Akademîsyen Mukriyan: Gava ewil a Lozaneke nû divê yekîtiya kurdan be

  • rojane
  • 09:32 23 Tîrmeh 2023
  • |
img

WAN - Akademîsyen Rojîn Mukriyan, li dijî hêza Lozanê ya parçeker bal kişand ser girîngiya yekîtiya neteweyî ya kurdan û tespîta "Lozana Civakî" ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan. 

 
Akademîsyen Rojbîn MUkriyan a ji Rojhilat, têkildarî encamên Peymana Lozanê pirsên Ajansa Mezopotamyayê (MA) nirxandin. 
 
Mukriyanê diyar kir ku piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn ji bo kurdan derfeta avakirina netew-dewletê çêbûye û ji bo parçekirina Kurdistanê ev tişt gotin: "Xalên 62 û 64'an ên Peymana Sewrê ku di 10'ê Tebaxa 1920'an de hat îmzekirin, 'avakirina dewleteke kurdan a serbixwe' pêşbînî dikir. Lê belê di Peymana Lozanê de ku di 24'ê Tîrmeha 1923'yan de hat îmzekirin, ev xal hatin betalkirin. Şîroveya giştî ya van bûyeran ev e; 'Firsendka serbixwebûnê ya kurdan ji dest çûye.' Lê belê ev yek dike ku em hin pirsên girîng bikin; Gelo Peymana Sewrê firsendeke ew qas girîng bû? Ger wiha be, çima ji dest kurdan çû? A rast, Peymana Sykes-Pîcotê nîşaneyeke armancên emperyalîst e. Bi vê re, gava em ji sala 1919 heya 1923'yan li bûyeran mêze dikin, em dibînin ku Rûsyaya Bolşevîkê ji destpêka bihara 1919'an ve alîakriya Mûstafa Kemal kiriye û bi vî awayî kiriye ku Peymana Sewrê pêk neyê. Bolşevîk bi alîakriya xwe ya ji bo Mûstafa Kemal û Tevgera Neteweyî ya Tirk, hêvî dikirin ku fikirên xwe yên şoreşger li Rojhilata Navîn û Rojhilata Nêzîk belav bikin û di qada navneteweyî de bên naskirin. Ataturk jî bi temamî li ber fikirên şoreşger ên Bolşevîkan rabû û biryar da ku bi Bolşevîkan re tifaqeke stratejîk bike. Bi vê re, rêya xelasiya ji îzolasyona navneteweyî dît." 
 
     Akademîsyen Rojîn Mukriyan
 
ROLA DU XANEDANÊN KURDAN
 
Mukriyanê anî ziman ku divê di parçekirina Kurdistanê de rola kurdan jî neyê jibîrkirin û got: "Xanedanî û bi awayekî giştî pergala feodal, di dema Şerê Cîhanê yê Yekemîn de bû serwerê siyaseta kurd. Di sedsalên 19 û 20'an de gelek xanedan hebûn. Di nava wan de du xanedanên kurdan hebûn ku di dirûvgirtina siyaseta kurdan de roleke girîng lîstin. Seyîdên Nehrî û xanedana Bedirxan Beg. Ya ewil dîndar bû û li ser xweseriyê hûr bûbû û ya din jî laîk bû û li ser serxwebûnê hûr bûbû. 20 salên ewil ên sedsala 20'an ev derdor bi hev re pev çûn. Ev hema bibêje li her derê hebû. Ev rageşiyên di navbera her du derdoran de, bû ku bi çavê dijminan li hev mêze bikin. Xanedan, eşîrî û reqabeta laîk dirûv da siyaseta kurdan. Pêşbaziya ji bo pêşengiyê, kir ku şêx û reîs hîn bêtir parçe bibin. Jixwe kurd i navbera laîk/dîndarî û xweserî/serbixwebûnê de parçe bûbûn. Ev parçekirin, gava hêzên îngilîzan di 1917'an de ketin Bexdayê kûrtir bû. Êdî kurd jî wekî alîgirên tirkan û alîgirên îngilîzan bûbûn du parçe." 
 
TESPÎTA ABDULLAH OCALAN: LOZANA CIVAKÎ
 
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 1'ê Tîrmeha 2009'an de, di hevdîtina bi parêzeran re, gotibû: "Lozana di salên 1920'an de, Lozana neteweyî ye. Bi vê Lozanê re komar hat avakirin. Ev komar, heya niha dmeokratîk nebû, lê niha pêdiviya wê bi demokratîkbûyînê re heye. Lewma ez ji vê re dibêjim Lozana Civakî. Bi vê Lozana Civakî re dê hemû derdor bên demokratîkkirin."
 
Mukriyanê destnîşan kir ku fikira "Lozana Civakî" çareserî ye û wiha pê de çû: "Dixwaze pêşengiya Lozana Civakî bike û bi vî awayî di navbera gelan de dostanî çêbibe. Yanî pêkhateyên siyasî yên cuda bi parastina taybetmendiyên xwe yên şexsî dikarin bi hev re bijîn. Ev li gor Ocalan, yekser bi demokrasiyê, bi azadiya jinê ya radîkal û ekolojiyê yanî bi pergala konfederalîzma demokratîk pêkan e. Yanî Ocalan, yeqîn dike ku bi demokratîkbûyîna hemû derdorên civakê û li civakê vegerandina hêza siyasî dê pergala ferzkirş ya Peymana Lozanê ji holê rabe." 
 
MÎNAKA ROJAVAYÊ
 
Mukriyanê destnîşan kir ku di Peymana Lozanê de hebûna gelan esas nehatiye girtin û got: "Peymaneke wiha bû ku ji jor de hatibû formulekirin û li gelan hatibû ferzkirin. Pêşniyaza 'Lozana Civakî' ya Ocalan, berevajî tevdigere. A rast, li cîhaneke ku ji jorê ber ji jêrê ve û bi netew-delwetan avakirî, pêkanîna pergaleke wekî konfederalîzma demokratîk ne hêsan e. Lê belê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo me hêvî ye. Her wiha ger civak baş çarenûsa xwe diyar bike û di vî warî de bibe xwedî akrbidestî dê demokratîk bibe. Bi awayekî dîtir, şensekî fikra 'Lozana Civakî' ya Ocalan heye, lê belê divê li çar parçeyan xwedî li vê bê derketin." 
 
YEKÎTÎ
 
Mukriyanê ku got "Em bi rêxistinkirina girseyan û bi karbidestiya xwerêveberiyê ya civakan dikarin Lozanê têk bibin" bal kişand ser girîngiya yekîtiya neteweyî. Mukriyanê anî ziman ku kurd bi yekîtiyê dikarin ji heq vê derkevin û got ku gava ewil a Lozaneke nû divê yekîtiya kurdan be
 
 
MA / Berîvan Kûtlû 
 

Sernavên din

28/07/2023
09:00 ROJEVA 28'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
08:58 Li Qilebanê ketina 11 herêman hate qedexekirin
27/07/2023
22:55 Êrişî Tirbespiyê hat kirin: 3 kesan jiyana xwe ji dest da
22:52 Li Kolombiyayê li ser paradîgmaya Abdullah Ocalan konferans
19:49 Huseyîn Ok hat girtin
17:53 Li Xîzanê şerekî dijwar: Gov hate bombekirin
17:23 Kesên li Akbelenê hatin binçavkirin hatin berdan
16:45 Li Îranê ji listikvan Sadeghî agahî nayê girtin
16:43 Doza 5 kesên li Nisêbînê hatin kuştin: Li pişt cînayetê sedemên siyasî hene
16:20 Li nêzîkî Hewlerê helîkopterek ket
15:53 Li ser rêya Farqînê qeza çêbû: 2 kes birîndar bûn
15:53 Şêniyên Îkîzkoyê ji bo Akbelenê edalet xwestin
15:18 Malbata Şenyaşar bi cîgirê Wezîrê Dadê re hevdîtin kir
14:22 Li Manîsayê agir bi daristanê ket
14:22 Karkerên DEDAŞ’ê: Em ê bi têkoşînê serbikevin
13:48 Îdianameya rojnamevan Orûç: Ji 35 nûçeyan re daxwaza 22 salan cezayê hefsê
13:48 Hat îdiakirin ku li Girtîgeha Şirnexê tundî li girtiyekî hatiye kirin
12:57 Nobeta Edaletê bir Enqereyê: Rayedarek neçar e ku me guhdar bike
12:52 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
12:50 Dadgerê rêveberên rêxistina sûc berdan tayînî Dadgeha Bilind hate kirin
12:11 Şivanê bi darê zorê biribûn herêma operasyonê hate berdan
12:02 Parêzera rojnamevan Arslan: Xala girtinê dozger û dadgeran nagire nava xwe
11:20 Şewata daristana Kinikê di roja 2'yemîn de ye
11:19 Veguherîna bajêr e yan hêza dewletê ye?
10:26 Li Akbelenê jin pêşengtiyê ji berxwedanê re dikin
09:41 Hevserokê HDP’a Mêrsînê Sariyildiz: Em ê bi axaftina bi gel re derbasî pêvajoyeke xurt bibin
09:28 Çawişê pispor ê digotin winda ye mirî hate dîtin
09:19 Kemer ev 4 roj e dişewite
09:01 Pira ku qeyûm 104 milyon TL ji bo wê xerc kir 7 sal in nehatiye temamkirin
09:00 Di atolyeya xwe de hunera vîtrayê bi ruh û can dike
09:00 CPT, ji bo Îmraliyê xwe li ker û lalîtiyê daniye
09:00 ROJEVA 27'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
26/07/2023
23:26 Li quntarên Cûdiyê agir bi qada daristanî ket
21:54 Li Amedê konsera Sîpan Xelat
20:44 Li Nisêbînê 7 kes hatin binçavkirin
19:00 Li Akbelenê careke din êrişî girseyê hat kirin
18:23 Her 4 ciwanên li Rûbarokê hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:24 Bernameya Mîhrîcana Munzurê hat aşkerakirin
16:04 Li Akbelenê çalakiya rûniştinê hate destpêkirin
15:57 Li dijî zeman kampanyaya îmzeyan hate destpêkirin
15:46 Ji şivanê bi darê zorê birine herêma operasyonê agahî nayên girtin
15:29 Ji ÎHD’ê rapora girtîgehan: 968 binpêkirinên mafan qewimîne
15:24 Li ber PE'yê daxuyaniya bo Abdullah Ocalan: Li dijî tecrîdê bikevin tevgerê
15:01 Tanjû Ozcan ji CHP’ê hate îxrackirin
14:47 Qeyda deng ku şivanan dikin binçavan û gef li wan tê xwarin derket holê
14:21 Malbata Şenyaşar ku ber bi Wezareta Dadê ve meşiya hate astengkirin
14:09 Malbata Şenyaşar: Heke edalet pêk neyê wê têkoşîna me li Enqereyê bidome
13:15 Songul Bagatir a 30 sal in girtîbû tehliye bû
13:06 DFG’ê kongreya xwe li dar xist: Em ê dest ji nivîsandina heqîqetê bernedin
12:47 Li Çemê Dîcleyê jîngeha ajalan hat tunekirin?
12:44 Rojnamevan Evrîm Kepenek hat berdan
11:35 Parlamenteran bi armanca piştevaniyê serdana MA’yê û JINNEWS’ê kirin
11:25 Karkerên DEDAŞ’ê yên ji kar hatin derxistin dest bi çalakiya rûniştinê kirin
11:02 Leşkeran êrişî gundiyên Akbelenê kirin: Ekolojîstek hat binçavkirin
10:07 AYM’ê ji bo serlêdanên HAGB’ê biryara binpêkirinê da
10:00 Şewata li Kemerê sê roj in didome
09:53 Guhertina qanûna nû: Zilamê ku tê ‘efûkirin’ cînayetek nû dike
09:02 ‘Desthilat dixwaze nifşekî li gor bîrdoziya xwe biafirîne'
09:01 Sendîkabûyîn kêm dibe: Divê têkoşîna kedê bê xurtkirin
09:01 Li Botanê civînên gel: Heya tecrîd neyê rakirin dê pirsgirêk çareser nebin
09:01 'Divê xwedî li rojnamevanan bê derketin'
09:00 ROJEVA 26'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
08:49 Li Nisêbînê kesek hat binçavkirin
25/07/2023
23:20 Li Rûbarokê leşkeran 4 ciwan binçav kirin
21:28 Li Nisêbînê polîsan avêt ser malekê: Kesekî jiyana xwe ji dest da
18:42 Rojnamevan Akyuz, Yukler û Denîz hatin berdan
17:55 Nûçegihanê me Arslan hat girtin
16:44 Ji rojnamevanan pirsa ‘Çima te twît parve kiriye’ hat kirin
16:19 Hejmara rojnamevanên hatine binçavkirin derket 5’an
15:39 Parlamenterên Partiya Çepên Kesk li ber wezaretê protestoya zemê li dar xist
15:20 Li Hezexê agir bi çoltera gundekî ket
15:18 Akin: Operasyonan û tundiyê bi dawî bikin
15:00 Di erdheja Edeneyê de 8 kes birîndar bûn
14:43 Li dijî bihakirinê nerazîbûn: Tenê lêçûnên bombeyan ji bo budçeya gel bes e
14:33 Komeleya Rojnamevanan a Kurdistanê zextên li ser rojnamevanan şermezar kir
14:22 Li ser sînor liv û tevgera ambulans û helîkopteran
14:12 Rojnamevan Evrîm Kepenek hat binçavkirin
13:28 7 aktîvîstên kurd ku mudaxileyî şewatê kirin mayîn bi wan ve teqiya
13:23 ÎHD’a Îzmîrê: Li girtîgehên Egeyê 785 binpêkirinên mafan qewimîne
12:54 DEDAŞ’ê ji sedî zedetir karker bêtezmînat ji kar derxist
12:53 Şivan birin oprasyonê û zozan li bêrîvanan hatin qedexekirin
12:28 Li Xîzanê operasyon û bombebaran didome
12:00 Karkerê PTT’ê yê ku tavê lê da jiyana xwe ji dest da
11:46 Ji ber erdhejê rêya Kozan-Fekeyê hate girtin
11:27 Hinceta binçavkirina rojnamevan Akyuz: Parvekirina nûçeya tayînkirina dozger û dadger e
10:55 Li Edeneyê erd hejiya
10:55 Hevşaredara Pirsûsê Çevîk a ji kar hatibû girtin, beraet kir
10:40 Parêzer 29 meh in ji bo biçin Îmraliyê serlêdan dikin
10:33 Li Zapê şerê dijwar diqewime
10:32 Li Wanê leşkerek bi awayek guman mir
10:31 Lîtreya benzînê bû 36 lîre
10:03 Tecrîda girankirî ket meha 29’emîn: Herî kêm 426 serlêdanên hevdîtinê hatine kirin
09:08 Rojnamevan Baksî: Erdogan destvala ji NATO'yê vegeriya
09:08 Xeber ji Îmraliyê nayê girtin: Divê hemû demokrasîxwaz li dijî tecrîdê rabin
09:07 Dozgeriyê xwest biryara beraetê ya der barê Ûysal de bê xerakirin
09:06 Odûncû: Divê bêhiqûqiya li Îmraliyê bi dawî bibe
09:04 Zimanzan Samî Tan: Divê em daxwaza tunekirina ziman di qirika wan de bihêlin
09:00 ROJEVA 25'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
07:56 3 rojnamevan hatin binçavkirin
24/07/2023
22:30 Li Çiyayê Sipêrêzê operasyona leşkerî