Di Konferansa Lozanê de peyama ji bo yekîtiya neteweyî

  • rojane
  • 20:57 22 Tîrmeh 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Konferansa Lozanê ya bi armanca niqaşkirina sedsala bê ya kurdan hat lidarxistin, berdewam e. Di konferansê de îşaret bi yekîtiya neteweyî hat kirin.
 
Konferansa bi navê "Di Sala 100’emîn a Peymana Lozanê de Helwesta Gelên Kurdistanê’" ku Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi boneya 100'emîn salvegera Lozanê organîze kir, berdewam e. Konferans ku wê du rojan dewam bike, bi axavtinên nûnerên partiyên siyasî û saziyên cur bi cur ên ji çar aliyên welêt berdewam e.
 
Salih Elemdar ku li ser navê Partiya Yekitiya Demokratîk a Sûriyeyê mafê axavtinê girt, bi bîr xist ku kurd sed sal berê li bajarê Lozanê hatine parçekirin û wiha got: ‘’Tu dewletan Kurd wek xwişk û bira û dost nedîtin. Bi hemû derfetên xwe siyaseta qedandina Kurdan û înkarkirina wan bi rê ve birin. Kurd parçe bi parçe kirin, eşîret û malbat kirin du par. Em man li Sûriyeyê. Bi salan em bêyî nasname hiştin. Bi ‘Kembera Ereban’ em ji axa me kirin. Lê Kurd îro dîsa ji pêyan in bi berxwedana xwe didin der ku qebûl nakin."   
 
Elemdar da xuyakirin êrîşên dewleta Tirk ên bi ser bajarên Rojava de jî wek dewama Peymana Lozanê çêdibin û got: "Dewleta Tirk bi qetilkirina gelê me yê li Bakur namîne, li êrîşên qirkirinê li Rojava û Başûr jî dike.’"
 
‘DIVÊ EM ASASÊ YEKITIYÊ DIYAR BIKIN’
 
Nûnerê Partiya Rizgariya Kurdistanê jî, bal bir ser niqaşa encamên Lozanê ku îro tê kirin û wiha axivî: "Em Kurd divê çi bikin? Divê niqaşa vê bikin û bi encam bikin. Divê em xebateke çawa bikin? Ev konferans ji wê boneyê hatiye lidarxistin. Em ji lew ma li vir in. Giring e ku hemû sazî û rêxistinên me yên siyasî bi hev re tevbigerin. Divê em asasê yekitiyê yê hevpar diyar bikin."
 
Li ser navê Koordînasyona Civaka Êzidiyan jî Nûre Alkiş axivî. Nûre Alkiş, îşaret bi êşên ku civakên Kurdistanî sed sal in dikişînin kir û got: "Ji ber Peymana Lozanê me pir êş kişand. Me Êzidiyan du caran êş kişand. Êzidî beşekê civaka Kurdan in. Ji ber baweriya xwe pir êş kişandiye. 74 caran ferman li wan rabûye."
 
Parlementerê berê yê HDP’ê Îmam Taşçier, anî ziman ku yekîtiya Kurdan dikare encamên Peymana Lozanê ji holê rake. Taşçier diyar kir ku bi Lozanê re peymana statuyê ya di navbera dewleta Tirk û Kurdan de hat betalkirin û got: “Yekemîn meclîsa Tirkiyeyê piştî vê peymanê hat guhertin. Piştre hin wekîlên Kurd hatin qetilkirin. Ziman û çanda Kurd hat înkarkirin. Navên gund û bajaran guhertin. Divê ev konferans bibe wesîleya kongreya neteweyî. Divê Kurd tavilê kongreya netewî li dar bixin. Divê em yekîtiya xwe ava bikin. Hemû partî û rêxistin divê di vê yekîtiyê de cih bigirin. Kurdistan bi erêkirina dewletên serwer hat parçekirin. Li Lozanê ji bo parçekirina Kurdan lihevkirinek çêbû. Ji bo em encamên vê peymanê ji holê rakin, divê yekîtiya xwe çêbikin.”
 
Parlementerê Iraqî Dr. Şoreş Hecî jî wiha got: “Divê ji bo yekîtiyê çi pêwîst be bikin. Werin em li dora sembolek hevpar bên ba hev. Tecrûbeyan ji dîroka xwe derxin. Em bi çanda xwe re têbikoşin. Divê em bingeha yekîtya xwe ya neteweyî deynin. Em peymana 100 sal berê berevajî bikin. Şert û mercên wê hene. Eger em bawer bikin dikarin bi hev re tevbigerin.”
 
‘SÛCÊN LI DIJÎ KURDAN JI NEDÎTÎ VE TÊN’
 
Mamostaya zimanê Kurdî Gulnara Azadî ku ji bajarê Almatî yê Qazaxistanê tevlî konferansê bû axaftinek kir. Azadî bal kişand ser vê yekê ku ev 100 sal in komkujî û sûcên li dijî mirovahiyê yên li Kurdistanê ji aliyê dadgehên navneteweyî ve ji nedîtî ve tên. Azadî da zanîn ku gelê Kurd li dijî parçebûna Kurdistanê bi ziman û çanda xwe hebûna xwe didomîne û wiha got: “Ez silavên xwe ji Rêber Apo re dişînim ku îro şert û mercên li vir axaftinê da me. Bijî Serok Apo.”
 
Serokê FEDA’yê Demîr Çelîk, bal kişand ser girîngiya xebatên ku di salvegera 100’emîn a Lozanê de ji bo statûya neteweyî ya Kurdan bên meşandin. Çelîk diyar kir ku divê sûcên dewleta Tirk ên li dijî Gelê Kurd ji aliyê komîsyoneke, ji hemû saziyên navneteweyî re bê şandin.
 
Konferans bi axaftinên beşdaran dewam dike.

Sernavên din

28/07/2023
09:02 Serlêdanên Filmamedê bi dawî dibin: Em li benda filmên we ne
09:00 ROJEVA 28'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
08:58 Li Qilebanê ketina 11 herêman hate qedexekirin
27/07/2023
22:55 Êrişî Tirbespiyê hat kirin: 3 kesan jiyana xwe ji dest da
22:52 Li Kolombiyayê li ser paradîgmaya Abdullah Ocalan konferans
19:49 Huseyîn Ok hat girtin
17:53 Li Xîzanê şerekî dijwar: Gov hate bombekirin
17:23 Kesên li Akbelenê hatin binçavkirin hatin berdan
16:45 Li Îranê ji listikvan Sadeghî agahî nayê girtin
16:43 Doza 5 kesên li Nisêbînê hatin kuştin: Li pişt cînayetê sedemên siyasî hene
16:20 Li nêzîkî Hewlerê helîkopterek ket
15:53 Li ser rêya Farqînê qeza çêbû: 2 kes birîndar bûn
15:53 Şêniyên Îkîzkoyê ji bo Akbelenê edalet xwestin
15:18 Malbata Şenyaşar bi cîgirê Wezîrê Dadê re hevdîtin kir
14:22 Li Manîsayê agir bi daristanê ket
14:22 Karkerên DEDAŞ’ê: Em ê bi têkoşînê serbikevin
13:48 Îdianameya rojnamevan Orûç: Ji 35 nûçeyan re daxwaza 22 salan cezayê hefsê
13:48 Hat îdiakirin ku li Girtîgeha Şirnexê tundî li girtiyekî hatiye kirin
12:57 Nobeta Edaletê bir Enqereyê: Rayedarek neçar e ku me guhdar bike
12:52 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
12:50 Dadgerê rêveberên rêxistina sûc berdan tayînî Dadgeha Bilind hate kirin
12:11 Şivanê bi darê zorê biribûn herêma operasyonê hate berdan
12:02 Parêzera rojnamevan Arslan: Xala girtinê dozger û dadgeran nagire nava xwe
11:20 Şewata daristana Kinikê di roja 2'yemîn de ye
11:19 Veguherîna bajêr e yan hêza dewletê ye?
10:26 Li Akbelenê jin pêşengtiyê ji berxwedanê re dikin
09:41 Hevserokê HDP’a Mêrsînê Sariyildiz: Em ê bi axaftina bi gel re derbasî pêvajoyeke xurt bibin
09:28 Çawişê pispor ê digotin winda ye mirî hate dîtin
09:19 Kemer ev 4 roj e dişewite
09:01 Pira ku qeyûm 104 milyon TL ji bo wê xerc kir 7 sal in nehatiye temamkirin
09:00 Di atolyeya xwe de hunera vîtrayê bi ruh û can dike
09:00 CPT, ji bo Îmraliyê xwe li ker û lalîtiyê daniye
09:00 ROJEVA 27'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
26/07/2023
23:26 Li quntarên Cûdiyê agir bi qada daristanî ket
21:54 Li Amedê konsera Sîpan Xelat
20:44 Li Nisêbînê 7 kes hatin binçavkirin
19:00 Li Akbelenê careke din êrişî girseyê hat kirin
18:23 Her 4 ciwanên li Rûbarokê hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:24 Bernameya Mîhrîcana Munzurê hat aşkerakirin
16:04 Li Akbelenê çalakiya rûniştinê hate destpêkirin
15:57 Li dijî zeman kampanyaya îmzeyan hate destpêkirin
15:46 Ji şivanê bi darê zorê birine herêma operasyonê agahî nayên girtin
15:29 Ji ÎHD’ê rapora girtîgehan: 968 binpêkirinên mafan qewimîne
15:24 Li ber PE'yê daxuyaniya bo Abdullah Ocalan: Li dijî tecrîdê bikevin tevgerê
15:01 Tanjû Ozcan ji CHP’ê hate îxrackirin
14:47 Qeyda deng ku şivanan dikin binçavan û gef li wan tê xwarin derket holê
14:21 Malbata Şenyaşar ku ber bi Wezareta Dadê ve meşiya hate astengkirin
14:09 Malbata Şenyaşar: Heke edalet pêk neyê wê têkoşîna me li Enqereyê bidome
13:15 Songul Bagatir a 30 sal in girtîbû tehliye bû
13:06 DFG’ê kongreya xwe li dar xist: Em ê dest ji nivîsandina heqîqetê bernedin
12:47 Li Çemê Dîcleyê jîngeha ajalan hat tunekirin?
12:44 Rojnamevan Evrîm Kepenek hat berdan
11:35 Parlamenteran bi armanca piştevaniyê serdana MA’yê û JINNEWS’ê kirin
11:25 Karkerên DEDAŞ’ê yên ji kar hatin derxistin dest bi çalakiya rûniştinê kirin
11:02 Leşkeran êrişî gundiyên Akbelenê kirin: Ekolojîstek hat binçavkirin
10:07 AYM’ê ji bo serlêdanên HAGB’ê biryara binpêkirinê da
10:00 Şewata li Kemerê sê roj in didome
09:53 Guhertina qanûna nû: Zilamê ku tê ‘efûkirin’ cînayetek nû dike
09:02 ‘Desthilat dixwaze nifşekî li gor bîrdoziya xwe biafirîne'
09:01 Sendîkabûyîn kêm dibe: Divê têkoşîna kedê bê xurtkirin
09:01 Li Botanê civînên gel: Heya tecrîd neyê rakirin dê pirsgirêk çareser nebin
09:01 'Divê xwedî li rojnamevanan bê derketin'
09:00 ROJEVA 26'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
08:49 Li Nisêbînê kesek hat binçavkirin
25/07/2023
23:20 Li Rûbarokê leşkeran 4 ciwan binçav kirin
21:28 Li Nisêbînê polîsan avêt ser malekê: Kesekî jiyana xwe ji dest da
18:42 Rojnamevan Akyuz, Yukler û Denîz hatin berdan
17:55 Nûçegihanê me Arslan hat girtin
16:44 Ji rojnamevanan pirsa ‘Çima te twît parve kiriye’ hat kirin
16:19 Hejmara rojnamevanên hatine binçavkirin derket 5’an
15:39 Parlamenterên Partiya Çepên Kesk li ber wezaretê protestoya zemê li dar xist
15:20 Li Hezexê agir bi çoltera gundekî ket
15:18 Akin: Operasyonan û tundiyê bi dawî bikin
15:00 Di erdheja Edeneyê de 8 kes birîndar bûn
14:43 Li dijî bihakirinê nerazîbûn: Tenê lêçûnên bombeyan ji bo budçeya gel bes e
14:33 Komeleya Rojnamevanan a Kurdistanê zextên li ser rojnamevanan şermezar kir
14:22 Li ser sînor liv û tevgera ambulans û helîkopteran
14:12 Rojnamevan Evrîm Kepenek hat binçavkirin
13:28 7 aktîvîstên kurd ku mudaxileyî şewatê kirin mayîn bi wan ve teqiya
13:23 ÎHD’a Îzmîrê: Li girtîgehên Egeyê 785 binpêkirinên mafan qewimîne
12:54 DEDAŞ’ê ji sedî zedetir karker bêtezmînat ji kar derxist
12:53 Şivan birin oprasyonê û zozan li bêrîvanan hatin qedexekirin
12:28 Li Xîzanê operasyon û bombebaran didome
12:00 Karkerê PTT’ê yê ku tavê lê da jiyana xwe ji dest da
11:46 Ji ber erdhejê rêya Kozan-Fekeyê hate girtin
11:27 Hinceta binçavkirina rojnamevan Akyuz: Parvekirina nûçeya tayînkirina dozger û dadger e
10:55 Li Edeneyê erd hejiya
10:55 Hevşaredara Pirsûsê Çevîk a ji kar hatibû girtin, beraet kir
10:40 Parêzer 29 meh in ji bo biçin Îmraliyê serlêdan dikin
10:33 Li Zapê şerê dijwar diqewime
10:32 Li Wanê leşkerek bi awayek guman mir
10:31 Lîtreya benzînê bû 36 lîre
10:03 Tecrîda girankirî ket meha 29’emîn: Herî kêm 426 serlêdanên hevdîtinê hatine kirin
09:08 Rojnamevan Baksî: Erdogan destvala ji NATO'yê vegeriya
09:08 Xeber ji Îmraliyê nayê girtin: Divê hemû demokrasîxwaz li dijî tecrîdê rabin
09:07 Dozgeriyê xwest biryara beraetê ya der barê Ûysal de bê xerakirin
09:06 Odûncû: Divê bêhiqûqiya li Îmraliyê bi dawî bibe
09:04 Zimanzan Samî Tan: Divê em daxwaza tunekirina ziman di qirika wan de bihêlin
09:00 ROJEVA 25'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
07:56 3 rojnamevan hatin binçavkirin