Bi hinceta ‘navê te di nûçeyê de derbas bûye’ doz li rojnameger Çelîk hate vekirin!

  • rojane
  • 15:56 29 Tebax 2023
  • |
img
AMED - Rojnameger Omer Çelîk tevî 15 hempîşeyên xwe li Amedê hatibû girtin. Bi hinceta ku navê wî di nava nûçeyan de derbas bûye derheqê rojnameger Çelîk de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” îdianame hate amadekirin. 
 
Rojnameger di 8’ê hezîrana 2022’yan de tevî 15 hempîşeyên xwe li Amedê hate binçavkirin û di 16’ê hezîranê de hate girtin. Derheqê rojnameger Çelîk de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” îdianame hate amadekirin û ji bo Çelîk heta 15 salan cezayê girtîgehê hate xwestin. Îdianame ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Hezexê ve hate amadekirin. Ji ber biryara bêrayetiyê îdianame ji Serdozgeriya Komarê ya Amedê re hate şandin. Serdozgeriya Komarê ya Amedê jî îdianame qebûl kir. Serdozgeriyê ji 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê xwest ku dosyaya Çelîk bi dosyaya 22 kesên din ên tên darizandin re were yekkirin. Dadgehê jî ev daxwaz qebûl kir. 
 
TU HÊMAYÊN SÛC NEHATIN DÎTIN 
 
Serdozgeriya Komarê ya Hezekê têkildarî parvekirinên li ser medyaya dijîtal lêpirsîn dabû destpêkirin û fezlekeya polîsan a derheqê Çelîk de hatiye amadekirin li dosyayê hate zêdekirin. Di fezlekeyê de ji bo parvekirinên Çelîk wiha hat gotin: “Tu tiştekî ku weke hêmaya sûc were nîşandan nehatiye dîtin.” Polîsên ku di parvekirinên li ser medyaya dijîtal de rastî tu hêmayên sûc nehatin, di fezlekeya xwe de diyar kir ku navê Çelîk di 4 nûçeyên derheqê 15 rojnamegerên hatine girtin de derbas bûye. Serdozgerriya Komarê ya Hezexê jî dosyaya xwe spart vê fezlekeya polîsan û derheqê Çelîk de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” îdianame amade kir. 
 
‘NÛÇEYA ÎDIANAME HATE AMADEKIRIN’ SÛC E!
 
Çelîk beriya girtina xwe li Ajansa Mezopotamyayê (MA) dixebitî û nûçeyên di MA’yê de hatine weşandin weke sûc hatin nîşandan. Navê rojnameger Çelîk di nûçeyên Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) de derbas bûye û ev jî weke sûc hatiye destnîşankirin. Di fezlekeya nav îdianameyê de nûçeya ANF’ê ya bi ser navê “Gunay: Hûn dê îro jî nekarin çapemeniya kurd bêdeng bikin” a di 29’ê adara 2023’yan de hatiye weşandin, nûçeya MA’yê ya bi sernavê “Îdianameya 20 rojnamegerên tên darizandin hate amadekirin”,  nûçeya ANF’ê ya bi ser navê “Ji bo rojnamegerên kurd ên dîlgirtî li 3 bajaran çalakî” ya di 16’ê îlona 2022’yan de hatiye weşandin û nûçeya bi sernavê “Dozgerê 9 meh in îdianameya rojnamegeran amade nekiriye: Materyalên dijîtal pir in” di 9’ê adara 2023’yan de li ser malperên MA û ANF’ê hatine weşandin weke sûc hatine nîşandan. 
 
NÛÇEYAN GIRTINÊ WEKE SÛC HATE NÎŞANDAN
 
Balkêşe ku dozger ji ber nûçeyên MA’yê derheqê Çelîk de çêkirine weke “rêxistin xwedî li Çelîk derketiye û hewl dide kirariyên edlî yên derheqê wî de bêîtîbar bike” nirxand. Di nirxandina behsa xeberê de tê gotin ku ANF NEWS û MA derheqê rojnameger Çelîk de nûçe çêkirine û ev îdia hatine kirin: “Bi vê yekê rêxistina terorê ya PKK’ê xwedî li gumanbarî derdikeve, hewl dide bi van nûçeyan kirariyên edlî bêîtîbar bike, bi vê yekê xuya dibe ku di navbera gumanbar û rêxistina terorê de têkiliyeke yekser heye, bi zanebûn li gorî armancên tevgerê tevdigere, tev li hiyerarşiya rêxistinê bûye...” 
 
Îdianameya bi daxwaza yekkirina dosyayan hatiye amadekirin ji hêla 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê ve hate qebûlkirin. 
 

Sernavên din

02/09/2023
09:39 Naîl Demîr piştî 30 salan hat berdan: Berxwedan jiyan e
09:21 Partiya Çepên Kesk êdî wê namzetên xwe bi pêşhilbijartinê diyar bike
09:06 Piştî Gabar û Cûdî niha jî li Feraşîn û Katoyê talanê dest pê kir
09:05 Dayika Şemiyê Yildiz: Ez doza edaleta windayan dikim
09:05 Xelkê Amedê: Desthilata AKP'ê ji ya Kenan Evren xerabtir e
09:03 Parêzer Yamar: Ez wekî hiqûqnasekî dixwazim hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bikim
09:02 Li gundê nêzî Çemê Firatê av tune ye!
09:00 ROJEVA 2'YÊ ÎLONA 2023'YAN
08:56 Du ciwanên pismamên hev di Çemê Xabûrê de xeniqîn
01/09/2023
21:26 Cenazeyê Ûzûn hat definkirin
20:41 Gora Aşkara ya HPG'î hat texrîbkirin
19:34 Mîtînga 1'ê Îlonê bi dirûşmeya 'jin, jiyan, azadî' bi dawî bû
19:30 Cenazeyê Hazar piştî 5 salan radestî malbatê hat kirin
19:02 Ûçar: Di şexsê birêz Ocalan de hewl didin tevahiya gelê kurd tecrîd bikin, dê bi ser nekevin
17:02 Ozturk: Bi destê aştiyê yê birêz Ocalan bigirin
16:40 Dorpêça li ser gundê Çamiliyê didome
16:28 Emîne Şenyaşar: Dewlet çima kujeran diparêze?
16:10 Ji baroyan daxuyaniya vekirina sala edlî: Bila pirsgirêka kurd were çareserkirin
15:58 ‘Dewlet dixwaze ku ser doza Mehmet Sîncar bigire’
15:45 Hestiyên Ûzûn di nava qûtiyekî de teslîmî malbatê kirin
15:26 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê: Dest ji polîtîkayên tecrîdkirina aştiyê berdin
14:16 Zarokê ku wesayita zirxî lêxistibû travmaya serî derbas kiriye
13:28 Li Colemêrgê ji bo veguhestinê zem hate kirin
13:06 Meclisa Ciwanan a HDP’ê ji bo Turan çalakî li dar xist
13:04 Malbatan ji bo çûna Îmraliyê serlêdan kirin
12:59 Di mehekê de 51 caran êrişî 33 herêmên Efrîn û Şehbayê kirin
12:17 ÎHD: Li Tirkiyeyê mafê xweîfadekirinê di bin zexteke mezin de ye
12:09 Ji ber e-Reçeteyê derbarê Fahrettîn Koca de gilî hat kirin
11:36 Li Efxanistanê 3 rojnameger hatin berdan
10:54 Amed ji bo mitînga aştiyê ya 1’ê Îlonê amade ye
10:32 Dewleta tirk û komên paramîlîter êrişî Minbicê dikin: 4 zarok hatin qetilkirin
10:30 Ciwanê ku ji aliyê polîsan ve hatibû revandin: Nikarin me bitirsînin
10:02 ‘Bedela wê çi dibe bila bibe jin bi biryar in ku tecrîdê rakin’
09:34 'Divê partiyên Rojhilat bi PJAK'ê re tifaqê çêbikin'
09:04 Berdevkê Hewldana 78’iyan Can: Li dijî zextan mafê herî mezin berxwedan e
09:04 Ji Rûbarê Nerdûşê komir diherike!
09:03 Rêxistinên ciwanan ên kurd: Em jiyaneke bê Ocalan qebûl nakin
09:02 ‘Li girtîgehan li dijî zextan berxwedaneke bêhempa heye'
09:01 Li Feraşînê ne aramî lê dorpêç heye!
09:01 'Sedema krîza aborî polîtikayên dewletê yên şer in'
09:00 ROJEVA 1'Ê ÎLONA 2023'YAN
08:16 Li mala ku bi çekên giran hat guleberankirin 2 kesan jiyana xwe ji dest da
31/08/2023
19:05 Parlementeran gel vexwend mitînga 1’ê Îlonê
16:48 Ji Malbata Şenyaşar re dîsa gotin: Wezîr ne li vir e!
15:39 Li Şirnexê wesayîta zirxî li zarokekî xist: Rewşa zarokî giran e
15:32 Berdevkê Hewldana 78’an Celalettîn Can hat binçavkirin
15:20 Li Mêrdînê welatiyek di êrişa çekdarî de hat kuştin
15:00 Zema dê ji bo mûçeyên kedkarên cemaweriyê were kirin diyar bû
14:51 KESK: Em li dijî TÎS’ê têbikoşin
14:24 ‘Em dixwazin Girtîgeha Amedê bibe Muzeya Mafên Mirovan’
14:10 Turan li bajarê xwe bi girseyî hate oxirkirin
13:37 Li Wanê ji bo daxuyaniya 1’ê Îlonê bang hat kirin
13:36 Li Meletiyê êrişî karkeran hat kirin: 3 karker birîndar bûn
13:22 Çîrokên windakiriyan li kolanên Stenbolê ne
12:58 Li Datçayê erdhej çêbû
12:54 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:54 Ji bo rojnamegerên girtî qertên 1’ê Îlonê hatin şandin
12:10 Di encama êrişên mehek dawî de li ser Eyn Îsayê: 4 kes hatin kuştin
12:09 Endama Tevna Parastina Jinan Denîz Onen hat binçavkirin
11:43 ‘Heya aştî were em ê têbikoşin’
11:19 Unsal ji Partiya DEVA’yê îstîfa kir
11:13 Şêniyên Taxa Febrîqeyê: Qeyûm bi darê zorê malên me diherifîne
11:02 Încî: Lijneyên Îdarî û Çavdêriyê weke qadek siyasî tevdigere
11:01 Demîr: Em ê plana îmarê ya qeyûmê Êlihê bibin Dadgeha Îdareyê
10:29 Jin naxwazin Asim Sûltanoglû li Rihayê be!
10:15 Parêzer Çakas: Li hundir û li derve mirov tên zindanîkirin
09:59 Cenazeyê Turan ji bo definkirinê dibin Mêrdînê
09:51 Cotkarên ku garis çandine: Heke çareserî neyê peydakirin em ê dest ji cotkariyê berdin
09:50 Derheqê Kurdistana Sor de belgeyeke nû: Çavdêriyên Pçelîna
09:06 Dayikên Aştiyê: Li Rojhilata Navîn mifteya aştiyê Abdullah Ocalan e
09:05 Di 64 saliya xwe de hînî xwendin û nivîsandina kurdî bû: Em xwedî li zimanê xwe derkevin
09:04 Avahiya pirxesardîtî nayê hilweşandin!
09:04 Ji ciwanan tûrnûvaya fûtbolê: Roja dawî 3'yê Îlonê ye
09:03 Qeyûm beriya hilbijartinê mal û milkên şaredariyê da ber firotinê
09:02 Ji baregehên leşkeriyê re rêyên asfaltkirî, ji gel re jî rêyên xerabe!
09:02 Ehmed Xoceyê PYD'î: Şoreşa Rojava destkêftiyên kurdan mîsoger dike
09:00 ROJEVA 31’Ê TEBAXA 2023’YAN
08:24 Li gundê Çamîlî operasyona leşkerî: Xaniyek hat gulebarankirin
00:27 Cenazeyê Tûran ê bi saetan hat sekinandin gihîşt Amedê
30/08/2023
16:35 Operasyona ‘Xurtkirina Ewlehiyê’ didome: Bi dehan DAIŞ’î û tiryakfiroş hatin girtin
16:19 Malbata Turan cenaze wergirt û ber bi Mêrdînê ve bi rê ket
16:01 Li Îranê aktîvîstên hatin girtin bi tacîzê re rû bi rû man e
15:27 Hunermendê ku ferzkirina dersokê protesto kirî hate girtin
15:10 Girtiyê nexweş Ormanli hate berdan
13:41 Til Temir bi çekên giran hate bombebarankirin
12:34 Rapora 'pêwîstî bi taloqkirina ceza nîne' dane Turan ê jiyana xwe ji dest da
11:46 Jinan banga 1'ê Îlonê kir: Em biherikin Qada Îstasyonê
11:45 Hunermendê li dijî ferzkirina girêdana dersokê derketî hate binçavkirin
11:40 Dadgeha Îranê cezayê hepsê û qamçiyan li 5 welatiyên kurd birî
11:34 Berteka li dijî projeya wezaretê: Divê Girtîgeha Amedê weke ‘mekana hafizeyê’ bimîne
11:14 Kirkazak: Divê li dijî Lozanê peymaneke civakî were çêkirin
11:11 Parêzeran serî li CPT'yê dan: Dibe sibê dereng be, bi lez û bez serdana Îmraliyê bike
10:54 Baran: Heke paradîgmaya Ocalan di hiş û jiyana me de be wê tecrîd pûç bibe
10:54 Li Gabonê leşkeran dest danîn ser rêveberiya welêt
10:37 Girtiyê nexweş Şakîr Turan jiyana xwe ji dest da
10:21 Altan: Çareserkirina meseleya kurd hevtayê komara demokratîk e
10:14 Şaredarê AKP'yî ku hatiye tayînkirin şaredariyê xistiye bin deynan
09:53 Bi Emîne Şenyaşar re rojek: Di her kêliya jiyana wan de edalet heye
09:40 Banga ji bo rakirina tecrîdê: Her kes berpirsiyar e
09:19 Bi awayekî kelemçekirî birin nexweşxaneyê lê nehat dermankirin