Ji qadên hilbijartinê çendek nîşe: Daxwaza gel azadiya Abdullah Ocalan e

  • rojane
  • 12:11 27 Sibat 2024
  • |
img

AMED - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan li Geverê bi coşa DEHAP’ê hate pêşwazîkirin û ji Geverê heta Mêrdînê, di tevahiya tura hilbijartinê de daxwaza ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan mohra xwe li xebatan da. 

Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan starta xebatên hilbijartinên rêveberiyên herêmî li Colemêrgê da. Rawestgeha ewil a Bakirhan bû navçeya Şemzînanê ku li ser sînorê Herêma Federe ya Kurdistanê ye. Hevdîtina gel a li vê derê veguherî mitîngê û Bakirhan bi coşeke mezin hat pêşwazîkirin. Di sînorê şerê ku AKP’ê kûr kirî de gel peyama yekitiya neteweyî da. Şaredariya Şemzînanê AKP’ê di hilbijartinên 2019’an de bi rêbaza “veguhestina hilbijêran” bi dest xistibû û xelkê navçeyê peyama serkeftinê da. 
 
LI GEVERÊ RUHÊ DEHAP’Ê DÎSA ZINDÎ BÛ 
 
 
Bakirhan û pandeya pê re piştre derbasî Geverê bû û tev li vekirina buroya hilbijartinê bû. Buro, li ser Cadeya Cengîz Topel hate vekirin û ji 7 salî heta 70 salî bi hezaran kes tev li bû. Xelkê bajar Bakirhan bi meşaleyan û dirûşma “Bijî Serok Apo” pêşwazî kir. Di vekirina buroya hilbijartinê de daxwaza ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan derket pêş. Her wiha xelkê navçeyê ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd weke navnîşan Girava Îmraliyê nîşan da. Bi hezaran kesên cadeya qeyûm veguherandî gola heriyê tije kirin, serdana Bakirhan a di sala 2003’yan de bi bîr xist ku wê demê Serokê Giştî yê DEHAP’ê bû. Bakirhan, got ku ruhê 2003’yan dîsa zindî bûye û anî ziman ku dê di hilbijartinan de qeyûman bişînin. 
 
BERSIVA LI QUNTARÊ ÇIYAYÊ KATO 
 
 
Bakirhan û şandeya pê re piştî navçeyên Colemêrgê, derbasî navçeya Elkê ya Şirnexê bû. Hevdîtina gel a li vê derê rastî gelek astengkirinên polîs û leşkeran hat. Tevî hewldanên astengkirinê yên leşker û polîsan jî hevdîtina bi gel re hate lidarxistin. Bakirhan, li vir bertek nîşanî “veguhestina hilbijêran” û zextên eşîran da. Bakirhan ku bersiv da zextên namzetê AKP’ê Kamîl Durmuş ê bi nelirêtiyên xwe û zextên li ser eşîran dike tê zanîn û “hilbijêrên veguhestî” da. Bakirhan, Çiyayê Kato nîşan da û wiha got: “Ne Îskenderan ne jî Persan nekarîn van çiyayan derbas bikin. Diz qet nikarin derbas bikin.” 
 
CIWAN Û JIN LI DIJÎ ‘TIFAQA ELKÎ’ NE
 
 
Ciwan û jinên navçeyê zextên eşîran ku Bakirhan bal kişandibû ser weke “Tifaqa Elkî” pênase kirin û gotin: “Tifaqa Elkî anku tifaqa gur ava kirine. Em ê vê tifaqê bi dengên ji ciwanên wan digirin belav bikin. Ciwanên dengê xwe didin êdî ne kesên kal, li fikrên xwe guhdarî dikin.” Welatiyan bal kişandin ser polîtîkaya “veguhestina hilbijêran” a îktîdarê û ev tişt anîn ziman: “Elkê dê êdî îradeyeke ji derve qebûl neke.” 
 
‘PIRGIRÊKA KURD ROBOSKÊ YE, 33 GULE YE’
 
 
Piştre jî Bakirhan û şandeya pê re çûn navçeya Qilebanê ku dewleta tirk 34 sivîl li gundê Roboskê bi balafirên şer qetil kiribû. Polîsan hewl dan bi dorpêçê asteng bikin lê şande bi coşeke mezin a gel hat pêşwazîkirin. Bakirhan, diyar kir ku bi hezaran kes di bin navê “hilbijêr” de li navçeyê hatine veguhestin û navnîşanên lê hatine veguhestin eşkere kir. Bakirhan, bang li hilbijêran kir ku di roja hilbijartinê de li ser sindoqê bin û wiha bal kişand ser Komkujiya Roboskê: “Pirsgirêka kurd, Roboskê ye, 33 Gule ye.” Bakirhan, bang li îktîdarê kir ku dev ji polîtîkaya şer berde û vexwend çareseriyê. 
 
BÊTEHEMÛLIYA WALIYÊ BI ROZETA AMPULÊ 
 
Şandeya DEM Partiyê piştre derbasî Şirnexê bû ku di hilbijartina 31’ê adara 2019’an de leşker bi sedan wesayîtên zirxî hatibûn û dengê xwe lê dabûn. Şande li vir jî rastî astengiya Waliyê Şirnexê Cevdet Atay hat ku li bajar ji bo namzetê AKP’ê Mehmet Yarka dixebite. Walî, pêşiya avahiya partiyê bi makîneyên kar girt. Bakirhan bertek nîşan da û ji bo walî pênaseya “Waliyê bi rozeta ampulê” kir. Bakirhan, ji bo leşker û polîsên ji Amasya û Trakyayê di bin navê “hilbijêr” de li bajar hatine veguhestin jî pênaseya “heram” û “qaçax” kir. Di dema hevdîtina gel de ku coşeke mezin hebû, polîsan gelek caran hewl dan provakasyonan bikin. Piştî hevdîtinê gel govend gerand. Lê polîsan êrişî ciwanan kirin, derb kirin û binçav kirin. Xelkê bajar bi dirûşma “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” bersiva êrişan da. 
 
DERDÊ CIZÎRÊ AZADIYA ABDULLAH OCALAN E
 
 
Bakirhan ê derbasî navçeya Cizîrê ku Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji sedî 77 hate rêveberiyê û bi tayînkirina qeyûm vîna gel hate xespkirin bû, li vir bi pêşwazîkirina ciwanan re derbasî qada hevdîtinê bû. Ciwanan ji soza namzetê AKP’ê Omer Yildiz a “Cizîr dê bibe bajar” re bersiva “Derdê me azadiya Abdullah Ocalan e” dan. Li Cizîra ku Bakirhan careke din ji bo çareseriya meseleya kurd îşaret bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan kir, piştî hatina bahev a bicoş, ciwanan bi meşa girseyî ya lidarxistin re peyama xwe dan. 
 
‘DEM PARTÎ MIDYAD A KU GEL LÊ DIJÎN E’ 
 
 
Rawestgeha ewil a Bakirhan ê pişt re derbasî Mêrdînê bû, bû navçeya Kerboranê. Li Kerboran a ku gel biryara xwe daye, gel peyam da ku namzeta hevşaredariyê ya DEM Partiyê xwişka Garîbe Gezer a di girtîgehê de bi îşkenceyê hate qetilkirin Asya Gezer ji niha ve hatiye hilbijartin. Li Midyadê jî pêşwazîkirina konvoya DEM Partiyê, agahiya encamên sindoqan da. Hevserokê Giştî Bakirhan ê ji aliyê hilbijêrên partiyên din ve jî bi îşareta serkeftinê hate pêşwazîkirin, anî ziman ku partiya wan Mîdyad a gelên kurd, tirk, suryan û ereb bi hev re lê dijîne. 
 
LI NISÊBÎNÊ JÎ DAXWAZA AZADIYA OCALAN HATE DESTNÎŞANKIRIN 
 
 
Eleqeya zêde ya di tûra hilbijartinê de nîşanî DEM Partiyê hate dayîn, li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê ku li dijî rêveberiya xweser bû hedefa êrişên topyekun ên AKP’ê gihişt lutkeyê. Konvoya DEM Partiyê ya bajarê Qamişlo yê Rojava ku di navbera wê û Nisêbînê de têl hatine kişandin bi dirûşmeyan silav kir, ji ber eleqeya zêde ya gel bi darê zorê karî bikeve navçeyê. Li ser vê yekê ligel Bakirhan bi hezaran kes ber bi buroya hilbijartinê ya partiyê ve dest bi meşê kirin. Di hevdîtina bi gel re ku ji 7 salî heta 70 salî gel herikiyê, daxwaza azadiyê ya ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hate destnîşankirin. 
 
‘EM Ê DI 31’Ê ADARÊ DE BERSIVA TIFAQA JÎTEMÊ BIDIN’ 
 
 
Bakirhan û şandeya pê re, li navçeya Dêrikê ji aliyê dayikên ku li ser kitanên xwe laçikên spî li xwe kirin bi çiqilên zeytûnan ên sembola aştiyê ne hatin pêşwazîkirin. Bakirhan, li Dêrîka ku gelek cînayetên kiryarên wan nediyar hatine jiyîn peyama “Me li dijî tifaqa JÎTEM’ê tifaqa gelan ava kir” da, anî ziman ku dê di 31’ê Adarê de bersivê bidin AKP’ê. 
 
Rawestgehên dawî yên tûra ewil ên Bakirhan bûn navçeyên Şemrex, Mehsert û Artûklû yên Mêrdînê. Bakirhan ê di hevdîtina bi gel re ya li Şemrexê de axivî, dîsa ligel govenda gel bi coşeke mezin ber bi navçeyên din ve hate oxirkirin. 
 
Ma / Mujdat Can
 
 

Sernavên din

23/03/2024
09:13 Cezayê li hevserokê berê yê MEBYA-DER'ê Karadag hatibû birîn hat erêkirin
09:11 Ji şirnexiyan li dijî êrişên gengaz banga yekitiyê
09:06 Xwest bavê wê yê nexweş û 80 salî bê berdan
09:04 151 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:01 Girtiyên siyasî bi daxwaza ‘azadiyê’ ev 118 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:00 ROJEVA 23’YÊ ADARA 2024’AN
08:55 Zana: Xwedî li partiya we bi keda xwe ava kiriye derkevin
22/03/2024
22:46 Li Moskowê êrişî salona konserê hat kirin
21:57 Tulay Hatîmogullari çû serdana Emîne Şenyaşar
20:50 DAIŞ'ê 2 kes qetil kirin
20:36 Ji şaredarîvaniya wekhev û azadîxwaz re hindik ma
19:45 Li Îzmîrê 4 endamên ESP'ê hatin girtin
19:13 Ûçar: Çareserkirina pirsgirêka kurd dê welêt aram bike
18:06 Siyasetmedar Zana: Her kes kesekî/ê qaneh bike
16:49 Ahmet Turk ji bo piştgiriya namzetên partiyê çû Şirnexê
16:22 Li Şirnexê danişîna doza 18 jinan hate lidarxistin
16:05 Ji Kobanê heya Lubnanê Newroz hate pîrozkirin
15:40 Agirê Newrozê îcar li Battalgazî û Haymanayê hate vêxistin
15:27 Saritaş: Em ê giliyê Midûriyeta Perwerdehiyê ya Sêrtê bikin
15:04 Li Edeneyê agirê Newrozê dê di 24’ê adarê de bê vêxistin
15:03 Eşîra Îskiyê îdiaya ku ew ê piştgiriya AKP’ê bikin, derewand
14:33 Turk û şandeya pê re serdana malbatên ku malên wan di bin avê de mane kirin
14:27 Çîçek Kobanê û 3 girtiyên din hatin sewqkirin
14:26 Ji girtiyan peyama Newrozê
13:19 1'emîn Pêşbirka Karîkatûran a Navneteweyî dê li Stenbolê bê lidarxistin
13:02 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
13:01 Ji 81 baroyan daxuyaniya hevpar: Em bi hev re rê li ber îstîsmarkirina zarokan bigirin
12:54 Xelat dan rojnameger Muftuogluyê
12:39 Li Cizîrê 4 avahiyên ku xetereya wan a hilweşînê hene hatin valakirin
12:04 Kesên di Newrozê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:47 Di Newroza Amedê de çi peyam hatin dayîn?
11:39 Baroya Amedê bertek nîşanî binçavkirina zarokan da
11:33 Baroya Şirnexê giliyê polîsên ku tundî li zarokan kirine kir
11:09 Daxwazên ku ji qada Newrozê bilind bûn
10:11 Coşa ‘mizgîniyê’ di Newroza Amedê de olan da
09:34 Ji karkerên înşeatê banga ji bo hilbijêrên livdar: Em bi dengê xwe ber bi DEM'ê ve biherikin
09:25 Cizîriyên malên wan di bin avê de man bertek nîşanî qeyûm dan: Ne ji bo xizmetê ji bo perexwarinê ne
09:22 Ên nikarin goşt bikirin berê xwe dane hestiyan!
09:08 PDK’ê rojnameger Silêman Ehmed revand û ev 150 roj in agahî jê nayên girtin
09:06 Greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî di roja 117’an de didome
09:02 Banga ji bo beşdariya Newroza Rihayê
09:01 ROJEVA 22’YÊ ADARA 2024’AN
21/03/2024
22:33 DEM Partiyê serdana malbatên ku malên wan di bin avê de man kir
21:53 Deriyê derve yê Wezareta Dadê jî li Şenyaşarê hat girtin
20:49 Piştî Newrozê li Amedê 126 kes hatin binçavkirin
19:40 Li Cizîrê lehî rabû: Kuçe û kolan di bin avê de man
18:41 Ji kesên li Şirnexê hatibûn binçavkirin 13 kes hatin berdan
18:38 Nobeda Edaletê ya li Stenbolê di roja 100'emîn de ye
17:05 Li Gokçeadayê Newroz hate pîrozkirin
16:59 Di Nobeta Edaletê daxwaza azadiya Abdullah Ocalan hate kirin
16:58 DEM Partî li qadê ye: Em ê hemû pirsgirêkan bi hev re çareser bikin
16:50 Kûrkût ê di Newrozê de hate qetilkirin li ser gora xwe hate bibîranîn
16:25 Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Newroz bi hev re pîroz kirin
16:23 Newroza Amedê ya biheybet bi govendan bi dawî bû
16:10 Li Eskîşehîrê Newroz bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ hate pîrozkirin
15:58 Jinên ji ber pişteniya bi girtiyan re hatibûn girtin tehliye bûn
15:54 Ji Tuncer Bakirhan ji bo îktîdar û muxalefetê 6 bang
15:48 Li dora agirê Newrozê li hev civiyan
15:23 Rapora girtîgehên Serhedê: Tecrîd derxistin lûtkeyê
15:18 Di Newroza Amedê de wêneyê Abdullah Ocalan
14:45 Hunermenda tûnûsî Mathlouthî di Newroza Amedê de ye
14:44 Zana: Em bi fikr û felsefeya Serok Apo hişyar bûn
14:22 Fehîme Poyraz: Em azadiya Abdullah Ocalan dixwazin
13:47 Protokolê govenda Newrozê gerand
13:32 Di Newroza Amedê de peyamên Abdullah Ocalan hatin xwendin
13:24 Qada Newrozê tejî bû
13:06 Ûçar: Bila Newroza Abdullah Ocalan pîroz be
13:05 Namzetên DEM Partiyê yên Amedê: Em di 31’ê Adarê de qeyûman dişînin
12:43 Girtiyan ji bo Newrozê peyam şandin: Serokê me dê azad bibe!
12:42 Polîsan tundî li zarokên ji Newroza Cizîrê vedigeriyan kirin
12:35 Ozturk ji bo xelasiyê 3 gav rêz kirin: Yekitiya netewî, çareseriya pirsgireka kurd, azadiya Ocalan
12:20 Aktîvîsta TJA’yê Sarica: Dê ev têkoşîn heta dawiyê bidome
12:20 Li Amedê Agirê Newrozê hate vêxistin
12:19 Kemal Kûrkût li cihê lê hate qetilkirin hate bibîranîn
12:18 Ji ber derbkirina zarokekî li Amedê lêpirsîn hate destpêkirin
11:58 Li Tekîrdagê qeza: 5 kesan jiyana xwe ji dest dan
11:52 Kışanakê ji Newroza biheybet re peyam şand: Dem dema azadiyê ye
11:51 Newroza Amedê bi tevlibûna sed hezaran didome
11:45 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hezaran kes diherikin qadan
11:42 Berfa zêde bandoreke nebaş li ser xelkê Elkê dike
11:40 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kir
11:39 Kadîr Ozkaya bû serokê nû yê AYM’ê
11:11 DEM Partiyê danasîna projeyên xwe yên têkildarî Êlihê kir
11:09 Newroza Amedê ya biheybet didome
11:02 Ciwanan dest bi dagirtina qada Newrozê kirin
09:55 Gel ji çar aliyan ve ber bi Newroza Amedê ve diherike
09:52 Kahya: Li KA.DER’ê zext li min kirin, ji kar hatim avêtin
09:06 Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî di roja 116’an de didome
09:05 PDK’ê rojnameger Silêman Ehmed revand û ev 149 roj in agahî jê nayên girtin
09:01 ROJEVA 21'Ê ADARÊ YA 2024'AN
08:48 Li Semsûrê meşa meşaleyî ya Newrozê
20/03/2024
23:24 Bi sedan ciwan bi meşaleyan ber bi DEM Partiyê ve meşiyan
21:47 Li Amedê resepsiyona Newrozê hat çêkirin
21:24 Emîne Şenyaşar: Ez ji bo edeletê biçim ku derê?
19:51 Di meha 104'an a Komkujiya Pirsûsê de doza edaletê hat kirin
18:30 Di teqîna li Minbicê de 11 kes birîndar bûn
18:15 Di çalakiya li Cenevreyê de kesên bi bedena xwe bûn Newroz hatin bibîranîn
17:58 Li Hezexê pîrozbahiya Newrozê
17:46 Esnafên Amedê: Em ê dikanên xwe bigirin û li qada Newrozê bin
17:45 Di Nobeta Edaletê de bangawaziya Newroza Amedê