Akin: Operasyonan û tundiyê bi dawî bikin

  • rojane
  • 15:18 25 Tîrmeh 2023
  • |
img
ENQERE - Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin di komcivîna partiya xwe de axivî û bal kişand zext û operasyonên li dijî xelkê bakurê Kurdistanê tê kirin û got "Xelkê me yê Xîzanê mehek e nikare baxçeyên xwe av bide û derkeve derve. Bombeyan bi ser axa xelkê ve tên barandin." 
 
Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin li Meclisê komcivîna partiya xwe ya heftane li dar xist û mijarên di rojevê de nirxandin. 
 
Îbrahîm Akin bi bîranîna 33 qurbanyên Komkujiya Pirsûsê dest bi axaftina xwe kir û got ew ê xwedî li bîranîn, xeyal û têkoşîna wan derkevin. 
 
Akin bal kişand ser êrişa cerdevanan a li navçeya Wêranşarê ya li dijî welatiyên êzidî û got: “Civaka êzidî seranserî dîrokê bi cihên ji war û cihên xwe bûn û bi qetlîaman re rû bi rû man. Niha jî li Wêranşara Rihayê çeteyên cerdervanan dixwazin êzidiyan ji av û axa wan bikin. Nikarin bikevin gundê xwe. Gorên wan tên xerakirin. Ez li vir gazî Waliyê Rihayê dikim, hûn neçarin xwedî li mafên welatiyên me êzidî derkevin û li dijî cerdevanan wan biparêzin û xwedî li mal û milkên wan derkevin.” 
 
KOMARA DEMOKRATÎK 
 
Akin bal kişand ser salvegera sed saliya Peymana Lozanê ku Kurdistan kir çar parçeyan û diyar kir ku divê dewleta tirk bi vê yekê re hevrû bibe û komarek demorkatîk bi Lozanek nû pêkan e. 
 
'EV PERE BI KU VE ÇÛN?' 
 
Akin bal kişand ser Yasaya Torbayê ya li Meclisê hat qebûlkirin û wiha axivî: “Meclis li gorî fermanên rejîma qesrê tevger dike û ev yek di warê sazîbûnê de Meclisê bêbandor dihêle. Em ê qet qebûl nekin ku Meclisek bi vî rengî were birêvebirin. Meclisek ku li gorî ferman û biryarên Qesrê bixebite û were birêvebirin, nikare îradeya Tirkiyeyê temsîl bike. Yasaya Torba zem, bihakirin, zilm û desteserkirina pereyên xelkê ye. Budçeya sala 2023’yan di nava 6 mehan de hatiye xerckirin. Gelo ev pere û budçe bi ku ve çû? Hûn nikarin ji vî gelî re ewqas derewan bikin, em ê hemû derewên we yek bi yek teşhîr bikin.
 
RIZGARIYA JI KRÎZÊ 
 
Erdogan dibîne ku ev bude têra van zemên ku dike nake. Wisa xuya dike ku wê rewşa aboriya li Tirkiyeyê nikare vî barî hilde. Xelasbûn û bidawîkirina vê krîzê gelek zor xuya dike. Niha jî Erdoganû kabîneya wî xwe diavêjin dergeh û deriyên welatên ereb û welatên rojava.”
 
‘TUNDÎ LI XELKÊ TÊ KIRIN’ 
 
Akin bal kişand ser tundî û zextên li xelkê tê kirin û wiha got: “Li vî welatî bi qasî giraniya şert û mercan tundiya giran jî heye. Polîs û leşker dijqanûnî terorê dikin, tundiyê dikin. Ev tundî li her deverê Tirkiyeyê belav bûye û kirine rewşek rûtîn. Em vê ji dîrokê dizanin. Nikarin civakê û welat bi rê ve bibin niha jî fermana tundiyê û îşkenceyê didin. Mafê herî demorkatîk jî ditepsînin û asteng dikin.
 
ZILMA LI SER DAYIKÊN ŞEMIYÊ 
 
Yek ji vê tundiya ku tê kirin jî li ser Dayikên Şemiyê li Qada Galatasarayê tê kirin. Her hefte tundî li wan tê kirin û wan dixin binçavan. Em dibêjin demildest dest ji vê tundiyê berdin. Hûnê di bin hêrsa gelan de bimînin. Em carek din li vir hişyariyê didin îktidarê. “ 
 
QEDEXEYA LI XÎZANÊ 
 
Akin bal kişand ser qedexeya derketin û operasyona leşkerî ya li herêma Xîzana Bedlîsê û got: “Niha li Xîzanê tiştên ecêb diqewimin. Xelk nikare derkeve derve, nikarin sewalên xwe xwedî bikin, nikarin biçin nav zeviyên û di bin zexta dewletê de ne. Agir bi devî û geliyê wan dixin, bombeyan bi ser axa wan de dibarînin. Em vê zîhniyeta ku li wir bombeyana dibarîne şermezar dikin. Em bi gelê xwe re ne.”
 
TÊKOŞÎNA BO AZADIYÊ 
 
Akin destnîşan kir ku tevî ewqas şert û mercên giran ên li Tirkiyeyê jî têkoşîna ji bo azadiyê, demokrasiyê wezîfeya wan sereke ye û barê li ser milê wan e û got ku partiya wan xwe ji nûve birêxistin dike û radibe û dê ew û gel bi hev re her tiştî biguherînin. 
 
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

31/07/2023
14:10 Li Xîzanê qedexeya fîîlî: Dar tên birîn
13:36 Li Îranê 2 kurd hatin girtin
13:29 Mamosteyê ji tecawizê girtî bû beriya biryarê hate berdan
12:26 Mûçeyê kêmtirîn kete bin sînorê birçîbûnê
12:15 MYK’yên HDP’ê û Partiya Çepên Kesk civiyan
12:04 Serokê TBB’ê li Akbelenê ye: Em gavekê jî bi paş ve neavêjin
11:43 Êrişkarekî din ê Esenyûrtê hate binçavkirin
10:52 Êrişên li dijî Şêrawayê berdewam dikin
10:51 Piştevaniya Mor birînên gel derman dike
10:39 ‘Divê ji Akbelenê heta Cûdî têkoşîn bibe yek’
09:20 Danişîna faîlê Sakîne Kultur sibê ye
09:08 Li Amedê kirê firiyan: Kesên ji bo kirê bidin kredî dikişînin hene
09:03 Hevserokê Komeleya Wêjekarên Kurd Dîjle: Armanc berbiçavkirina wêjeya kurdî ye
09:02 Eren: Rexne û peşniyar dê şekil bidin siyaseta me
09:01 Karamûs: Divê em li dijî Lozanê bi stratejiya netewî yekîtiya xwe pêk bînin
09:00 ROJEVA 31'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
30/07/2023
23:49 Li Elkê ketina 4 herêman hate qedexekirin
23:21 Di êrîşa dewleta tirk de 3 kes birîdar bûn
22:11 Rojnamevan Arslan navnîşana xwe ya girtîgehê parve kir
20:46 ‘Daristan bi polîtîkayên ewlehiyê tên tunekirin’
19:27 Panela Lozanê ya HDK’ê: Pêşengên jiyana nû jinên kurd in
18:35 ‘Paşeroj û pêşeroja gelekê nikare bi peymanekê bê qedandin’
17:45 Li Êlihê di şerê biçek de kesekî jiyana xwe ji dest da
17:21 MYK’yên HDP’ê û Partiya Çepên Kesk dicivin
16:34 HDP’a Stenbolê kongreya xwe ya awarte li dar xist
16:34 HSD’ê îdiayên Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê derewand
16:04 Parêzer Emekçî: Bi komara demokratîk Lozan dikare bêfonksiyon bê hiştin
15:30 Îşkenceya GBT’ê li zarokên ku cilên neteweyî li wan bû hat kirin!
15:11 Li Elkê yek jê jin du kes hatin kuştin
14:04 Ferdên malbata Dedeogûllari hatin bibîranin: Ev qetlîam encama polîtîkaya înkarê ye
13:46 Panela sedsaliya Lozanê: Divê peymanek civakî ya nû bê nivîsandin
11:50 Ji êrişkarên dikana tekelê yek hat girtin
11:28 2 sal derbas bûn hê jî piştperdeya qetlîama malbata Dedeogûllari nehatiye eşkerekirin
10:56 Li Qersê otobusa rêwiyan ji pirê ket xwarê: 7 kes mirin 22 kes birîndar bûn
10:55 Navenda Til Rifat hat bombebarankirin
09:33 MÎASÎN li Zarok Ma’yê konserek pirzimanî li dar xist
09:08 Ciwanên Rûbarokê: Îşkenceya leşkeran veguheriye tiştekî kêfî
09:01 Bihuşta veşarî ya Faraşînê: Gola Çalyanê
09:00 ROJEVA 30'YÊ TÎRMEHA 2023'YAN
07:52 Helbestkar Dost Çiyayî hat bibîranîn
29/07/2023
21:28 Ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan meşiyan
19:59 Çetîn Abayay li ser gora xwe hat bibîranîn
16:20 Li Nisêbînê 2 kesên din jî hatin berdan
16:15 ÇGD’ê xelat da wêneyê ‘Giraniya kîsekî’
16:02 Li Akbelenê cara duyemîn êriş hate kirin
15:55 Hat xwestin ku 5 girtiyên nexweş ên li Girtîgeha Kirşehîrê bên berdan
15:50 Emîne Şenyaşar serdana ÎHD’ê kir
15:37 Ji bo girtiyê nexweş Kûday bang kirin: Bila demildest bê berdan
14:20 ÎHD’a Îzmîrê: Bila faîlên Ferhat Tepe werin darizandin
13:56 Dorpêça li Galatasarayê li gelek bajaran hate şermezarkirin
13:01 Rojnamevan Arslan: Adeta min bi awayek ‘torpîl’ xistin hepsê
12:46 Xizmên Windakiriyan li faîlên Ozalp pirsîn
12:37 Çalakiya Dayikên Şemiyê: Wezîr, walî û qeymeqam sûc dikin
11:55 Darên kevnar ên tên birîn bi kamyonan tên kişandin
11:31 Binpêkirinên li girtîgeha 9 rojan lê hate ragirtin vegotin
10:51 Li Akbelenê leşkeran êrişî welatiyan kir: 18 kes hatin binçavkirin
10:07 Agirê duh li Licê bi daristanê ketî, hat vemirandin
09:57 ‘Li dijî qirkirina ekolojiyê divê têkoşîneke hevpar bê dayîn’
09:03 Li Daristana Akbelenê welatî di bin dorpêçê de ne
09:02 Li Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê kurs dest pê dikin
09:01 'Dema tecrîd hate rakirin dê krîz jî çareser bibin'
09:00 Endamê Lijneya Rêveber a Navendî ya DBP'ê Şeker: Divê tecrîd ji holê bê rakirin
09:00 Bi xendekan gundên li sînor veguherandine qereqolan!
09:00 ROJEVA 29'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
08:24 Cenazeyê Şehmus Akyol hat veşartin
28/07/2023
22:49 Geliyê Bêtkarê hat bombeberankirin
22:07 Cenazeyên 3 HPG'iyan radestî malbatên wan hatin kirin
21:59 Li Sûrp Gîragosê konsera MÎASIN’ê
20:57 Ciwanan bang kir: Çiyayê Cûdî dişewite deng bidin
19:18 Rêxistina HDP'ê ya Enqereyê serdana MA'yê kir
19:13 Li Nisêbînê keseke din jî hat berdan
16:41 Li Şemzînanê ajokarên teqsiyan qontax girtin
16:39 Saziyên Sivîl ên Civakî: Li 5 girtîgehan tecrîdê derxistine asta herî jor
16:16 Rojnamevan Arslan di hucreya yek kesî de tê ragirtin
15:49 'Rêya edaletê di Roboskî re derbas dibe’
15:38 ÎHD’ê rapora 23 girtîgehan aşkere kir: Hezar û 203 binpêkirin qewimîne
15:25 Baroya Îzmîrê ji parlamenteran re nameyên 'xwekuştinê' şand
14:49 Berxwedana karkerên DEDAŞ’ê di roja 3’yemîn de ye
14:26 Li Amedê dema hişkirina zerzewatan dest pê kir
13:52 Li Lîcê agir bi daristanê ket
13:11 Ciwanên Kurd dê sibê ji bo Abdullah Ocalan dakevin qadan
13:10 Li Xîzanê dorpêç di roja 26’an de ye: Kesê ‘teslîmiyet’ qebûl nekir jiyana xwe ji dest da
12:50 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:45 Tundiya zilam bû sedema ku zarok ji ber biçe
11:49 Beştaş: Li Kurdistanê daristan ji bo qereqol bên çêkirin tên şewitandin
11:02 ‘Mirin da ber çavan û rojnamegerî kir’
11:01 Ji Weşanxaneya Aramê 2 pirtûkê nû
10:39 Di ser ‘33 Gule’ re 80 sal derbas bûn
10:38 Demîr: Divê li Îmraliyê bi zexta civakî bingeha hevdîtinê bê avakirin
09:04 ‘Şoreşa Rojava bersiva herî xurt e li dijî Peymana Lozanê'
09:04 Salek e kujerê Zerkînê nehatiye zeftkirin
09:03 Girtî Çetîner bal kişand ser binpêkirinên mafan: Em ê serî netewînin
09:03 ‘Heke dengekî xurt derkeve wê tecrîd bi dawî bibe’
09:02 Serlêdanên Filmamedê bi dawî dibin: Em li benda filmên we ne
09:00 ROJEVA 28'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
08:58 Li Qilebanê ketina 11 herêman hate qedexekirin
27/07/2023
22:55 Êrişî Tirbespiyê hat kirin: 3 kesan jiyana xwe ji dest da
22:52 Li Kolombiyayê li ser paradîgmaya Abdullah Ocalan konferans
19:49 Huseyîn Ok hat girtin
17:53 Li Xîzanê şerekî dijwar: Gov hate bombekirin