Berteka 'hevkariyê' ya li dijî PDK'ê: Dest ji xiyanetê berdin

  • rojane
  • 10:32 1 Cotmeh 2023
  • |
img
WAN - Welatiyên Wanê bertek nîşanî hevkariya PDK’ê ya bi Tirkiyeyê re dan û ev bang li PDK'ê kirin: "Dest ji xiyanetê berdin."
 
Êrişên Tirkiyeyê yên li dijî herêmên Zap, Avaşîn û Metinayê yên Herêma Federe ya Kurdistanê berdewam in. Li hêla din êrişên li navendên bajarên Başûr ên li dijî siyasetmedar, rojnameger û rewşenbîrên kurd jî didomin. Herî dawî di 18’ê îlonê de Nûnerê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Denîz Cevdet Bulbun di encama êrişa çekdarî de hate qetilkirin. Têkildarî bûyerê bi qasî Tirkiyeyê, PDK jî tê sûcdarkirin. PDK ku hevkariya xwe ya bi Tirkiyeyê re bi eşkereyî nîşan dide, ne têkildarî komkujiyan daxuyaniyekê dide û ne jî gavekî diavêje. 
 
Xelkê Wanê bertek nîşanî hevkariya PDK'ê ya bi dewleta tirk re dan û gotin ku divê malbata Barzanî dev ji "xiyaneta" li dijî gelê kurd berde.
 
‘DEST JI XIYANETÊ BERDIN’
 
Ji welatiyan Seyîtxan Acar balê kişand ser êrişên li dijî erdnîgariya Kurdistanê û wiha got: "Li Rojava, Rojhilat, Başûr û Bakur li dijî zarokên kurdan êriş tên kirin. Hevalên me û serokên kurd ên mezin di bin tecrîdê de ne. Tevî vê zilmê, PDK xiyanet dike û ev xiyanet nayê qebûlkirin. Bila Barzanî demildest dest ji xiyaneta berdin. Şerê li Başûr li dijî kurdan hatiye destpêkirin bi destê Barzanî tê meşandin. Em vê yekê qebûl nakin. Em dibêjin êdî bila bira birayê xwe nekûje. Êdî bes e. Heke Barzanî xwedî wijdan be, dê pêşî li van dagirkeran bigire û çavê xwe li qetilkirina zarokên Kurdistanê nagire. Zarokên me ji ber xiyanetê jiyana xwe ji dest didin. Êşa me giran e. Em her roj cenazeyan ji erdê radikin. Bila Barzanî dest ji vê yekê berde.”
 
'TIŞTÊN BARZANÎ DIKIN XIYANET E'
 
Têkildarî mijarê welatiyê bi navê Mûstafa Aslan jî destnîşan kir ku malbata Barzanî hem li dijî malbata xwe hem jî li dijî kevneşopiya xwe xiyanetê dike û ev tişt anî ziman: "Destê xwe ji xwîna birayên xwe kêşin, birayên xwe nekujin. Em naxwazin tu kesek bimire. Em jiyaneke azad û xweş dixwazin. Lê belê Barzanî gotinên dewleta tirk dike. Tiştên Barzanî dike xiyanet e. Ji bo berjewendiyên xwe vê xiyanetê dike.”
 
‘EV NE XIYANETA YEKEM E’
 
Hakîm Aslan jî diyar kir ku kuştina siyasetmedarên kurd bi destê “xiyaneta PDK” pêk tên û wiha axivî: “Dê kurd jî vê xiyaneta ku PDK dike, qebûl nekin. Malbata Barzanî ji bo berjewendiyên xwe kurdan qetil dike. Di qetilkirina Nûnerê KNK’ê yê Hewlêrê Denîz Bulbun de jî, destê malbata Barzanî û hevkarê wan heye. Ev ne xiyaneta yekem e.”
 
‘PDK LI PÊŞIYA YEKITIYÊ ASTENGÎ YE'
 
Mehmet Alî Sonmez jî da zanîn ku astengiya herî mezin a li pêşiya yekitiya neteweyî ya kurdan rêveberiya PDK’ê ye û axaftina xwe wiha qedand: "Mixabin dîsa di qetilkirina Denîz Bunbun de destê PDK’ê heye. Ev xiyanet li hemû kurdan hatiye kirin. PDK ji ber berjewendiyên xwe û malbata xwe û bi hevkariya Tirkiyeyê van xiyanetan pêk tîne. Ji bo berjewendiyên xwe, gelê kurd tune dihesibîne. Bi taybet jî divê kurd û gelê Başûr li dijî PDK’ê xwedî helwest bin. Ji ber ku PDK bi kirinên xwe li pêşiya yekitiya neteweyî astengî ye.” 
 

Sernavên din

22/10/2023
16:56 Cegerxwîn li ser gora xwe hat bibîranîn
16:31 Li Wanê qezaya trênê: Şivanek bi giranî birîndar bû
16:21 Uysal: Abdullah Ocalan 24 sal in li dijî pergala tecrîdê têdikoşe
15:50 ‘Dengên AKP û CHP’ê dikevin yên HEDEP’ê zêde dibin’
15:33 Xizmên girtiyan 11 binpêkirinên li girtîgehan parve kirin
14:46 Li Xezeyê heta niha 4 hezar û 651 kes hatine kuştin
14:16 Cezaye hefsê li rojnamegerên qetilkirina Jîna Emînî ragihandin birîn
13:27 Girtiyê 30 salan Karaagar bi girseyî hate ziyaretkirin
12:48 Bi ser wefata helbestvanê kurd ê nemir Cegerxwîn re 39 sal derbas bûn
12:30 Parêzeran piştgirî dan kampanyaya ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’
11:45 Di kongreya DBP’ê de ji bo azadiya Abdullah Ocalan bang hate kirin
11:17 Li dijî baregeha DYA’yê êriş hate kirin
11:16 Bernameya mijdarê ya Şanoya Bajar a Amedê diyar bû
10:18 Di êrişên Tirkiyeyê de li Rojava zêdetirî yek milyar dolar xesara madî çêbû
10:13 Hatîmogûllari: Siyaseta tenê bi îktîdarê bide windakirin bes nake, em ê birêve bibin
10:01 Berga Kovara Jinê ya vê hefteyê tecrîd e
09:55 Danişîna xebatkarê Yenî Yaşamê Bayram di 23’yê cotmehê de ye
09:48 Hunermend Şerîf Omerî: Divê em bikin ku haya hemû cîhanê ji tecrîdê hebe
09:07 Malbat dixwaze mirina bi guman bê zelalkirin
09:07 ‘Ên bi unîforma bûn aktorên şerê taybet'
09:06 Dayika Akman: Ji ber kurdbûna wî ceza lê birîn
09:05 Rewşa girtiyê nexweş ê pençeşêr pê re heye û ji sedî 80 astengdar e giran dibe
09:03 Haya mexdûrên erdhejê ji pereyên ji bo wan hatine kom kirin tune ye
09:01 Rojnameger Avesta: Destê PDK’ê heta qirikê ketiye xiyanetê, xilasiya wê nîne
09:00 ROJEVA 22'YÊ COTMEHA 2023'YAN
21/10/2023
23:15 Li Êlihê mîhrîcana çand û hunerê ya jinan
22:46 Di 24 saetên dawî de 248 filistînî hatin kuştin
19:25 Kesên di çalakiya Dayikên Şemiyê de hatin binçavkirin hatin berdan
19:02 Helbestvan Cegerxwîn hat bibîranîn
16:42 Pêkhateyên Şengalê jî beşdarî pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ bûn
16:14 Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Jinan dest pê kir
15:15 ‘Girtiyên nexweş nayên dermankirin'
14:36 Li Amed û Êlihê malbatên windakiriyan daxwazên xwe yên ‘edaletê’ dubare kirin
14:34 ÎHD: Yilmaz Ozalp di encama binpêkirinên mafan de jiyana xwe ji dest da
13:54 Şaxên ÎHD’ê li aqûbeta Fehmî Tosûn ê di binçavan de hate windakirin pirsîn
13:40 Di çalakiya Dayikên Şemiyê de 26 kes hatin binçavkirin
13:18 HEDEP’ê nerazîbûn nîşanî revandina endamê xwe yê ciwan da
11:59 Li Mêrsînê gefa ‘em ê te teslîmî DAIŞ’ê bikin’ li ciwanê HEDEP’î hatiye xwarin
10:17 Tiryakî: Em ê di pêvajoya diyarkirina namzetan de li deriyê her malê bidin
10:09 Li Manîsayê 350 karker ji xwarinê jehrî bûn
09:51 Doza Recep Hantaş: Dadgeha Îstînafê jî nexwestiye polîs were cezakirin
09:49 Nexweşiya wê belavî hemû laşê wê bû: Songul Adin nayê dermankirin
09:31 Li Îmraliyê cezayekî 'dîsiplînê' yê nû
09:07 Rêxistinên ciwanan: Êrişên Îsraîl û Tirkiyeyê wekî hev in
09:07 Bi heman hincetê der barê hevşaredarê de lêpirsîna duyem
09:06 Ji ber wergêrê kurdî tune bû nehat muayenekirin
09:05 Berteka li dijî bêdengiya ji bo Rojavayê: Zilm li her derî zilm e
09:03 Hevseroka PYD'ê ya Girkê Legê: Em bêav û bênan jî bimînin em ê li ber xwe bidin
09:01 Şêniyên gundê Musolar ku ji sedî 80 hilweşiyabû dê vê zivistanê jî bêxanî derbas bikin
09:00 ROJEVA 21'Ê COTMEHA 2023'YAN
08:46 Li Wanê erdhej çêbû
20/10/2023
22:40 Li Eskîşehîrê avêtin ser dawetekê: 23 kes hatin binçavkirin
22:35 Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê: Hezar û 400 kes winda ne
21:15 Nîzam Karaagar piştî 30 salan ji girtîgehê derket
20:16 Di 99'emîn meha Komkujiya Pirsûsê de daxwaza ji bo edaletê hat dubarekirin
18:43 Li Dîlokê qeza: 5 mirî û 17 birîndar
17:08 Temellî: Tercîha budçeya 2024’an a AKP’ê jî şer e!
16:18 Li Midyadê kesek hat kuştin
15:34 Rojnamevan Kaygusuz hat binçavkirin
15:27 Ji bo rojnamevan Salaz mewlûd hat dayîn
15:10 Îzzettîn Sevîlgen ê ku berdana wî 4 caran hatibû taloqkirin, hat berdan
14:50 Budçeya 2024’an pêşkêşî komîsyonê hat kirin
14:13 Ji HUDA-PAR û AKP’ê re serbest e, ji jinên kurd re qedexe ye!
14:07 Gundên Şera û Şêrawayê hatin topbarankirin: 2 welatî birîndar bûn
13:49 Li Cizîrê çanda kevnare ya danûkan berdewam dike
13:48 ÎHD’ê ji NY’ê re name şand: Pêdiviya mirovahiyê bi aştiyê heye
13:26 Aynûr Aşan ji ber nexweşiya xwe nekarî parastina xwe bike
13:13 Malbata Ocalan û malbatên her sê girtiyên din ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:18 Li dijî Starbucks û Burger Kingê êrişa çekdarî hate kirin
12:17 Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Yozgatê hatin îşkencekirin
11:59 Pirtûka kurdî ya Îlhan Samî Çomak derçû: Çiyayê Girtî
11:37 Agaç: Ji bo piştperdeya cînayeta Poyraz dernekeve holê dixwazin ser dosyeyê bigirin
11:20 Kesên li Enqereyê hatin binçavkirin ji ber tevlibûna Newrozê hatin sûcdarkirin
11:13 Pentagon: Me moşekên ji Yemenê ber bi Îsraîlê ve hatin avêtin asteng kirin
10:59 Li dijî biryara beraetê ya di doza destdirêjiya li dijî zarokê de dê îtîraz were kirin
10:56 Kaya: Divê kurd li dijî êrişan konsesûsek nû ava bikin
10:55 Karkerên FEDAŞ’ê derketin ser avahî: Daxwazên me qebûl bikin
10:54 Konferansa Jinan: Polîtîkaya qeyûman ji tecrîdê qut nîn in
10:31 Bakirhan: Di serdema nû de em ê di nava gel de bin û bi hev re ava bikin
10:14 Têkoşîna 43 salan a edaletê: Qada Galatasarayê navnîşana edaletê ye
09:10 23 sal in kiryarên Aydin Dere nehatine dîtin!
09:09 ‘Tirkiye mafên jiyanê yên zarokan binpê kir'
09:08 Endamê SGDF'ê Koyûn ê girtî 5 meh in tê tecrîdkirin
09:08 Kafeya ku şaredariya AKP'î li perava Gola Wanê çêkir li dijî îmarê ye
09:07 Xwendekarên zanîngehê: Fikarên aborî bandorê li perwerdehiyê dikin
09:05 ‘Şerê taybet ê ku li Kurdistanê dihate meşandin belavî Tirkiyeyê bû’
09:02 Rojnameger Nebî: Êrişên li ser Rojava zirarê dane 4 milyon û 2 hezar mirov
09:00 Heta ku dilê wî sekinî alîkariya mexdûrên erdhejê kir
09:00 ROJEVA 20'Ê COTMEHA 2023'YAN
19/10/2023
19:37 ‘Doza Sereke ya Stenbolê ya KCK'ê' hat taloqkirin
19:11 Ji kesên li Sêrtê hatin binçavkirin 6 kes hatin girtin
15:54 6 sal û 3 meh cezayê hefsê li kujerê Helîn Şen a 12 salî hate birîn
15:17 Biryara bihincet a biryara beraetkirina rojnamegeran: Bi inyeta çêkirina nûçeyê tevgeriyan
15:01 Di doza destdirêjiya li dijî zaroka 13 salî ya li Berwariyê de biryara beraetê hate dayîn
14:47 Rojnameger: Em naxwazin nûçeyên şer binivîsin
14:35 Dadgehê ji bo îşkenceya li ber kamerayan biryara beraetê da!
14:25 Ciwanên Zanîngeha Dîcleyê: Berpirsiyarê xwekuştina Alan AKP û MHP ne
14:24 Parastina hevserokatiyê: Ma Dadgeha Bilind jî ferman ji KCK’ê wergirtiye?
14:06 Li dijî şer ji bo aştiyê qîr kirin
13:41 Li Şirnexê barîna baranê û mija zêde