Şeniyên Banayê ku di bin dorbêçê de ye: Em nikarin heta mala cîranê xwe jî biçin

  • rojane
  • 09:01 17 Îlon 2023
  • |
ŞIRNEX - Li gundê Banayê ku 2 meh in di bin dorpêça leşkeran de ye, pezê gundiyan ji gund hatin derxistin û çûna nava zeviyan û bexçeyan jî qedexe ye. Gundiyan bertek nîşanî dorpêçê dan û gotin: "Em nikarin heta mala cîranên xwe jî biçin, pezê me ji gund derxistin, em niha di gund de esîr in.”
 
Li Kurdistanê di encama polîtîkayên dewletê yên “ewlehiya taybet” de bi hezaran gundî ji ber ferzkirina cerdevaniyê qebûl nekirin bi darê zorê ji gund hatin derxistin û gundên wan hatin şewitandin û valakirin. Li gorî hin lêkolîneran di encama van polîtîkayan de 2 milyon gundî ji cih û warê xwe hatin koçberkirin û sê hezar gund jî hatin valakirin. Polîtîkayên dewletê yên wê demê encam negirt lê belê dewlet niha bi heman rê û rêbazan di nava hewldanan de ye. Yek ji gundên ku heta niha zext û zordarî qet li ser kêm nebûye jî gundê Bana yê girêdayî navçeya Basa ya Şirnexê ye. Gundê Bana ji 28 malan pêk tê. Gundê Bana yê ku ferzkirina cerdevaniyê qebûl nekir heta niha 2 caran hatiye valakirin û şewitandin. Gundê ku bi sewalkariyê û çandiniya birinc debara xwe dike, zêdetirî 2 meh in ku di bin dorpêça leşkeran de ye. 
 
Ketin û derketina 5 herêmên girêdayî navçeya Basa ya Şirnexê, ji aliyê Walîtiya Şirnexê ve ji bo 15 rojan hatibù qedexekirin. Di nava herêmên hatin qedexekirin de gundê Bana û çoltera wê ya nêzî du meh in di bin dorpêça leşkeran de ye jî hebû. Li gundê ku operasyon lê didome jiyan ne wekî berê ye û  dorpêça leşkerî didome. Li ser hoperlorên mizgefta gund ji gundiyan re hat ragihandin ku ketin û derketina ji gund qedexe ye. Gundiyên ku heta niha bi kontrola nasnameyê diçûn zeviyên xwe av didan li gel qedexeya duyemîn ew jî hate rakirin û gundî bi tu awayî nikarin biçin zeviyên xwe av bidin û pezê wan jî ji gund hatiye derxistin. Gundî neçar man pezê xwe derbasî gundê Kereşaya, Şerefaya û Basayê bikin. 
 
Şeniyên gund ku di bin dorbêça leşkeriyê de ye, ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivîn.
 
‘PEZ JI GUND HAT DERXISTIN’ 
 
Ji gundiyan Muhammed Alî Ece (75), diyar kir ku her aliyê gund hatiye dorbêçkirin û wiha axivî: "Em debara xwe li ser sewalkarî û birincê dikin. 15 rojan qedexe hatiye ragihandin. Di 15 rojan de ew birinc dê hişk bibe. Ez niha biçim Cizîrê dibe ku bihêlin ku ez biçim. Lêbelê di gund de pez naxwazin. Pez ji gund derxistin. Niha ne zivistane ji ber wê pirsgirîka qa nine. Lê em nikarin pez niha govê de bihêlin em nêçarin ku pez derbixînin, biçerînin. Debara gund li ser vî pezî ye. Di van 15 rojan de zeviyên me jî  dê bêavî hişk bibin. Em îro li vir polîtîkayên 1990’an dijîn.”
 
‘EM NIKARIN HETA MALA CÎRANÊ XWE BIÇIN’ 
 
Ji welatiyan Meryem Ozkan (53) jî bertek nîşanî qedexe û dorbêça li ser gund kir û got: "Em niha nikarin heta ber deriyê mala xwe biçin. Pezê me ji gund derxistine şandine Kereşa. Çûyina zeviyên me qedexe ye. Di van zeviyan de fêkiyê me heye, darên me hene. Em bi saya wan zeviyan, daran li vir în. Lê ew jî qedexe ye. Bi şev jî em nikarin heta mala cîranê xwe jî biçin. Em nikarin pezê xwe bibin çoltara gund biçerînin. Em dixwazin ku ev qedexeya li ser gundê me bê rakirin da ku em jî bikaribîn bi rehetî li ser ax û milkê xwe bijîn. Di 15 rojan de dê milkê me hişk bibe.”
 
‘EM DI GUND DE ESÎR ÎN’ 
 
Ji şeniyên gund Abdullah Ozkan (70) bilêv kir ku ji ber qedexe û dorpêça leşkeran sewalên wan jî gund hatine derxistin û zeviyên wan bêavî hişk dibin û ev tişt got:”Daxwaza me ew e ku demildest ev qedexeya li ser gundê me bê rakirin. Heke ku wisa bidome dê birincê me hişk bibe. Piştî ku ew birinc hişk bû em ê çi bikin? Keda me hemû vala diçe. Em dixwazin ku herkes bê vê derê bibîne. Hê ku zeviyên me yên birincî hişk nebûn bila dengê me bibihîzin. Piştî ku hişk bûn bila kes neyê. Beriya niha nasnameya me dinêriyan û digotin seat 10’an herin seat 4’an werin û destûr didan ku em biçin zevî û baxçeyên xwe av bidin. Lê duh anons kirin gotin,'ferman ji me re hatiye divê sewal û mirovê vî gundî dernekevin’ ev heftiyeke di ketina gund de leşker disekinin û herkesî kontrol dikin. Em nêçar man û me sewalên xwe şandin gundên din. Em niha di gund de esîr in.”
 
MA / Zeynep Durgut
 

Sernavên din

07/10/2023
14:21 Komploya nevneteweyî bi meşa meşaleyan hate şermezarkirin
14:02 Bayindir: Desthilat temenê xwe bi şer dirêj dike
14:00 ‘112 Hesp û Xezelek’ derçû
13:01 Hamasê li dijî Îsraîlê operasyon da destpêkirin
12:57 Dîsa Qada Galatasarayê li Dayikên Şemiyê qedexe kirin
12:37 Polîsan li ciwanê astengdar dan û giliyê wî kirin
12:19 Wan ripûrût kirin û ava cemidî li wan kirin
11:49 Di meha îlonê de 32 jin hatin qetilkirin
11:35 ‘Azadiya Abdullah Ocalan azadiya me ye’
11:21 Encamnameya civîna DÎK’ê: Em ê ji bo aştiya civakî bi hemû reng, gel, baweriyan ve têbikoşin
11:16 Li dijî binçavkirin û êrişan nerazîbûn: Em bi paş ve gav navêjin
11:05 Hevşaredarên Cizîrê der heqê qeyûm de doz vekirin
11:01 Promiyera lîstika “Mirina Jeanne d’Arcê Ya Din” hate kirin
10:36 Hevseroka BOTAN-DER’ê: Em bi zanebûna dewlemendiya zimanê xwe nêz bibin
10:33 Jin Rêveberiyên Xwecihî nîqaş dikin: Êrişên li dijî Rojava li dijî destkeftiyên jinên kurd e
10:30 Ozbîngol: Aliyê siyasî yê Doza Kobanê ji aliyê hiqûqî girantir e
09:13 Bi kevirê di destê xwe de li dijî peymana 9’ê Cotmehê bû mertal
09:12 Rojnamevan Kalkan: Di çapemeniya kurd de nêrîna jinan bi Gûrbetellî dest pê kir
09:11 Dê aştîxwaz û azadîxwaz di 8'ê Cotmehê de li Kadikoyê kom bibin
09:09 ‘Tecrîdê welat di nava tarîtiyê de fetisandiye'
09:07 Parêzer Demîr: Tecrîda li Îmraliyê sûc e
09:04 Der barê Waliyê Hatayê de îdiayek cidî: Mal û milkên we û jinên we helal in
09:02 Omer Ocalan: Ji bo Destûra Bingehîn bê guherandin divê tecrîd bê rakirin
09:00 ROJEVA 7'Ê COTMEHA 2023'YAN
06/10/2023
23:59 Balafirên şer Kobanê bombeberan kirin
23:38 Rojnamevan Kanbal hat berdan
22:33 'Li dijî tecrîdê Meşa Azadiyê'
20:18 Dê li Qibrisê Konferansa Modernîteya Demokratîk bê lidarxistin
20:15 Li Rojava bi hezaran kes li dijî êrişên Tirkiyeyê daketin qadan
18:03 Fadil Şenyaşar nehat berdan
17:02 Bi îdiaya ‘hedef nîşandanê’ doz li rojnamevan Arslan vekirin
16:48 Ji bo ‘Meşa Azadiyê’ dê xebata tagê bê kirin
16:42 Kampanyaya TJA’yê li Êlihê bi meşê dest pê kir
15:54 Partiya Çepên Kesk li Rihayê serdana esnafan kir
15:33 Tîltay piştî 30 salên girtî hate bardan
15:06 Onder: Doza Kobanê ji bo darizandina AKP’ê pêşîdianameyek e
14:53 Danişîna doza Semra Guzel hat taloqkirin
14:53 Halîse Aksoy nehat berdan
14:48 Rojnamevan Kanbal bi ‘propagandaya rêxistinê’ tê sûcdarkirin
14:46 Doza Kobanê: Senaryoyeke baş nehatibe amadekirin lîstik xerab tê lîstin
14:29 Partiya Çepên Kesk: Desthilatdariya AKP'ê sûcê şer dike
14:21 Li Silopiyayê wesayita leşkerî ya zirxî li moto kuryeyekî xist
14:04 Li herêma Cizîrê îstasyona ceyranê hate bombebarankirin
13:47 Prof. Dr. Aktar: Polîtîka û êrişên li dijî kurdan konsesusek sedsalî ye
13:14 Kesa ku Xelata Aştiyê ya Nobelê qezenc kir diyar bû
12:52 Polîsan kelûpelên parlamenter Nejla Demîr desteser kirin
12:37 Di êrişan de 40 herêm hedef hatin girtin
12:20 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
12:09 Xwepêşandanên ji bo Armîta Garawand berdewam dikin
12:07 Bîlançoya 5 rojan: Herî kêm 246 kes hatin binçavkirin, 4 kes hatin girtin
11:33 Di êrişa li dijî Akamediya Leşkeriyê ya Humusê de hejmara miriyan zêde dibin
10:58 Polîsan li Îzmîrê bi ser avahiyên HDP’ê de girtin
10:57 Komploya navneteweyî dê li Kadikoyê were şermezarkirin
10:53 Nûnerê Taybet ê NY'yê yê Sûriyeyê: Divê dawî li êrişên li ser Rojava bê anîn
10:45 Sever: Dem dema azadiya Ocalan e
10:31 Pêşengeha wêneyên ku keda jinan vedibêje li Amedê hat vekirin
10:28 Rojnamevanê fransî Perrîer: Çavkaniya bingehîn a tundiya li Kurdistanê tecrîda li Îmraliyê ye
10:06 Tê xwestin ku heyfa têkçûna DAIŞ’ê ji HDP’ê bê hildan!
09:43 Îldem ê piştî 30 salan ji girtîgehê derket: Kurdan mirinê kuşt!
09:40 MSD’ê bang li gelê Sûriyeyê kir: Em li dijî êrişan bibin yek
09:04 Kişanak behsa Ersozê kir: Meşaleya ku tarîtiyê ronî dike
09:03 ‘Jinan bi felsefeya jin, jiyan, azadî komployê pûç kirin'
09:01 Dê komploya 9'ê Cotmehê li Parka Koşûyolûyê bê protestokirin
09:00 Cewo: Heta kurd negihîjin mafên xwe, dê komplo her berdewam bike
09:00 Banga çalakiyên 9'ê Cotmehê: Li dijî tecrîdê dengê xwe bikin yek
09:00 Şengal 2 sal in li dijî peymana 9’ê Cotmehê li ber xwe dide:Vîna êzidiyan ji tank û topên wan bihêztir e
09:00 ROJEVA 6'Ê COTMEHA 2023'YAN
08:51 Leşkerê di şer de birîndar bûbû mir
08:43 Li 11 bajaran 75 kes hatin binçavkirin
07:48 Rojnamevan Ahmet Kanbal hat binçavkirin
05/10/2023
23:32 Ji KCD'ê banga ji bo rabûna li ber êrişên Tirkiyeyên li ser Rojavayê
21:59 Êrişên li ser Rojava dewam dikin
19:32 Li Cizîrê ji kaniyan herî diherike!
18:43 Partiya Çepên Kesk li Rihayê serdana saziyan kir
17:52 'Em di rakirina tecrîdê de bi israr in'
16:48 Dayika Garawand a tedawiya wê didome hate binçavkirin
16:42 Tezkereya Iraq û Sûriyeyê ji Meclisê re hate şandin
16:35 Komeleya Jinan a Rosayê kongreya xwe li dar xist
15:36 Karataş a li ser îfadeya Akbiyik hatibû girtin tehliye bû
14:59 Dewleta tirk bi SÎHA’yan êrişî santrala ceyranê û stasyona petrolê kir
14:43 Li Gundikê Melê kevneşopiya 300 salî didome
14:36 Danişîna doza Halîse Aksoy sibê tê lidarxistin
14:36 Di doza Sakîne Kultur de dê telefona bersûc were lêkolînkirin
14:35 Li Mêrsînê du bira hatin binçavkirin
14:31 Li Hesekê SÎHA’yek aydî Tirkiyeyê hat xistin
14:29 Xelata Wêjeyê ya Nobelê hate eşkerekirin
14:25 Di doza tecawiza li dijî zarokê de daxwaza girtina bersûcan hate redkirin
14:22 Ji AYM’ê biryara Can Atalay
14:05 Darizandina Beştaşê hate rawestandin
13:20 Rêveberiya Xweser: Tirkiye sûcên şer dike
13:15 Li başûrê Kobanê motorsîkletek hat bombebarankirin
13:14 Rojnameger Arslan û Babat beraet kirin
13:06 Destûr nehat dayîn ku hevjîna Celalettîn Can pê re hevdîtinê bike
13:05 Li Enqereyê di madenê de hezaz çêbû: 15 kes birîndar bûn
13:04 Têkildarî îdiaya Fîdan a ‘ji Sûriyeyê hatin’ daxuyanî hate dayîn
12:55 Dê bi daxwaznameyê pirsan ji Tantan bikin
12:53 Parlamenteran têkildarî rewşa girtiyên nexweş serî li Komîsyona Meclisê dan
12:52 Di operasyonên binçavkirinê de rewşa dawî
11:15 Tûpê mitbexê 30 lîre hat bihakirin
11:11 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê û girtîgehê dan