Mazlûm Îçlî: Ji ber ku em kurd in me ceza dikin

  • rojane
  • 09:57 24 Tebax 2023
  • |
img

AMED - Mazlum Îçli yê ku ji kuştina 4 kesan berpirsyar hat dîtin, tevî dîmenên ku tê de tê dîtin ku di dema berxwedana Kobanê de 140 kîlometre dûrî bajêr e û li dawetekê ye jî bertek nîşanî erêkirina cezayê Dadgeha Bilind da û wiha got: "Ji ber ku em zarokên kurd in tên cezakirin.” 

 
Mazlûm Îçlî yê 14 salî di 6-8’ê Cotmeha 2014’an çalakiyên Kobanê de bi îdiaya Yasîn Boru jî di nav de 4 kesan kuştiye hat cezakirin. 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ji sûcên “xerakirina tevkariya welat” û “kuştina 4 kesan” bi giştî 124 sal ceza li Mazlûm Îlçî birî. Tevî ku ew roja bûyerê Mazlûm Îçlî li gundekî 140 kîlometre dûrî Amedê li dawetê bûye û gelek delîl hene jî lê biryara cezakirinê ji aliyê Dadgeha Bilind ve di 16’ê tebaxê de hat pesendkirin. 
          
Îçî dema tê girtin wî dişînin Girtîgeh Metrîsa Stenbolê. Salek û nîv wî di hucreya yek kesî de digirin. Niha jî li Girtîgeha Marmaraya Sîlîvrî ya Jimara 5’an a Tîpa L’yê de tê ragirtin. 
 
MAZLÛM ÎÇLÎ: JI BER EM KURD IN CEZA LI ME DIBIRIN 
 
Dayika Îçlî, Aynûr Îçlî di 23’yê tebaxê de bi rêya telefonê li gel lawê xwe axivî. Aynûr Îçlî tiştên ku lawê wê jê re aniye ziman ragihand. Aynîr Îçlî anî ziman ku lawê Mazlum jê re gotiye, “Ji ber ku em zarokên kurd in, ceza li me tên birîn.” Aynûr Îçî destnîşan kir ku tu sûcek lawê wê nîne û di taliya talî de wê ev derkeve holê. 
 
‘NEHIŞTIN BI ZAROKATIYA XWE ŞA BIBE’ 
 
Aynur Îçlî ku got, “Zarotiya Mazlûm mirandin” û wiha domand: “Mazlûm hîn zarok bû, diçû dibistana navîn. Bi bavê xwe re diçû dawetan. Zarokekî 14 salî çawa dikare bikeve nava tiştekî wisa? Mazlûm dibistan dixwend û jiyana wî ya xwendinê ji destî wî girtin. Nehiştin bi zarokatî û ciwaniya xwe şa bibe. Ev 9 sal in di hepsê de ye. Zarokek 14 salî salek û nîv li Enqerê û 6 meh jî li Stenbolê di hucreya yek kesî de ma. Gelo ma ev edalet e? Gelo ma ev edaleta Tirkiyeyê ye?" 
 
DELÎLAN JI NEDÎTÎ VE TÊN 
 
Îçlî diyar kir ku gelek delîl hene ku lawê wê sûc nekiriye û wiha got: “Lawê min bêguneh û bêsûc hatiye girtin. Her kes şahid e, kurê min tiştek nekiriye, vî sûcî nekiriye. Gelek delîlên me hene. Bi bav û apê xwe re li dawetê bû. Delîl hene, sînyalên telefonê, şofêrê taksiye, şahidiya xwediyê dawetê. Xwediyê dawetê jî zava jî daxuyanî da û gotin ku lawê min 3 rojan li cem wan maye. Lê wan hemû delîlên me red kirin. Ez bang li Dadgeha Bilind, dozger û dadger dikim ku careke din dosyeyê vekin û kurê min berdin. Mazlûm di 14 saliya xwe de hat girtin, dibêje, ‘ji ber ku em zarokên kurd in îşkence li me dikin’. Qey em kurd bin gelo divê îşkence li me bê kirin?’ Ma divê hemû kurd bên îşkencekirin? Kurê min niha li Sîlîvriyê girtî ye û ez her dem nikarim biçim, nexweş im, nexweşiya dil û tansiyona min heye. Rêya 24 saetan e, ez ji aliyê aborî û manewî ve nikarim biçim. Emrê wî di hepsê de rizandin. Bila destên xwe deynin ser wijdanê xwe û bila lawê min êdî ji pişt wan dîwaran û deriyan derkeve.” 
 
‘BÊYÎ LI DOSYEYÊ BINÊRIN BIRYAR DAN’ 
 
Kekê Mazlûm Îçlî, Zulfu Şiyar Îçlî jî bertek nîşanî biryara erêkirina ceza da û wiha got: “Sûcên ku dixin stûyê Mazlûm hemû derew in. Zarokek 14 salî ye wê çawa here mirovan bikuje? Roja bûyeran birayê min li gundekî li dawetê bû. Bavê min, apê min û hemû ekîba me li dawetê bû û nêzî 10 rojan li wir maye. Mazlûm li dawetê li daholê dixist û li gel bavê min stran digot. Mazlûm bêsûc e, dozger û dadger jî dizanin ku ew bêsûc e. Dadgeha Bilind jî dizane ku birayê min bêsûc e lê belê bêyî ku li dosyeyê binêre ceza erê kir. Em dixwazin ev biryar demildest were guhertin. Hê zarok bû wî girtin û niha bûye 21 salî. Em dixwazin birakê min were beraetkirin û berdan.” 
 
‘TU SÛCEKÎ MAZLÛM TUNE YE’ 
 
Kekê Îçlî, Mahsûm Îçlî jî destnîşan kir ku tu eleqeya birayê wî bi bûyerê re nîne û “Tevî ku 8-9 delîl hene jî dadgehê bi tu awayî qebûl nekir, herî dawî jî Dadgeha Bilind ceza erê kir. Wê rojê Mazlûm bi bavê min re li dawetê bû û li daholê dixist. Şahid û dîmenên me hene. Li gund jî lêkolîn hat kirin lê dadgehê qebûl nekir. Tu sûcekî Mazlûm tune ye.” 
 
MA / Eylem Akdag
 

Sernavên din

24/08/2023
11:21 Şewata li Çanakkaleyê di roja 3’yan de didome: 11 gund hatin valakirin
11:01 Li 19 girtiyên ji bo bêhnê bistînin têlên fensê çirandin doz hate vekirin
10:36 Salvegera 7’emîn a darbeya KHK’ê: Desthilatdarî negihîşt armanca xwe
10:25 Rûsyayê piştrast kir ku Yevgeniy Prîgojîn miriye
09:57 Mazlûm Îçlî: Ji ber ku em kurd in me ceza dikin
09:57 Dayikên Aştiyê: Em ê vê têkoşîna pîroz bidomînin
09:43 Li Meletiyê erdhej çêbû
09:36 Pirsgirêkên mexdûrên erdhejê zêdetir bûn: Ew piştevaniya rojên ewilî niha tune ye
09:08 'Dê têkoşîna li dijî polîtîkayên şerê taybet bê xurtkirin'
09:04 Parêzerê hunermend Çîftçiyê: Îçtihadên AYM û Dadgeha Bilind esas nayên girtin
09:03 'Gelê kurd dixwaze dengê vîna xwe bibihîse'
09:03 Wefqa Hêviyê li dijî çekdarîbûna ferdî bang li meclisê kir
09:01 Şanoger Emektar: Em hewl didin qadên alternatîf biafirînin
09:00 ROJEVA 24’Ê TEBAXA 2023’YAN
23/08/2023
22:26 Li Agiriyê erdhej çêbû
21:53 Balafira ku serokê Wagnerê Prigojin tê de ket xwarê
21:46 Hevşaredarê Periyê car din hat girtin
20:51 Li ser rêya Qamişlo-Amûdê êrişî wesayîtekê hat kirin
19:50 Doza Kobanê: Mutalaa versiyona 'bi tirkî biaxive, pir biaxive' ye
18:57 DBP'ê li Sêrtê Kongreya Asayî ya Yekem li dar xist
16:25 Wezareta Dadê meheke li Malbata Şenyaşar qedexe ye!
16:23 Uçar: Heta ku aştiyeke birûmet pêk tê dê têkoşîna me bidome
16:13 'Bila tayînkirina sûcdarê tecawizê Asim Sultanoglû were betalkirin’
16:03 Dorpêça li ser gundê Bilbêsê di roja 27’an de didome
15:49 Li Çanakkaleyê şewat: 9 gund hatin valakirin, 5 hezar hektar şewitî
15:24 Aydenîz di şîna Dayikên Aştiyê de axivî: Kîna me ji êşa me mezintir e
14:12 Doza Kobanê: Kompasa ‘X’ a emniyetê derket holê
13:57 Piştî serdana Fîdan a li Iraqê Guler çû ser xeta sînor
13:18 Li Dîlokê di 10 salan de 427 karker ji ber cînayetên kar mirin e
13:18 Baroya Amedê çû serdana DFG’ê
12:43 Malbata Ozalp ê girtî: Ji ber derman nedanê rewşa wî giran bûye
12:40 Li Çewlikê bi pileya 4.2 erdhej çêbû
11:58 Dayika Aştiyê Akçelîk û kurê wê hatin definkirin
11:34 Şewata li Herêma Herekolê hate vemirandin
11:34 Li Dîlokê 2 ciwan hatin binçavkirin
11:26 Biryara berdewamiya girtina rojnamevan Arslan hat dayîn
11:08 Benek a ji bo hevdîtinê diçû û dê rê de qeza kir: Ev bû 5 sal me xwişka xwe nedîtiye
10:46 Girtiyê 30 salî ku emeliyata bypassê bûye berdana wî 6 mehan hat taloqkirin
10:26 Jinan li dijî şer banga têkoşîna hevpar kirin
10:05 Malbat piştgiriyê didin kampanya ciwanan a ‘Li dijî şerê taybet têkoşînek bi heybet’
09:52 Nehiştin Kaya li peywira xwe vegere: Ji bo tayînkirina qeyûman hewl didin bingeheke hiqûqî ava bikin
09:09 Li Islahiyeyê hê jî avahiyên xesardîtî nehatine xerakirin
09:07 'Li Amedê hilweşandina avahiyan li gorî rêziknameyê nayê kirin'
09:06 Pêşangeha mexdûrên erdhejê: Jiyaneke kolektîf pêkan e
09:05 Du sal in cenazeyê Kaya nedane malbatê
09:05 Hatîmogûllari: Hewldana êrişê senaryo ye, êrişkar talîmat girtiye
09:00 ROJEVA 23'YÊ TEBAXA 2023'YAN
08:54 Dê Lijneya Hakem a Peywirdarên Cemaweriyê biryara rêjeya zemê bide
22/08/2023
20:08 Li Amedê TIR’ê li welatiyekî xist
18:38 2 Dayikên Aştiyê yên qeza kirin jiyana xwe ji dest dan
16:41 Li Antalyayê jinek hate qetilkirin
16:35 NÇM: Divê demildest Emel Çîftçî were berdan
15:38 Li Sasonê zarokeke 2 salî jiyana xwe ji dest da
15:36 Rojnamevan Ren: Dest danîn ser nameyên me
15:30 Polîsan gefa binçavkirinê li rojnamevanên ku çalakiya edaletê dişopandin xwarin
15:19 Doza Kobanê: Gelo mutalaaya amadekirî hate ber destê dozger?
15:17 Li Îranê 2 jinên girtî hatin darvekirin
14:57 Jina ku hewl da êrişî HDP’ê bike hate berdan
14:48 Qeyûm plana îmarê guhert û ava Êlihê ket talûkeyê
13:47 Karkerên ceyranê çalakiya sistkirina kar didomînin
13:28 Seferî Yilmaz: Ez bi fikar im ku amadekariya sûîkastek nû li dijî min tê kirin
12:53 Zarokek 10 salî ji aliyê îstixbarata Îranê ve hat qetilkirin
12:51 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:51 Dewleta tirk gundê Tirvanîş ê Metînayê topbaran kir
11:24 8 jinên li dijî rejîma Talîban derdiketin hatin girtin
10:53 Rezerva zêr a Tirkiyeyê bi qasî 4,12 milyonan kêm bû
10:05 Ji bo Mazlûm Îçlî kampanya îmzeyan tê destpêkirin
09:06 Ji ber belgeya sixte ya polîsan 48 sal ceza lê hat birîn
09:04 Rojnameger Êzidî: Divê dewletên qirkirina êzidiyan naskirin berpirsyartiyên xwe pêk bînin
09:02 Karkerên di grevê de: Li dijî kedxwariyê derkevin
09:02 Qeyûm soz da, HDP'ê xanî çêkir, qeyûmê duyemîn biryara xerakirinê da
09:01 Helwesta PDK'ê bi kêrî kê tê?
09:00 ROJEVA 22'YÊ TEBAXA 2023'YAN
08:58 Zem li motorînê hate kirin
21/08/2023
23:25 Kaymaz a di şer de jiyana xwe ji dest da hat definkirin
20:50 Şewata li Çiyayê Cûdiyê hat tefandin
20:31 Êrişa li Omer Ocalan hat protestokirin. Em ê serî netewînin!
18:37 Doza Kobanê taloqî sibê hat kirin
16:47 Akademîsyenê Aştiyê Ari 6 sal piştre li peywira xwe hate vegerandin
16:25 Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 28’an de didome
16:05 Girtiyê di venêrîna awarte de tê ragirtin ji ber enfeksiyonê nayê emeliyatkirin
15:41 Ji bo hevdîtina saetekê du roj rêwîtî: Em ê serî netewînin
15:25 Meclisên Jinan ên HDP’ê û Çepên Kesk li Îzmîrê konferans li dar xistin
15:24 ‘Bila bijîşkên veterîner bikevin ber Di Tenduristiyê de Qanûna Tundiyê’
14:56 TMMOB: Em ê derheqê avahiyên ne li gorî rêziknameyê tên hilweşandin pêvajoya hiqûqî bidin destpêkirin
14:30 Îdianameya der barê Diyar Galeria de hat qebûlkirin
14:21 TEM’ê hewldana êrişa li dijî HDP’ê dewrî Asayîşê kir
14:00 Doza Kobanê: Gelo ma dozgerek di dozê de dikare bibe şahid?
13:26 Piştî 31 salan ji girtîgehê hat berdan
13:15 Du pirtûkên nû yên çîrok û helbestan der çûn
13:14 Hunermend Çiftçî hate binçavkirin
12:52 Li Çiyayê Cûdî dîsa şewat derket
12:42 Ji ber şerê malbatan ê li Bismilê 26 kes hatin binçavkirin
12:07 Malbatek dema diçû hevdîtina li girtîgehê qeza kir
11:57 Li Îzmîrê li pey hev erdhej çêbûn
11:30 Berxwedana karkerên FEDAŞ’ê di roja 13’an de didome
10:18 Li Îtalyayê bi deh hezaran kes ji bo Abdullah Ocalan hatin ba hev
09:54 Li Rojava amadekariyên ji bo sala nû ya perwerde-hîndekariyê
09:46 Welatiyê li Bilbêsê hatibû binçavkirin hate berdan
09:01 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta 'Ji zikreşiyê îxanet dibare' derket