Bozan: ‘Meşa Mezin a Azadiyê’ tenê destpêkek bû

  • rojane
  • 10:03 19 Sibat 2024
  • |
img
MÊRSÎN - Parlamenterê DEM Partiyê Alî Bozan ji bo “Meşa Mezin a Azadiyê” ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin got; “Teqez ne dawî lê destpêkeke” û ev tişt anî ziman: “Heta ku deriyên Îmraliyê tên vekirin jî em ê çalakiyên xwe bidomînin.” 
 
Bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin û çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk, bi tevlibûna siyasetmedar û nûnerên rêxistinên civaka sivîl, di navbera 1 û 15’ê sibatê de “Meşa Mezin a Azadiyê” hat lidarxistin. Meş, ji baskên Wan û Qersê hate destpêkirin û Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayindir, parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û gelek kes tê de cih girtin. Hêzên ewlekariyê yên di bin kontrola îktîdara AKP’ê de gelek hewl dan ku meşê asteng bikin lê dîsa jî li her bajar, navçe, bajarok û gundan xwedîderketine mezin çêbû û meş di roja komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de li gundê Amara yê navçeya  Xelfetî ya Rihayê hate temamkirin. 
 
Parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrsînê Alî Bozan ku di baskê meşê yê Wanê de cih digirt, têkildarî daxwazên meşvanan û rewşa vê meşê bi xwe re afirandî nirxand. 
 
SEDEMA DERKETINA KRÎZAN
 
Bozan, diyar kir ku polîtîkayên tecrîda girankirî ya li ser Abdullah Ocalan ne di hiqûqa navxweyî ne jî di ya navneteweyî de heye û wiha got: “Li Îmraliyê hiqûq hatiye sekinandin. Heta ev gotin jî kêm dimîne ji ber ku li Îmraliyê hiqûq tune ye. Ev sê sal in birêz Ocalan bi temamî ji civakê hatiye îzolekirin. Ev derhiqûqtiya li vê derê jî bandorê li tevahiya girtîgehan û her qada jiyanê dike. Ev derhiqûqtî, di qadên aborî, civakî û siyasî de rê li ber krîzên mezin vedike.” 
 
‘DIVÊ ÎKTÎDAR LI ÎMRALIYÊ LI ÇARESERIYÊ BIGERE’
 
Bi domdarî Bozan destnîşan kir ku çareseriya tevahiya krîzên li welêt di destê Abdullah Ocalan de ye û ev tişt anî ziman: “Divê îktîdarê çareseriyê ne li cihekî din, li Îmraliyê lê bigere.” Bozan, pêvajoya 2013-2015’an ku ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd di navbera Abdullah Ocalan û dewletê de hevdîtin dihatin kirin bi bîr xist û ev nirxandin kir: “Heke îktîdar bixwaze mezintirîn pirsgirêkên vî welatî çareser bike, wê demê divê deriyên Îmraliyê veke. Ji bo çareserkirina van pirsgirêkan ji ewil divê rêya çareserkirina pirsgirêka kurd veke. Heke ev rê were vekirin, dê tevahiya pirsgirêkên aborî, civakî û siyasî yên li welêt yek bi yek çareser bibin. Di ‘pêvajoya çareseriyê’ de Ocalan bi malbat, şande û şandeya dewletê re hevdîtin dikir. Heke em rewşa wê demê bînin ber çavên xwe, dibînin bê ka hevdîtinên bi Abdullah Ocalan re çiqasî binirx û biqedir bûn. Wê demê ji bo pêşerojê hêviyeke gel çêbûbû. Lê piştî tecrîdê di nava van 8 salan de tu hêviyeke pêşerojê ya gelan nema ye. Di halê hazir de 85 milyon kes êdî dixwazin terka welat bikin.” 
 
‘TEVÎ ASTENGKIRINAN JÎ GEL XWEDÎ LI MEŞÊ DERKET’ 
 
Di berdewamê de Bozan bi lêv kir ku wan “Meşa Mezin a Azadiyê” tam jî ji bo xelasiya ji krîzên heyî dane destpêkirin û wiha pê de çû: “Ev çalakî, daxwaza bi milyonan kesan bû. Di nava 15 rojan de me li gelek cihan bi gel re civîn li dar xistin. Gel hem daxwazên xwe anîn ziman hem jî xwedî li meşê derket. Di dema meşê de meşvan li her bajaran rastî qedexeyan hatin lê gel xwedî lê derket. Gel nîşan da ku van qedexeyan nas nake. Walîtiya bi rojan berê digotin ‘me qedexe kiriye’ lê gel dîsa jî dihat û meşvan pêşwazî dikir û tev li meşvanan dibû. Van meşan di heman demê de polîtîkaya zext û bêzarkirinê ya ku îktîdar bi sala ye li Kurdistanê dimeşîne jî vala derxist.” 
 
‘DÊ ÇALAKÎ BIDOMIN’
 
Bozan, got ku ji hêla gel ve tecrîd vala hatiye derxistin û hatiye şikandin û axaftina xwe wiha qedand: “Meşa Mezin a Azadiyê di nava tenê parçeyeke wêneyê giştî bû. Ev meş di halê hazir de biserkeftî bi dawî bû lê teqez ne dawîbûneke. Ji ber ku ev hêj destpêk bû. DEM Partî, partiyên din ên siyasî û rêxistinên civaka sivîl dê ji vir û şûnde jî ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan çalakiyên xwe bidomînin.” 
 

Sernavên din

16/03/2024
12:00 Li Wanê sibê agirê Newroz wê bê vêxistin
11:39 DEM Partî li Payîzava û Westanê ji xwe bawer e
11:24 25 sal in cilên wê yên Newrozê neguherîne
10:42 Li Êlihê Hîzbulkontrayê hevjînê wê qetil kir: Em ê efû nekin
10:40 Agirê Rahşan Demîrelê pê xistiye her sal gurtir bû
10:21 Li Şirnexê cih, li Qilebanê dîrok hate guhertin
10:15 Tevî qedexeyan jî dev ji pîrozkirina Newrozê bernedan
10:13 Di 31'ê Adarê de sindoq emanetî wan in: Em ê nehêlin rayeke me jî bê dizîn
09:35 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 111'emîn de didome
09:25 144 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:17 Malbata girtî Ustundag: Em ji ber jiyana wî bi fikar in
09:10 Parêzer Byrgfjeld: Divê tecrîd daxilî rojeva cîhanê bê kirin
09:05 'Çand Ma' ya ji bo zarokên Sûrê sibê tê vekirin
09:01 ROJEVA 16'Ê ADARA 2024'AN
15/03/2024
21:32 Li Sûrên Amedê pîrozbahiya Newrozê
21:28 Li Qilebanê di şahiya ciwanan de daxwaza 'Azadî ji Ocalan re'
19:01 Li Osmaniyeyê 3 kes hatin girtin
18:42 DEM Partî: Em ne muxatabê tawanbariyê kirêt in
18:25 Li Îzmîrê starta Newrozê li Kadîfekaleyê hat dayîn
18:08 DEM Partî kuçe bi kuçe dixebite
17:18 Nobeta Edaletê: Şerê li dijî gelê kurd dê bi herkesê bide windakirin
16:51 Li Şirnexê Cafirî bi girseyî çûn serdana DEM Partiyê
16:27 Li Osmaniyeyê 7 kes hatin binçavkirin
16:18 Fadil Şenyaşar 6 sal in nayê berdan
16:17 Kesên di Newroza 92’yan de hatin qetilkirin û Rahşan Demîrel hatin bibîranîn
16:15 Di salvegera yekemîn a lehiyê de daxuyanî hat dayîn: Em ê rûbaran îstamlaq bikin
15:56 Hatîmogûllari: Navê xaka kurd lê dijîn ‘teroristan’ nîne, Kurdistan e
15:37 Uçar: Abdullah Ocalan qasidê aştiyê ye
15:29 Peyama Abdullah Ocalan hat xwendin: Newroz azadî ye
14:58 Ozturk: Ji bo aştiyek birûmet divê Abdullah Ocalan azad be
14:42 Zekiye Alkan li ser gora xwe hat bibîranîn
14:31 DEM Partiyê bersiva Ensarîoglû da: Xizmetkarê qesrê, muridê Soylû
14:02 Femînîst: Gultan Kişanak namzeta me jî ye
13:53 Şîna Çardak bi girseyî hate ziyaretkirin
13:09 Li bajarê Mazlum Dogan agirê Newroza 2024’an hate vêxistin
13:08 Li Amedê du endamên ESP’ê hatin binçavkirin
13:07 DEM Partî çû serdana şîna malbata zarokê di teqînê de jiyana xwe ji dest dayî
12:54 Mazlum Dogan li ser gora xwe hat bibîranîn
12:51 Bota ku penaber tê de bûn li Çanakkaleyê noqî avê bû
12:50 Ji Mûrat Karayilan ‘Mizgîniya Newrozê’
12:38 Namzetên hevşaredariyê yên Îdirê: Em ê bajarî radestî xwediyên wê bikin
12:05 Hevseroka MSD’ê: Em ji bo diyaloga bi hemû aliyan re amade ne
11:54 Dozgeriyê li dijî biryara beraetê ya ji bo doza 'Qirkirina Ermenan' îtîraz kir
11:48 Malbata Ocalan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kir
11:46 Ji Çeteya Geverê heta bûyerên Susurluk û Şemzînanê portreyeke tarî: Îsmet Olmez
11:07 Ji ber mitînga Erdogan di kolanan de mirov nehiştin!
10:58 Agirê Newrozê li navçeyên Stenbolê hate gûrkirin
10:46 DEM Partî li Xelatê li ber serketinê ye
10:43 Piştî hevdîtina Iraq û Tirkiyeyê ya ji bo operasyonê danezana hevpar hate weşandin
10:36 Bang li hilbijêrên bitevger ên Egeyê kir: Serî li DEM Partiyê bidin
10:26 Li Serêkaniyê şahiya DEM Partiyê
10:19 Namzetên DEM Partiyê yên Gundikê Melê behsa projeyên xwe kirin
10:18 Kurd dê li 3 parzemînan peyama 'azadî ji Ocalan re' bidin
10:14 Stenbol ji Newrozê re amade ye: Bila bibe wesîleya azadiyê
10:11 Dirûşmeyên Newrozê yên 24 salan
10:06 Şahidên Newroza 92’yan: Bi ruhê serhildanê em biherikin qadên Newrozê
09:42 Dosyeya JÎTEM'ê ku 7 gundî hatin kuştin hat girtin
09:08 Kawayê Hemdem vegot: Destûr neda kesên dixwestin kurdîtiyê ji holê rakin
09:06 143 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:05 Çalakiya greva birçîbûnê 110 roj li pey xwe hiştin
09:04 ‘Em ê Erdîşê bi ferqa 10 hezar dengan bistînin’
09:01 AKP’ê li Qilebanê çawişê pispor şand qadê: Mal bi mal digere û bi gefan deng dixwaze
09:00 ROJEVA 15'Ê ADARA 2024'AN
14/03/2024
21:37 Şenyaşar: Ger di danişîna sibê de biryareke adil neyê dayîn dê çalakiya me bidome
21:23 Girtiyê ku 15 roj berê hatibû berdan jiyana xwe ji dest da
21:15 Li Şirnexê 6 kes hatin berdan
19:30 Kesê êrişî wesayîta DEM Partiyê kir hat berdan
19:17 Li Dêrazorê 3 jinên kuvark berhev dikirin hatin qetilkirin
19:13 Bayindir: Em ê mohra xwe li azadiyê bidin
16:57 Uçar: Her ku jin azad dibe îktîdar dê winda bike
16:52 4 saziyan bang kir: Daxwazên girtiyan qebûl bikin
15:26 Kedkarên tenduristiyê di Cejna Tipê de ‘Meşa Spî’ li dar xistin
15:14 Girtiyê nexweş Narhanci piştî 30 salan hate berdan
15:06 ÎHD: Divê Prz. Ronahî Çîftçî demildest were berdan
14:45 Berdan Ozturk: Dê di hilbijartinê de bersiva derewîn û talankeran bê dayîn
14:39 Li Konyayê balafira perwerdê ya leşkerî ket
14:18 PE’yê ‘Qanûna Azadiya Çapemeniyê’ erê kir
14:01 Fîdan, Guler û Kalin ji bo operasyona derveyî sînor çûn Bexdayê
13:41 Di serdegirtina qawîşan de sepana ‘rabe-rûnê’ li girtiyan hat ferzkirin
13:32 Kişanak: Namzetên cêwî her ku sozên didan bêhtir xwe dihetikînin
13:20 'Girtiyên di greva birçîbûnê de dixin hucreyan’
13:11 Beyoglû yê AKP’î îcar jî kurê xwe girt şaredariyê
12:53 Li Depê kelecana Newrozê: Em ji bo qîrkirina azadiyê bang dikin
12:50 Di doza ‘akademiyê’ ya rojnameger û siyasetmedaran de li şahidê nepen hat guhdarîkirin
12:12 Ji bo Abdullah Ocalan ê 36 meh in agahî jê nayên girtin serlêdaneke nû
11:45 Ji Weşanxaneya Aramê 2 pirtûkên nû
11:30 Li GOP’ê agirê Newrozê hat vêxistin
11:25 Ferzkirina sepana derxistina solê ya ji bo Demîrtaş hat betalkirin
11:00 Cînayetên Hîzbûlkontrayê: Bila kes li bendê nebe ku em ji bîr bikin
10:37 Waliyê Şirnexê ji bo propagandaya AKP'ê dest bi belavkirina alavên malan kir
10:34 Kocaelî ji Newrozê re amade ye
10:00 Biryara îstîmlaqkirinê ya li Akbelenê hate betalkirin
09:56 Çalakiya ajokarên TIR’an di roja 6’emîn de berdewam dike
09:55 Li Erziromê dayikek û keça wê hatin qetilkirin
09:53 TJA kampanyaya xwe vediguhêze Newrozê
09:53 Ji bo hilbijêrên bitevger sepana kareqodê
09:29 142 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:28 Greva birçîbûnê di roja 109'an de didome
09:27 Lehengên bi azweriya azadiyê bûne Newroz
09:19 Banga ji bo Newroza Stenbolê: Em bersiva Dehaqan bidin