatin binçavkirin
24/07/2023
22:30 Li Çiyayê Sipêrêzê operasyona leşkerî
19:49 Di civînên gel de berteka ji bo etcrîdê: Divê bêtir bibe rojev
16:59 Dîsa kabloyên Amed Radyoyê hatin dizîn
16:37 Li Şemzînanê teqîn: Cerdevanek mir
16:34 Bi gaza îsotê êrişî gundiyên Akbelenê kirin
15:42 Li Hewagê civîna gel: Divê tecrîd bêtir bibe rojev
14:58 Cerdevanê ku tê îdiakirin ketiye xwarê mir
14:28 Li Akbelenê birîna daran didome, berxwedan mezin dibe
14:23 Hevserokên DBP’ê serdana rojnamevanên ji hepsê hatin berdan kirin
13:47 Encamnameya 'Konferansa 100 Saliya Lozanê' hat eşkerekirin
12:51 50 karkerên DEDAŞ'ê yên li dijî şertên xebatê îtiraz kirin ji kar hatin derxistin
11:22 Hevserokê DFG’ê Altan: Em dikarin rûmeta rojnamevaniyê bi piştevaniyê biparêzin
11:20 Li Tirkiyeyê 'Roja Çapemeniyê': Sansur, tundî, binçavkirin, girtin…
11:07 Li Endonezyayê ferîbotek noqî avê bû: 15 kes mirî, 19 kes winda ne
11:00 Li Amedê daxuyaniya Lozanê: Hebûna gelê kurd û mafên wan nas bikin
10:59 Serokê MHP’yî ku êrişî xebatkarên tenduristiyê kir ji wezîfeyê hat girtin
09:48 Rêxistinên mafên mirovan ji bo Dervîş seferber bûn
09:07 Çîftyurek: Li dijî Lozanan em yekitiyek mayinde ava bikin
09:05 Şagirtên kursên MED-DER’ê: Divê em zimanê xwe ji asîmîlasyonê rizgar bikin
09:04 Li Mêrsînê bikaranîna tiryakê zêde dibe: Rê li ber têkbirina civakê vedike
09:02 Êzidiyên gundê Zevrayê: Cerdevanan gundê me dagir kiriye
09:01 Xwebûnê vê hefteyê bal kişand ser Peymana Lozanê
09:00 ROJEVA 24'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
23/07/2023
20:39 Konferansa 'Sed saliya Lozanê' bi dawî bû
20:22 Li Amed, Riha û Stnebolê civînên gel hatin lidarxistin
16:41 17 saziyên medyayê: Divê rojnamevan Şêrwanî bê azadkirin
16:39 Li Semsûrê ji ber bayê konên mexdûrên erdhejê hilweşiyan
16:00 Li Dêrazorê 2 leşkerên Şamê hatin kuştin
15:07 Mûradian: Di bingeha pirsgirêkan de Lozan heye
14:13 Konferansa Lozanê: Têkoşîna jina kurd hate asta pêşengtiyê
13:58 Kovara Jineolojiyê derket
13:36 Ji bo bîranîna Cemîle Çagirga pirtûka çîrokan hate çapkirin
12:46 Li Amedê dê li dijî Lozanê daxuyaniya hevpar bê dayîn
12:45 Li Rihayê bertek nîşanî DEDAŞ’ê dan: Dest ji vê zilmê berdin
12:08 Konferansa Lozanê di Roja 2'yemîn de berdewam dike
11:56 Li Yewnanistanê agir derket: 2 hezar kes hatin tehliyekirin
11:13 Nas: Ev fragman e, em ê bacên hêj zêdetir bibînin
10:50 Rêveberê rêxistina sûc Sedat Şahîn piştî hate berdan çû serdana Bahçelî
10:49 Zem li dermanan jî hate kirin
09:32 Akademîsyen Mukriyan: Gava ewil a Lozaneke nû divê yekîtiya kurdan be
09:04 Parêzer Şahîn: Tu cezayên dîsîplînê nikarin li pêşiya hevdîtinê bibin asteng
09:03 Li Amedê talankirina ekolojiyê
09:02 ‘Heta ku şer bidome wê krîza aborî jî berdewam bike’
09:01 ROJEVA 23'YÊ TÎRMEHA 2023'YAN
22/07/2023
21:37 Rêveberekî Huda Parê hat kuştin
20:57 Di Konferansa Lozanê de peyama ji bo yekîtiya neteweyî
19:19 Meşa Mezin a Lozanê: Em Peymana Lozanê red dikin!
17:59 Dayikên Şemiyê: Em ê dest jê bernedin
16:17 Serokên baroyan: Çalakiya Dayikên Şemiyê rewa ye
16:16 Di çalakiya piştgiriya ji bo Dayikên Şemiyê de 6 kes hatin binçavkirin
15:32 Bi deh hezaran Kurdistanî li Lozanê dimeşin
15:28 Şaredarê Lozanê li Konferansa Kurd e: Em dixwazin rûpelek nû ji bo kurdan vekin
15:10 ÎHD: Divê girtiyê nexweş Kuday demildest bê berdan
14:41 Li faîlên Dundar, Abayay û Aydin hatin pirsîn
14:40 Qeymeqamiyê Festîvala Xweza û Çandê ya Gêxiyê qedexe kir
14:32 Di çalakiya ‘Rûniştina F” de banga ji bo Ozge Ozbek
14:01 Kemal Turkler li ser gora xwe hat bibîranîn
13:50 RAWA: Em ji wêrekiya şervanên kurd îlhamê werdigirin
12:47 Li Zapê 8 leşker hatin kuştin
12:41 Li 8 girtiyên ku têlên rêsayî ji ber paceyê rakirin ceza hat birîn
12:31 Êrişî çalakiya Dayikên Şemiyê hate kirin: Hiqûq û destûra bingehîn nîne
12:01 104 kesan kampanya ‘Ji Merdan Yanardag re azadî’ dan destpêkirin
11:22 Leşkerek li başurê Kurdistanê hat kuştin
11:05 Serlêdanên pêşbirka Xelatên Rojnamevaniyê ya Mûsa Anter dest pê kir
10:13 Li bazarê fiyet zêde dibin, welatî kîloyên tiştan kêm dikin
10:00 Li Îmraliyê dîsa 'cezayê dîsiplînê' hat birîn
09:43 Rojnamevan Aykol: Welatên YE’yê Tirkiyeyê naxwazin
09:11 Temellî: Lozan belgeya neçareseriyê ye
09:07 Doza der barê mirina girtî Yilmaz Ekîncî de: Delîl nehatin hesibandin, kiryar beraet kirin
09:07 Projeya GES'ê ya Kalyon Holdîngê gundiyan neçarî koçberiyê dike
09:06 Serokê ÎHD’a Wanê Dûrmaz: Têkoşîna li dijî tecrîdê şert e
09:06 Civînên jinûve avakirinê didomin: Yekane daxwaza gel azadî ye
09:00 ROJEVA 22'YÊ TÎRMEHA 2023'YAN
21/07/2023
23:35 Li Qoserê mirineke biguman
21:29 Dadgeha Bilind cezayê ku di doza Ozgur Gundemê de hatibû birîn pesend kir
20:18 2 ciwanên ku di bîranîna Komkujiya Pirsûsê de hatibûn binçavkirin hatin girtin
19:18 Saziyên Amedê serdana rojnamevanên hatin berdan kirin
18:24 KCD'ê êrişên li ser êzdiyan şermezar kir
16:57 DEDAŞ’ê piştî çalakiya karkeran daxuyanî da
16:25 Di nava cilên ku bi kargoyê hatin şandin de amûra şopandinê derket
15:54 Li Mêrdînê nan hat bihakirin
15:19 OHD’ê giliyê leşkerên îşkencekar kir
14:08 Karkerên DEDAŞ’ê: Bila daxwazên me bên qebûlkirin
13:37 Di doza malbata Dîrîl de cezayê muebedê li Apro Dîrîl hate birîn
13:20 Li dijî Zapê û Metînayê êrişek nû hat destpêkirin
13:09 Rojnamevanê ku Barzanî rexne kir hat revandin
12:34 Îdianameya rojnamevan Muftuoglû û Yilmaz hat amadekirin
12:13 Malbata Ocalan û malbatên her sê girtiyan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin