Rapora nexweşxaneyê: Girtî nikare sexbêra xwe bike lê dikare di girtîgehê de bimîne

  • rojane
  • 15:47 12 Tebax 2023
  • |
img
ENQERE/STENBOL - Nexweşxaneya Dewletê ya Merkez Efendî ya Manîsayê ji bo girtiyê nexweş Mûstafa Saît Turk rapor amade kir û diyar kir ku Turk nikare bi tena serê xwe li girtîgehê sexbêra xwe bike û wiha got: “Hewce nake cezayê wî were taloqkirin.” 
 
Înîsiyatîfa ji bo Girtiyên Nexweş Azadî her hefteyê ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş, çalakiyê li dar dixe. Çalakî, di hefteya 466’an de jî berdewam kir. Çalakî, li pêşiya avahiya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê hate lidarxistin û bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Mûstafa Saît Turk ku li Girtîgeha Tîpa R a Menemen a Îzmîrê tê ragirtin. Daxuyanî, ji hêla Endama MYK’a ÎHD’ê Nûray Çevîrmen ve hate xwendin. 
 
‘NEÇARÎ DOŞEKÊ YE’ 
 
Çevîrmen, da zanîn ku Mûstafa Saît Turk 86 salî ye û tevî nexweşiyên xwe jî di girtîgehê de tê ragirtin. Çevîrmen, wiha domand: “Mustafa Saîd Turk, ev 50 sal in nexweşê şekirê ye û piştî 2016’an du caran xwîn çû ser mejiyê wî. Neçarî doşekê ye, nikare paqijiya xwe bike û nihêrvan pêdiviyên wî yên zarûrî bi cih tîne. 2 sal berê stent xistin dilê wî. Rojê nêzî 4 caran û bi giştî 60 unîteyên însulînê bi kar tîne. Her wiha nexweşê gurçikan e. Fitqa wî ya piştî zêde pêş ketiye. Di heman demê de nexweşê kronîk ê anemisiyê ye.” 
 
‘JI BER KU EWRAQ PÊ RE NEGIHANDIN NEBIRIN NEXWEŞXANEYÊ’ 
 
Bi domdarî Çevîrmen destnîşan kir ku dema di 10’ê tebaxê de Turk sewqî Girtîgeha Tîpa R a Menemenê hatiye kirin, di rê de rewşa wî nebaş bûye û ev agahî da: “Bi ambulansê rakirin beşa lezgîn a Nexweşxaneya Dewletê ya Menemenê. Li wir teşhîsa êşa dil û zerikê hate kirin. Di vî halî de tedawiya wî ya paliyatîf hate kirin û ber bi girtîgehê ve bi rê ketin. Li gorî agahiyên kurê wî dane; markerên enfeksiyonê di astên herî bilind de ne. Girêdayî enfeksiyonê jî rewşa delîrîum ku nexweş ji ber ku nikare bi devê xwe xwarinê bixwe, bi rêya sondaya Nazogastrîk xwarin tê dayîn. Tevî êşa dil û zerikê jî şandin Girtîgeha Tîpa R a Menemenê. Dema birin Girtîgeha Tîpa R a Menemenê, ji ber pirsgirêka dil û hilmijînê, rakirin beşa lezgîn a Nexweşxaneya Dewletê ya Menemenê. Piştî mudaxeleyê jî dîsa vegerandin girtîgehê. Li gorî agahiyên bijîşkê girtîgehê da ne; hatiye gotin ku divê bibin nexweşxaneyê lê ji ber ku ewraqên wî pê re nehatine gihandin, nebirin nexweşxaneyê û niha li girtîgehê tê ragirtin. Heke ewraq pê re bihatina gihandin, dê di roja duşemê de li nexweşxaneyê bihata sewqkirin. Malbata wî dibêje ku bîra wî çû ye.” 
 
JI HEMAN ŞANDEYÊ DI ÎFADEYÊN HEVNEGIRTΠ
 
Çevîrmen, bi lêv kir ku Turk ji ewil rakirin Nexweşxaneya Merkez Efendî ya Manîsayê û di encama rapora nexweşxaneyê de ji nexweşxaneyê hatiye derxistin û şandina Girtîgeha Tîpa R a Menemenê. Çevîrmen, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di beşa biryarê ya rapora vê nexweşxaneyê de wiha hatiye gotin; ‘Di çarçoveya xalên 16/2-16/6 a Qanûna Têkildarî Înfaza Ceza û Tevdîrên Ewlehiyê ya Hejmar 6275’ê de hatiye nirxandin. Nikare jiyana xwe ji şert û mercên girtîgehê de bidomîne. Hewce nake ku cezayê wî were taloqkirin. Rewşa nexweşiyên domdar û kalbûn ên di xala 104/2-B a Destûra Bingehîn a T.C.’yê de heye. Divê li Girtîgehên Tîpa T/Girtîgehên Vekirî were ragirtin. Tevî ku dizanin rêveberiya girtîgehê li nexweşî nanihêre û ew bi xwe jî dibêjin ‘nikare bi tena serê xwe bijî’ jî biryara ‘hewce nake cezayê wî were taloqkirin’ tê dayîn. Tu eleqeya vê biryarê bi zanistê nîne û nayê qebûlkirin.” 
 
ÎHD: BILA TURK WERE BERDAN
   
Komîsyona Girtgîgehan a Şaxa ÎHD’a Stenbolê jî çalakiya xwe ya “Rûniştina F” di hefteya 594’an de domand. Çalakî li pêşiya komeleyê hate lidarxistin û bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Mûstafa Saîd Turk ku li Girtîgeha Tîpa R a Menemen a Îzmîrê tê ragirtin. Di daxuyaniyê de pankarta “Bila girtiyên nexweş bên berdan” hate vekirin û beşdaran gelek caran dirûşmên “Mirov bi mafên xwe mirov e”, “Rûmeta mirovahiyê dê îşkenceyê têk bibe” , “Tedawî maf e nabe ku bê astengkirin” û “Bila Mûstafa Saîd Turk were berdan” hatin berzkirin. 
 
Endama Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’a Stenbolê Nergîs Şahîn xwest ku Turk tavilê were berdan. 
 

Sernavên din

05/09/2023
14:16 Hevserokên HDP’ê yên berê derbasî Partiya Çepên Kesk bûn
14:06 Malbatên 2 kesên li Qelqeliyê jiyana xwe ji dest dan ji bo testa DNA’yê xwîn dan
13:29 Parêzer Uçar a ji bo îfadeyê çû edliyeyê hate binçavkirin
12:56 HPG: Cenazeyên 4 leşkeran di bin kontrola me de ne
12:56 Di şerê Zapê de leşkerek hate kuştin
12:19 Danişîna Aysel Tûglûk hate taloqkirin
12:18 Parêzer Coşkun: Hewl didin nivîskar Osman bişînin Sûriyeyê
11:48 Li Şemzînanê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
11:36 Stranbêj Yarrahî sewqî Girtîgeha Evînê hate kirin
11:22 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:02 Rojnameger Mihemed: Li Dêrazorê şer di navbera HSD û komên paramîlîter ên Tirkiyeyê de ye
10:51 Cezayê hefsê li rojnamevan Nazila Marofian hate birîn
10:47 Kesên li ser daxwaza ENKS’ê vegeriyan Efrînê tên revandin
10:23 Hevalên Mîr Perwer ên hunermend gora wî dan çêkirin
09:49 Nivîskar Osman ji bo dersînorkirinê şandin GGM’a Edîrneyê
09:05 Li Girtîgeha Sîncanê ya Jinan şewba girûyê
09:04 Bav Yilmaz Ûzûn: Rêya wan rêya me ye, xeyalên wan xeyalên me ne
09:03 Şenyaşar: Wezîrê Dadê ji edaletê direve
09:02 Seroka Giştî ya Egîtîm-Senê:Armanca wan zarokan tev li nava komele û weqfên olî bikin
09:01 Însel: Tecrîda li ser Abdullah Ocalan sûc e
09:00 ROJEVA 5'Ê ÎLONA 2023'YAN
04/09/2023
23:06 Êrîşî gundên Şehba û Hesekê hat kirin
20:34 Piştî 30 salan hat berdan: Bi awayekî fiîlî di binçavan de ye
16:26 Li Geverê mirineke biguman
16:01 Mehmet Sîncar di salvegera 30'yemîn de li ser gora xwe hat bibîranîn
15:57 Înîsiyatîfa Rêzgirtina li Miriyan: Ezyeta li miriyan tê kirin aştiya civakî xera dike
15:49 Tuncel: Em ê ji bo girtiyên nexweş 3 rojan çalakiyê li dar bixin
15:41 Ciwanên kurd û enternasyonalîst ji bo azadiya Abdullah Ocalan meş dan destpêkirin
14:59 Ûçar: Haya dewletê ji cînayeta Mehmet Sîncar heye
14:59 Pêşnûmeya Aram Tîgran bi îdiaya ‘qebe ye’ hat vegerandin
14:45 Biraziyê şaredarê AKP'î rojnameger derb kir û gefa kuştinê lê xwar
14:05 Bûldan: Em ê nehêlin ezyet li gelê me bê kirin
14:04 Doza Kobanê: Dosyaya tolhildana ji pêvajoya çareseriyê ye
13:08 Li Rojava di 9 mehan de 41 zarok hatin qetilkirin
12:59 Eşîra ereb a Tewadifê piştgiriya xwe ya bi HSD’ê re ragihand
12:55 Di danişîna rojnamevan Çaglar de dadger matmayî ma
12:01 DEDAŞ’ê li gundê Tilvaqiyê dîsa trafo jêkirin
11:55 Cezayekî mîna xelatê dan polîsê Cîhan Can kuştî: 21 hezar û 200 TL
11:45 Profesorê kurd ê piştgirî dabû çalakiyên li Îranê ji kar hate avêtin
10:42 Wêjegeh Amedê bernameya xwe ya meha îlonê eşkere kir
10:12 Li cigarê zem hate kirin
09:50 Encamnameya konferansa ciwanan: Rojeva sereke azadiya Rêber Apo ye
09:20 Li Menderesê erdhej çêbû
09:05 ‘Polîtîkayên şer jiyana gelan veguherandiye dojehê'
09:03 8 sal in kujerên Cemîle Çagirga nehatine dîtin: Edaletê mala xwe bar kir û çû
09:02 ‘Divê girtiyên nexweş bêşert werin berdan'
09:01 Ertak ê 32 sal in li bavê xwe digere: Em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin
09:01 Qeyûma Cizîrê Mala Dengbêjan dewr kir
09:00 ROJEVA 4'Ê ÎLONA 2023'YAN
08:55 AFAD: 3 kesên li ber lehiyê ketin mirin
03/09/2023
23:52 HSD: Civîna me ya bi Koalîsyona Navneteweyî re erênî pêk hat
22:59 Li Fransayê û Hollandayê Kurdistanî û dostên xwe azadiya Ocalan xwestin
21:56 Amedspor ji deplasmanê bi puanekî vegeriya
21:50 Parlamenter Mehmet Sîncar li cihê lê hatibû qetilkirin hat bibîranîn
19:18 Komxebata Egîtîm-Senê bi dawî bû: Bi rêxistinbûyînê ev karesat hinek din sivik bûye
19:11 KCDP: Di meha tebaxê de 29 jin hatin qetilkirin
19:02 Şewata li Licê hat vemirandin
16:50 Partiya Çepên Kesk çalakiya paqijkirina hawirdorê li dar xist
16:47 Şîna Uzun bi girseyî hat ziyaretkirin: Dê ev têkoşîna sed salî bidome
16:20 DBP û HDP’ê li Rihayê silha du malbatan kirin
16:08 Li Kadikoyê çalakiya 1'ê Îlonê: Divê desthilatdarî dest ji polîtîkayên şer berde
16:04 Konferansa ‘Ciwan Azadiya Rêbertiyê Dixwazin’ dest pê kir
15:54 Rapora tebaxê ya DFG’ê: 59 rojnameger girtî ne
15:29 Mexdûrê erdhejê ku nexweşa penceşêrê bû wefat kir
15:00 Rojnameger Maroofîan dest bi greva birçîbûnê kir
14:43 Dê 8’emîn Mîhrîcana Belgefîlman a FîlmAmedê bê lidarxistin
14:16 Hewl didin girtiyê piştî 30 sal û 6 mehan tehliye bûy dersînor bikin
13:43 Bîlançoya li Kerkûkê giran dibe: 4 ciwanên kurd hatin kuştin û qedexe hate rakirin
13:10 Rejîma Îranê Enstîtuya Zanistê ya Kurdistanê girt
13:03 Di meha tebaxê de li Îranê 74 kes hatin bidarvekirin
13:03 Satici piştî 7 salan tehliye bû: Azadî tiştekî tenê fîzîkî nîne
12:17 Li Îranê cezayê hefsê li aktîvîsta jin hate birîn
11:48 Yek ji rûspiyên eşîra El Elî: Pêdivî bi operasyona HSD’ê hebû
11:36 Hejmara 27’an a Kovara Jinê derket
11:31 Êrişên li dijî Eyn Îsayê hatin têkbirin
11:25 Serokwezîrê Iraqê Sûdanî dê îro bi nûnerên Kerkûkê re bicive
11:13 Li Gîresûn û Samsûnê lehî rabûn
10:42 Tevgera Azadî: Heke rê li ber aloziya li Kerkûkê neyê girtin dê encamên wê giran bin
10:25 Dewleta tirk û komên paramîlîter êrişî Til Temirê dikin
09:19 Girtiyê 32 salan ji ber biryarên Dadgeha Înfazê nayê berdan
09:04 Gergerlîoglû: Çima bûyerên wesayîtên zirxî tenê li bajarên kurdan çêdibin?
09:02 Hevdîtina Fîdan-Barzanî: Amadekariya ji bo êrişa li dijî Garê ye
09:02 Qeyûm park bê av û dar hiştine!
09:00 ROJEVA 3’YÊ ÎLONA 2023’YAN
02/09/2023
22:36 Polîsên Kerkûkê 2 ciwanên kurd qetil kirin
21:53 Li Geverê zarokeke 10 salî winda bû
21:50 Kesên di çalakiya Dayikên Şemiyê de hatin binçavkirin hatin berdan
21:45 Ûçar û Aydenîzê serdana malbata Tûran kirin
18:26 Li Qamişloyê êrişî wesayîtekê hat kirin
16:07 Bi girseyî serdana şîna Eyup Çelîk hat kirin
16:06 Bernameya îlonê ya ŞanoWan eşkere bû
16:06 7’emîn Festîvala Filmên Kurdî ya New Yorkê dê bê lidarxistin
15:44 Li gelek bajarên Ewropayê çalakiyên ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ dest pê kirin
15:26 ÎHD’ê xwest ku girtiyê 80 salî Kaya bê berdan
15:08 Cerdevan ewilî li zarokan da û paşê jî mala wan gulebaran kir
14:47 Jiyana girtiya nexweş Karaguzel di xetereyê de ye
14:21 Şaxên ÎHD'ê: Qada Galatasarayê li Dayikên Şemiyê vekin
14:14 Li Çamiliyê 3 kesên binçavkirî hatin berdan
14:08 Xizmên Windayan li kujerên Mehmet Sîncar û Metîn Ozdemîr pirsîn
13:12 HSD: Şerê me li dijî çeteyan e