Kincên Înan ên perçekirî piştî 8 salan radestî malbata wê kirin

img
ŞIRNEX - Kincên şewitî û perçe bûyî yên keça dayika Taybet Înan, Heznî Înan a ku di dema qedexeyên derketina derva ya Cizîrê de di jêrzemînan de hate qetilkirin, piştî 8 salan radestî malbata wê hatin kirin. 
 
Di 14’ê kanûna 2015’an de li navçeya Silopiya ya Şirnexê qedexeya derketina derve hat ragihandin. Di qedexeya 38 rojan de 68 kes hatin qetilkirin û gelek welatî jî birîndar bûn. Yek ji kesên hate qetilkirin jî dayika Taybet Înan a 55 salî bû ku cenazeyê wê 7 rojan li nava kolanê mabû. Keça dayika Taybet, Heznî Înan jî di qedexeya derketina derve ya Cizîrê de, di jêrzemînên Cizîrê de bi awayekî hovane di heman mehê de hate qetilkirin. Cenazeyê wê piştî bi mehan radestî malbata wê hate kirin û li cem dayika wê hate definkirin. Di 6'ê îlonê de, 8 sal piştî qedexeya derketina derve, Midûriyeta Polîsan a Silopiyayê bavê Înan Halît Înan geriya û jê re got, "Were emanetê xwe bigire" li gel vê telefonê malbata Înan çû miduriyeta polîsan. Li wir poşetekî ku qazaxek, pantorek û xirkeyekî şewitî û perçekirî tê de bûn radestî malbatê hatin kirin. 
 
'RÊZ Û HURMETA DEWLETÊ EV E' 
 
Birayê Înan, Omer Înan diyar kir ku ev dewlet bi vê rêbazê dixwaze ku êşa malbatan mezintir bike û wiha axivî: "Duh dora seat 3-4'an Miduriyeta Polîsan a Navçeyê li bavê min geriya. Ji bavê min re gotin,' werin emanetê we heye' em jî îro çûn. Me anî û emanetê wan ji sê perçeyan pêk dihat. Emanetê me ev bû. Rêz û hûrmeta dewletê ev e. Ev tê çi wateyê? Dixwazin ku tirsekî li ser me çêbikin û bibêjin, 'me wiha li zarokên we kir û em ê wiha li we jî bikin' ev kinc yên kengî ne hûn dizanin? Yên dema qedexeya derketina derve ya Cizîrê ne. Ev perçeyên wê komkujiyê ne. Ez çi bibêjim, nizanim? Dikin zerfan de û piştî 8 salan didin me. Dikaribûn wê rojê ji bidana me. Lê bi vî rengî dixwazin ku ji me re qehrekê çêbikin û em paşve gavê biavêjin. Lê em di doza xwe de paşve gavê naavêjin. Em bi van perçeyên kincan jî serbilind in."
 
'EV ŞERMA TIRKIYEYÊ YE' 
 
Înan, anî ziman ku dayika wî jî bi heman hovitiyê hate qetilkirin û got ku ew ê li dijî zilmê tu carî serê xwe netewînin û ev tişt got: "Diya min jî di qedexeya derketina derve de qetilkirin. Xwîşka min jî di jêrzemînên Cizîrê de qetilkirin. Ev tu car ji bîra me naçe. Em ê vê bikin muze. Ez ê van kincan bi mal ve daliqînim. Em heta ku hebin em ê ji bîr nekin. Em ê nîşan bidin ku dewlet çiqasî rûreşe. Ev şerma Tirkiyeyê ye. Bi ser qedexeyan re 8 sal derbas bûn lê nû didin me. Dixwazin bêjin ku dawiya we hemûyan dê wisa be. Lê ew nizanin ku em çiqas kêm bibin ewqasî jî zêde dibin, em xelas nabin." 
 
MA / Zeynep Dûrgût
 
 
 

Sernavên din

08/09/2023
09:04 Qeydên kurdî yên Komeleya Lêkolînên Kurdî dest pê dikin
09:04 ‘Gelê me bi qirkirinê re rû bi rû ye, lê cîhan piştgiriya Talîbanê dike'
09:03 Li dijî tecrîd û asîmîlasyonê çalakiyên çandî
09:02 Doç. Dr. Karabûlût: Amed ji bo erdhejê ne amade ye
09:01 Kincên Înan ên perçekirî piştî 8 salan radestî malbata wê kirin
09:00 ROJEVA 8'Ê ÎLONA 2023'YAN
08:49 Hunermend Kadîr Çat: Bi awayekî keyfî hatim binçavkirin
08:28 Cenazeyê Peyam Demîr li gundê wê hat veşartin
08:16 Cenazeyê Tekîn li Bismilê hate veşartin
07/09/2023
23:43 Krîzê li dilê Hevşaredarê Îdirê Yilmaz ê girtî xist
23:38 Li Wanê kesek hat binçavkirin
23:35 Gumuştaş û Ûçar hatin berdan
18:08 Cenazeyên Tekîn û Demîr radestî malbatên wan hatin kirin
18:01 Bi girseyî çûn şîna Zulfiye Bînbîrê
16:10 Emîne Şenyaşar: Bila pergala we hilweşe
15:08 Qeyûmê Pirsûsê 41 kargeh hilweşandin: 4 kes hatin binçavkirin
14:53 BES: Ji qesrê edalet dernakeve
14:18 Avci: Qeyûm dixwaze bi lez û bez hemû mal û milkên şaredariyê bifroşe
13:44 ‘Doza ava lîmonê’ ya siyasetmedarên jin hate taloqkirin
13:38 ‘Bila zarokên kurd bi kêfxweşiya perwerdehiya zimanê zikmakî biçin dibistanan’
13:28 Rejîma Îranê ciwanekî din ê kurd girt
13:18 Cezayê hucreyê dan girtiyê îtîrazî têla li ber paceyê kir
13:18 Bertek nîşanî dersînorkirina Menaf Osman dan: Qanûn û hiqûq tune tê hesibandin
13:02 Doza Kobanê: Di hilbijartinên herêmî de jî dê ev dosya bê axaftin
13:01 Cihê konferansa jinan a Partiya Çepên Kesk guherî
12:01 Parêzer ji bo biçin Girava Îmraliyê dîsa serlêdan kirin
11:53 Tirkiye dixwaze şanogerê ji Îranê yê li GGM’ê girtî ye deportî Îranê bike
11:45 Li Erzînganê girtî bêbêhn tên hiştin!
10:08 Rojnamevan Koyluoglû: Tê xwestin ku hilbijartina li Kerkûkê were betalkirin
09:05 Bîldîrîcî: Heya ambargo hebe çapemenî jî dê parçeyeke vê bêedaletiyê be
09:04 ‘Divê Lijneyên Îdare û Çavdêriyê yên dijhiqûqî bên betalkirin'
09:02 Rejîma Îranê kurdî kir hedef: Em dikarin pêşî li qirkirina çandî bigirin
09:01 Wezaretan ji bo kuştina Surme Înce îdia kirin ku 'li wir pevçûn hebûye'
09:00 ROJEVA 7’Ê ÎLONA 2023’YAN
06/09/2023
23:41 Li Amedê şanoya 'Kulav û Peyk'
22:39 Tûrnûvaya fûtbolê ya ciwanan didome
20:52 Satici ya ji girtîgehê derket li Şemzînanê hat pêşwazîkirin
20:35 Bîrdal: Sedema xizaniyê nebûna aştiyê ye
19:13 Kargeha zarokan a MED-DER’ê bi şahiyekê bi dawî bû
18:59 Rewşa dawî ya lehiyê: 7 kesan jiyana xwe ji dest da, kesek winda ye
17:49 Hevşaredarên Panosê hatin berdan
17:43 Îdareya bajêr gund bê av hişt, lê xistin stuyê şaredariya HDP'î
16:20 Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 42’yemîn de ye
16:16 Di lehiya li Kirklareliyê de hejmara miriyan derket 5’an
16:06 Di 11 rojên operasyona ‘Xurtkirina Ewlehiyê’ de çi qewimîn?
15:53 2 kesên li Bagcilarê hatibûn binçavkirin hatin girtin
15:11 24 roj in encama testa DNA’yê ya Leyla Gulcu derneketiye
14:48 Rojnamevana girtî Maroofian: Di bin çavan de êrişa zayendî li min hate kirin
14:25 Li cerdevanên ku li Şirnexê talana xwezayê dikin ên nû tên zêdekirin
13:07 Li Geverê gelek darên fêkiyan şewitîn
13:06 ‘Bila Abdulmenaf Osman radestî malbata wî bê kirin’
11:40 Di lehiya li Kirklareliyê de hejmara miriyan derket 3’yan
11:02 Li Amedê jinek birîndar bû
10:40 Partiyên Rojhilat greva giştî ragihandin
10:28 Li Rihayê ciwan dê li dijî şerê taybet konserekê li dar bixin
10:23 Meclisa Jinan a Partiya Çepên Kesk xwe ji bo konferansek mezin amade dike
10:04 Daneyên tundiyê yên JINNEWS'ê: 28 jin hatin qetilkirin
09:57 Rojnamevan Bîlgîn: Li Dêrazorê gelên herêmê bi hev re li ber xwe didin
09:15 Li Stenbolê di lehiyê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan
09:04 Partiya Çepên Kesk amadekariya kampaneyeyeke li dijî tecrîdê dike
09:03 Li Wanê meseleya xizmeta tenduristiyê: Pirsgirêk bi pansûmankirinê çareser nabe
09:02 Di salekê de du caran êriş birin ser heman gorê: Bêdengî rê li ber zilmê vedike
09:00 Li Semsûrê dibe ku mexdûrên erdhejê vê zivistanê di konan de derbas bikin!
09:00 ROJEVA 6’Ê ÎLONA 2023’YAN
08:55 Erdogan kesê ji ber Komkujiya Sêwasê hatibû girtin efû kir
05/09/2023
22:50 Îfadeya kesên ku li Bagcilarê hatibûn binçavkirin temam bû
19:35 Li Hezroyê gundî pev çûn: Kesekî jiyana xwe ji dest da
16:42 Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar berdewam dike
16:39 Li Amedê serdegirtinên malan: 5 kes hatin binçavkirin
16:38 Egîtîm Senê foruma ‘mafê perwerdeya bi zimanê dayikê’ li dar xist
16:16 Tevî dîmenan jî wezareta parastinê îşkence red kir
15:53 Komeleya Wêjekarên Kurd: Divê Menaf Osman demildest bê berdan
15:29 OHD: Bila Abdulmenaf Osman neyê dersînorkirin
15:28 HSD: Di operasyonê de 18 çete hatin kuştin û 4 jî hatin girtin
14:32 Hevşaredarê Dêrsimê yê berê Bul hate berdan
14:26 Rejîma Îranê mamê Jîna Emînî girt
14:16 Hevserokên HDP’ê yên berê derbasî Partiya Çepên Kesk bûn
14:06 Malbatên 2 kesên li Qelqeliyê jiyana xwe ji dest dan ji bo testa DNA’yê xwîn dan
13:29 Parêzer Uçar a ji bo îfadeyê çû edliyeyê hate binçavkirin
12:56 HPG: Cenazeyên 4 leşkeran di bin kontrola me de ne
12:56 Di şerê Zapê de leşkerek hate kuştin
12:19 Danişîna Aysel Tûglûk hate taloqkirin
12:18 Parêzer Coşkun: Hewl didin nivîskar Osman bişînin Sûriyeyê
11:48 Li Şemzînanê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
11:36 Stranbêj Yarrahî sewqî Girtîgeha Evînê hate kirin
11:22 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:02 Rojnameger Mihemed: Li Dêrazorê şer di navbera HSD û komên paramîlîter ên Tirkiyeyê de ye
10:51 Cezayê hefsê li rojnamevan Nazila Marofian hate birîn
10:47 Kesên li ser daxwaza ENKS’ê vegeriyan Efrînê tên revandin
10:23 Hevalên Mîr Perwer ên hunermend gora wî dan çêkirin
09:49 Nivîskar Osman ji bo dersînorkirinê şandin GGM’a Edîrneyê
09:05 Li Girtîgeha Sîncanê ya Jinan şewba girûyê
09:04 Bav Yilmaz Ûzûn: Rêya wan rêya me ye, xeyalên wan xeyalên me ne
09:03 Şenyaşar: Wezîrê Dadê ji edaletê direve
09:02 Seroka Giştî ya Egîtîm-Senê:Armanca wan zarokan tev li nava komele û weqfên olî bikin
09:01 Însel: Tecrîda li ser Abdullah Ocalan sûc e
09:00 ROJEVA 5'Ê ÎLONA 2023'YAN
04/09/2023
23:06 Êrîşî gundên Şehba û Hesekê hat kirin
20:34 Piştî 30 salan hat berdan: Bi awayekî fiîlî di binçavan de ye
16:26 Li Geverê mirineke biguman