Li gelek bajaran Hrant Dînk hate bibîranîn: Em ji bîr nakin

  • rojane
  • 15:03 19 Çile 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Hrant Dînk di 17'emîn salvegera qetilkirina xwe de li gelek bajaran hate bibîranîn. Di bibîranînan de peyama "Me ji bîr nekir, em ê nedin ji bîr kirin" hate dayîn. 
 
Bi ser qetilkirina Gerînendeyê Weşana Giştî yê Rojnameya Agosê re 17 sal derbas bûn. Dînk di salvegera qetilkirina xwe de li gelek bajaran bi daxuyanî û aktîvîeyan hate bibîranîn. 
 
EDENE
 
Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Edeneyê li Parka Înonuyê daxuyanî da. Di bîranînê de wêneyên Hrant Dînk û qûrnefîl hatin hilgirtin. Di daxuyaniyê de pankarta “Ji bo ku mirov li vî welatî ne bi diltirsîna kevokê bi awayekî wekhev û azad bijîn… Ji bo Hrant Dînk edalet” hate hilgirtin û her tim dirûşmeyên “Li dijî faşîzmê mil bidin milê hev” û “Em hemû Hrant in em hemû ermen in” hatin berzkirin. 
 
Berdevkê Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’a Edeneyê Azîz Sari destnîşan kir ku Dînk ji aliyê avaniyên birêxistinî yên kûr ve ku ketina nava dewletê hate qetilkirin. Sari, bal kişand ku kesên çavên xwe ji cînayetê re girtine dernexistine holê û wiha got: “Sedema parastina berpirsiyaran nepêkanîna lêpirsîneke serbixwe, bi bandor û berfireh a di vî warî de û encama siyaseta bêcezahiştinê ye
 
Bîranîn bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû. 
 
MÊRSÎN 
 
Şaxa ÎHD’a Mêrsînê jî bi daxuyaniya ku li Parka Ozgur Çocûkê da, Dînk bi bîr anî. Gelek nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên civakî tev li daxuyaniyê bûn. Di bîranînê de pankarta “17 salên bêyî ku hesabê tarîtiya ku kujeran afirandiye bê pirsîn. Ev doz bi dawî nebûye!” hate vekirin. Serokê Şaxa ÎHD’ê Gazî Încî yê di daxuyaniyê de axivî, wiha got: “Hran Dînk her tim bi awayekî xwezayî piştevaniya têkoşîna me ya li dijî nijadperestî û cihekariyê kir. Ew dijminê nefret û pêşdaraziyê bû.”
 
Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû. 
 
HATAY
 
Şaxa ÎHD’a Îskenderûnê li konteynira ku komele lê ye Dînk bi bîr anî. Hevseroka Şaxa ÎHD’a Îskenderûnê Ayten Kilinç, Hrant Dînk bi bîr anî û wiha got: “Em weke parazvanên mafên mirovan weke duh îro jî di têkoşîna me ya li dijî nijadperestî, cihekarî û nefretê de Hrant Dînk li cem xwe hîs bikin û di têkoşîna xwe de bidin jiyîn.”
 
RIHA 
 
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Rihayê jî têkildarî salvegera qetilkirina Hrant Dînk li avahiya xwe daxuyaniyek da. Pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê jî piştgirî dan daxuyaniyê. Di daxuyaniya ku pankarta “Me Hrant Dînk ji bîr nekir, em ê ji bîr nekin” hate vekirin de Hevserokê Şaxa ÎHD’a Rihayê Îsmaîl Tûtal axivî.
 
Tûtal, anî ziman ku kuştina Hrant Dînk encama nijadperestiya tirkan e û got ku ev cînayetek bi nefreta li dijî ermenan pêk hatiye. Tûtal, bal kişand ku Hrant Dînk alîgirê diyaloga di navbera ermen û tirkan de bû û wiha got: “Hemû kesan hebûna ermenan û cihêkariya ku diqewime cara yekem ji wî bihîst. Wî her tim qala aştî û xwişk û biratiya gelan kir. Ji ber wê jî ji aliyê nîşadperestan ve bû hedef. Lê kujerên wî weke her car ji ber polîtikayên bê cezahiştinê yên dewletê nehatin cezakirin û hê jî tên parastin.”
 
MELETΠ
 
Hrant Dînk, li ber mala jê dayîkbûyî ya li taxa Çavûşoglû ya Meletiyê hate bibîranîn. Ji bilî nûnerên pêkhatiyên Platforma Ked û Demokrasiyê nûnerên gelek sazî û partiyên siyasî jî beşdar bûn. Di daxuyaniya bi ermenkî û tirkî pankarta “Hrant Dînk ji bîr neke, nede ji bîr kirin” hate vekirin û wêneyên Hrant Dînk hatin hilgirtin. Girseyê dirûşmeyên “Bijî xwişk û biratiya gelan” û “Hrant ji bîr neke, nede ji bîr kirin” berz kirin. 
 
Metna daxuyaniyê ji aliyê Serokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Meletiyê Melîh Kop ve hate xwendin. Kop, diyar kir ku Hrant Dînk di encama dijminatiya ermenan de hate qetilkirin û bal kişand ku tevî ku 17 sal bi ser re derbas bûne jî faîl nehatine cezakirin. Kop, di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Divê neyê ji bîr kirin ku Ogun Samast ê weke tetîkkêş di vê komkujiyê de hate bikaranîn di rojên borî de hate berdan. Kuştina Hrant Dînk encama nijadperestiya tirkan e û cînayeteke bi nefreta li dijî ermenan pêk hatiye ye. Em ê di têkoşîna xwe ya ji niha şunde de Hrant Dînk li cem xwe hîs bikin, têkoşîna xwe bi wî re bidin.”
 
ÎZMÎR 
 
Şaxa ÎHD’a Îzmîrê jî li avahiya xwe daxuyanî da. Hevseroka Şaxa ÎHD’ê Zîlan Gumuş a di daxuyaniyê de axivî wiha got: “Hrant Dînk neyarê nijadperestî, nefret û pêşdaraziyê bû. Dostê kesên alîgirên maf û edaletê bû.”
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

14/02/2024
09:07 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 80’yan de didome
09:06 Parêzer Demîr: Berxwedana Îmraliyê komplo pûç kir
09:05 Togûrlû yê ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kir: Dê azadiya Ocalan rê li ber aştiyê veke
09:04 Namzetê ku ji AKP'ê derbasî YRP'ê bû bi sûcê 'gefxwarin' û 'heqaretê' tê darizandin
09:02 Li Amed û Êlihê bi ser malan de hate girtin
09:02 Nexweşxaneya Zanîngeha Haranê di bin navê 'bexşên mecbûrî' de ji nexweşan pere distîne
09:00 ROJEVA 14'Ê SIBATA 2024'AN
13/02/2024
21:38 Ji TJA’yê bernameya xwendinê
21:35 Li Mêrsînê 2 kes hatin girtin
19:55 Doza Kobanê: Hûn hebûna me didarizînin
19:41 Hevserokên DEM Partiyê: Tevî hemû hişyariyan hilweşîn pêk hatiye
16:49 Dayikên di Nobeta Edaletê de li dijî komployê meşiyan
16:46 Meşvanên Azadiyê li ber Minareya Çar Ling in: Ji xeynî azadiyê tu rê rêyeke din tune ye
16:27 Li Erzinganê li madenê hezaz çêbû: Karker di bin axê de ne
16:18 Erdogan û Barzanî hevdîtin kir
15:50 MKG û DFG’ê bertek nîşan dan: Dev ji sûcî berdin û hevalên me tavilê berdin
15:43 Çiyayê Bagokê tê bombebarankirin
15:22 Komeleya Şêx Seîd: Tunehesibandina kurdan ji 1925’an cudatir nîn e
15:02 Di lehiya li Antalyayê de kesek mir
14:49 Li Geverê ajokarên servîsan kontak girtin: Bi hezaran xwendekaran mexdûr bûn
14:13 DAIŞ’iyê ku Înterpol lê digeriya li Santrala Akkûyûyê hate girtin
14:10 Bakirhan: Em fermanan ji qesran nagirin, ji gelê xwe digirin
13:56 Li Dîlokê tundiya mêr: Gulhan Korkmaz û kurê wê hatin qetilkirin
12:43 Li Mêrsînê 9 kes hatin binçavkirin
12:19 Ada ku ji ber îfadeyên Akbiyik dihat darizandin beraet kir
11:55 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:16 Li Stenbolê serdegirtinên malan: Gelek kes hatin binçavkirin
11:05 ‘Meşa Azadiyê’ li Amedê bi saetan dom kir û coşeke mezin hebû
10:40 Baskên Meşa Azadiyê piştî 13 rojan gihiştin hev
10:30 Li Antalyayê lêhî rabû: Perwerde hate taloqkirin
10:29 Abdullah Ocalan: Bi komployê xwestin dubendiya Îsraîl-Filistînê biafirînin
10:28 Li Îzmîrê rojnameger hatin binçavkirin
09:51 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 79’an de didome
09:41 112 roj derbas bûn, ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayê girtin
09:41 Gursel Tekîn ji partiya xwe îstîfa kir
09:40 Motorîn careke din hate zemkirin
09:35 Her du baskên ‘Meşa Azadiyê’ li Amedê digihijin hev
09:09 Mehmet Reşît Ocalan: Di 15'ê Sibatê de li qadan dengê xwe bilind bikin
09:07 Qeyûman ji bo ronîkirina pirê 6 milyon TL xerc kir
09:00 ROJEVA 13'Ê SIBATA 2024'AN
12/02/2024
22:10 Li Wanê posterê Abdullah Ocalan bi pirê ve hat daliqandin
22:07 Bi etîketa '#ÖzgürlükYürüyüşçüleriAmedde' banga beşdariyê
21:58 Civînên gel ên Meşvanên Azadiyê didomin
20:20 Cenazeyê Kizmazê hat definkirin
18:47 Rojnamevan Tûran hat girtin
17:07 Di doza êrişa bombeyî ya li Cadeya Îstîklalê de mutala hate aşkerekirin
17:05 Hevserokên SYKP’ê yên nû diyar bûn
16:56 Meşvanên Azadiyê çûn serdana Nobeta Edaletê
16:41 Girtiyên muayeneya bikelemçe red kirin hatin îşkencekirin
16:04 Meşvanên Azadiyê li kuçe û kolanên Bismilê meşiyan
16:00 Mehmet Sîncar li cihê hatiye qetilkirin hate bîranîn
15:58 Ji bo navenda Dêrsimê û 7 navçeyan tifaq hate avakirin
15:57 Şaxa ÎHD’a Îzmîrê belgeya helwestê ya hilbijartinê aşkere kir
15:28 Rojvelat Kizmaz dê li gundê Hermêsê bê definkirin
15:26 Girtiyên siyasî: Heke tecrîd bidome em ê çalakiya xwe derbasî qonaxeke nû bikin
14:52 Leşkerên li Mêrdînê di şer de birîndarbûne anîn nexweşxaneyê
14:49 Nameyên ku peyvên Ocalan û Îmrali tê de hene tên desteserkirin
14:37 Girtî Olbecî: Heke Kobanê têk biçûya dê ev doz nehata vekirin
14:36 Bertek nîşanî girtina parêzerên ÇHD’î dan
14:19 Li keleha dîrokî bi gotinên Abdullah Ocalan bang kirin
14:03 Koçyîgît: Azadiya Abdullah Ocalan dê bibe gava ewil a çareseriyê
12:45 Cenazeyê Rojvelat Kizmaz a winda bûbû hate dîtin
12:20 Ciwanên li Edeneyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
12:11 Danişîna rojnamevanan hate taloqkirin
12:08 Bêkariya berfireh derket ji sedî 24,7’ê
11:52 Baskê Qersê li Êlihê bi coş hate pêşwazîkirin: Nirxên gelê kurd hene û ew nirx jî Ocalan e
11:32 Meşvanên Azadiyê: Jin pêşengtiya têkoşînê dikin
11:11 Li Wanê bi ser malan de girtin: 5 kes hatin binçavkirin
11:05 Her ku Meşvanên Azadiyê nêzî Amarayê dibin kelecana wan zêdetir dibe
10:55 Meşvanên Azadiyê li Şemrexê ne: Dem dema azadiyê ye
09:38 Dayikên Aştiyê yên Sêrtê: Heke Serok derkeve dê aştî ji bo me jî ji bo tirkan jî pêk were
09:12 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 78’an de didome
09:11 Ji rojnameger Silêman Ehmed 111 roj in tu agahî nayên girtin
09:10 Îsraîlê êrişî Refahê kir: Bi dehan kes hatin qetilkirin
09:08 Zêdetirî 3 mehan e agahî ji Ehmed nayên girtin: Destûr nayê dayîn ku hevdîtinê bike
09:07 Girtiyên di greva birçîbûnê de di bin zextan de ne
09:05 Ji Tokatê tev li Nobeta Edaletê bû: Şerê birakujiyê dikare bi azadiya Ocalan bi dawî bibe
09:04 Rojnamevan Campbell: Welatên kapîtalîst Ocalan weke gefekê dibînin
09:02 Muslim: Heta ku Ocalan azad nebe em çi bikin jî kêm dimîne
09:00 ROJEVA 12'Ê SIBATA 2024'AN
08:05 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Ev dem ew dem e’ derket
11/02/2024
22:28 Ciwanên Minbicê: Em ê têkoşîna ji bo azadiya fizîkî ya Rêbertiyê bilind bikin
21:19 DEM Partiyê li Stenbolê bi rojeva tecrîdê civînên gel li dar xistin
20:11 Meşvanên Azadiyê Eşref Anyik li ser gora wî bi bîr anîn
19:44 Konferansa Demokrasiya Herêmî: Divê tevgera hemwelatîbûnê were avakirin
18:38 Li Amedê ‘Di wêjeyê de dengê jinê’ hate nîqaşkirin
17:45 TDÎ: Bila girtîgehên tîpên S û Y bên girtin
16:45 Îfadeya rojnameger Evren a li emniyetê temam bû
16:44 Amedsporê li sehaya xwe Uşakspor bi 8 golan têk bir
16:18 Namzetên DEM Partiyê yên Dêrsimê diyar bûn
16:10 Girtiyan ji dayikên di Nobeta Edaletê de name şandin: Em şanaz û bextewar in ku xwedî dayikên mîna we ne
15:32 Lijneya Bajar a HDK’a Stenbolê hat lidarxistin
15:23 Meşvan li Misircê bi girseyî hatin pêşwazîkirin: Ji bo kurdan statû, ji Abdullah Ocalan re azadî
15:06 Bakirhan: Yên ku pirsgirêka kurd çareser nekin dijminên vî welatî ne
14:37 Li Wêranşarê coşa ‘Meşa Azadiyê’
14:33 Tura duyemîn a pêşhilbijartinê ya li Dêrsimê bi dawî bû
13:23 Rojnameger Kîbriye Evren 3 roj in binçavkirî ye
13:02 ‘Meşa Azadiyê’ li Sêrtê bi coş hate pêşwazîkirin
12:08 Bayindir bang li Amediyan kir: Em xwedî li meşa dîrokî derkevin
12:02 DEM Partî: Divê zimanê kurdî bibe xwedî statuyeke fermî