Karkerên DEDAŞ’ê yên ji kar hatin derxistin dest bi çalakiya rûniştinê kirin

img
AMED - Karkerên DEDAŞ'ê ku ji ber çalakiya bi daxwazên maf dane destpêkirin bê tazmînat ji kar hatin derxistin, ji bo li karê xwe vegerin û şert û mercên wan ên kar bên sererastkirin, li ber DEDAŞ'ê dest bi çalakiya rûniştinê kirin. 
 
Karkerên Şirketa Belavkirina Ceyranê ya Dîcleyê (DEDAŞ) ku piştî çalakiya rûniştinê ya 2 saetan bi daxwaza sererastkirina şert û mercên xebatê, kêmkirina heqdestên wan û naskirina mafê sendîkayê ji kar hatin avêtin, ji bo ji nû ve li karên xwe vegerin li ber DEDAŞ'ê çalakiya rûniştinê dan destpêkirin. 
 
Karkerên ku di pêşengtiya Enerjî-Sen a girêdayî Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) de li ber DEDAŞ’ê hatin bahev, li vir dest bi çalakiyê kirin. Di çalakiya ku Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) jî piştgirî dayê de, karkerên li ber dahol û zirneyê govend gerandin, her tim dirûşmeyên “Em ê bi berxwedanê qezenc bikin” û “Karkerên Enerjî-Senê ne bitenê ne” hatin berzkirin. Personelên DEDAŞ’ê jî bi çepik û korneyên wesayîtan piştevaniya karkeran kirin. 
 
‘DIVÊ MEXDURIYET BÊN ÇARESERKIRIN’
 
Serokê Şaxa DÎSK-Genel-Îşê ya Hejmara 2’yan a Amedê Behcet Barut ê di çalakiya ku pankarta “Bila karkerên ji kar hatine avêtin li karê xwe vegerin” hate vekirin de axivî, wiha got: “Em li cem hevalên xwe ne. Em her gavên ku dê karsaz biavêje dişopînin. Rê li pêşiya hevalên me yên bi salane vî bajarî ronî dikin, tê girtin ku derbasî sendîkaya ku mafê wan ê destûra bingehîn e bibin. Li vir hevalên me di bin sînorê xizaniyê de ne. Divê ev mexdûriyet di zûtirîn demê de ji holê bê rakirin. Heta ku hempîşeyên me yên ji kar hatine derxistin ji nû ve bên vegerandin, wê piştgiriya me bidome.”
 
‘TENÊ TIŞTA ME HEQ KIRIYE DIXWAZIN’ 
 
Karkerê bi navê Mazlûm Bariş ê ji Şirnexê hatiye wiha got: “Me wekî personelên DEDAŞ’ê dest bi rêyeke jêneveger kir, em dixwazin weke mirovan bijîn.” Bariş, diyar kir ku heta şertên wan ên xebatê bên başkirin wê çalakiya xwe bidomînin û wiha got: “Tenê tişta me heq kiriye dixwazin. Cihê lê demokrasî nebe azadî jî nabe. Em ê li Tirkiyeyê bibin dengê kesên dixwazin mafên xwe bigirin. Heta ku hevalê me yê dawî jî li karê xwe venegere em ê têkoşîna xwe bidomînin.”
 
‘YA TÊ KIRIN BÊ EXLAKÎ YE’ 
 
Hevserokê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Civakî û Tenduristiyê (SES) yê Amedê Şiyar Guldîken jî wiha got: “Ya tê kirin bêhiqûqî ye, bêexlakî ye. Pêşeroja vî welatî ne patron, karkerên bi keda xwe dixebitin in. Patron tarîtiya vî welatî, kedkarên birûmet jî rûyê ronahî ne. Heta ku ev bêhiqûqî biqede weke KESK em ê mil bi mil bi karkeran re têkoşînê bidomînin.”
 
Sekreterê Giştî yê Enerjî-Senê Emîn Atsiz jî diyar kir ku mafê karê sendîkayî ku mafê karkeran ê destûra bingehîn e, ji aliyê patronên enerjiyê ve hatiye girtin û wiha got: “Piştî çalakiya rûniştinê ya 2 saetan karsaz bi awayekî dij hiqûqî hevalên me yên karker bi qoda 49 ji kar derxistin. Me têkoşîna hiqûqî da destpêkirin.”
 
‘TEQEZ EM Ê SERBIKEVIN’ 
 
Atsiz, ê banga “Vê bêhiqûqiyê rawestînin” li karsazan kir, bi bîr xist ku têkoşîn her tim serdikeve û wiha got: “Têkoşîn her tim rêya me ronî dike. Em ê teqez serbikevin.”
 
Karker, Abdullah Gezer ê ji navçeya Bêrecûx a Rihayê hatiye jî wiha got: “Ev şerê nan e. Em ê bi berxwedanê qezenc bikin.”
 
Karkeran piştî axaftinan li ber DEDAŞ’ê çalakiya rûniştinê dane destpêkirin. Çalakî didome. 
 
 

Sernavên din

31/07/2023
15:22 Bi maşîneyên kar ketin nav zeviyên zeytûnan
15:21 Rojnamevanê girtî Yilmaz: Rojên azad nêz in
14:10 Li Xîzanê qedexeya fîîlî: Dar tên birîn
13:36 Li Îranê 2 kurd hatin girtin
13:29 Mamosteyê ji tecawizê girtî bû beriya biryarê hate berdan
12:26 Mûçeyê kêmtirîn kete bin sînorê birçîbûnê
12:15 MYK’yên HDP’ê û Partiya Çepên Kesk civiyan
12:04 Serokê TBB’ê li Akbelenê ye: Em gavekê jî bi paş ve neavêjin
11:43 Êrişkarekî din ê Esenyûrtê hate binçavkirin
10:52 Êrişên li dijî Şêrawayê berdewam dikin
10:51 Piştevaniya Mor birînên gel derman dike
10:39 ‘Divê ji Akbelenê heta Cûdî têkoşîn bibe yek’
09:20 Danişîna faîlê Sakîne Kultur sibê ye
09:08 Li Amedê kirê firiyan: Kesên ji bo kirê bidin kredî dikişînin hene
09:03 Hevserokê Komeleya Wêjekarên Kurd Dîjle: Armanc berbiçavkirina wêjeya kurdî ye
09:02 Eren: Rexne û peşniyar dê şekil bidin siyaseta me
09:01 Karamûs: Divê em li dijî Lozanê bi stratejiya netewî yekîtiya xwe pêk bînin
09:00 ROJEVA 31'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
30/07/2023
23:49 Li Elkê ketina 4 herêman hate qedexekirin
23:21 Di êrîşa dewleta tirk de 3 kes birîdar bûn
22:11 Rojnamevan Arslan navnîşana xwe ya girtîgehê parve kir
20:46 ‘Daristan bi polîtîkayên ewlehiyê tên tunekirin’
19:27 Panela Lozanê ya HDK’ê: Pêşengên jiyana nû jinên kurd in
18:35 ‘Paşeroj û pêşeroja gelekê nikare bi peymanekê bê qedandin’
17:45 Li Êlihê di şerê biçek de kesekî jiyana xwe ji dest da
17:21 MYK’yên HDP’ê û Partiya Çepên Kesk dicivin
16:34 HDP’a Stenbolê kongreya xwe ya awarte li dar xist
16:34 HSD’ê îdiayên Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê derewand
16:04 Parêzer Emekçî: Bi komara demokratîk Lozan dikare bêfonksiyon bê hiştin
15:30 Îşkenceya GBT’ê li zarokên ku cilên neteweyî li wan bû hat kirin!
15:11 Li Elkê yek jê jin du kes hatin kuştin
14:04 Ferdên malbata Dedeogûllari hatin bibîranin: Ev qetlîam encama polîtîkaya înkarê ye
13:46 Panela sedsaliya Lozanê: Divê peymanek civakî ya nû bê nivîsandin
11:50 Ji êrişkarên dikana tekelê yek hat girtin
11:28 2 sal derbas bûn hê jî piştperdeya qetlîama malbata Dedeogûllari nehatiye eşkerekirin
10:56 Li Qersê otobusa rêwiyan ji pirê ket xwarê: 7 kes mirin 22 kes birîndar bûn
10:55 Navenda Til Rifat hat bombebarankirin
09:33 MÎASÎN li Zarok Ma’yê konserek pirzimanî li dar xist
09:08 Ciwanên Rûbarokê: Îşkenceya leşkeran veguheriye tiştekî kêfî
09:01 Bihuşta veşarî ya Faraşînê: Gola Çalyanê
09:00 ROJEVA 30'YÊ TÎRMEHA 2023'YAN
07:52 Helbestkar Dost Çiyayî hat bibîranîn
29/07/2023
21:28 Ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan meşiyan
19:59 Çetîn Abayay li ser gora xwe hat bibîranîn
16:20 Li Nisêbînê 2 kesên din jî hatin berdan
16:15 ÇGD’ê xelat da wêneyê ‘Giraniya kîsekî’
16:02 Li Akbelenê cara duyemîn êriş hate kirin
15:55 Hat xwestin ku 5 girtiyên nexweş ên li Girtîgeha Kirşehîrê bên berdan
15:50 Emîne Şenyaşar serdana ÎHD’ê kir
15:37 Ji bo girtiyê nexweş Kûday bang kirin: Bila demildest bê berdan
14:20 ÎHD’a Îzmîrê: Bila faîlên Ferhat Tepe werin darizandin
13:56 Dorpêça li Galatasarayê li gelek bajaran hate şermezarkirin
13:01 Rojnamevan Arslan: Adeta min bi awayek ‘torpîl’ xistin hepsê
12:46 Xizmên Windakiriyan li faîlên Ozalp pirsîn
12:37 Çalakiya Dayikên Şemiyê: Wezîr, walî û qeymeqam sûc dikin
11:55 Darên kevnar ên tên birîn bi kamyonan tên kişandin
11:31 Binpêkirinên li girtîgeha 9 rojan lê hate ragirtin vegotin
10:51 Li Akbelenê leşkeran êrişî welatiyan kir: 18 kes hatin binçavkirin
10:07 Agirê duh li Licê bi daristanê ketî, hat vemirandin
09:57 ‘Li dijî qirkirina ekolojiyê divê têkoşîneke hevpar bê dayîn’
09:03 Li Daristana Akbelenê welatî di bin dorpêçê de ne
09:02 Li Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê kurs dest pê dikin
09:01 'Dema tecrîd hate rakirin dê krîz jî çareser bibin'
09:00 Endamê Lijneya Rêveber a Navendî ya DBP'ê Şeker: Divê tecrîd ji holê bê rakirin
09:00 Bi xendekan gundên li sînor veguherandine qereqolan!
09:00 ROJEVA 29'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
08:24 Cenazeyê Şehmus Akyol hat veşartin
28/07/2023
22:49 Geliyê Bêtkarê hat bombeberankirin
22:07 Cenazeyên 3 HPG'iyan radestî malbatên wan hatin kirin
21:59 Li Sûrp Gîragosê konsera MÎASIN’ê
20:57 Ciwanan bang kir: Çiyayê Cûdî dişewite deng bidin
19:18 Rêxistina HDP'ê ya Enqereyê serdana MA'yê kir
19:13 Li Nisêbînê keseke din jî hat berdan
16:41 Li Şemzînanê ajokarên teqsiyan qontax girtin
16:39 Saziyên Sivîl ên Civakî: Li 5 girtîgehan tecrîdê derxistine asta herî jor
16:16 Rojnamevan Arslan di hucreya yek kesî de tê ragirtin
15:49 'Rêya edaletê di Roboskî re derbas dibe’
15:38 ÎHD’ê rapora 23 girtîgehan aşkere kir: Hezar û 203 binpêkirin qewimîne
15:25 Baroya Îzmîrê ji parlamenteran re nameyên 'xwekuştinê' şand
14:49 Berxwedana karkerên DEDAŞ’ê di roja 3’yemîn de ye
14:26 Li Amedê dema hişkirina zerzewatan dest pê kir
13:52 Li Lîcê agir bi daristanê ket
13:11 Ciwanên Kurd dê sibê ji bo Abdullah Ocalan dakevin qadan
13:10 Li Xîzanê dorpêç di roja 26’an de ye: Kesê ‘teslîmiyet’ qebûl nekir jiyana xwe ji dest da
12:50 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:45 Tundiya zilam bû sedema ku zarok ji ber biçe
11:49 Beştaş: Li Kurdistanê daristan ji bo qereqol bên çêkirin tên şewitandin
11:02 ‘Mirin da ber çavan û rojnamegerî kir’
11:01 Ji Weşanxaneya Aramê 2 pirtûkê nû
10:39 Di ser ‘33 Gule’ re 80 sal derbas bûn
10:38 Demîr: Divê li Îmraliyê bi zexta civakî bingeha hevdîtinê bê avakirin
09:04 ‘Şoreşa Rojava bersiva herî xurt e li dijî Peymana Lozanê'
09:04 Salek e kujerê Zerkînê nehatiye zeftkirin
09:03 Girtî Çetîner bal kişand ser binpêkirinên mafan: Em ê serî netewînin
09:03 ‘Heke dengekî xurt derkeve wê tecrîd bi dawî bibe’
09:02 Serlêdanên Filmamedê bi dawî dibin: Em li benda filmên we ne
09:00 ROJEVA 28'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
08:58 Li Qilebanê ketina 11 herêman hate qedexekirin
27/07/2023
22:55 Êrişî Tirbespiyê hat kirin: 3 kesan jiyana xwe ji dest da
22:52 Li Kolombiyayê li ser paradîgmaya Abdullah Ocalan konferans