Salvegera 7’emîn a darbeya KHK’ê: Desthilatdarî negihîşt armanca xwe

  • rojane
  • 10:36 24 Tebax 2023
  • |
img

AMED - Rojnamevanan diyar kir ku desthilatdarî bi darbeya KHK’ê ya duyemîn jî ya li dijî Çapemeniya Azad negihîşt armanca xwe û wan bi paş ve gav neavêtiye û li ser heqîqet û maf têkoşîna xwe didomînin. 

 
Rewşa Awarte (OHAL) di 20’ê Tîrmeha 2016’an de piştî hewldana darbeya 15’ê Tîrmeha 2016’an, di rewşeke wiha de ku hikûmetê bi polîtîkayên xwe yên tinekirinê di pirsgirêka kurd de şer kûrtir hatibû ragihandin. Bi Biryarnameyên di Hukmê Qanûnê de (KHK) yên ku di çarçoveya Rewşa Awarte de di bin navê "têkoşîna" ya li dijî Cemaeta Gulen ku hewla derbeyê pêk anî hat destpêkirin, karker ji wezîfeyên dewletê hatin dûrxistin, komele hatin mohrkirin, rojname û ajansên muxalîf hatin girtin. Her çiqas Ajansa Nûçeyan a Jin (JINHA), Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) û Rojnameya Azadiya Welat û Ozgur Gundem ku bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de 29’ê Cotmeha 2016’an bi Rewşa Awarte hatin girtin jî dîsa dest ji weşangeriyê bernedin. 
 
Ajansa DÎHABER, rojnameya Rojeva Medya û ajansa jinan Rojnameya Şûjin ku piştî girtina weşanên ku berdewama kevneşopiya Çapemeniya Azad bûn, dest bi weşanê kirin. Her sê weşan jî bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de ya bi hejmara 693’an a di 25’ê Tebaxa 2017’an de hat weşandin hatin girtin. 
 
Her çiqas bi ser girtin û mohrkirina saziyên Çapemeniya Azad de derbas bûbûn jî îro jî binçavkirin û girtin li dijî endamên Çapemeniya Azad berdewam dikin û her cure zext li wan tên kirin. 
 
Rojnamevanan diyar kir ku li gel hemû polîtîkayên zext û polît3ikayan jî têkoşîna xwe ya ragihandina heqîqetê û maf berdewam dikin. 
 
‘PAŞVE GAV NEHAT AVÊTIN’ 
 
Rojnamevan Zeynel Bulut ku ji ber xebatên xwe yên rojnamevaniyê hat girtin û piştî 13 mehan di girtîgehê de hat berdan, diyar kir ku zextên li dijî kurdan û çapemeniya kurd ji dema dewleta Osmanî û vir ve dewam dikin. Bulut bi bîr xist ku di salên 1990’î de dema ku rojnamevanên kurd ên li Tirkiyeyê dest bi ragihandina rastiyan ji raya giştî re kirin rastî zextên giran hatin û got: “Di vê pêvajoyê de rojnameger hatin qetilkirin û avahiyên rojnameyan hatin bombekirin. Lê çapemeniya kurd paşve gav neavêt. Ji berê zêdetir lêkolîn kir û xebatên xwe yên rojnamegeriyê hîn zêdetir kir. Dema em li salên 2000’î dinêrin, hikûmeta AKP’ê jî nêzîkatî û polîtîkaya xwe ya li dijî gelê kurd û çapemeniyê berdewam kir. Bi dehan car rojnameyên çapemeniya kurd girtin.”
 
‘WEŞANA KURDÎ HER TIM WEŞAN KIR’ 
 
Bulut anî ziman ku girtina yekane rojnameyê kurdî wek Azadiya Welat, Rojeva Medya ji zextên li ser zimanê zikmakî qut nîne û berdewamiya polîtîkayên asîmîlasyonê ne û got: “Xwestin rojnameyê bigrin û zimanê kurdî bêdeng bikin. Ji aliyekê ve bêdengkirina civaka kurd, li aliyê din jî bi girtina rojnameyê armanc kirin ku siyaseta asîmîlasyon û tunekirina gelê kurd bi pêş bixin û bidomînin. Li gel van hemûyan jî çapemeniya kurd her tim ji xwe re qadên alternatîf afirandiye. Azadiya Welat, Rojeva Medya hatin girtin. Lê alternatîf jî hatine afirandin. Weşana bi kurdî berdewam kir. Îro rojnameya Xwebûn ku dengê gel û civaka kurd e, bi kurdî weşanê dike. Em wek şagirtên Çapemeniya Azad tevî hemû zextan û girtinan jî alternatîfiyê biafirînin û têkoşîna xwe bidomînin.” 
 
‘EM BÊALTERNATÎF NÎN IN’ 
 
Rojnamevan Gulşen Koçuk ku wê demê yek ji xebatkara Rojnameya Şûjin bû k udi sala 2017'an de bi KHK’ê hat girtin, diyar kir ku bi girtina ajansên jinan re hewl tê dayîn dengê jinan bê qutkirin. Koçuk diyar kir ku hikûmet nikare bigihîje armanca xwe û got: “Rojnamegerek hat girtin, deh rojnameger cihê wê/wî girtin. Yek sazî hat girtin, li şûna wê deh sazî hatin vekirin. Rojnamegerek hat kuştin, hezar rojnameger cihê wê/î girtin. Dibe ku ew ji her kesî bêtir dizanin ku ev kevneşopî dê tu carî bi dawî nebe. Îcar ger hikûmetê li şûna ku van sazî û rastiyan bike hedef, bi rêya darazê edalet bi cih bianiya, ne hewce bû ku bihata girtin û ne jî îro em behsa wan bikin. Jinan li dijî girtinan her tim alternatîfên xwe li pêş xist û têkoşîna xwe ya ragihandinê bênavber dewam kirin.”
 

Sernavên din

24/08/2023
11:21 Şewata li Çanakkaleyê di roja 3’yan de didome: 11 gund hatin valakirin
11:01 Li 19 girtiyên ji bo bêhnê bistînin têlên fensê çirandin doz hate vekirin
10:36 Salvegera 7’emîn a darbeya KHK’ê: Desthilatdarî negihîşt armanca xwe
10:25 Rûsyayê piştrast kir ku Yevgeniy Prîgojîn miriye
09:57 Mazlûm Îçlî: Ji ber ku em kurd in me ceza dikin
09:57 Dayikên Aştiyê: Em ê vê têkoşîna pîroz bidomînin
09:43 Li Meletiyê erdhej çêbû
09:36 Pirsgirêkên mexdûrên erdhejê zêdetir bûn: Ew piştevaniya rojên ewilî niha tune ye
09:08 'Dê têkoşîna li dijî polîtîkayên şerê taybet bê xurtkirin'
09:04 Parêzerê hunermend Çîftçiyê: Îçtihadên AYM û Dadgeha Bilind esas nayên girtin
09:03 'Gelê kurd dixwaze dengê vîna xwe bibihîse'
09:03 Wefqa Hêviyê li dijî çekdarîbûna ferdî bang li meclisê kir
09:01 Şanoger Emektar: Em hewl didin qadên alternatîf biafirînin
09:00 ROJEVA 24’Ê TEBAXA 2023’YAN
23/08/2023
22:26 Li Agiriyê erdhej çêbû
21:53 Balafira ku serokê Wagnerê Prigojin tê de ket xwarê
21:46 Hevşaredarê Periyê car din hat girtin
20:51 Li ser rêya Qamişlo-Amûdê êrişî wesayîtekê hat kirin
19:50 Doza Kobanê: Mutalaa versiyona 'bi tirkî biaxive, pir biaxive' ye
18:57 DBP'ê li Sêrtê Kongreya Asayî ya Yekem li dar xist
16:25 Wezareta Dadê meheke li Malbata Şenyaşar qedexe ye!
16:23 Uçar: Heta ku aştiyeke birûmet pêk tê dê têkoşîna me bidome
16:13 'Bila tayînkirina sûcdarê tecawizê Asim Sultanoglû were betalkirin’
16:03 Dorpêça li ser gundê Bilbêsê di roja 27’an de didome
15:49 Li Çanakkaleyê şewat: 9 gund hatin valakirin, 5 hezar hektar şewitî
15:24 Aydenîz di şîna Dayikên Aştiyê de axivî: Kîna me ji êşa me mezintir e
14:12 Doza Kobanê: Kompasa ‘X’ a emniyetê derket holê
13:57 Piştî serdana Fîdan a li Iraqê Guler çû ser xeta sînor
13:18 Li Dîlokê di 10 salan de 427 karker ji ber cînayetên kar mirin e
13:18 Baroya Amedê çû serdana DFG’ê
12:43 Malbata Ozalp ê girtî: Ji ber derman nedanê rewşa wî giran bûye
12:40 Li Çewlikê bi pileya 4.2 erdhej çêbû
11:58 Dayika Aştiyê Akçelîk û kurê wê hatin definkirin
11:34 Şewata li Herêma Herekolê hate vemirandin
11:34 Li Dîlokê 2 ciwan hatin binçavkirin
11:26 Biryara berdewamiya girtina rojnamevan Arslan hat dayîn
11:08 Benek a ji bo hevdîtinê diçû û dê rê de qeza kir: Ev bû 5 sal me xwişka xwe nedîtiye
10:46 Girtiyê 30 salî ku emeliyata bypassê bûye berdana wî 6 mehan hat taloqkirin
10:26 Jinan li dijî şer banga têkoşîna hevpar kirin
10:05 Malbat piştgiriyê didin kampanya ciwanan a ‘Li dijî şerê taybet têkoşînek bi heybet’
09:52 Nehiştin Kaya li peywira xwe vegere: Ji bo tayînkirina qeyûman hewl didin bingeheke hiqûqî ava bikin
09:09 Li Islahiyeyê hê jî avahiyên xesardîtî nehatine xerakirin
09:07 'Li Amedê hilweşandina avahiyan li gorî rêziknameyê nayê kirin'
09:06 Pêşangeha mexdûrên erdhejê: Jiyaneke kolektîf pêkan e
09:05 Du sal in cenazeyê Kaya nedane malbatê
09:05 Hatîmogûllari: Hewldana êrişê senaryo ye, êrişkar talîmat girtiye
09:00 ROJEVA 23'YÊ TEBAXA 2023'YAN
08:54 Dê Lijneya Hakem a Peywirdarên Cemaweriyê biryara rêjeya zemê bide
22/08/2023
20:08 Li Amedê TIR’ê li welatiyekî xist
18:38 2 Dayikên Aştiyê yên qeza kirin jiyana xwe ji dest dan
16:41 Li Antalyayê jinek hate qetilkirin
16:35 NÇM: Divê demildest Emel Çîftçî were berdan
15:38 Li Sasonê zarokeke 2 salî jiyana xwe ji dest da
15:36 Rojnamevan Ren: Dest danîn ser nameyên me
15:30 Polîsan gefa binçavkirinê li rojnamevanên ku çalakiya edaletê dişopandin xwarin
15:19 Doza Kobanê: Gelo mutalaaya amadekirî hate ber destê dozger?
15:17 Li Îranê 2 jinên girtî hatin darvekirin
14:57 Jina ku hewl da êrişî HDP’ê bike hate berdan
14:48 Qeyûm plana îmarê guhert û ava Êlihê ket talûkeyê
13:47 Karkerên ceyranê çalakiya sistkirina kar didomînin
13:28 Seferî Yilmaz: Ez bi fikar im ku amadekariya sûîkastek nû li dijî min tê kirin
12:53 Zarokek 10 salî ji aliyê îstixbarata Îranê ve hat qetilkirin
12:51 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:51 Dewleta tirk gundê Tirvanîş ê Metînayê topbaran kir
11:24 8 jinên li dijî rejîma Talîban derdiketin hatin girtin
10:53 Rezerva zêr a Tirkiyeyê bi qasî 4,12 milyonan kêm bû
10:05 Ji bo Mazlûm Îçlî kampanya îmzeyan tê destpêkirin
09:06 Ji ber belgeya sixte ya polîsan 48 sal ceza lê hat birîn
09:04 Rojnameger Êzidî: Divê dewletên qirkirina êzidiyan naskirin berpirsyartiyên xwe pêk bînin
09:02 Karkerên di grevê de: Li dijî kedxwariyê derkevin
09:02 Qeyûm soz da, HDP'ê xanî çêkir, qeyûmê duyemîn biryara xerakirinê da
09:01 Helwesta PDK'ê bi kêrî kê tê?
09:00 ROJEVA 22'YÊ TEBAXA 2023'YAN
08:58 Zem li motorînê hate kirin
21/08/2023
23:25 Kaymaz a di şer de jiyana xwe ji dest da hat definkirin
20:50 Şewata li Çiyayê Cûdiyê hat tefandin
20:31 Êrişa li Omer Ocalan hat protestokirin. Em ê serî netewînin!
18:37 Doza Kobanê taloqî sibê hat kirin
16:47 Akademîsyenê Aştiyê Ari 6 sal piştre li peywira xwe hate vegerandin
16:25 Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 28’an de didome
16:05 Girtiyê di venêrîna awarte de tê ragirtin ji ber enfeksiyonê nayê emeliyatkirin
15:41 Ji bo hevdîtina saetekê du roj rêwîtî: Em ê serî netewînin
15:25 Meclisên Jinan ên HDP’ê û Çepên Kesk li Îzmîrê konferans li dar xistin
15:24 ‘Bila bijîşkên veterîner bikevin ber Di Tenduristiyê de Qanûna Tundiyê’
14:56 TMMOB: Em ê derheqê avahiyên ne li gorî rêziknameyê tên hilweşandin pêvajoya hiqûqî bidin destpêkirin
14:30 Îdianameya der barê Diyar Galeria de hat qebûlkirin
14:21 TEM’ê hewldana êrişa li dijî HDP’ê dewrî Asayîşê kir
14:00 Doza Kobanê: Gelo ma dozgerek di dozê de dikare bibe şahid?
13:26 Piştî 31 salan ji girtîgehê hat berdan
13:15 Du pirtûkên nû yên çîrok û helbestan der çûn
13:14 Hunermend Çiftçî hate binçavkirin
12:52 Li Çiyayê Cûdî dîsa şewat derket
12:42 Ji ber şerê malbatan ê li Bismilê 26 kes hatin binçavkirin
12:07 Malbatek dema diçû hevdîtina li girtîgehê qeza kir
11:57 Li Îzmîrê li pey hev erdhej çêbûn
11:30 Berxwedana karkerên FEDAŞ’ê di roja 13’an de didome
10:18 Li Îtalyayê bi deh hezaran kes ji bo Abdullah Ocalan hatin ba hev
09:54 Li Rojava amadekariyên ji bo sala nû ya perwerde-hîndekariyê
09:46 Welatiyê li Bilbêsê hatibû binçavkirin hate berdan
09:01 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta 'Ji zikreşiyê îxanet dibare' derket