Rojnamevan Baksî: Erdogan destvala ji NATO'yê vegeriya

  • rojane
  • 09:08 25 Tîrmeh 2023
  • |
img
STENBOL - Rojnamevan Kurdo Baksî diyar kir ku Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan destvala ji Civîna NATO'yê vegeriyaye û got ku li Swêdê îadekirina kurdan nehatiye nîqaşkirin. 
 
Civîna dawî ya NATO'yê di navbera 11-12'ê tîrmehê de li bajarê Vîlnîûs ê Lîtvanyayê hat lidarxistin. Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan ku bi argumanên xwe yên dijminatiya kurdan dike çû civînê, ji bo endamtiya NATO'yê ya Sêwêdê ku li dijî wê radibû, îşaret bi parlamentoyê kir. Rojnamevan Kurdo Baksî ku civîna NATO'yê ji nêz ve şopand, diyar kir ku Erdogan di civîna NATO'yê de siyaseta şantajê kiriye û got ku destvala vegeriyaye. 
 
‘ERDOGAN DESTVALA VEGERIYA'
 
Baksî anî ziman ku Erdogan destvala ji civînê vegeriyaye û got ku lê li gorî ya niha Tirkiye di civîna NATO'yê ya di 28'ê hezîrana 2022'yan de gelek detskeftî bi dest xistibûn. Baksî destnîşan kir ku Tirkiye dest ji şertên xwe yên ku berê dabûn ber Swêdê berdaye û got: "Piştî civîna NATO'yê ya li Vîlnîûsê, kurdan car din vegeiryan eyarên xwe yên berê. Her wiha di vê civînê de li bara raya navnetewyeî kişf bû ku Erdogan şantajker e. Ma dê Swêd wekî din çi bikira? Tirkiye welatekş ne demokratîk e û rêveberiya wê di dest keskeî dîktator de ye. Her wiha parlementoya wê naxebite, dadgeha wê naxebite û mafên mirovan esas nayên girtin. Em behsa desthilateke wiha dikin." 
 
Baksî bilêv kir ku endamtiya Swêdê ya ji bo NATO'yê temam nebûye û got: "Erdogan erê kir lê dibêje, 'Lê  ger ji bo firotina F 16an kongreya Amerîkayê hebe, yê me jî parlementoya me heye'. Heya 1'ê cotmehê dê çi biqewime em jî nizanin. Niha em dikarin bibêjin ku ji bo Swêd bibe endamê NATO'yê Erdogan derî vekir. Lê hê îmzeya dawî nehatiey avêtin. Wekî hûn dizanin divê biryara parlementoyê ya hemû welatên endam hebe. Heya niha hem MAcaristan hem jî Tirkiye dengdayîn nekiriye. Lewma em nikaribin bibêjin endmatî temam bûye. Helbet ji ber ku Erdogan bê pere û bê çek maye, dê heya kêliya dawî jî vetoyê bi kar bînine." 
 
ÎADEKIRINA KURDAN NAYÊ NÎQAŞKIRIN'
 
Baksî anî ziman ku li Swêdê li ser îadekirina kurdên ku Erdogan ew hedef nîşan dane nayê nîqaşkirin û got: "Li Swêdê ji bo kurdan meş serbest in. Mijara alayan jî wiha ye. Kî bixwaze kîjan alayê veke dê veke. Li vir vekirina alaya PKK'ê û meş tu carî dê nebin pirsgirêk. Yanî kurd dê meşên xwe bidomînin. Dê di radyoyên Swêdê de pêşkêşkirina nûçeyên bi kurdî bidome. Dê li vir ji bo kurdan zor û zehmetiyek nebe." 
 
PLANÊN JI BO ÊRIŞA LI DIJÎ ROJAVA
 
Baksî da zanîn ku êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên piştî civînê jî bi têkiliya di navebra Erdogan û Pûtîn re girêda û got: "Dibe ku beriya hilbijartinên herêmî plansaziyeke dagirkeriyê ya Erdogan hebe. Lê ez yeqîn nakim dê DYA û Rûsya destûrê bidin. Lê gava pereyê Erdogan diqede û hilbijartin nêz dibe, şerê li Kurdistanê ji bo wî bûye projeya jiyanê." 
 
MA / Omer Îbrahîmoglû

Sernavên din

31/07/2023
15:21 Rojnamevanê girtî Yilmaz: Rojên azad nêz in
14:10 Li Xîzanê qedexeya fîîlî: Dar tên birîn
13:36 Li Îranê 2 kurd hatin girtin
13:29 Mamosteyê ji tecawizê girtî bû beriya biryarê hate berdan
12:26 Mûçeyê kêmtirîn kete bin sînorê birçîbûnê
12:15 MYK’yên HDP’ê û Partiya Çepên Kesk civiyan
12:04 Serokê TBB’ê li Akbelenê ye: Em gavekê jî bi paş ve neavêjin
11:43 Êrişkarekî din ê Esenyûrtê hate binçavkirin
10:52 Êrişên li dijî Şêrawayê berdewam dikin
10:51 Piştevaniya Mor birînên gel derman dike
10:39 ‘Divê ji Akbelenê heta Cûdî têkoşîn bibe yek’
09:20 Danişîna faîlê Sakîne Kultur sibê ye
09:08 Li Amedê kirê firiyan: Kesên ji bo kirê bidin kredî dikişînin hene
09:03 Hevserokê Komeleya Wêjekarên Kurd Dîjle: Armanc berbiçavkirina wêjeya kurdî ye
09:02 Eren: Rexne û peşniyar dê şekil bidin siyaseta me
09:01 Karamûs: Divê em li dijî Lozanê bi stratejiya netewî yekîtiya xwe pêk bînin
09:00 ROJEVA 31'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
30/07/2023
23:49 Li Elkê ketina 4 herêman hate qedexekirin
23:21 Di êrîşa dewleta tirk de 3 kes birîdar bûn
22:11 Rojnamevan Arslan navnîşana xwe ya girtîgehê parve kir
20:46 ‘Daristan bi polîtîkayên ewlehiyê tên tunekirin’
19:27 Panela Lozanê ya HDK’ê: Pêşengên jiyana nû jinên kurd in
18:35 ‘Paşeroj û pêşeroja gelekê nikare bi peymanekê bê qedandin’
17:45 Li Êlihê di şerê biçek de kesekî jiyana xwe ji dest da
17:21 MYK’yên HDP’ê û Partiya Çepên Kesk dicivin
16:34 HDP’a Stenbolê kongreya xwe ya awarte li dar xist
16:34 HSD’ê îdiayên Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê derewand
16:04 Parêzer Emekçî: Bi komara demokratîk Lozan dikare bêfonksiyon bê hiştin
15:30 Îşkenceya GBT’ê li zarokên ku cilên neteweyî li wan bû hat kirin!
15:11 Li Elkê yek jê jin du kes hatin kuştin
14:04 Ferdên malbata Dedeogûllari hatin bibîranin: Ev qetlîam encama polîtîkaya înkarê ye
13:46 Panela sedsaliya Lozanê: Divê peymanek civakî ya nû bê nivîsandin
11:50 Ji êrişkarên dikana tekelê yek hat girtin
11:28 2 sal derbas bûn hê jî piştperdeya qetlîama malbata Dedeogûllari nehatiye eşkerekirin
10:56 Li Qersê otobusa rêwiyan ji pirê ket xwarê: 7 kes mirin 22 kes birîndar bûn
10:55 Navenda Til Rifat hat bombebarankirin
09:33 MÎASÎN li Zarok Ma’yê konserek pirzimanî li dar xist
09:08 Ciwanên Rûbarokê: Îşkenceya leşkeran veguheriye tiştekî kêfî
09:01 Bihuşta veşarî ya Faraşînê: Gola Çalyanê
09:00 ROJEVA 30'YÊ TÎRMEHA 2023'YAN
07:52 Helbestkar Dost Çiyayî hat bibîranîn
29/07/2023
21:28 Ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan meşiyan
19:59 Çetîn Abayay li ser gora xwe hat bibîranîn
16:20 Li Nisêbînê 2 kesên din jî hatin berdan
16:15 ÇGD’ê xelat da wêneyê ‘Giraniya kîsekî’
16:02 Li Akbelenê cara duyemîn êriş hate kirin
15:55 Hat xwestin ku 5 girtiyên nexweş ên li Girtîgeha Kirşehîrê bên berdan
15:50 Emîne Şenyaşar serdana ÎHD’ê kir
15:37 Ji bo girtiyê nexweş Kûday bang kirin: Bila demildest bê berdan
14:20 ÎHD’a Îzmîrê: Bila faîlên Ferhat Tepe werin darizandin
13:56 Dorpêça li Galatasarayê li gelek bajaran hate şermezarkirin
13:01 Rojnamevan Arslan: Adeta min bi awayek ‘torpîl’ xistin hepsê
12:46 Xizmên Windakiriyan li faîlên Ozalp pirsîn
12:37 Çalakiya Dayikên Şemiyê: Wezîr, walî û qeymeqam sûc dikin
11:55 Darên kevnar ên tên birîn bi kamyonan tên kişandin
11:31 Binpêkirinên li girtîgeha 9 rojan lê hate ragirtin vegotin
10:51 Li Akbelenê leşkeran êrişî welatiyan kir: 18 kes hatin binçavkirin
10:07 Agirê duh li Licê bi daristanê ketî, hat vemirandin
09:57 ‘Li dijî qirkirina ekolojiyê divê têkoşîneke hevpar bê dayîn’
09:03 Li Daristana Akbelenê welatî di bin dorpêçê de ne
09:02 Li Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê kurs dest pê dikin
09:01 'Dema tecrîd hate rakirin dê krîz jî çareser bibin'
09:00 Endamê Lijneya Rêveber a Navendî ya DBP'ê Şeker: Divê tecrîd ji holê bê rakirin
09:00 Bi xendekan gundên li sînor veguherandine qereqolan!
09:00 ROJEVA 29'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
08:24 Cenazeyê Şehmus Akyol hat veşartin
28/07/2023
22:49 Geliyê Bêtkarê hat bombeberankirin
22:07 Cenazeyên 3 HPG'iyan radestî malbatên wan hatin kirin
21:59 Li Sûrp Gîragosê konsera MÎASIN’ê
20:57 Ciwanan bang kir: Çiyayê Cûdî dişewite deng bidin
19:18 Rêxistina HDP'ê ya Enqereyê serdana MA'yê kir
19:13 Li Nisêbînê keseke din jî hat berdan
16:41 Li Şemzînanê ajokarên teqsiyan qontax girtin
16:39 Saziyên Sivîl ên Civakî: Li 5 girtîgehan tecrîdê derxistine asta herî jor
16:16 Rojnamevan Arslan di hucreya yek kesî de tê ragirtin
15:49 'Rêya edaletê di Roboskî re derbas dibe’
15:38 ÎHD’ê rapora 23 girtîgehan aşkere kir: Hezar û 203 binpêkirin qewimîne
15:25 Baroya Îzmîrê ji parlamenteran re nameyên 'xwekuştinê' şand
14:49 Berxwedana karkerên DEDAŞ’ê di roja 3’yemîn de ye
14:26 Li Amedê dema hişkirina zerzewatan dest pê kir
13:52 Li Lîcê agir bi daristanê ket
13:11 Ciwanên Kurd dê sibê ji bo Abdullah Ocalan dakevin qadan
13:10 Li Xîzanê dorpêç di roja 26’an de ye: Kesê ‘teslîmiyet’ qebûl nekir jiyana xwe ji dest da
12:50 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:45 Tundiya zilam bû sedema ku zarok ji ber biçe
11:49 Beştaş: Li Kurdistanê daristan ji bo qereqol bên çêkirin tên şewitandin
11:02 ‘Mirin da ber çavan û rojnamegerî kir’
11:01 Ji Weşanxaneya Aramê 2 pirtûkê nû
10:39 Di ser ‘33 Gule’ re 80 sal derbas bûn
10:38 Demîr: Divê li Îmraliyê bi zexta civakî bingeha hevdîtinê bê avakirin
09:04 ‘Şoreşa Rojava bersiva herî xurt e li dijî Peymana Lozanê'
09:04 Salek e kujerê Zerkînê nehatiye zeftkirin
09:03 Girtî Çetîner bal kişand ser binpêkirinên mafan: Em ê serî netewînin
09:03 ‘Heke dengekî xurt derkeve wê tecrîd bi dawî bibe’
09:02 Serlêdanên Filmamedê bi dawî dibin: Em li benda filmên we ne
09:00 ROJEVA 28'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
08:58 Li Qilebanê ketina 11 herêman hate qedexekirin
27/07/2023
22:55 Êrişî Tirbespiyê hat kirin: 3 kesan jiyana xwe ji dest da
22:52 Li Kolombiyayê li ser paradîgmaya Abdullah Ocalan konferans
19:49 Huseyîn Ok hat girtin