Tunela ku beriya 11 salan dest bi çêkirina wê hate kirin hêj xelas nebûye

  • rojane
  • 13:24 27 Sibat 2024
  • |
img
WAN - Duh li ser rêya Wan û Colemêrgê aşut hate xwarê kesekê jiyana xwe ji dest da û 14 kes jî birîndar bûn. Karesata aşutê bal kişandin ser înşaeta tunela li Siwara Gozeldereyê ku 11 sal in xelas nebûye. Welatiyan bi gotina “ji bo ku Colemêrgê xelas bike bû namzet lê bila ewilî tune li vir xelas bike” bertek nîşanî namzetê şaredariyê yê Colemêrgê yê AKP’ê Îsmet Olmez ê îhaleya tunelê wergirtiye dan. 
 
Duh li ser rêya Wan û Colemêrgê di encama ketina aşutê de mînîbusa rêwiyan di bin berfê de ma jina bi navê Memîhan Şengulen jiyana xwe ji dest da û 14 rêwî jî sax xelas bûn. Bûyera qewimî dîsa bal kişand ser Siwara Gozeldere ku weke “32 vîraj” tê zanîn û di kîlometreya 80’yan a rêyabêjahiyê de ye û bi taybetî di mehên zivistanê de dibe sedem ku belek mirov jiyana xwe ji dest bidin. 
 
Înşaeta Projeya Tunela Siwara Gozeldere beriya 11 salan hate destpêkirin. Projeya tunelê ku namzetê şaredariya Colemêrgê yê AKP’ê Îsmet Olmez û kurê Îskender Ertûş ê li navçeya Elbak a Wanê namzetê AKP’ê ye wergirtine, tevî ku evqas sal bi ser re derbasbûne jî hêj nehate xelaskirin. 
 
Ji ber tünele bi tu awayî nayê temamkirin mirov hêj li ser rêyabejahiyê jiyana xwe ji dest didin. Di sala 2022’yan de di encama hezaza di înşaeta tunelê de çêbû, 2 karkeran jiyana xwe ji dest dan. 
 
Lê weke ku hesaba nexelaskirina înşaetê ya bi salan nehate pirsîn, têkildarî van mirinan jî derbarê her du kesan de doz jî nehate vekirin. 
 
HER SAL BI DEHAN QEZA ÇÊDIBIN 
 
Rêwî û ajokarên wesayîtan ên li ser rêya Wan û Colemêrgê ya piştî karesata aşûtê hate girtin asê man, ji duh şev ve li benda vekirina rê ne. Nayê zanîn ku rêya bi kîlometreyan dora wesayîtan çêbû dê kengê were vekirin. 
 
WELATIYAN BERTEK NÎŞAN DA
 
Miduriyeta Rewşa Lezgîn û Afetê (AFAD) ya Bajêr bi hinceta xetereya aşûta duyemîn tîmên rêyabejahiyê hişyar kir ku rê neyê vekirin. Bi sedan kesên di noxteya kontrolê ya li herêma Albayrak hatine sekinandin, ji ber mirovên pîr û nexweş bi wan re hene daxwaz kirin ku rê heta Tesîsa Bêhnvedanê ya Ovayê ku 8 kîlometreyan pêş e rê were vekirin. 
 
Welatiyên ku ev daxwaza wan ji aliyê rayedarên leşkerî ve nehate qebûlkirin, bertek nîşanî rewşê dan û rewşa tê de weke “zilmê” penase kirin. Welatiyên ku bi saetane li ber hewayê sar dimînin, ji bo gerim bibin agir pêxistin. 
 
Yek ji welatiyan Ethem Gunay ê mexdûriyeta xwe anî ziman wiha got: “Leşker û polîsan rê girtibû. Gotin ‘aşût hat, rê tên paqijkirin’. Em heta saet 00.00’an sekinîn pişt re leşker hatin gotin ‘Heta ku Walîtî destûra derbasbûnê nede hûn nikarin derbas bibin’. Li ser vê rêyê her sal aşût dikeve û bi dehan qeza çêdibin. Walîtî hema bêje heqaretê li me dike. Rewşeke ecêb anîn serê me.” 
 
‘BILA EWILÎ TUNELA LI VIR BIQEDÎNE’ 
 
Ajokarê kamyonê Metîn Koç jî anî ziman ku herêma 32 vîrajan her sal ji bo wan cihê tirsê ye û bertek nîşanî xelasnekirina înşaeta tunelê da. 
 
Koç bi gotinên “Firmaya Olmez Înşeat ku xwediyê wê namzetê şaredariyê yê Colemêrgê yê AKP’ê Îsmet Olmez e bi salan e ev proje xelas nekir. Îsmet Olmez ê qaşo ji bo xelaskirina Colemêrgê bûye namzet bila ewilî tune li vir biqedîne.”
 
 

Sernavên din

23/03/2024
09:13 Cezayê li hevserokê berê yê MEBYA-DER'ê Karadag hatibû birîn hat erêkirin
09:11 Ji şirnexiyan li dijî êrişên gengaz banga yekitiyê
09:06 Xwest bavê wê yê nexweş û 80 salî bê berdan
09:04 151 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:01 Girtiyên siyasî bi daxwaza ‘azadiyê’ ev 118 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:00 ROJEVA 23’YÊ ADARA 2024’AN
08:55 Zana: Xwedî li partiya we bi keda xwe ava kiriye derkevin
22/03/2024
22:46 Li Moskowê êrişî salona konserê hat kirin
21:57 Tulay Hatîmogullari çû serdana Emîne Şenyaşar
20:50 DAIŞ'ê 2 kes qetil kirin
20:36 Ji şaredarîvaniya wekhev û azadîxwaz re hindik ma
19:45 Li Îzmîrê 4 endamên ESP'ê hatin girtin
19:13 Ûçar: Çareserkirina pirsgirêka kurd dê welêt aram bike
18:06 Siyasetmedar Zana: Her kes kesekî/ê qaneh bike
16:49 Ahmet Turk ji bo piştgiriya namzetên partiyê çû Şirnexê
16:22 Li Şirnexê danişîna doza 18 jinan hate lidarxistin
16:05 Ji Kobanê heya Lubnanê Newroz hate pîrozkirin
15:40 Agirê Newrozê îcar li Battalgazî û Haymanayê hate vêxistin
15:27 Saritaş: Em ê giliyê Midûriyeta Perwerdehiyê ya Sêrtê bikin
15:04 Li Edeneyê agirê Newrozê dê di 24’ê adarê de bê vêxistin
15:03 Eşîra Îskiyê îdiaya ku ew ê piştgiriya AKP’ê bikin, derewand
14:33 Turk û şandeya pê re serdana malbatên ku malên wan di bin avê de mane kirin
14:27 Çîçek Kobanê û 3 girtiyên din hatin sewqkirin
14:26 Ji girtiyan peyama Newrozê
13:19 1'emîn Pêşbirka Karîkatûran a Navneteweyî dê li Stenbolê bê lidarxistin
13:02 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
13:01 Ji 81 baroyan daxuyaniya hevpar: Em bi hev re rê li ber îstîsmarkirina zarokan bigirin
12:54 Xelat dan rojnameger Muftuogluyê
12:39 Li Cizîrê 4 avahiyên ku xetereya wan a hilweşînê hene hatin valakirin
12:04 Kesên di Newrozê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:47 Di Newroza Amedê de çi peyam hatin dayîn?
11:39 Baroya Amedê bertek nîşanî binçavkirina zarokan da
11:33 Baroya Şirnexê giliyê polîsên ku tundî li zarokan kirine kir
11:09 Daxwazên ku ji qada Newrozê bilind bûn
10:11 Coşa ‘mizgîniyê’ di Newroza Amedê de olan da
09:34 Ji karkerên înşeatê banga ji bo hilbijêrên livdar: Em bi dengê xwe ber bi DEM'ê ve biherikin
09:25 Cizîriyên malên wan di bin avê de man bertek nîşanî qeyûm dan: Ne ji bo xizmetê ji bo perexwarinê ne
09:22 Ên nikarin goşt bikirin berê xwe dane hestiyan!
09:08 PDK’ê rojnameger Silêman Ehmed revand û ev 150 roj in agahî jê nayên girtin
09:06 Greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî di roja 117’an de didome
09:02 Banga ji bo beşdariya Newroza Rihayê
09:01 ROJEVA 22’YÊ ADARA 2024’AN
21/03/2024
22:33 DEM Partiyê serdana malbatên ku malên wan di bin avê de man kir
21:53 Deriyê derve yê Wezareta Dadê jî li Şenyaşarê hat girtin
20:49 Piştî Newrozê li Amedê 126 kes hatin binçavkirin
19:40 Li Cizîrê lehî rabû: Kuçe û kolan di bin avê de man
18:41 Ji kesên li Şirnexê hatibûn binçavkirin 13 kes hatin berdan
18:38 Nobeda Edaletê ya li Stenbolê di roja 100'emîn de ye
17:05 Li Gokçeadayê Newroz hate pîrozkirin
16:59 Di Nobeta Edaletê daxwaza azadiya Abdullah Ocalan hate kirin
16:58 DEM Partî li qadê ye: Em ê hemû pirsgirêkan bi hev re çareser bikin
16:50 Kûrkût ê di Newrozê de hate qetilkirin li ser gora xwe hate bibîranîn
16:25 Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Newroz bi hev re pîroz kirin
16:23 Newroza Amedê ya biheybet bi govendan bi dawî bû
16:10 Li Eskîşehîrê Newroz bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ hate pîrozkirin
15:58 Jinên ji ber pişteniya bi girtiyan re hatibûn girtin tehliye bûn
15:54 Ji Tuncer Bakirhan ji bo îktîdar û muxalefetê 6 bang
15:48 Li dora agirê Newrozê li hev civiyan
15:23 Rapora girtîgehên Serhedê: Tecrîd derxistin lûtkeyê
15:18 Di Newroza Amedê de wêneyê Abdullah Ocalan
14:45 Hunermenda tûnûsî Mathlouthî di Newroza Amedê de ye
14:44 Zana: Em bi fikr û felsefeya Serok Apo hişyar bûn
14:22 Fehîme Poyraz: Em azadiya Abdullah Ocalan dixwazin
13:47 Protokolê govenda Newrozê gerand
13:32 Di Newroza Amedê de peyamên Abdullah Ocalan hatin xwendin
13:24 Qada Newrozê tejî bû
13:06 Ûçar: Bila Newroza Abdullah Ocalan pîroz be
13:05 Namzetên DEM Partiyê yên Amedê: Em di 31’ê Adarê de qeyûman dişînin
12:43 Girtiyan ji bo Newrozê peyam şandin: Serokê me dê azad bibe!
12:42 Polîsan tundî li zarokên ji Newroza Cizîrê vedigeriyan kirin
12:35 Ozturk ji bo xelasiyê 3 gav rêz kirin: Yekitiya netewî, çareseriya pirsgireka kurd, azadiya Ocalan
12:20 Aktîvîsta TJA’yê Sarica: Dê ev têkoşîn heta dawiyê bidome
12:20 Li Amedê Agirê Newrozê hate vêxistin
12:19 Kemal Kûrkût li cihê lê hate qetilkirin hate bibîranîn
12:18 Ji ber derbkirina zarokekî li Amedê lêpirsîn hate destpêkirin
11:58 Li Tekîrdagê qeza: 5 kesan jiyana xwe ji dest dan
11:52 Kışanakê ji Newroza biheybet re peyam şand: Dem dema azadiyê ye
11:51 Newroza Amedê bi tevlibûna sed hezaran didome
11:45 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hezaran kes diherikin qadan
11:42 Berfa zêde bandoreke nebaş li ser xelkê Elkê dike
11:40 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kir
11:39 Kadîr Ozkaya bû serokê nû yê AYM’ê
11:11 DEM Partiyê danasîna projeyên xwe yên têkildarî Êlihê kir
11:09 Newroza Amedê ya biheybet didome
11:02 Ciwanan dest bi dagirtina qada Newrozê kirin
09:55 Gel ji çar aliyan ve ber bi Newroza Amedê ve diherike
09:52 Kahya: Li KA.DER’ê zext li min kirin, ji kar hatim avêtin
09:06 Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî di roja 116’an de didome
09:05 PDK’ê rojnameger Silêman Ehmed revand û ev 149 roj in agahî jê nayên girtin
09:01 ROJEVA 21'Ê ADARÊ YA 2024'AN
08:48 Li Semsûrê meşa meşaleyî ya Newrozê
20/03/2024
23:24 Bi sedan ciwan bi meşaleyan ber bi DEM Partiyê ve meşiyan
21:47 Li Amedê resepsiyona Newrozê hat çêkirin
21:24 Emîne Şenyaşar: Ez ji bo edeletê biçim ku derê?
19:51 Di meha 104'an a Komkujiya Pirsûsê de doza edaletê hat kirin
18:30 Di teqîna li Minbicê de 11 kes birîndar bûn
18:15 Di çalakiya li Cenevreyê de kesên bi bedena xwe bûn Newroz hatin bibîranîn
17:58 Li Hezexê pîrozbahiya Newrozê
17:46 Esnafên Amedê: Em ê dikanên xwe bigirin û li qada Newrozê bin
17:45 Di Nobeta Edaletê de bangawaziya Newroza Amedê