Li Tirkiyeyê 'Roja Çapemeniyê': Sansur, tundî, binçavkirin, girtin…

  • rojane
  • 11:20 24 Tîrmeh 2023
  • |
img

STENBOL - Rojnameger 24’ê Tîrmehê Roja Têkoşîna ji bo Azadiya Çapemeniya, bi sansur, tundî, binçavkirin û girtinan pêşwazî dikin. Rojnamegerên di şopa heqiqetê de israr dikin anîn ziman ku peywira wan li ser dîrokê nîşeyekê hiştin û rastiyan ragihandin e û gotin: “Tu zext nikarin vê yekê asteng bikin.”

 
Rojnamegeran di dîroka 24’ê Tîrmeha 1908’an de dema ku Meşrûtiyet hat îlankirin, biryar dan ku ew ê rojnameyên xwe nîşanî “Desteya Sanurê" û karmendên sansurê nedin. Haman roj a 24’ê Tîrmehê di sala 1948’an de ji hêla Cemiyeta Rojnamegeran a Tirkiyeyê ve wek "Roja Têkoşîna ji bo Azadiya Rojnamegeriyê” hate ragihandin. Lê belê ji wê rojê heya îro ne sansûr ne zextên ne jî binpêkirinên mafan ên rojnamegeran, qet bi dawî nebûn.
 
Li gorî rapora Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) ya meha hezîranê, ji 1’ê tîrmehê ve 75 rojnameger girtî ne. Di danişîna 11’ê tîrmehê hatiye lidarxistin de 15 rojnamegerên kurd hatin berdan. Li gorî vê encamê hejmara rojnamegeran ku tên girtin daket lê bele li gel hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglû, edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Sedat Yilmaz, Gerînendeyê Giştî yê Weşana TELE1’ê Merdan Yanardag, gelek rojnamegerên din ji ber xebatên xwe yên rojnamegeriyê hê jî girtî ne. 
 
Rojnamegeran têkildarî zext, sansur û astengiyên ku ji ber karê xwe dikin, di 24’ê Tîrmehê Roja Têkoşîna ji bo Azadiya Çapemeniyê de ji ajansa me re, hin nirxandinan kirin. 
 
EREN: ÇAPEMENÎ QET AZAD NEBÛ
 
Faruk Eren
 
Serokê Giştî yê Sendîkaya Kebatkarên Weşan û Matbaayê yên Çapemeniyê (Basin Îş) ya girêdayî Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) Faruk Eren destnîşan kir ku li Tirkiyeyê çapemenî tu caran azad nebû û anî ziman ku desthilatdaran ji bere heya niha tim xwestin çapemenî û Rojnamegeran di bin kontrola xwe de bigirin. Eren bi bîr xist ku rojnamegerên ku heqîqetê dinivîsin tim dibin hedefa desthîlatê û kuştinên Gerînendeyê Weşana Giştî yê Rojnameya Agos’ê, Hirant Dînk û Rojnamegerê kurd Kadrî Bagdû bi bîr xist. Eren wiha axivî: “Li Tirkiyeyê di bin kontrola dewletê de kuştin pêk hatin. Her roj li ciheke welat rojnamegerek tê darizandin.”
 
ALTINTAŞ: ROJNAMEGERÊN KURD DIBIN HEDEF 
 
Bariş Altintaş
 
Hevrêveberê Komeleya Xebatên Medya û Hiqûqê (MLS) Bariş Altintaş destnîşan kir ku desthilatê li dijî rojnamegeran “pêngava tengkirinê” daye destpêkirin û bi bîr xist ku rojnameger kurd tim bi sûcdariya “terorê" re rû bi rû dimînin. Altintaş anî ziman ku desthilatên otorîter di serî de çapemeniyê bi dest dixin û got: “Sedema vê yekê ji ber partî dibin partiyên dewletê. Dewlet tim ji rojnamegerên rexnegir aciz e. Rojnamegerên çalakiya Dayikên Şemiyê dişopand bi derbkirinê hate girtin, qirika hevaleke me şidandin, tiliya rojnamegera biranîna Pirsûsê dişopand, hate şikandin.”
 
TAŞTAN: TIŞTEKÎ KU EM PÎROZ BIKIN TUNE
 
Ûmût Taştan
 
Nûçegihanê Arti TV’yê Ûmût Taştan da zanîn ku bi derxistina “Kanûna Sansurê” li Kurdistanê zextên li dijî rojnamegeran zêde bûne û li gel bal kişandina 15 rojnamegerên hatine berdan ev tişt got: “Li vê derê hedef ne em in, hedef gelê kurd, daxwazên gelê kurd û rojnamegerî ye. Ew bi rojnamegeriyê ji bo daxwazên gelê kurd ragihînin pêk tînin. Em nikarin niha bêjin “Cejna Çapemeniyê. Ji ber tiştekî ku em pîroz bikin tune. Xebatkarên çapemeniyê dengê Malbata Şenyaşar û qetilkirina Kemal Kûrkût ji raya giştî re ragihandin. Di şopandina nûçeyê de tiliya Fatoş Erdogan şikandin. Hem dema binçavkirinê hem jî li midûriyeta polîsan îşkence berdewam kir."
 
KURAY: PEYWIRA ME LI SER DÎROKÊ NÎŞE HIŞTIN E
 
Zeynep Kuray
 
Rojnameger Zeynep Kuray jî anî ziman ku rojnamegerên di heqîqetê de israr dikin, tim bi îşkence, binçavkirin û girtinan tên cezakirin û got: Li Welêt faşîzm zêde dibe. Her ku faşîzm zêde dibe zext û astengkirin jî zêde dibin. Di nava dewletê de kê herî xerab be, ew terfiyê distîne. Êdî pergal wisa ye. Lê peywira me li ser dîrokê nîşe hiştin, û ragihandina rastiyan e. Tu zext nikarin pêşî li vê yekê bigirin. Em ê şopandina heqîqetê bidomînin.”
 
MA / Ferdî Bayram
 

Sernavên din

28/07/2023
09:03 ‘Heke dengekî xurt derkeve wê tecrîd bi dawî bibe’
09:02 Serlêdanên Filmamedê bi dawî dibin: Em li benda filmên we ne
09:00 ROJEVA 28'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
08:58 Li Qilebanê ketina 11 herêman hate qedexekirin
27/07/2023
22:55 Êrişî Tirbespiyê hat kirin: 3 kesan jiyana xwe ji dest da
22:52 Li Kolombiyayê li ser paradîgmaya Abdullah Ocalan konferans
19:49 Huseyîn Ok hat girtin
17:53 Li Xîzanê şerekî dijwar: Gov hate bombekirin
17:23 Kesên li Akbelenê hatin binçavkirin hatin berdan
16:45 Li Îranê ji listikvan Sadeghî agahî nayê girtin
16:43 Doza 5 kesên li Nisêbînê hatin kuştin: Li pişt cînayetê sedemên siyasî hene
16:20 Li nêzîkî Hewlerê helîkopterek ket
15:53 Li ser rêya Farqînê qeza çêbû: 2 kes birîndar bûn
15:53 Şêniyên Îkîzkoyê ji bo Akbelenê edalet xwestin
15:18 Malbata Şenyaşar bi cîgirê Wezîrê Dadê re hevdîtin kir
14:22 Li Manîsayê agir bi daristanê ket
14:22 Karkerên DEDAŞ’ê: Em ê bi têkoşînê serbikevin
13:48 Îdianameya rojnamevan Orûç: Ji 35 nûçeyan re daxwaza 22 salan cezayê hefsê
13:48 Hat îdiakirin ku li Girtîgeha Şirnexê tundî li girtiyekî hatiye kirin
12:57 Nobeta Edaletê bir Enqereyê: Rayedarek neçar e ku me guhdar bike
12:52 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
12:50 Dadgerê rêveberên rêxistina sûc berdan tayînî Dadgeha Bilind hate kirin
12:11 Şivanê bi darê zorê biribûn herêma operasyonê hate berdan
12:02 Parêzera rojnamevan Arslan: Xala girtinê dozger û dadgeran nagire nava xwe
11:20 Şewata daristana Kinikê di roja 2'yemîn de ye
11:19 Veguherîna bajêr e yan hêza dewletê ye?
10:26 Li Akbelenê jin pêşengtiyê ji berxwedanê re dikin
09:41 Hevserokê HDP’a Mêrsînê Sariyildiz: Em ê bi axaftina bi gel re derbasî pêvajoyeke xurt bibin
09:28 Çawişê pispor ê digotin winda ye mirî hate dîtin
09:19 Kemer ev 4 roj e dişewite
09:01 Pira ku qeyûm 104 milyon TL ji bo wê xerc kir 7 sal in nehatiye temamkirin
09:00 Di atolyeya xwe de hunera vîtrayê bi ruh û can dike
09:00 CPT, ji bo Îmraliyê xwe li ker û lalîtiyê daniye
09:00 ROJEVA 27'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
26/07/2023
23:26 Li quntarên Cûdiyê agir bi qada daristanî ket
21:54 Li Amedê konsera Sîpan Xelat
20:44 Li Nisêbînê 7 kes hatin binçavkirin
19:00 Li Akbelenê careke din êrişî girseyê hat kirin
18:23 Her 4 ciwanên li Rûbarokê hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:24 Bernameya Mîhrîcana Munzurê hat aşkerakirin
16:04 Li Akbelenê çalakiya rûniştinê hate destpêkirin
15:57 Li dijî zeman kampanyaya îmzeyan hate destpêkirin
15:46 Ji şivanê bi darê zorê birine herêma operasyonê agahî nayên girtin
15:29 Ji ÎHD’ê rapora girtîgehan: 968 binpêkirinên mafan qewimîne
15:24 Li ber PE'yê daxuyaniya bo Abdullah Ocalan: Li dijî tecrîdê bikevin tevgerê
15:01 Tanjû Ozcan ji CHP’ê hate îxrackirin
14:47 Qeyda deng ku şivanan dikin binçavan û gef li wan tê xwarin derket holê
14:21 Malbata Şenyaşar ku ber bi Wezareta Dadê ve meşiya hate astengkirin
14:09 Malbata Şenyaşar: Heke edalet pêk neyê wê têkoşîna me li Enqereyê bidome
13:15 Songul Bagatir a 30 sal in girtîbû tehliye bû
13:06 DFG’ê kongreya xwe li dar xist: Em ê dest ji nivîsandina heqîqetê bernedin
12:47 Li Çemê Dîcleyê jîngeha ajalan hat tunekirin?
12:44 Rojnamevan Evrîm Kepenek hat berdan
11:35 Parlamenteran bi armanca piştevaniyê serdana MA’yê û JINNEWS’ê kirin
11:25 Karkerên DEDAŞ’ê yên ji kar hatin derxistin dest bi çalakiya rûniştinê kirin
11:02 Leşkeran êrişî gundiyên Akbelenê kirin: Ekolojîstek hat binçavkirin
10:07 AYM’ê ji bo serlêdanên HAGB’ê biryara binpêkirinê da
10:00 Şewata li Kemerê sê roj in didome
09:53 Guhertina qanûna nû: Zilamê ku tê ‘efûkirin’ cînayetek nû dike
09:02 ‘Desthilat dixwaze nifşekî li gor bîrdoziya xwe biafirîne'
09:01 Sendîkabûyîn kêm dibe: Divê têkoşîna kedê bê xurtkirin
09:01 Li Botanê civînên gel: Heya tecrîd neyê rakirin dê pirsgirêk çareser nebin
09:01 'Divê xwedî li rojnamevanan bê derketin'
09:00 ROJEVA 26'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
08:49 Li Nisêbînê kesek hat binçavkirin
25/07/2023
23:20 Li Rûbarokê leşkeran 4 ciwan binçav kirin
21:28 Li Nisêbînê polîsan avêt ser malekê: Kesekî jiyana xwe ji dest da
18:42 Rojnamevan Akyuz, Yukler û Denîz hatin berdan
17:55 Nûçegihanê me Arslan hat girtin
16:44 Ji rojnamevanan pirsa ‘Çima te twît parve kiriye’ hat kirin
16:19 Hejmara rojnamevanên hatine binçavkirin derket 5’an
15:39 Parlamenterên Partiya Çepên Kesk li ber wezaretê protestoya zemê li dar xist
15:20 Li Hezexê agir bi çoltera gundekî ket
15:18 Akin: Operasyonan û tundiyê bi dawî bikin
15:00 Di erdheja Edeneyê de 8 kes birîndar bûn
14:43 Li dijî bihakirinê nerazîbûn: Tenê lêçûnên bombeyan ji bo budçeya gel bes e
14:33 Komeleya Rojnamevanan a Kurdistanê zextên li ser rojnamevanan şermezar kir
14:22 Li ser sînor liv û tevgera ambulans û helîkopteran
14:12 Rojnamevan Evrîm Kepenek hat binçavkirin
13:28 7 aktîvîstên kurd ku mudaxileyî şewatê kirin mayîn bi wan ve teqiya
13:23 ÎHD’a Îzmîrê: Li girtîgehên Egeyê 785 binpêkirinên mafan qewimîne
12:54 DEDAŞ’ê ji sedî zedetir karker bêtezmînat ji kar derxist
12:53 Şivan birin oprasyonê û zozan li bêrîvanan hatin qedexekirin
12:28 Li Xîzanê operasyon û bombebaran didome
12:00 Karkerê PTT’ê yê ku tavê lê da jiyana xwe ji dest da
11:46 Ji ber erdhejê rêya Kozan-Fekeyê hate girtin
11:27 Hinceta binçavkirina rojnamevan Akyuz: Parvekirina nûçeya tayînkirina dozger û dadger e
10:55 Li Edeneyê erd hejiya
10:55 Hevşaredara Pirsûsê Çevîk a ji kar hatibû girtin, beraet kir
10:40 Parêzer 29 meh in ji bo biçin Îmraliyê serlêdan dikin
10:33 Li Zapê şerê dijwar diqewime
10:32 Li Wanê leşkerek bi awayek guman mir
10:31 Lîtreya benzînê bû 36 lîre
10:03 Tecrîda girankirî ket meha 29’emîn: Herî kêm 426 serlêdanên hevdîtinê hatine kirin
09:08 Rojnamevan Baksî: Erdogan destvala ji NATO'yê vegeriya
09:08 Xeber ji Îmraliyê nayê girtin: Divê hemû demokrasîxwaz li dijî tecrîdê rabin
09:07 Dozgeriyê xwest biryara beraetê ya der barê Ûysal de bê xerakirin
09:06 Odûncû: Divê bêhiqûqiya li Îmraliyê bi dawî bibe
09:04 Zimanzan Samî Tan: Divê em daxwaza tunekirina ziman di qirika wan de bihêlin
09:00 ROJEVA 25'Ê TÎRMEHA 2023'YAN