Rewşa li Rojhilata Navîn: Di dawiyê tunelê de tunebûn jî azadbûn jî heye

  • rojane
  • 10:11 25 Cotmeh 2023
  • |
img
ÎZMÎR - Rojnamevan Cahît Mervan ê rewşa “Rojhilata Navîn” şiband “tuneleke tarî”, got ku “Di dawiya tunelê de tunebûn jî azadbûn jî heye” û diyar kir ku pirsgirêka Îsraîl û Filistînê dikare bi esas girtina modella Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê çareserkirin. 
 
Bombebaran û pevçûnên ku piştî êrîşa Hemasê ya li dijî Îsraîlê ji Şerîda Xezeyê di 7’ê cotmehê de di bin navê “Tofana Aksaya” de dest pê kir, bê navber didome. Li gorî daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê ya duh di êrişên Îsraîlê de 2 hezar û 55 jê zarok herî kêm 5 hezar û 87 filistîniyan jiyana xwe ji dest dan. Ji aliyê Îsraîlê ve jî 308 jê leşker hezar û 400 kesan jiyana xwe ji dest dan. Rojnamevan Cahît Mervanî şerê diqewime û bandora wê ya li erdnîgariya Rojhilata Navîn nirxand. 
Mervan, anî ziman ku pirsgirêkên di navbera Îsraîl û Filistînê de hatine amûrkirin û wiha got: “Heke ev pirsgirêk ji gelên cihû û filistîniyan re hatibûya hiştin da di sala 1948’an de çareser bibe. Lê piştî Şerê Cîhanê yê 2’yemîn hêzên kurewî destûr nedan vê yekê. Hem bloka ku Amerîkayê pêşengtiya wê dikir hem jî Pakta Varşova ku Yekitiya Sovyetan pêşengtiya wê dikir pirsgirêk amûrkirin. Dewletên ereban jî ji bo girseya xwe kontrol bikin, daxwazên gelê xwe biçewisînin û pergalên xwe yên dîktatorî bidomînin pirsgirêka Filistînê ji xwe re weke xelasiyê bikaranîn.”
 
TÊKOŞÎNA RÊXISTINÊN FILISTÎNÊ 
 
Mervan, îşaret kir ku gelên Filistîn û gelê kurd heman qeder jiyan û anî ziman ku erdnîgariya her du gelan jî hatiye dabeşkirin û li dijî vê yekê salên demdirêj têdikoşin. Mervan axaftina xwe wiha domand: “Berxwedana gelê Filistînê ya di navbera salên 1950-60’an de li ser parametreyên çep û demokratîk şîn bû. Rêxistina Rizgarkirina Filistînê (FKO), Tevgera El Fetîh, Eniya Demokratîk, Eniya Gel, Partiya Komunîst a Filistînê rêxistinên xurt û bibandor ên çepgir bûn. Tevgera Kurd jî di salên 1970 de bi ser heman bingehî derket holê. Ber bi dawiya salên 80’ê ve Tevgera Kurd xwe paş ve kişandin Sûriyeyê û Lubnanê. Ne tenê kurd, li gelemperiya cîhanê gelek tevgerên çep û netewî berê xwe didan vir. Berxwedana Filistînê wê demê xwedî bingehekî laîk bû. Lê pişt re hêzên çepgir û sosyalîst hêza xwe windakirin û rêxistinên cîhadîst bihêz bûn. Tevgera Filistînê piştî şerê 1982’yan rastî şikestineke cidî hat. Ji Lubnanê hate derxistin. Komkujiyên Sabra û Şatila pêk hatin. Demara çep hêzeke cidî winda kir. Di serê salên 90’î de Yekitiya Sovyetê têk çû û di asta kurewî de krîzek pêk hat. Çepê ev krîz derbas nekir û li cihên ku çepê terikandin avaniyên cîhadîst bi cih bûn.”
 
PIRSÊN DI HIŞÊ MIROV DE MANE
 
Mervan, anî ziman ku şerê diqewime gelê kurd ji nêz ve eleqedar dike û diyar kir ku sedema vê yekê ji ber erdnîgariya Kurdistanê ya li jeopolîtîk a li Rojhilata Navîn e. Mervan, destnîşan kir ku encamên şer wê bandorê li hemû erdnîgariyê bike û wiha lê zêde kir: “Roleke girîng a dewletên Kurdistan di bin mêtîngeriyê de hiştine di van êrişan de heye. Pirsên weke ‘Ev şer wê belavî Lubnan û Yemenê bibe? Weke tê îdiakirin heke li pişt vî şerî Îran hebe dê li dijî Îranê operasyoneke leşkerî çêbibe? Tirkiye dê bi awayekî vekirî mudaxil bibe?’ bi xwe re tîne.”
 
Mervan, destnîşan kir ku divê kurd ji nêz vê vî şerî bişopînin li gorî geşedanan polîtîkayên demkurt û demdirêj pêşve bibin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Şerê Îsraîl û Hamasê dibe ku ji bo hin beşan çîrokeke romantîk be. Lê di qadê de pirsgirêkên jiyanî yên kurdan hene. Gelê kurd ji bo pêşeroja xwe diyar bikin qadekê vedikin û li aliyê din li dijî van qadan êrişên cidî hene. Hawîrdora kaosê ya pêk hatî ji bo kurdan pirsgirêkên jiyanî bi xwe re hildigire. Divê kurd di vê pêvajoya gengeşiyê de li dijî pozîsyona hezên mêtînger û toz û dumana heyî amade bibin.”
 
KÎ JI KAOSÊ SÛDÊ DIGIRE?
 
Mervan, bi lêv kir ku hawîrdora kaosê ya heyî tenê bi kêrî hêzên serwer nayê û wiha pê de çû: “Piştî şerên cîhanê û Şoreşa Cotmehê gelek welat azad û serbixwe bûn. Bihara Ereban û kaosa pişt re bû wesîleya avabûna Rojava. Li Rojava giraveke azadiyê ku ji hemû gelan re bû îlham ava bû. Heke hûn ji aliyê aborî, siyasî, leşkerî û civakî ve amade bin û bibin xwedî vîn, hawireke kaosê jî dikare azadiyê peyda bike. Heke pozîsyoneke rast were girtin wê encamên rast jî bên bidestxistin. Ji ber ku tenê mazlum ji kaosê bi bandor nabin. Desthilat jî bi bandor dibin. Îro Îran û Tirkiye yên di nava welatên ku Filistînê dikin amûr de ne jî di nav kaosekê de ne. Tirkiye her roj êrişî Rojava dike. Heke ev êriş bêencam man û hatin pûçkirin wê demê dê kaos encamên cuda bi xwe re bîne.”
 
PARADÎGMAYA ABDULLAH OCALAN
 
Mervan, bal kişand ser girîngiya modela nû ya jiyanê ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi ramanên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şîn bûye û destnîşan kir ku ev paradîgma modeleke çareseriyê ye ku dikare ji bo Îsraîl-Fîlîstînê û pirsgirêkên din mînak bê girtin. Mervan di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Afirandina giraveke azadiyê ya bi vî rengî li qadeke mîna Rojava ku komên baweriyê yên pirneteweyî û cuda lê dijîn, gelekî zehmet e. Ev yek ji nêz ve bi paradîgmaya Birêz Abdullah Ocalan re têkildar e. Li Rojava kurd ne tenê ji bo xwe, ji bo hemû gelan têdikoşin. Pêşerojeke ronî ji jinan re vedike. Ji vê hêlê ve netewperestî û mezhebperestî ne çareserî ye.”
 
Mervan, diyar kir ku li cihê ku kurd lê disekinin li aliyê azadiya gelan e û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Lê belê em li cîhaneke ku şer lê naqedin, mêtîngeran maseyên nû yên kuştinê danîn û qirkirin lê heye dijîn. Tevgera Azadiyê ya Kurd, dînamîkên din û mirovên xwedî baweriyên cuda divê bi vê zanibin; Em di tuneleke gelekî xetere re derbas dibin. Di dawiya vê tunelê de tunebûn jî, azadbûn jî û diyarkirina pêşeroja xwe jî heye. Ji bo vê jî her kesên ku li erdnîgariya Kurdistanê dijîn pêdivî bi avakirina yekîtiyê heye.”
 
MA / Delal Akyuz
 

Sernavên din

14/11/2023
09:08 Hejmara zarokên di êrişên ser Filistînê de hatin qetilkirin derket 4 hezar 630'an
09:01 Germiyanî: PDK'ê 158 gund vala kirine
09:00 ROJEVA 14'Ê MIJDARA 2023'YAN
08:36 Li Şengalê wesayîtek hat bombebarankirin: 3 kes birîndar bûn
13/11/2023
21:35 Doza Kobanê: Ji ber ku HDP'ê hevsengî guherand hedef hat girtin
17:24 375 êzidiyên din jî vegeriyan Şengalê
17:18 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bernameya 25'ê Mijdarê hat eşkerekirin
16:56 Nûçegihana NûJINHA'yê li Xezeyê birîndar bû
15:51 Cemal Tanhan hat entubekirin
14:14 Danişîna Doza Kobanê berdewam dike
14:13 Di doza tacîzkirina zarokê de 8 sal û 4 meh cezayê hefsê li faîl hate birîn
14:02 ‘Divê astengiyên li pêşiya azadiya birêz Ocalan bên rakirin’
13:49 Bakirhan çû serdana rêxistinên elewî: Em ê xetekê ava bikin
13:48 TJA: Werin em ji azadiyê re bibin rê
13:47 Qeyûmê Êlihê makîneyan li şûna 224 hezar lîreyî bi 474 hezar lîreyî kiriye
12:08 Berdevka HEDEP’ê îdiaya ‘dîplomasiya bi AKP’ê re derewand
10:38 Li Agiriyê amadekariya ‘Meşa Azadiyê’: Em ê li Gemlîkê bin
10:37 Ji rojnameger Ehmed 20 roj in tu agahî nayên girtin
10:17 HEDEP: Em ê qeyûman bişînin
09:53 Komkujiya Sînemaya Amûdê: Xwestin kurdan tune bikin
09:12 Kujerê Selamet Yeşîlmen 8 sal in tên parastin
09:10 Derbarê girtiyê nexweşê giran Boltan de dîsa rapora 'dikare di girtîgehê de bimîne' dan
09:08 Qeyûmê Wanê li pêşiya astengdaran dibe asteng
09:05 Ji Îzmîrê ji bo 'Meşa Azadiyê' bang hate kirin
09:02 Ji Stenbolê banga ji bo Gemlîkê: Tecrîd zimanê aştî û demokrasiyê ji holê radike
09:02 Îmzevanê 'Banga Aştiyê': Ji bo aştiya civakî pêdivî bi Abdullah Ocalan heye
09:00 ROJEVA 13'Ê MIJDARA 2023'YAN
08:34 Xwebûn bi manşeta 'Ji bo azadiyê bi biryar in' derket
12/11/2023
23:35 Mînîbusa ji kontrolê derket li malekê da: 3 kes birîndar bûn
19:21 Li Cizîrê dîwana dengbêjan hate danîn
18:28 Li Şirnexê şewat derket: Zarokekî jiyana xwe ji dest da, sê jî birîndar bûn
17:14 Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê 3 pûan wergirtin
16:53 Amedsporê li deplasmanê pûanek stand
16:41 Fîdan: Ji bo asîmîlekirina kurdan ev 100 sal in tişta ji dest hatî kirin
16:30 Hevserokên HEDEP’a Stenbolê diyar bûn
16:05 Hatîmogûllari: Divê em ji bo azadiya Abdullah Ocalan dengê xwe bilindtir bikin
15:31 Hewldana 78’an: Celalettîn Can berdin
14:55 Li Hezexê qeyûm hat protestokirin: Ji ku hatibin dê dîsa vegerin wê derê
14:04 Li Panosê ji bo 'Meşa Azadiyê' bang hate kirin
13:59 Qeymeqamtiya Cizîrê atolyeya zarokan a bi kurdî qedexe kir
13:58 DBP û HEDEP’ê li Pirsûsê silha du malbatan kirin
12:49 Kongreya HEDEP’a Stenbolê bi coşeke mezin dest pê kir
12:27 ÎSÎG: Di cotmehê de 150 karker ji ber cînayetên kar mirin
12:22 Uçar û Bayindir bûn Hevserokên Giştî yên DBP’ê
10:50 WHO: Têkiliya me bi Nexweşxaneya Şîfayê re qut bû
10:49 Encamnameya Konferansa Jinan a Rêveberiyên Herêmî diyar bû
10:27 ‘Teqawid ji bo ku nemirin li ber xwe didin!’
10:17 Ji bo gelek bajaran hişyariya barana zêde hate kirin
10:17 Bakirhan: Li rojava deriyê me ji bo tifaqan vekirî ye û dê tu biryar bêyî gel neyên dayîn
10:12 Berteka li dijî biryara qeyûm a qedexekirina konserê: Dê mîhrîcan bidome
09:55 Hejmara 37’an a Kovara Jinê: Ev 100 sal in jin li ber xwe didin
09:43 Ji ber navên ‘Hz. Hasan, Hz. Huseyîn û Fîrewn’ derheqê Demîr de lêpirsîn hate vekirin
09:18 Bûye bîra Nûrheqê
09:17 Keça girtiyê nexweş Çam: Ji bo dermankirinê divê bavê min bê berdan
09:02 Banga ji bo xwedîderketina li deklarasyona 'Banga Aştiyê'
09:02 Banga ji bo 18'ê mijdarê: Meşa Gemlîkê dê rê li ber jiyana bihevre veke
09:01 Parêzer Mûgûç: Em bi 'Bultena Tecrîdê' der barê sosreta hiqûqî de agahdariyê dikin
09:00 Şaredariya AKP’ê ji bo bîrdariya komarê 950 hezar lîre xerc kiriye
09:00 ROJEVA 12'Ê MIJDARA 2023'YAN
11/11/2023
20:27 Xelata 10'emîn Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî Rêzan Diljen wergirt
17:45 Li Cizîrê konsera Babetna û Koma Sorjiyan hate qedexekirin
16:52 Bijîşkê Tanhan: Ji sedî deh şansê jiyankirina wî maye
16:47 'Tevahiya civakê hatiye tecrîdkirin'
16:46 Rêxistina HEDEP’ê ya Amedê dest bi amadekariyên xwe yên kongreyê kir
15:57 Ji bo ‘Meşa Azadiyê’ bang kirin: Heke bi milyonan bimeşin dê tecrîd rabe
15:54 ÎHD: Divê girtiyê nexweş Celalettîn Can tavilê bê berdan
15:40 Girtiyê nexweş Karataş: Heke ez bimirim ÎGK’ê û îdareya girtîgehê berpirsiyar e
15:30 Jinên TJA’yî bi girseyî hatin pêşwazîkirin
15:07 Aqûbeta Tekdag û Yetîşen ên beriya 29 salan hatin windakirin hate pirsîn
14:53 Piştevaniya ji bo Dayikên Aştiyê dewam kir
12:22 Dayikên Şemiyê yên dest jê bernedan jinûve Qada Galatasarayê ne
10:50 Turkoglû: Tiştên di hilbijartina herêmî de ji me hatin dizîn em ê paşve bistînin
10:49 18 roj in agahî ji rojnamevan Silêman Ehmed nayê girtin
10:20 Li Şirnexê 14 herêm hatin qedexekirin
10:17 Dîmenên vemirandina şewata karker parve kir: Vaye sedsala Tirkiyeyê
10:07 Nûnera TÎHV’a Wanê: Rewşa li girtîgehan metirsîdar e
10:06 Li Çewlîgê Hevserokê HEDEP’ê yê Navçeyê hate girtin
09:26 Hejmara 7'an a Kovara Destarê derket
09:08 Prz. Demîrel: Heya rewşa Îmraliyê neyê çareserkirin, pirsgirêk çareser nabin
09:07 Paryanî ya Efxan: Em ne tenê li dijî Talîban, li dijî cîhanê li ber xwe didin
09:06 Ji îmzevanê 'Banga Aştiyê' Estûkyan: Tecrîd astengiya herî mezin a li ber çareseriyê ye
09:05 Bersiva ji bo biryara AYM'ê ya ji bo 'Qanûna Sansurê': Em bêdeng nemînin
09:04 Rêveberê MED-DER’ê Aktaş: Cîhan zimanê kurdî nas dike, çawa hûn nas nakin?
09:03 Qeyûmê ku ji bo xizmetê 'pere nabîne', dê karê midûriyeta polîsan bike
09:02 Doza tazmînatê ya der barê Ejder Ecer de hat redkirin
09:01 ‘Ji bo şer bi dawî bibe divê tecrîda li ser Abdullah Ocalan bê rakirin'
09:00 ROJEVA 11'Ê MIJDARA 2023'YAN
10/11/2023
19:54 Cenazeyê Ogûz piştî 27 mehan hat definkirin
19:47 Kişanak: Tu hêcet tune ye, dema girtinê temam bûye
19:19 Li Xezeyê hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane 11 hezaran derbas kir
18:45 Nergis Muhammedê greva birçîbûnê bi dawî kir
17:50 Ciwanê winda bûbû cenazeyê wî hat dîtin
16:13 Rojnameger Kizmaz hate berdan
16:09 Li Botanê civîna gel: Hewcedariya gelan bi azadiya birêz Ocalan heye
15:20 Doza Kobanê: Êdî wê dengê defê li ber guhê AKP’ê biteqe
15:19 Baroya Rihayê: Tirkiyeyê wesfa xwe ya dewleta qanûnan winda kir
15:11 Jinan berdana çawişê pispor ê tacîzkar protesto kirin
14:01 DÎSK dê ji bo edaletê ber bi Enqereyê ve bimeşe
13:23 Ji sedî 86,7’ê welatiyan xwestin zarokên wan bi zimanê dayikê bên perwerdekirin
13:05 Rojnameger Mehmet Kizmaz hate binçavkirin