Dê komploya navdewletî li Cenevreyê bê protestokirin

  • rojane
  • 09:25 10 Îlon 2023
  • |
img

STENBOL - Hevserokê CDK'ê Mehmet Latîf Çelebî diyar kir ku dê di 25'emîn salvegera komploya navdewletî de bi daxwaza azadiyê ya ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Cenevreyê meşekê li dar bixin û got: "Mifteya çareseriyê li Îmraliyê ye." 

Çalakiya nobedê ya di çarçoveya pêngava "Dem dema azadiyê ye" ya di 25'ê çileya 2021'ê de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li bajarê Cenevre yê Swîsreyê hat destpêkirin, her çarşem didome. Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (CDK) ku pêşengiya çalakiyê dike, dê 25'emîn salvegera komploya navdewletî ya li hemberî Abdullah Ocalan de, çalakiyên cihêreng li dar bixe. Dê di çarçoveya van çalakiyan de di 10'ê cotmehê de li Cenevreyê û 7 herêmên Swîsreyê meş bên lidarxistin. Her wiha tê payîn ku çalakî li gelek deverên Ewropayê û Latîn Amerîka û parzemîna Asyayê jî bên lidarxistin. 
 
Hevserokê CDK'ê Mehmet Latîf Çelebî, diyar kir ku armanca wan azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan û şikandina tecrîdê ye. 
 
HELWESTA LI DIJÎ ŞER
 
Çelebî bibîr xist ku Abdullah Ocalan nêz 25 sal in di şert û mercên tecrîda girankirî de tê ragirtin û got ku hêzên global ji ber helwesta li dijî şer a Abdullah Ocalan komployê pêk anîne. Çelebî wiha axivî: "Ji ber paradîgmaya Konfederalîzma Demokratîk ku Abdullah Ocalan ew li dijî şer pêşkêşî Rojhialta Navîn kir, komplo hat pêkanîn. Ev tecrîd niha 3 sal in gihîştiye asta bêpêwendîdanîna mutleq. Sedema sereke ya astengkirina hevdîtina Abdullah Ocalan a bi malbatê û parêzerên wî re, ew e ku pêwendiya wî bi gel re bê qutkirin. Tiştên îro diqewimin berdewama komployê ne." 
 
ENCAMÊN TECRÎDA ÎMRALIYÊ
 
Çelebî destnîşan kir ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan li ser gelan jî tê pêkanîn û bal kişand ser pêvajoya di navbera 2013-2015'an de ku desthilatê dawî lê anî. Çelebî wiha domand: "Piştî polîtîkaya tecrîdê ket dewrê, li welêt li hemberî rêxistinên civaka sivîl, komên çapemeniyê, siyasetmedaran, rewşenbîran, parêzeran, nivîskaran û hemû derdorên aştîxwaz û azadîxwaz operasyonên binçavkirin û girtinê dest pê kirin. Operasyonên derveyî sînor hatin berfirehkirin; li hemberî herêma başûrê Kurdistanê, Rojava, Mexmûr, Şengal û Qadên Parastina Medyayê êriş dest pê kirin. Ev êriş pir berfireh bûn. Armanca sereke ya tecrîdê û operasyonan, ew e ku pêwendiya di navbera Ocalan û gel de bê qutkirin. Ji lew re hêzên global dizanin ku; azadiya Rêber Apo, fikrên wî û dnegê wî, tê wateya azadiya gelê kurd û hemû gelên Rojhilata Navîn." 
 
BÊDENGIYA NAVNETEWEYÎ
 
Çelebî bal kişand ser bêdengiya Neteweyên Yekbûyî (NY), Komîteya Wezîran a Yekîtiya Ewropayê (YE) û Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) a li hemberî tecrîdê û got: "Gava mesele Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan be, her kes tiştên diqewime dibîne, lê dneg ji xwe dernaxîne." 
 
‘MIFTEYA AŞTIYÊ LI ÎMRALIYÊ YE'
 
Çelebî bilêv kir ku dê çalakiya wan tenê bi nobedê ne sînordakrirî be û ragihand ku dê di 25'emîn salvegera komployê de li dijî tecrîdê xebateke taybet çêbikin. Çelebî wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em ê bi van çalakiyan tecrîdê teşhîr bikin. Çalakiyên me heya encamekê bigirin dê bidome. Mifteya çareserkirina meseleya kurd û aştiyê li Îmraliyê ye." 
 
MA / Ergîn Çaglar

Sernavên din

29/09/2023
09:02 Zextên derûnas ên li ser girtiyan: Têkoşîna li dijî terorê serkeftî ye yan na?
09:02 BEKSAV amadekariya mîhrîcaneke fîlman dike
09:02 Gundê êzidiyan ê dîrokî Kiwex pêşkeşî sermayeyê tê kirin
09:01 ‘Polîtîkaya bêcezahiştinê bû sedemê kuştina xwişka min’
09:01 Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin: Komplo bi saya sekna Abdullah Ocalan vala hat derxistin
09:00 ROJEVA 29'Ê ÎLONA 2023'YAN
08:45 Li dijî 2 şaredariyên CHP’ê operasyon hate lidarxistin
08:04 Cenazeyê Bîrîk ê serokê AKP’ê yê berê ew kuşt hate definkirin
07:55 Li Silêmaniyê êrişeke çekdarî: Kesekî jiyana xwe ji dest da
28/09/2023
23:08 Li Îzmîrê konsera dengbêjiyê
23:02 'Heya Ocalan azad bibe dê têkoşîna me bidome'
21:33 Cezayê li Kavala û Atalay hatibû birîn hat erêkirin
21:28 Serokê AKP'ê yê navçeyê yê berê mala cîranên xwe gulebaran kir: Kesek jiyana xwe ji dest da
21:11 8’emîn Mîhrîcana Belgefîlman a FîlmAmedê di roja duyemîn de didome
19:47 'Îfadeyên amadekirî' bi wan dan îmzekirin û ew girtin
19:35 Hevserokê BEKSAV'ê Ûçar hat binçavkirin
16:35 MED TUHAD-FED’ê ji bo kongreya xwe banga beşdariyê kir
15:19 Siyasetmedar û rojnamevanek hatin cezakirin
14:06 Li Dîlokê jinek hat qetilkirin
14:02 Girtiyê ku tehliyeya wî 6 mehan hatibû taloqkirin hate berdan
13:37 Doza Kobanê: Ji bo girtinê ‘gumana maqûl’ têr nake
13:37 Partiya Çepên Kesk dê di vekirina Meclisê de daxuyaniyê bide
13:17 AYM dê serlêdana parlamenterê girtî Atalay lêkolîn bike
12:27 Di 10 salan de hezar û 803 karkerên çandiniyê bûn qurbaniyên cînayetên kar
12:17 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:44 Li ber Konseya Ewropayê wê 500 kes ji bo Ocalan nobedê bigirin
11:33 Hejmara qurbaniyên erdheja Fasê nêzî 3 hezaran bû
11:15 Piştî ku sansur rabû, wezaret ji festîvalê vekişiya
10:46 Li gundê Bana leşkeran avêt ser malan
09:22 Bafil Talabanî dîsa bû Serokê YNK’ê
09:21 Dest û dengê girtiyan: Di Tariyê de Tîqetîq
09:03 Qala Denîz Bulbun kirin: Ew evîndarê Kurdistanê bû
09:01 Aydogan: Ger deriyên Îmraliyê vebin dê deriyên serdemeke nû jî vebin
09:01 Aktîvîsta TJA'yê Yildiz: Em ê bi kampanyayê kuçe bi kuçe xwe birêxistin bikin
09:01 Li ARÎ-DER'ê kargeha mamostetiyê
09:00 Piştî Ceylanê herî kêm 228 zarok hatin qetilkirin
09:00 8 sal in nexweşiya wî nehatiye teşhîskirin: Roj bi roj dihele
09:00 Salih Muslim: Dema Rêber Apo azad bû dê komplo jî bi dawî bibe
09:00 ROJEVA 28'Ê ÎLONA 2023'YAN
27/09/2023
22:06 Cenazeyê Akman hat definkirin
21:25 8’emîn Mîhrîcana Belgefîlman a FîlmAmedê dest pê kir
20:46 Li Mêrsînê 10 kes hatin girtin
20:23 Cenazeyê Akman piştî 10 mehan radestî malbatê hat kirin
19:41 Li Eyn Îsayê welatiyek hat qetilkirin
19:03 Di Doza Vartînîsê de biryarên der barê JÎTEM, Mûsa Anter û Madimakê de hatin bibîrxistin
16:19 Belgefilma ku qala têkoşîna Emîne Şenyaşar dike ji bo Festîvala Babelê hat bijartin
16:07 Parlamenter Bozan ji walî re got: Hedê te nîne tu li ser xebatên me biaxivî
15:53 Partiya Çepên Kesk 400 kesên li qada naveteweyî vexwend kongreya xwe
15:51 Weqfa Arti Medyayê: Em xwe nû dikin
15:33 Li Geverê liv û tevgera leşkerî
15:11 Partiya Çepên Kesk serdana dikandaran kir
15:01 Şîna rojnameger Evran bi girseyî hate ziyaretkirin
15:01 Walîtiya Şirnexê 14 herêm qedexe kirin
14:55 Gulebarana polîsan bû sedema qezayek xeternak
14:51 Artêşa tirk bi SÎHA’yan êrişî Binarê Qendîlê kir
14:21 4 sal û 2 meh ceza li Selma Irmak hat birîn
14:08 Tevî îfadeyên zarok jî faîlê tacîza zayendî beraet kir
13:48 Di doza ‘tacîza zayendî ya li dijî zarok’ de daxwaza girtinê
12:56 OHD: Dixwazin Ocalan bidin jibîrkirin, dawî li tecrîdê bînin
12:48 Li Etîyopyayê hezar û 329 kes ji ber birçîbûnê jiyana xwe ji dest dan
11:36 Di lêpirsîna hunermend Çat de biryara neşopandinê hate dayîn
11:36 Pirtûka wî bi hinceta ‘tê lêkolînkirin’ nadinê
11:36 Hejmara ermenên ji Qerebaxê koç dikin nêzî 30 hezarî bû
11:31 Rojnameger Evran ji hêla bi hezaran kesan ve hate oxirkirin
11:22 Komên paramîlîter li Efrînê 3 welatî revandin
11:08 Partiya Çepên Kesk: Pereyên ji bo erdhejê hatin komkirin li ku ne?
11:07 14 sal in kujerên Ceylan Onkol nehatine dîtin
10:41 Li Qoserê 2 kes hatin binçavkirin
10:09 Jinên karker ku çandiniya tûtinê dikin: Em heqê keda xwe nastînin
10:08 Ji Stenbolê bertek: Divê bêyî PDK’ê bi yekitiya netewî têkoşîn bê mezinkirin
09:37 Li Mêrsînê 12 kes hatin binçavkirin
09:02 Ji bo Çemê Êlihê biryara îmarê: Siberoja zarokên xwe tarûmar nekin
09:01 Mamosteyê Kurdistanê: Denîz Bulbun
09:01 ‘Rakirina tecrîdê bi yekitiyê pêkan e’
09:01 Parêzer Şakar: PDK'ê nehişt sûcê şer eşkere bibe
09:01 Rêwiyê heqîqetê û welatê xwe: Seyîd Evran
09:00 Parêzerê ku 7 caran çûye serdana Îmraliyê: Çaleraşa hiqûqê ye
09:00 ROJEVA 27'Ê ÎLONA 2023'YAN
08:41 Li eywaneke dawetê ya Mûsilê şewat: Zêdetirî 100 kesî mirin
26/09/2023
20:13 Îdianameya der barê rojnamevan Muftuoglû de: Xebatên wê yên pîşeyî sûc hatine hesibandin
16:53 Ji bo azadiya Abdullah Ocalan li Hesekê çalakî hat destpêkirin
16:45 Rapora ÎHD’ê ya sala 2022’yan: Înkar û red pirsgirêka kurd çareser nake
16:32 Cezayê DEDAŞ’ê yê bi îdiaya ‘bikaranîna qaçax’ derew derket
15:47 DFG’ê û MKGP’ê serdana şîna Evran kirin
15:34 KJAR: Endama me Werîşe Mûradî ji hêla hêzên rejîmê ve hate revandin
14:54 Danişîna doza rojnamevan Çapan hate betalkirin
14:53 Peyama rojnameger Evran ji bo Abdullah Ocalan nivîsandî hate weşandin
14:25 Rapora Bana ya ku di bin dorpêçê de: Gundî nikarin ji malên xwe derkevin
14:18 Daxwaza girtina Sutçu ku êrişî avahiya HDP’ê kiribû hate redkirin
14:17 Doza Kobanê: Gelo her kesê ku di Deriyê Xabûrê re derbas dibe diçe Qendîlê?
13:30 Li Semsûrê vînç wergeriya: 3 karker bi giranî birîndar bûn
13:06 Dirûşma kongreya Partiya Çepên Kesk diyar bû
13:03 Partiya Çepên Kesk li dijî tecrîdê biryara têkoşîna topyekûn da
13:02 HSD’ê pêşî li êrişeke nû ya li dijî Dêrazorê girt
11:41 Ji bo çûna Îmraliyê du serlêdanên cuda hatin kirin
11:01 Mîhrîcana FilmAmed sibê dest pê dike
10:53 Emniyet nahêle şîna rojnameger Evran were danîn
10:39 ‘Li dijî tecrîdê dê hewldanên me hebin’
10:38 Evran dê li Qamişloyê were oxirkirin
10:38 Nirxandina Seyît Evran a têkildarî komployê: Fikra ku dixwestin tune bikin li cîhanê belav bû