Unsal: Ger deriyên Îmraliyê vebin dê aştî çêbibe

  • rojane
  • 09:14 5 Mijdar 2023
  • |
img
STENBOL-  Ji îmzevanên deklarasyona "Banga Aştiyê" siyasetmedar Ahmet Farûk Unsal got ku ji bo çareserkirina meseleya kurd, divê tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe û got: "Em deriyên Îmraliyê vekin ku bila xwîn nerije." 
 
Li Stenbolê nivîskar, rojnamevan, siyasetmedar û rewşenbîr jî di nav de 78 kesan "Deklarasyona Banga Aştiyê" daxuyandin û ji bo çareserkirina meseleya kur dîşaret bi rêyên çareseriyê kirin û xwestin tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe. Yek ji îmzevanên Deklarasyonê siyasetmedar Ahmet Farûk Unsal ku di hilbijartina 2002'yan de ji AKP'ê bû parlementer, di navbera 2009-2016'an de serokatiya giştî ya MAZLÛMDER'ê kiriye têkildarî armanca deklarasyonê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî. 
 
Unsal bilêv kir ku meseleya kurd hem Tirkiyeyê hem Sûriye, Iraq û hem jî Îranê eleqedar dike û veguheriye meseleyeke herêmî û got ku ev yek di warê aştiya civakî de gefeke mezin pêk tîne. 
 
Unsal bilêv kir ku ji ber vê deklarasyona "Banag Aştiyê" gelek watedar û girîng e û got ku gelek rojnamevan, ramanwer, siyasetmedar û rewşenbîr îmze danîn bin deklarasyonê. Unsal destnîşan kir ku bi neçareserkirina meseleya kurd û domandina wê, gefeke mezin li aştî û aramiya civakî tê xwarin û got: "Lewma me xwest em potansiyel neyê paşguhkirin. Ev deklerasyona ji bo otorîteyê, xwediyên hêzê û Meclisê hişyariyek e." 
 
MALIYETA ŞER
 
Unsal destnîşan kir ku kirîza aborî û gelek pirsgirêk û qeyranên din ên li Tirkiyeyê girêdayî neçarserkirina meseleya kurd in û got: "Tirkiye, bi taybetî di du salên dawî de bi krîzeke aboriyê ya mezin re rû bi rû ye. Enflasyon çûye û çûye û bihabûneke tirsnak heye. Sedema vê jî li gel nelêritiyê, neavakirina aştiyê ya li Tirkiye, Rojava û Vaşûr e. Îjar gava gelên Tirkiyeê vê meseleyê di warê aştiya civakî û derûniya civakî de esas bigirinû bi awayekî giştî ji bo aramiya aborî li ser hûr bibin, dê piştgiriyeke mezin bidinê. Yanî divê em car din maliyeta aborî ya şer ji gelên xwe re bibêjin." 
 
'OCALAN AKTOREKÎ GELEKÎ GIRÎNG E'
 
Unsal destnîşan kir ku di deklarasyonê de ji bo çareserkirina meseleya kurd ya li ser esasekî demokratîk û aştiyane, doza rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatiye kirin û wiha domand: "Wekî hûn dizanin 32 meh in deriyên Îmraliyê girtî ne. Ne parêzer dikarin hevdîtinêb ikin ne jî malbat. Wekî me berê jî dîtiye, ger deriyên Îmraliyê bên vekirin dê di warê çareserkirina meseleya kurd de akorekî girîng, Ocalan têkeve dewrê. Lewma ji bo aramiyê divê em hewl bidin ku ev aktor têkeve dewrê. Deklarasyon dixwaze meseleya kurd li meclisê rasterast têkeve rojeva partiyan, deriyên Îmraliyê yê ku desthilatê qanûnên xwe eciqandine û ew girtine bên vekirin." 
 
‘VEKIRINA DERIYÊN ÎMRALIYÊ'
 
Unsal axaftina xwe wiha domand: "Di dema pêvajoya ku em jê re dibêjin pêvajoya çareseriyê de, desthilatê bi awayekî înîsyatîf girtibû û muxatabiyeke rast ava kiribû û rasterast bi Ocalan re pêvajoyek dabû destpêkirin. Em ji pêvajoya 2013-2015'an baş dizanin ku gava Ocalan têkeve dewrê dê bandoreke çawa bide der. Wê demê hema bibêje tundî nemabû û derdora civakî ya din jî -ku Behra Reş, Anatolyaya Navîn û Behra Spî jî- atmosfera aramiyê esas girtibûn û piştgiriya wê kiribûn. Madem tecrûbeyeke me ya bi vî rengî heye û madem piraniya civakê piştgiriya vê kir, nexwe ji bo nevekirina deriyên Îmraliyê tu sedemek tune ye. Em car din vekin bila pêvajoyeke ku bes xwîn biherike û aştiyeke civakê çêbibe, rû bide." 
 
Unsal bilêv kir ku ger desthilat guh li deklarasyonê bike dê meseleya kurd bê çareserkirin. 
 
MA/ Îbrahîm Irmak

Sernavên din

30/11/2023
09:07 Rêya ku 4 sal in nehatiye temamkirin dibe sedema qezayan
09:05 Li Enqereyê pêşangeha 'li hundir li derve'
09:02 Şaredarê AKP'î yê Şirnexê amûra X-RAY'ê li endamên HDP'î ferz dike!
09:00 ROJEVA 30'Ê MIJDARA 2023'YAN
29/11/2023
20:09 Li Mêrsînê kesek hat girtin
19:34 Car din 9 sal û 4 meh û 15 roj ceza li Mizrakli hat birîn
19:12 Hatîmogullariyê çû serdana Emîne Şenyaşarê
17:08 Doza Tahir Elçî: Dadgerên serbixwe û bêalî nîn in
16:53 Xizmên girtiyan li pêşîya girtîgehê ne: Dawî li qedexeyan bînin
16:52 Dê li Amedê bi daxwaza ‘budçeya gel’ miting were lidarxistin
16:50 MKG’ê 1’emîn Lijneya Giştî li dar xist
15:28 ÎHD ji bo biçe Îmraliyê serî li Wezareta Dadê da
14:46 Girtiyê siyasî Gur: Ji ber kurdbûn û muxalîfbûna xwe têm darizandin
14:34 Doza Tahir Elçî: Dê ji bo mutalaayê dosya ji dozgeriyê re bê şandin
14:14 Lijneya Baweriyan û Gelan a HEDEP’ê: Dest ji hedefgirtina sivîlan berdin
14:05 Krîterên bernamzetên HEDEP’ê ku dê gel hilbijêre diyar bûn
13:18 Bakirhan: Îcar li dîwarî qelibîn
13:13 Ciwanan ji bo azadiya Abdullah Ocalan meş dan destpêkirin
13:06 Di doza Eser de cezayê polîs hate daxistin
12:55 Hatîmogûllari: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
12:51 Îrmez ê HEDEP'î: Heta ku tecrîd tê rakirin em ê nesekinin
12:09 Li Mêrsînê 6 kes hatin binçavkirin
11:53 Çalakiya girtiyan kete roja 3’yan
11:46 Parêzerê rojnameger Ehmed: Tevî biryara dozgeriyê jî destûra hevdîtinê nadin
11:14 Jinên kedkar li dijî zext û mobîngê çalakiyê li dar dixin
11:13 Baweriya bi aboriyê kêm bû
11:12 Ji 43 kesan 7 jê hatin berdan
11:10 Ji bo Emîne Şenyaşar ceza hate xwestin
10:43 Danişîna doza Tahir Elçî dest pê kir
10:40 Aydin ê 30 sal piştre hate berdan: Bi saya têkoşîna gelê xwe me xwe li ser pêyan girt
10:39 Li Dîlokê 2 jê zarok 5 kes hatin girtin
10:03 Rêya Xiştanê bi hinceta ‘nifûs kêm e’ nayê çêkirin
10:02 Li Amedê 3 girtî hatin sewqkirin
10:01 Dayika girtî: Tenê lingekî kurê min heye lê dê bi wî lingî jî paşvegavê neavêje
09:06 Cengîz: Pêşketina muzîka kurdî kolonyalîstan nerihet dike
09:04 Li Şirnexê 8 sal in jin di 25'ê Mijdarê de rastî tundiya dewletê tên
09:03 Li 104 girtîgehan çalakiya 'Ji Abdullah Ocalan re azadî'
09:01 ‘Abdullah Ocalan ji bo aştiya gelan têdikoşe'
09:00 Parêzer Guneş: Nêzîkatiya li Abdullah Ocalan nêzîkatiya li statuya kurdan e
09:00 ROJEVA 29'Ê MIJDARA 2023'YAN
28/11/2023
23:02 Eleqeyeke zêde ji bo pîrozbahiya Dibistana Muzîkê ya Egîdê Cimo
21:04 Li Şirnexê 22 kesên ku hatibûn binçavkirin serbest hatin berdan
19:20 Li Amedê panela 'Bêcezatî û Mafên Mirovan'
19:02 Hatîmogûllari: Qeyûman li şaredariyan 'buroya diziyê' vekir
16:54 Xemsariya Qeyûm a lêhiyê: Hişyarî nehatin guhdarîkirin
16:51 Japonyayê PKK ji nava lîsteya ‘rêxistinên qedexe’ derxist
16:03 Tahîr Elçî li ser gora xwe hat bîranîn
15:47 Rêxistinên hiqûqê: Bila kesên Tahir Elçî qetil kirin bên eşkerekirin
15:36 Daxuyaniya HEDEP’a Wanê ya têkildarî bernamzetan
15:35 4 jê bi bi kurdî 7 pirtûk ji Weşanên Aramê derçûn
15:33 Li Bedlîs û Wanê herî kêm 43 kes hatin binçavkirin
15:15 Meclisa Ciwanan a HEDEP’ê li Amedê gel vexwend kongreyê
15:14 Bi ser Komkujiya Roboskê re 143 meh derbas bûn
15:13 Doza Kobanê: Ez gotina ‘jirêdeketî’ li Diyanetê vedigerînim
14:20 Meclisa Ciwanan a HEDEP’ê: Em di têkoşînê de bibiryar, di azadiyê de bi israr in
14:11 Di salekê de li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî 419 kes hatin revandin
14:06 Xebatên lêgerînê yên ji bo zaroka 15 salî berdewam in
14:05 Girtiyê di greva birçîbûnê de: Ocalan xeta me ya sor e
13:59 Buldan du pirs ji wezîr Yerlîkaya kir
12:53 Ji bo mehekê 46 milyon lîre li bûdçeya Şaredariya Pirsûsê zêde kirin
12:48 Bakirhan: Greva birçîbûnê bangawaziya mezinkirina têkoşînê ye
12:42 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:37 Li Îzmîrê bi ser Jin Art Huner û TUHAYDER'ê de hate girtin
11:33 Yuksekdag: Pêdivî bi tifaqeke berfirah a jinan heye
11:18 Kesên li Farqînê hatin binçavkirin hatin berdan
11:17 Li Stenbolê 3 kes hatin girtin
11:06 Tehliyeya Oktay careke din bi îdiaya ‘îxtîmalê’ hate astengkirin
10:37 Ji ber ku Eres ‘poşmantiyê’ qebûl nake nayê berdan
10:32 Çalakiya ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ di roja duyemîn de didome
10:25 Tahir Elçî hat bibîranîn: 80 sal jî derbas bibin em ê dev ji têkoşînê bernedin
10:23 Binçavkiriyên li Mêrdînê hatin berdan
10:22 Li Bedlisê bi ser gundan de hate girtin
10:20 Pekoz: Divê HEDEP li bajarên rojava şaredariyan bixwaze
09:15 Dadgeh dibêje 'Uldeş berdin' lê îdareya girtîgehê bernade
09:13 Me dîmenên qirkirina xwezaya li Akbelenê girtin: Qada sîtê tê qirkirin
09:09 Komeleya Lêkolînên Kurdî dê kongreya xwe li dar bixe
09:05 Perava Gola Wanê ji avahiyên qaçax xalî nabe
09:00 ROJEVA 28'Ê MIJDARA 2023'YAN
27/11/2023
20:17 Nergîz a ku berdana wê salekê hatibû taloqkirin ji girtîgehê derket
19:52 Doza Kobanê: Îfadeyên şahidên veşarî hatin pûçkirin
17:58 Kilinç piştî 30 salan ji girtîgehê derket
17:41 TMMOB û TTB'ê serdana HEDEP'ê kirin
16:53 Ji bo polîsê tundî li parêzer Orhan kiribû cezayê hefsê hat xwestin
16:52 Li Edeneyê îdiaya îşkenceyê: Telîs li serê ciwanan kirin
16:23 Amespor: Divê TFF înîsiyatîfê li xwe bigire û em ê giliyê êrişkaran bikin
15:18 Wezareta Karên Hundir: Li 18 bajaran 98 kes hatin binçavkirin
14:46 Egîtîm Sen: Tevî qedexeyê jî rêveberên AKP’î civînên xwe li dibistanan dikin
14:22 Li Cizîrê zarokekê bi awayeke guman jiyana xwe ji dest da
14:14 Doza Kobanê: Bersûc nikare ji gumanê sûd bigire lê îdia pê xurt dibe!
14:13 ‘Heta tecrîd neyê têkbirin em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin’
13:54 Rojnamegerên bi îşkenceyê hatin binçavkirin serî li ÎHD’ê dan
13:19 Girtiyê ketiye greva birçîbûnê: Heta ku gav tên avêtin dê çalakiya me bidome
12:57 Ji rojnameger Silêman Ehmed 34 roj in tu agahî nayên girtin
12:39 Şahîn ê HEDEP’î: Hevdîtinên ji bo serlêdanan dê heta 9’ê kanûnê bidomin
12:01 Li HEDEP’ê serlêdanên ji bo hilbijartinên herêmî dest pê kirin
11:43 Girtiyan ji bo azadiya Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kirin
11:38 Kujerên belavkarê rojnameyê Adnan Işik ev 30 sal in nehatine dîtin
11:23 Şirîda qeraxa Îskenderûnê di bin avê de ma
11:12 Di serdegirtinên malan de gelek kes hatin binçavkirin
09:48 Li Enqereyê notirvanekî hevjîna xwe qetil kir