Germiyanî: PDK'ê 158 gund vala kirine

  • rojane
  • 09:01 14 Mijdar 2023
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Baran Germiyanî diyar kir ku PDK’ê piştî şer û pevçûnên li herêmên Zap, Metîna û Avaşînê li ser daxwaza Tirkiyeyê bi dehan gund vala kirine û got: “Ji ber êrişên dagirkeriyê 158 gund hatine valakirin û zêdetirî 600 gund bi gefa valakirinê re rû bi rû ne." 

 
Êrişên ku Tirkiyeyê di 17'ê nîsana 2022'yan de li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê yên Herêma Federe ya Kurdistanê dane destpêkirin didome. Artêşa tirk heta niha di van êrişan de gelek caran çekên kîmyewî û yên qedexekirî bi kar anîne. Tirkiye tevî hemû çekên giran û modern jî heta niha gavek jî pêşve neçûye. Artêşa Tirkiyeyê ya ku xitimiye, bi alîkariya PDK'ê armanc dike ku li herêmê bi cih bibe. PDK bi awayekî çalak piştgiriyê dide dewleta tirk. Liv û tevgera hêzên taybet ên girêdayî PDK’ê yên li herêmê jî didomin. Hêzên PDK'ê ku li herêma Zap, Avaşîn û Metînayê hatiye bicihkirin, bi kemçeyan ji dewleta tirk re rêyan çêdike. Her wiha tê ragihandin ku PDK hewl dide şeniyên ku li herêmê jî ji herêmê derxîne. Rojnamevan Baran Germiyanî, geşedanên herê dawî yên li herêmê nirxand.
 
'HETA NIHA 158 GUND HATINE VALAKIRIN'
 
Rojnameger Germiyanî diyar kir ku PDK bi valakirina gundan ji artêşa dewleta tirk re qadan vedike û wiha axivî: "Dewleta tirk a dagirker ji ber berxwedana dîrokî ya gerîlayên azadiya Kurdistanê têk diçe. Dewleta tirk li herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê 5 cureyên çekên kîmyewî yên qedexekirî bi kar tîne. Ji ber bikaranîna van çekan gelek kes hatin qetilkirin. Xwezaya herêmê jî ji vê yekê bi bandor dibe. Hemû xwezaya herêmê wêran kirin. Ev jî nîşan dide ku ne tenê li dijî şexsiyeta kurd li dijî cewher û xwezaya wê jî êriş dike. 158 gund hatine valakirin û zêdetirî 600 gund ji ber êrişên dagirkeriyê di bin metirsiya valakirinê de ne. Gelek ji van gundan xwedî bax û baxçeyan e. Asayîşa PDK’ê di 17’ê nîsana 2022’yan de hezar û 200 maskeyên gazê desteser kirin, ji bo ku negihêjin gerîlayan. Li aliyê din jî dewleta tirk a dagirker çekên qedexekirî yên kîmyewî li dijî gerîlayan bi kar tîne. Her wiha PDK artêşa dewleta tirk a li kêleka baregehên xwe diparêze, rê ji wan re vedike ku ji bo êrişî çeperên gerîlayan bike û tevahiya xaka başûrê Kurdistanê dagir bike." 
 
'TEVÎ PIŞTGIRIYA PDK'Ê JÎ GAVEK PAŞVE NEÇÛNE'
 
Germiyanî bi lêv kir ku li herêmê berxwedaneke dîrokî tê dayin û got ku dewleta tirk bi çekên kîmyewî jî nikare îradeya heyî tune bike û wiha domand: "Ji dema avakirina komara sedsalî ya dewleta Tirkiyeyê, bi qasî ku ji destê wan tê êrişî kurd û Kurdistanê dikin. Bi dagirkirina Başûr û rojavayê Kurdistanê dixwazin xewna Mîsak-î Mîllî û jinûveavakirina Împaratoriya Osmanî vejînin. Lê di demeke kurt de ev xeyal ji aliyê gerîlayên azadiya Kurdistanê ve vala hat derxistin û bi qehremanî bersiv dan. Li dijî dagirkeriyên li herêmên Avaşîn, Zap û Matînayê hêzên gerîla yek rojê jî nesekînin û li ber xwe didin û ew nêçar hiştin ku gav paşve vekişin. Stratejiya ku wan armanc kirin ev du sal in pêk neanîne. Cihê ku dagir kirine jî terk kirine. Nikarin biçin, xitimîne. Li vê herêmê PDK û dewleta tirk bi hev re têk diçin. Ev her du hêz dê nikaribin vî şerî bidomînin. Çimkî ev du sal in tevî xiyanet û piştgiriya PDK'ê jî artêşa dewleta tirk yek gav pêşve neçûye. Ev jî nîşaneya wê ye ku ew di şer de têk çûne." 
 
'BALAFIRÊN DEWLETA TIRK LI BAREGEHÊN PDK'Ê RADIBIN'
 
Germiyanî anî ziman ku li herêmê dewleta tirk derban dixwe û wiha got: "Tenê di mehekê de li dijî hêzên dewleta tirk 287 çalakî hatine lidarxistin, 205 leşkeran jiyana xwe ji dest daye û gelek çeper û baregeh bi temamî hatine rûxandin. Gelek kamerayên çavdêriyê têk birin û gelek balafirên keşfê hatine xistin. Tenê rêyek ji wan re maye ew jî, paşve gavavêtin e. Lê belê tişta şerm ew e ku PDK li kêleka dewleta tirk a dagirker êrişî çeperên gerîlayan dike. Artêşa tirk bi cil û bergên pêşmergeyên Kurdistanê dixwaze dagirkeriya xwe bidomîne. Heta PDK rêyên nû ji wan re çêdike û li kêleka baregehên wan ji artêşa rirk a dagirker re rê vekirine. PDK di nav xiyanetê de digevize. Îsal tu helîkopter nehate xistin, tenê 5 helîkopter derb xwarin. Helîkopterên dewletê li nava baregehên PDK’ê dadikevin û gerîla jî naxwaze şerê PDK’ê bike û xwîna kurdan bi destê kurdan birijîne. Gerîlayên Azadiya Kurdistanê tevî hemû êrişên dagirkeriyê û alîkariyên PDK’ê jî berxwedana xwe ya dîrokî didomîne û bi şev û roj li dijî dagirkeran çalakiyên cuda li dar dixin. Li Zap, Metîna û Avaşînê serkeftin nêzik e."

Sernavên din

19/11/2023
09:00 ROJEVA 19'Ê MIJDARA 2023'YAN
08:55 WHO: Nexweşxaneya Şîfayê êdî nikare xizmetê bike
18/11/2023
22:36 Kesên li Wanê hatin binçavkirin serbest hatin berdan
22:22 Çalakiyên “Ji Abdullah Ocalan re azadî” didomin
22:19 Tevî hemû astengiyan jî ber bi Gemlîkê ve dimeşin
21:52 Xelata Paul Grunîngerê dan Ayşe Gokkan
20:32 Li Ewropayê ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan daketin qadan
20:26 Di Meşa Azadiyê de 28 kes hatin binçavkirin
19:02 Meşa Azadiyê gihaşt Mêrsînê
18:39 Bayindir: Hûn ê nikaribin Meşa Azadiyê bidin sekinandin
18:19 Meşa Azadiyê tehemul nekirin: Parlamenteran rê girt, ciwan meşiyan
16:57 Li kolanên Wan'ê dirûşmeya ‘Bijî Berxwedana Îmraliyê’ olan da
16:36 Baskê 'Meşa Azadiyê" ya Çûkûrovayê dê ji Mêrsînê bimeşin Gemlîkê
15:56 Ji bo girtiyên nexweş çalakî: Resuloglu, Boltan û Yildiz bila bên berdan
15:28 Li aqûbeta Bayram û Yakar hat pirsîn
15:18 Gelê Mexmûrê “Meşa Azadiyê” silav kir
15:16 Bi govend û stranan ji bo ‘Meşa Azadiyê’ bi rê ketin
14:34 Ji Qada Galatasarayê gazî kirin: Em ê dev ji winda û doza xwe bernedin
14:19 ÎHD’ê aqûbeta Aydogan ê di bin çavan de hate windakirin pirsî
14:12 HEDEP’ê li bakurê Kurdistanê dengê xwe zêde kiriye
12:11 Nivîskar Ozturk û hevjîna wî hatin berdan
12:09 'Meşa Azadiyê’ dest pê kir
10:50 Abdullah Ocalan: Çareserî bi azadiya jinan dikare pêk were
09:58 Jina ku ji malbata xwe alîkarî xwestibû mirî hate dîtin
09:58 Li Xarpêtê du erdhej li pey hev çêbûn
09:45 Di têkoşîna jinê de qonaxa herî girîng: Jin, jiyan, azadî
09:44 Okçû ya ku li Ingilistanê girtî ye: Ez bi deportkirinê re rûbirû me
09:01 Banga ji bo Meşa Azadiyê: Em ji bo avakirina jiyana civakî bimeşin
09:01 Îmzevana Banga Aştiyê Dogan: Divê em ji peyva aştiyê netirsin
09:01 Serokê Baroya Sêrtê: Wext ji bo girtiyê nexweş Kaya kêm dibe
09:00 24 sal in ji bo jiyaneke birûmet têdikoşe
09:00 Di lêpirsîna der barê rojnamevan Boltan de biryara neşopandinê
09:00 ROJEVA 18'Ê MIJDARA 2023'YAN
17/11/2023
20:21 'Divê kurd xwedî li vîna xwe derkevin û vê meşê berfireh bikin'
19:02 'Divê em tifaqa xwe xurt bikin'
18:32 Doza Kobanê: Sûcdarkirin heye lê delîl tune ye
17:07 Meşa DÎSK’ê ya Enqereyê: Em ê bi têkoşîna bi hev re qezenc bikin
16:30 Zarokên Leylayê xwestin kujer bê cezakirin
16:28 Meşa Azadiyê sibe dest pê dike: Em dev ji azadiya Ocalan bernadin
16:28 Li Kuçukçekmeceyê di avahiyekê de teqîn çêbû: Kesek mir
16:15 Jinan bi tilîliyan starta 25’ê Mijdarê dan
15:20 Jinên endamên KESK'ê li Amedê starta 25'ê Mijdarê dan
14:32 Li Edeneyê ji jinên girtî re kartên piştevaniyê hatin şandin
14:30 Girtiyê nexweş Kalkan piştî 30 salan hate berdan
14:20 Rakel Dînk: Em vegeriyan rojên şîna xwe ya giran
13:47 Bakirhan gazî xelkê Êlihê kir: Rê nedin tifaqa Torosên Spî
12:55 Nivîskar Fadil Ozturk û hevjîna xwe hatin binçavkirin
12:09 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:07 Bayindir: Meşa Azadiyê destpêka serdemeke nû ye
11:53 Hevserokê MEBYA-DER’ê: Tecrîd rabe dê pirsgirêkên li Rojhilata Navîn çareser bibin
10:56 Ji ber barîna berfê û mija zêde li Wanê gelek wesayît di rê de man
10:55 Li pey şopa perperokan: Heta jin azad nebe civak jî azad nabe
10:31 Xwezaya Nûrheqê diqede!
09:52 Jinên şirnexî: Ditirsin ku dengê Abdullah Ocalan bigihije gel
09:38 Komeleya Alîgirên Amedsporê dê sibê konferansek li dar bixe
09:34 Cara duyemîn êrişî gora Ûgûr Kaymaz û bavê wî hate kirin
09:19 Li malbatên piştî qedexeya derketina derve alîkarî wergirtin lêpirsîn hat vekirin
09:17 Der barê hevpeyvîne neweşandî de biryara neşopandinê!
09:14 Ji bo çareseriyeke demokratîk banga ji bo Meşa Azadiyê
09:11 Çîftyurek: Ocalan dikare rê li ber aştiyê veke
09:06 'Divê hemû aştîxwaz û demokrasîxwaz tev li meşa Gemlîkê bibin'
09:03 Amadekariyên Meşa Azadiyê didomin: Divê encam bê girtin
09:01 ROJEVA 17'Ê MIJDARA 2023'YAN
01:37 Li Winterhûrê meşa ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ hat lidarxistin
16/11/2023
20:29 Hunermend Ahmet Kaya li ser gora xwe hat bibîranîn
20:24 Li ser X’ê hastaga ‘#Öcalandan966GündürHaberYok'
19:18 Hatîmogûllari: Divê em tifaqa têkoşînê ava bikin û xwe birêxistin bikin
17:27 Li Silopiyayê ji bo jinan dîwana dengbêjan
17:00 Qeyûmê Qersê zirara ji ber daxistina fiyetê ava vexwarinê derketî ji endamên meclisê xwest
16:50 Parêzer Safali hate definkirin: Erdal nirxê hemû civakê bû
16:33 Li Qoserê ji bo Meşa Azadiyê bang hate kirin
16:13 HEDEP’ê ji bo cînayeta Dînk daxwaza ‘civîna giştî’ kir
16:11 Sayyîgît: Israra di polîtîkaya tecrîdê de îktîdarê dixitimîne
15:48 DBP'ê û HEDEP'ê du malbat li hev anîn
15:31 Hatîmogûllari: Em ji malbata Hrant Dînk lêborînê dixwazin
15:18 Hejmara duyemîn a ‘Bultena Tecrîdê’ hate weşandin
15:13 Kapan ê piştî 30 salan ji girtîgehê derket bi tilîliyan hate pêşwazîkirin
14:19 Ji wezîrê parastinê pirsî: Li ku derê, çiqas çekên kîmyewî hatine bikaranîn?
14:12 Ji bo Meşa Gemlîkê li Rihayê civînên gel hatin lidarxistin
14:05 Ji bo navên darbekaran ji qadên cemaweriyê bên rakirin pêşniyarqanûn da meclisê
13:50 Doza Kobanê: Ma ji ber twîtekê muebbed tê dayîn?
13:14 Parlamenterê Partiya Îyî'yê yê Enqereyê Beker ji partiya xwe îstîfa kir
13:09 HEDEP’ê bi daxwaza ‘tavilê li Îmraliyê hevdîtinê bike’ serî li ÎHÎK’ê da
12:21 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:41 Hevalên Hrant: Ên kujeran diparêzin hevkarên cînayetê ne!
11:40 Faîlê ku Fîdda Ûzûn qetil kir hate girtin
11:34 Bakirhan: Divê em li dijî hêzên paramîlîter yên pergalê têbikoşin
11:34 Wekîlên HEDEP’î di hevdîtinên bûdçeyê de Guler protesto kirin
11:13 Ji Stenbolê bo Meşa Azadiyê bang: Em ber bi azadiyê ve gav diavêjin
10:44 Estûkyan: Faşîstekî me yê ku bikare di MHP’ê de navdar bibe çêbû
09:34 Hevdîtina Abdullah Ocalan a bi parêzeran re ji bo 6 mehên din hate qedexekirin
09:19 Ji bo Meşa Azadiyê bang li gelên Tirkiyeyê kirin
09:17 Parêzerê Dayikên Aştiyê Erdal Safali jiyana xwe ji dest da
09:16 Danîşina doza kujerê ku Leyla Karaaslan û 3 keçên wê qetil kir sibê ye
09:14 Li Şirnexê 8 sal in avahiyên welatiyan radestî wan nekirine
09:13 Li Çiyayê Cûdiyê bi dînamîtan qirkirina ekolojiyê
09:11 Hevserokê TÛAY-DER'ê: Meşa Azadiyê dê rê li ber aştiyê veke
09:09 Qeyûm bi milyon û 385 hezar TL'yan ala stendin
09:08 Li Îranê rojnamevanî: Nûçe derew be tu azad î, rast be tu girtî yî!
09:04 Abdullah Ocalan: Ez di oxira wê de bimirim jî ez ê nêrînên xwe bêjim