Kujerê Selamet Yeşîlmen 8 sal in tên parastin

  • jin
  • 09:12 13 Mijdar 2023
  • |
img

MÊRDÎN - Polîsan li navçeya Nisêbînê di sala 2015'an de di qedexeya kolanan de ji maşîneya zirxî gule reşandin û Selamet Yeşîlmen li ber deriyê mala wê ew qetil kirin. Di ser kuştina Yeşîlmen re 8 sal borîn, lê hêj kujer nehatine darizandin. 

Di sala 2015'an de li gelek navçeyan rêveberiyên xweser hatin îlankirin. Piştî îlankirina rêveberiyên xweser, walîtî û qeymeqamiyan derketina kolanan li welatiyan qedexe kir. Ji ber gel qedexe nas nekir û li dijî qedexeyan derket, li gelek bajaran şer derket. Yek ji navçeyên ku gel qedexe qebûl nekir û li dijî qedexeya kolanan derket jî navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê bû. Li navçeya Nisêbînê cara yekem di 1'ê Cotmehê de qedexe hat îlankirin. Piştre di 14'ê Adara 2016’an de qedexeyan dest pê kir û 7 carên din li ser hev qedexe hatin îlankirin. Dema qedexe hatin îlankirin, di encama gulebarana polîsên taybet de welatiyên bi navê Ahmet Sonmez (54), Şahin Turan (25), Selamet Yeşilmen (44), Hasan Dal (45), Musur Aslan (19), Abdulkadir Yilmaz (65), Muhammet Altunkaynak (20), Nurhan Kaplan (45), Şerif Alpar (55), Sedat Gungor (22), Mehmet Emin Înan (55), Cudi Teber (23), Mahsum Akdogan (19), Fehime Aktig (56), Hakan Dogan (15), Medeni Orak (45), Rohat Karakoç (25), Hasan Korkmaz (60), Mehmet Pitek (40), Heyhat Mujde (43), Saadet Mujde (19), Fehime Kurumaz (11), Dilşa Ak (59) û Emire Gok (39) bi giştî 24 sivîl hatin qetilkirin. Lê heta niha kujerê yek sivîlî jî nehat dîtin û nehatin darizandin. Hat îdîakirin ku di lêpirsînan de li gorî pîvnana lêkolîn hatiye kirin. Lê polîsên ku tev li kuştina mirovan bûn heta niha nehatin dîtin û darizandin. 
 
DAYIKA DUCANî QETIL KIRIN
 
Li navçeya Nisêbînê yek ji sivîla hat qetilkirin, dayika 5 zarokan Selamet Yeşilmen bû. Polîsan Selamet Yeşîlmen ku ducanî bû, li ber deriyê mala wê tevî zaroka di zikê wê de qetil kirin. Polîsan piştî di 13'ê mijdarê de kolan hat qedexekirin, di 15'ê Sibatê de gule li Selamet Yeşilmen reşandin û li ber deriyê malê ew qetil kirin. Dema Yeşîlmen hat qetilkirin 5 mehan ducanî bû. Dema Yeşîlmen hat qetilkirin, zarokên wê Sevcan û Fikret bi hawara wê çûn. Dema zarokên wê çûn hawara wê, ew jî birîndar bûn. Her çend şahidan anîn ziman ku Selamet Yeşîlmen bi guleya polîsan hatiye kuştin jî heta niha der barê tu polîsan de lêpirsîn nehatiye destpêkirin û tu polîs nehatine darizandin. 
 
Dozger wekî dosyayên 23 sivîlên din ji bo dosya Selamet Yeşilmen jî heman biryar da. Dozger li şûna bûyerê lêkolîn bike û ronî bike, têkiliya Yeşîlmen bi rêxistinê re çêkir û pêwistî bi lêkolîna kujeran nedît. Di demek kurd de dosya tev li kuştiyên kujerên wan nediyar kir. 
 
MALBAT DIXWAZE DOSYA NEYê GIRTIN
 
Ji bo dosya Selamet Yeşîlmen bê lêkolînkirin û zelalkirin malbatan çend caran serî li dozgeriyê dan. Lê dozgeriyê jî ji malbatê xwset dest ji dosyayê berdin û xwest bi şopa dosyayê nekevin. Lê malbatê ev yek qebûl nekir û her tim bi şopa dosyayê ketin. Malbatê li Wezareta Hundir gilî kir û doza tazmînatê vekir. Doza ku li Dadgeha Îdarî ya Mêrdînê hat dîtin, biryar da ku Yeşîlmen li hewşa mala xwe hatiye kuştin û derketina derve îhlal nekiriye. Dadgeha Îdarî der barê Wezareta Karên Hundir de biryar da ku tazlîmatê bidin malbatê. 
 
FAîlAN BIBîNIN 
 
Abdurrahim Yeşilmen, anî ziman ku hevjîna wî Selamet Yeşîlmen dema birîndar bû, ji ber ambulans nehat cihê bûyerê xwîn winda kir û jiyana xwe ji dest da û wiha got: "Piştî hevjîna min hat kuştin, Walîtiyê got 'PKK'ê ew kuşt' Walîtiyê wisa got. Lê guleyên ku me teslîmî polîsan kir, guleyên leşker û polîsan bûn. Me gule wekî delîl nîşan dan û doz vekir. Lê heta niha tu encam ji vê dozê derneketiye. Ez ê heta dawî şopdarê dozê bim. Emrê min têrê neke jî zarokên min dê bi şopa doza diya xwe bikevin. Heta ku kujer bên dîtin û darizandin em ê dozê bişopînin. Li her derê kamera heye. Delîl û dane hene. Eger bixwazin dikarin rastiyê ronî bikin. Lê heta niha tu delîl kom nekirin. Dixwazkin em dest ji doszê berdin. Lê em tu carî dest ji dozê bernadin." 
 
MA / Ahmet Kambal
 

Sernavên din

18/11/2023
22:36 Kesên li Wanê hatin binçavkirin serbest hatin berdan
22:22 Çalakiyên “Ji Abdullah Ocalan re azadî” didomin
22:19 Tevî hemû astengiyan jî ber bi Gemlîkê ve dimeşin
21:52 Xelata Paul Grunîngerê dan Ayşe Gokkan
20:32 Li Ewropayê ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan daketin qadan
20:26 Di Meşa Azadiyê de 28 kes hatin binçavkirin
19:02 Meşa Azadiyê gihaşt Mêrsînê
18:39 Bayindir: Hûn ê nikaribin Meşa Azadiyê bidin sekinandin
18:19 Meşa Azadiyê tehemul nekirin: Parlamenteran rê girt, ciwan meşiyan
16:57 Li kolanên Wan'ê dirûşmeya ‘Bijî Berxwedana Îmraliyê’ olan da
16:36 Baskê 'Meşa Azadiyê" ya Çûkûrovayê dê ji Mêrsînê bimeşin Gemlîkê
15:56 Ji bo girtiyên nexweş çalakî: Resuloglu, Boltan û Yildiz bila bên berdan
15:28 Li aqûbeta Bayram û Yakar hat pirsîn
15:18 Gelê Mexmûrê “Meşa Azadiyê” silav kir
15:16 Bi govend û stranan ji bo ‘Meşa Azadiyê’ bi rê ketin
14:34 Ji Qada Galatasarayê gazî kirin: Em ê dev ji winda û doza xwe bernedin
14:19 ÎHD’ê aqûbeta Aydogan ê di bin çavan de hate windakirin pirsî
14:12 HEDEP’ê li bakurê Kurdistanê dengê xwe zêde kiriye
12:11 Nivîskar Ozturk û hevjîna wî hatin berdan
12:09 'Meşa Azadiyê’ dest pê kir
10:50 Abdullah Ocalan: Çareserî bi azadiya jinan dikare pêk were
09:58 Jina ku ji malbata xwe alîkarî xwestibû mirî hate dîtin
09:58 Li Xarpêtê du erdhej li pey hev çêbûn
09:45 Di têkoşîna jinê de qonaxa herî girîng: Jin, jiyan, azadî
09:44 Okçû ya ku li Ingilistanê girtî ye: Ez bi deportkirinê re rûbirû me
09:01 Banga ji bo Meşa Azadiyê: Em ji bo avakirina jiyana civakî bimeşin
09:01 Îmzevana Banga Aştiyê Dogan: Divê em ji peyva aştiyê netirsin
09:01 Serokê Baroya Sêrtê: Wext ji bo girtiyê nexweş Kaya kêm dibe
09:00 24 sal in ji bo jiyaneke birûmet têdikoşe
09:00 Di lêpirsîna der barê rojnamevan Boltan de biryara neşopandinê
09:00 ROJEVA 18'Ê MIJDARA 2023'YAN
17/11/2023
20:21 'Divê kurd xwedî li vîna xwe derkevin û vê meşê berfireh bikin'
19:02 'Divê em tifaqa xwe xurt bikin'
18:32 Doza Kobanê: Sûcdarkirin heye lê delîl tune ye
17:07 Meşa DÎSK’ê ya Enqereyê: Em ê bi têkoşîna bi hev re qezenc bikin
16:30 Zarokên Leylayê xwestin kujer bê cezakirin
16:28 Meşa Azadiyê sibe dest pê dike: Em dev ji azadiya Ocalan bernadin
16:28 Li Kuçukçekmeceyê di avahiyekê de teqîn çêbû: Kesek mir
16:15 Jinan bi tilîliyan starta 25’ê Mijdarê dan
15:20 Jinên endamên KESK'ê li Amedê starta 25'ê Mijdarê dan
14:32 Li Edeneyê ji jinên girtî re kartên piştevaniyê hatin şandin
14:30 Girtiyê nexweş Kalkan piştî 30 salan hate berdan
14:20 Rakel Dînk: Em vegeriyan rojên şîna xwe ya giran
13:47 Bakirhan gazî xelkê Êlihê kir: Rê nedin tifaqa Torosên Spî
12:55 Nivîskar Fadil Ozturk û hevjîna xwe hatin binçavkirin
12:09 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:07 Bayindir: Meşa Azadiyê destpêka serdemeke nû ye
11:53 Hevserokê MEBYA-DER’ê: Tecrîd rabe dê pirsgirêkên li Rojhilata Navîn çareser bibin
10:56 Ji ber barîna berfê û mija zêde li Wanê gelek wesayît di rê de man
10:55 Li pey şopa perperokan: Heta jin azad nebe civak jî azad nabe
10:31 Xwezaya Nûrheqê diqede!
09:52 Jinên şirnexî: Ditirsin ku dengê Abdullah Ocalan bigihije gel
09:38 Komeleya Alîgirên Amedsporê dê sibê konferansek li dar bixe
09:34 Cara duyemîn êrişî gora Ûgûr Kaymaz û bavê wî hate kirin
09:19 Li malbatên piştî qedexeya derketina derve alîkarî wergirtin lêpirsîn hat vekirin
09:17 Der barê hevpeyvîne neweşandî de biryara neşopandinê!
09:14 Ji bo çareseriyeke demokratîk banga ji bo Meşa Azadiyê
09:11 Çîftyurek: Ocalan dikare rê li ber aştiyê veke
09:06 'Divê hemû aştîxwaz û demokrasîxwaz tev li meşa Gemlîkê bibin'
09:03 Amadekariyên Meşa Azadiyê didomin: Divê encam bê girtin
09:01 ROJEVA 17'Ê MIJDARA 2023'YAN
01:37 Li Winterhûrê meşa ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ hat lidarxistin
16/11/2023
20:29 Hunermend Ahmet Kaya li ser gora xwe hat bibîranîn
20:24 Li ser X’ê hastaga ‘#Öcalandan966GündürHaberYok'
19:18 Hatîmogûllari: Divê em tifaqa têkoşînê ava bikin û xwe birêxistin bikin
17:27 Li Silopiyayê ji bo jinan dîwana dengbêjan
17:00 Qeyûmê Qersê zirara ji ber daxistina fiyetê ava vexwarinê derketî ji endamên meclisê xwest
16:50 Parêzer Safali hate definkirin: Erdal nirxê hemû civakê bû
16:33 Li Qoserê ji bo Meşa Azadiyê bang hate kirin
16:13 HEDEP’ê ji bo cînayeta Dînk daxwaza ‘civîna giştî’ kir
16:11 Sayyîgît: Israra di polîtîkaya tecrîdê de îktîdarê dixitimîne
15:48 DBP'ê û HEDEP'ê du malbat li hev anîn
15:31 Hatîmogûllari: Em ji malbata Hrant Dînk lêborînê dixwazin
15:18 Hejmara duyemîn a ‘Bultena Tecrîdê’ hate weşandin
15:13 Kapan ê piştî 30 salan ji girtîgehê derket bi tilîliyan hate pêşwazîkirin
14:19 Ji wezîrê parastinê pirsî: Li ku derê, çiqas çekên kîmyewî hatine bikaranîn?
14:12 Ji bo Meşa Gemlîkê li Rihayê civînên gel hatin lidarxistin
14:05 Ji bo navên darbekaran ji qadên cemaweriyê bên rakirin pêşniyarqanûn da meclisê
13:50 Doza Kobanê: Ma ji ber twîtekê muebbed tê dayîn?
13:14 Parlamenterê Partiya Îyî'yê yê Enqereyê Beker ji partiya xwe îstîfa kir
13:09 HEDEP’ê bi daxwaza ‘tavilê li Îmraliyê hevdîtinê bike’ serî li ÎHÎK’ê da
12:21 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:41 Hevalên Hrant: Ên kujeran diparêzin hevkarên cînayetê ne!
11:40 Faîlê ku Fîdda Ûzûn qetil kir hate girtin
11:34 Bakirhan: Divê em li dijî hêzên paramîlîter yên pergalê têbikoşin
11:34 Wekîlên HEDEP’î di hevdîtinên bûdçeyê de Guler protesto kirin
11:13 Ji Stenbolê bo Meşa Azadiyê bang: Em ber bi azadiyê ve gav diavêjin
10:44 Estûkyan: Faşîstekî me yê ku bikare di MHP’ê de navdar bibe çêbû
09:34 Hevdîtina Abdullah Ocalan a bi parêzeran re ji bo 6 mehên din hate qedexekirin
09:19 Ji bo Meşa Azadiyê bang li gelên Tirkiyeyê kirin
09:17 Parêzerê Dayikên Aştiyê Erdal Safali jiyana xwe ji dest da
09:16 Danîşina doza kujerê ku Leyla Karaaslan û 3 keçên wê qetil kir sibê ye
09:14 Li Şirnexê 8 sal in avahiyên welatiyan radestî wan nekirine
09:13 Li Çiyayê Cûdiyê bi dînamîtan qirkirina ekolojiyê
09:11 Hevserokê TÛAY-DER'ê: Meşa Azadiyê dê rê li ber aştiyê veke
09:09 Qeyûm bi milyon û 385 hezar TL'yan ala stendin
09:08 Li Îranê rojnamevanî: Nûçe derew be tu azad î, rast be tu girtî yî!
09:04 Abdullah Ocalan: Ez di oxira wê de bimirim jî ez ê nêrînên xwe bêjim
09:01 Qeyûmê Geverê şaredarî milyarek û 280 milyon TL di bin deyn de hiştiye
09:00 Malbata Ocalan ji bo Meşa Azadiyê bang kir: Me pir bêriya wî kiriye