Kê polîsên li Serêkaniyê kuşt in?

  • rojane
  • 09:03 21 Tîrmeh 2023
  • |
RIHA - Li Serêkaniyê 2 polîs hatibûn kuştin. AKP'ê jî piştî vê bûyerê bi "Plana Têkbirinê" konsepta xwe ya şer xistibû dewrê. Ciwanên ku kuştina 2 polîsên li Serêkaniyê ketibû stûyê wan, behsa senaryoya trajîkomîk kirin. 
 
Di 22'yê Tîrmeha 2015'an de li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê polîsên bi navê Feyyaz Yûmûşak û Okan Acar li mala xwe hatibûn kuştin. AKP'ê piştî vê bûyerê serî li konsepta şer dabû û "Plana Têkbirinê" ku di 30'yê Cotmeha 2014'an de di civîna Desteya Ewlehiyê ya Neteweyî (MGK) biryara wê hatibû girtin, xistibû dewrê. 
 
Di çaçroveya lêprisînê ya der barê her du polîsan de ku li mala xwe bi çekê hatibûn kuştin, bêyî ku delîleke berbiçav hebe 9 ciwan hatin binçavkirin û bi rojan hatin îşkencekirin. Ji van ciwanan ku bi îxbarekê hatibûn binçavkirin, 4 jê hatin girtin. Lê di 1'ê adara 2018'an de Dadgeha Cezayê Giran a 2'yan a Rihayê der barê wan de biryara beraetê da.
  
Ji ciwanên ku kuştina her du polîsan xistibûn stuyê wan Nacî Yilmaz û parêzerê dozê Huseyîn Akay, behsa bêhiqûqîtiyên qewimîn kirin. 
 
POLÎSÊ TRAFÎKÊ HAT BINÇAVKIRIN
 
Mehemet Nacî Yilmaz anî ziman ku di dema bûyerê de 19 salî bûye û wê rojê bêyî ku haya wî ji tiştekî hebe bi hevalên xwe re bûye û got ku gava ew û hevalên xwe bi wesayîtê di ber mala şaredarê wê demê Menderes Atîlla re derbas bûne hatine sekinandin û polîsên çekdar derdora wan girtiye. Yilmaz diyar kir ku polîsan ji wan re gotiye "em ji şaxa trafîkê hatine" û wiha behsa binçavkirina ewil kir: "Cara ewil bû ku min şaxeke trafîkê ya wiha didît. Lîstikeke cuda hebû. Lê wê kêliyê me fêm nekiribû. Gotin hecz li ser wesayîta we heye û em birin midûriyeta polîsan. Lê belê wesayît a astengdarekî bû û ne pêkan e ku hecz bê ser wesayîtên wiha. Lê wan em ji ber vê binçavkirin. Êvarî saet lid or 18.00'an em birin midûriyeta polîsan. Heya saet 23.00'yan çend caran ketin hundirê midûriyeta polîsan û derketin. Tim digotin 'sîstem tune ye' û em eware dikirin. Lê hundirê midûriyeta polîsan ji polîsên tevgera taybet xalî nedibû. Saet lid or 23.00-00.00'an amîrê polîsan hat û got, 'Nacî Yilmaz, Hasan Aydin, Sedat Aydin têkevin hundir, nasnameyên xwe bidin û hûn jî derkevin.' Lê gava em ketin hundir, xwe avêtin ser me her sêyan û em birin odeyên cuda. Polîsek ket hundir û li navê min pirsî û got ku tu bi îdiaya kuştina 2 polîsan hatiyî binçavkirin. Gava min pirsî bi kîjan delîlê ez hatime binçavkirin, got, 'Îxaberek hat.' Gotin wan ew li gor presedurê em binçav kirine. Lê gava em ji midûriyeta polîsan derxistin û bi hinceta we 'du polîsên me kuştine dibe ku gel êrişî we bike' ji dêvla wesayîta fermî em li wesayîteke sivîl siwar kirin. Mesele ev bû, çawa em ji wir derxistin mekanîzmaya îşkenceyê xistibûn dewrê." 
 
PÊNC ROJAN LI SER HEV BI ŞEV Û BI ROJ ÎŞKENCE 
 
Yilmaz anî ziman ku di vê pêvajoyê de bêyî ku qeydeke fermî ya binçavkirinê hebe pênc rojan li ser hev bi şerv û bi roj tevî hevalên xwe bi îşkenceyeke dijmirovahiyî re rû bi rû maye. Yilmaz bilêv kir ku di dawiya roja pêncan de şandeyeke ji parêzer û siyasetmedaran pêkhatî serdana wan kiriye û got: "Wekî bi çewalekî bigirin bi milên me digirtin û em dibirin van serdanan. Ji lew re ji ber îşkenceyan taqet di me de namebû ku em bimeşin. Em hê 18-19 salî bûn. Heya wê çaxê min ji bo îşkenceyên ku di televîzyonê de didîtin û di pirtûkan de dixwendin digot, 'tiştekî wiha ne pêkan e.' Min di wî pênc rojî de fêm kir ku îşkenceyên hatine nivîsandin û xêzkirin kêm in." 
 
BIRYAR BERÊ HATIYE DAYÎN!
 
Yilmaz diyar kir ku piştî pênc rojên îşkenceyê sewqî dozgeriyê hatine kirin û got: "Dozger, ji xeynî kuştina polîsan gelek pirsên pûç kirin. Nepirsî ku bûyer çawa çêbûye û çi qewimiye. Paşê em bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kirin. Dadger jî bêyî ku tiştekî bibêje em girtin. Ew dadger Nûrî Bûlût bû ku paşê ji ber FETO'yê hat draizandin. Gava parêzerê me rabû û got, 'Hûn bi kîjan delîlê wan digirin?' Bûlût got, 'biryar berê hatiye dayîn, tev nede.' Bi vî awayî xwest parêzerê me bitepisîne." 
 
3 SALAN NIKARIBÛYE BAVÊ XWE ÎSPAT BIKE
 
Yilmaz wiha bal kişand ser nakokiyên di dosyeya der barê wan de: “Kesê ku îxbara me kiriye navê me daye û li gor xwe bûyerê bi hûrgulî dibêje. Me jî got, 'Madem ev kes ev qasî bi bûyerê dizane, nexwe ew jî di nav de ye.' Telefona îxbarê bi telefona bi ankesor a li ber PTT'yê hatiye kirin. Me jî doza qeydên mobeseyên li wir kir. Lê ji me re gotin mobeseyên li wir xerabe ne û qeydên wê rojê tune ne. Me jî got em doza analîzkirina dengan dikin. Ji lew re hat gotin ku kesê axiviye ne ji vir e û bi devoka Erziromê diaxive. Gava îxbara min dike dibêje 'kurê Cûma'. Lê Cûmayê ku ew dibêje ne bavê min e, kesekî din e. Min di 3 salan de li dadgehê bavê xwe tespît nekir. Tîmeke suîqastê ya wiha hatiye avakirin ku di îdianameyêd e haya kesî ji kesî tune ye. LI navçeyê 15 kes kom kirine û li gor îdianameyê 10 kes jî ji Sûriyeyê hatine. Yanî 25 kes hene û ev 25 kes diçin malekê û 2 polîsan dikujin. Lê tu kes van mirovan nabîne. Di îdianameyê de nayê gotin ku kê ew kuştine, kî ketiye hundir. Sedema girtina min jî, sirf ji ber ku şopa tiliya kesekî li cem min li daîreya hember hatiye tespîtkirin. Yanî şopa tiliya kesekî din hatiye tespîtkirin, lê rabûn min girtin. Em ji bo wan wekî bombeyeke pîmê wê hatiye kişandinê ne. Ne dikaribûn bavêjin ne jî pê bigirin." 
 
‘DOZEKE KIRYAR NEDIYAR DERKET HOLÊ'
 
Parêzer Huseyîn Akay jî anî ziman ku ji ber biryara veşarî ya li ser dosyeyê heya îdianame nehatibû amadekirin jî der barê dosyeyê de tu agahî li ber destêw an tune bû û got: "Ji ber ku me nizanibû bê ka delîl xwe disipêrin çi, şensekî me yê ku em îdiayan pûç bikin jî tune bû. Em bi awayekî farazî bi dozgeriyê re muxatab bûn. Tenê me dikaribû îdia bike ku muwekîlê me bê sûc e. Lê ji ber ku me nizanibû tiştên muwekîl pê tên tawanbarkirin çi ne, şansekî me yê ku em delîlan berhev bikin jî tune bû. Mixabin dawiya dawîn bûyerek kiryar nediyar derket holê." 
 
‘TEKANE DELÎL AGAHIYÊN ÎSTIXBARÎ BÛN'
 
Akay bal kişand ser bêhiqûqîtiya di dema îfadeyên ewil de û wiha got: "Dozger di îfadeya kesekî de got, 'Te ji sînor ev tişt anîn. Te rê li ber wan xist, li xwe mikur bê.' Kes jî ji dozger pirsî ku delîl çi ne. Dozger jî got, 'Ma dê îstixbarata qerase rabe derewan bike?' Yanî bifikirin dozgerek herî dawî xwe disipêre agahiyên istxibarî. Jixwe ev jî agahiyên îdarî ne. Ne pêkan e ku ev tişt li edliyeyekê bên qebûlkirin. Lê dozger tenê xwe spartibû van agahiyan. Ev di warê hiqûqî de tiştekî pri trajîk bû. Wê kêliyê me fêm kir ku li holê delîl tune ne." 
 
Akay diyar kir ku tevî ev qas bêhiqûqîtiyan jî ciwan bi salan hatine darizandin û di girtîgehê de mane û got ku divê ji bo ronîkirina bûyerê divê polîsên gumanbar ên di dosyeyê de bên etspîtkirin û îfadeya wên bê girtin. 
 
MA / Ceylan Şahînlî
 
 

Sernavên din

25/07/2023
10:33 Li Zapê şerê dijwar diqewime
10:32 Li Wanê leşkerek bi awayek guman mir
10:31 Lîtreya benzînê bû 36 lîre
10:03 Tecrîda girankirî ket meha 29’emîn: Herî kêm 426 serlêdanên hevdîtinê hatine kirin
09:08 Rojnamevan Baksî: Erdogan destvala ji NATO'yê vegeriya
09:08 Xeber ji Îmraliyê nayê girtin: Divê hemû demokrasîxwaz li dijî tecrîdê rabin
09:07 Dozgeriyê xwest biryara beraetê ya der barê Ûysal de bê xerakirin
09:06 Odûncû: Divê bêhiqûqiya li Îmraliyê bi dawî bibe
09:04 Zimanzan Samî Tan: Divê em daxwaza tunekirina ziman di qirika wan de bihêlin
09:00 ROJEVA 25'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
07:56 3 rojnamevan hatin binçavkirin
24/07/2023
22:30 Li Çiyayê Sipêrêzê operasyona leşkerî
19:49 Di civînên gel de berteka ji bo etcrîdê: Divê bêtir bibe rojev
16:59 Dîsa kabloyên Amed Radyoyê hatin dizîn
16:37 Li Şemzînanê teqîn: Cerdevanek mir
16:34 Bi gaza îsotê êrişî gundiyên Akbelenê kirin
15:42 Li Hewagê civîna gel: Divê tecrîd bêtir bibe rojev
14:58 Cerdevanê ku tê îdiakirin ketiye xwarê mir
14:28 Li Akbelenê birîna daran didome, berxwedan mezin dibe
14:23 Hevserokên DBP’ê serdana rojnamevanên ji hepsê hatin berdan kirin
13:47 Encamnameya 'Konferansa 100 Saliya Lozanê' hat eşkerekirin
12:51 50 karkerên DEDAŞ'ê yên li dijî şertên xebatê îtiraz kirin ji kar hatin derxistin
11:22 Hevserokê DFG’ê Altan: Em dikarin rûmeta rojnamevaniyê bi piştevaniyê biparêzin
11:20 Li Tirkiyeyê 'Roja Çapemeniyê': Sansur, tundî, binçavkirin, girtin…
11:07 Li Endonezyayê ferîbotek noqî avê bû: 15 kes mirî, 19 kes winda ne
11:00 Li Amedê daxuyaniya Lozanê: Hebûna gelê kurd û mafên wan nas bikin
10:59 Serokê MHP’yî ku êrişî xebatkarên tenduristiyê kir ji wezîfeyê hat girtin
09:48 Rêxistinên mafên mirovan ji bo Dervîş seferber bûn
09:07 Çîftyurek: Li dijî Lozanan em yekitiyek mayinde ava bikin
09:05 Şagirtên kursên MED-DER’ê: Divê em zimanê xwe ji asîmîlasyonê rizgar bikin
09:04 Li Mêrsînê bikaranîna tiryakê zêde dibe: Rê li ber têkbirina civakê vedike
09:02 Êzidiyên gundê Zevrayê: Cerdevanan gundê me dagir kiriye
09:01 Xwebûnê vê hefteyê bal kişand ser Peymana Lozanê
09:00 ROJEVA 24'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
23/07/2023
20:39 Konferansa 'Sed saliya Lozanê' bi dawî bû
20:22 Li Amed, Riha û Stnebolê civînên gel hatin lidarxistin
16:41 17 saziyên medyayê: Divê rojnamevan Şêrwanî bê azadkirin
16:39 Li Semsûrê ji ber bayê konên mexdûrên erdhejê hilweşiyan
16:00 Li Dêrazorê 2 leşkerên Şamê hatin kuştin
15:07 Mûradian: Di bingeha pirsgirêkan de Lozan heye
14:13 Konferansa Lozanê: Têkoşîna jina kurd hate asta pêşengtiyê
13:58 Kovara Jineolojiyê derket
13:36 Ji bo bîranîna Cemîle Çagirga pirtûka çîrokan hate çapkirin
12:46 Li Amedê dê li dijî Lozanê daxuyaniya hevpar bê dayîn
12:45 Li Rihayê bertek nîşanî DEDAŞ’ê dan: Dest ji vê zilmê berdin
12:08 Konferansa Lozanê di Roja 2'yemîn de berdewam dike
11:56 Li Yewnanistanê agir derket: 2 hezar kes hatin tehliyekirin
11:13 Nas: Ev fragman e, em ê bacên hêj zêdetir bibînin
10:50 Rêveberê rêxistina sûc Sedat Şahîn piştî hate berdan çû serdana Bahçelî
10:49 Zem li dermanan jî hate kirin
09:32 Akademîsyen Mukriyan: Gava ewil a Lozaneke nû divê yekîtiya kurdan be
09:04 Parêzer Şahîn: Tu cezayên dîsîplînê nikarin li pêşiya hevdîtinê bibin asteng
09:03 Li Amedê talankirina ekolojiyê
09:02 ‘Heta ku şer bidome wê krîza aborî jî berdewam bike’
09:01 ROJEVA 23'YÊ TÎRMEHA 2023'YAN
22/07/2023
21:37 Rêveberekî Huda Parê hat kuştin
20:57 Di Konferansa Lozanê de peyama ji bo yekîtiya neteweyî
19:19 Meşa Mezin a Lozanê: Em Peymana Lozanê red dikin!
17:59 Dayikên Şemiyê: Em ê dest jê bernedin
16:17 Serokên baroyan: Çalakiya Dayikên Şemiyê rewa ye
16:16 Di çalakiya piştgiriya ji bo Dayikên Şemiyê de 6 kes hatin binçavkirin
15:32 Bi deh hezaran Kurdistanî li Lozanê dimeşin
15:28 Şaredarê Lozanê li Konferansa Kurd e: Em dixwazin rûpelek nû ji bo kurdan vekin
15:10 ÎHD: Divê girtiyê nexweş Kuday demildest bê berdan
14:41 Li faîlên Dundar, Abayay û Aydin hatin pirsîn
14:40 Qeymeqamiyê Festîvala Xweza û Çandê ya Gêxiyê qedexe kir
14:32 Di çalakiya ‘Rûniştina F” de banga ji bo Ozge Ozbek
14:01 Kemal Turkler li ser gora xwe hat bibîranîn
13:50 RAWA: Em ji wêrekiya şervanên kurd îlhamê werdigirin
12:47 Li Zapê 8 leşker hatin kuştin
12:41 Li 8 girtiyên ku têlên rêsayî ji ber paceyê rakirin ceza hat birîn
12:31 Êrişî çalakiya Dayikên Şemiyê hate kirin: Hiqûq û destûra bingehîn nîne
12:01 104 kesan kampanya ‘Ji Merdan Yanardag re azadî’ dan destpêkirin
11:22 Leşkerek li başurê Kurdistanê hat kuştin
11:05 Serlêdanên pêşbirka Xelatên Rojnamevaniyê ya Mûsa Anter dest pê kir
10:13 Li bazarê fiyet zêde dibin, welatî kîloyên tiştan kêm dikin
10:00 Li Îmraliyê dîsa 'cezayê dîsiplînê' hat birîn
09:43 Rojnamevan Aykol: Welatên YE’yê Tirkiyeyê naxwazin
09:11 Temellî: Lozan belgeya neçareseriyê ye
09:07 Doza der barê mirina girtî Yilmaz Ekîncî de: Delîl nehatin hesibandin, kiryar beraet kirin
09:07 Projeya GES'ê ya Kalyon Holdîngê gundiyan neçarî koçberiyê dike
09:06 Serokê ÎHD’a Wanê Dûrmaz: Têkoşîna li dijî tecrîdê şert e
09:06 Civînên jinûve avakirinê didomin: Yekane daxwaza gel azadî ye
09:00 ROJEVA 22'YÊ TÎRMEHA 2023'YAN
21/07/2023
23:35 Li Qoserê mirineke biguman
21:29 Dadgeha Bilind cezayê ku di doza Ozgur Gundemê de hatibû birîn pesend kir
20:18 2 ciwanên ku di bîranîna Komkujiya Pirsûsê de hatibûn binçavkirin hatin girtin
19:18 Saziyên Amedê serdana rojnamevanên hatin berdan kirin
18:24 KCD'ê êrişên li ser êzdiyan şermezar kir
16:57 DEDAŞ’ê piştî çalakiya karkeran daxuyanî da
16:25 Di nava cilên ku bi kargoyê hatin şandin de amûra şopandinê derket
15:54 Li Mêrdînê nan hat bihakirin
15:19 OHD’ê giliyê leşkerên îşkencekar kir
14:08 Karkerên DEDAŞ’ê: Bila daxwazên me bên qebûlkirin
13:37 Di doza malbata Dîrîl de cezayê muebedê li Apro Dîrîl hate birîn
13:20 Li dijî Zapê û Metînayê êrişek nû hat destpêkirin
13:09 Rojnamevanê ku Barzanî rexne kir hat revandin
12:34 Îdianameya rojnamevan Muftuoglû û Yilmaz hat amadekirin
12:13 Malbata Ocalan û malbatên her sê girtiyan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:08 Dîroknas Kieser: Erdogan bi berovajîkirina Lozanê civakê dixapîne