Panela DÎK’ê: Kesê ku alîkariyê bide zilmkaran gunehan dike

img
ÊLIH -  Îlahiyatnas Fadil Bedîrhanoglû di panela Kongreya Îslama Demokratîk (DÎK) de axivî û got, "Çawa mirov dikare bawer bike ji kesên ku li meydanan Qur'an'ê dihejînin û bi mirina kurdan şa dibe? Kesê ku alîkariyê bide zilmkaran gunehan dike."
 
Kongreya Îslama Demokratîk (DÎK) li Êlihê panelek bi navê "Rojhilata Navîn, Kurd û Îslam" li dar xist. Alimên olî Mele Saîd Yuksel û Mele Şukru Aslan û îlahiyatnas-akademîsyen Bedîrhanoglu wek axêver beşdarî panela ku li Şaxa Sendîkaya Petrol Îş'ê ya Êlihê hat lidarxistin bûn. Di panelê de nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl jî di nav de gelek kes beşdar bûn.
 
'EW OLÊ XELET DIZANIN'
 
Panelîst Yuksel, bal kişand ser mizgefta ku ji aliyê Wekîlê AKP'ê Ferhat Nasiroglu ve li ber deriyê bajêr hatiye avakirin û wiha got, "Misilmantî ne dînê mêtingeriyê ye. Pêxemberê me gotiye ‘pariyek nan û tasek av’. Lê niha yên ku ji xwe re dibêjin em misilman in, gava ku diçin mizgeftan, bi wesayîtên buha û bi dehan parêzvanan diçin mizgeftan. Li şûna tirsa Xwedê, tirsa mirovan hildibijêrin. Necat Nasîroglu mirovekî baş bû. Lawê wî; pereyên ku ji bo mizgeftê xerc kir dikaribû alîkariya bi hezaran feqîran bikira. Lê mizgeft ava kir. Ji ber ku her tiştî xelet dizanin, olê jî wiha xelet dizanin."
 
'KESÊ KU BI MIRINA MIROVAN KÊFXWEŞ DIBE ÇAWA DIBE MISILMAN?'
 
Prof. Dr. Fadil Bedîrhanoglu nêzîkatiya dewletan a li ser ola misilmantiyê vegot û ev nêzikatî rexne kir. Di berdewamiya axaftina xwe de Bedîrhanoglû wiha got: "Ji bo dewletê her tiştî feda dikin. Vê yekê baştir dibînin. Dema vê yekê dikin jî li ser navê ola misilmantiyê dikin. Ev yek di dema Împaratoriya Osmanî de jî hat kirin. Dema polîtîkaya mêtingeriyê dimeşînin ola misilmantiyê didin pêş û vê zilmê dikin. Yên bi vê zîhniyetê tev digerin tu îtîrazan jî qebûl nakin. Li gel her îtîrazê tundiyê bi kar tînin. Aştî daxwaza herî mirovî ye, lê bi tundiyê hewl didin vê daxwazê bitepisînin. Ev tişt di ola misilmantiyê de nîn e. Lazim e ola xwe baş nas bikin û divê li hemberî van tiştan mirov hişyar bin."
 
Bedîrhanoglû, anî ziman ku dewletên mêtînger olê weke amûra bêdengkirina mirovan bikar tînin û wiha domand: "Dema dewletên mêtînger di hilbijartin û aboriyê de dikevin tengasiyê olê derdixin pêş. Di mitîngan de Qur'anê di destên xwe de digirin û mirovan dikin hedef. Gava ku rexne lê tê kirin demildest olê derdixin pêş û hewl didin gel bêdeng bikin. Di êrîşên Rojava de Erdogan bi kêfxweşî di televîzyonê de her êvar hejmara kesên ku dihate kuştin radigihand. Ev misilmantiyeke çawa ye; kesê ku bi mirina mirovan şad dibe çawa dibe misilman. Şermeke mezin e ku mirov bawer bike û dengê xwe bide kesê ku vî karî dike. Ev gunehekî mezin e. Mirovê çawa bawer bike ji kesê ku bi mirina kurdan şa dibe û Qur’an’ê li meydanan dihejîne?  Di Qur’an'ê de derbas dike û dibê ‘yên ku zilmê dikin gunehan dikin.’ Di heman demê de kesên ku bidin pey van kesan û biwan bawer bibin jî dibin şirîkê van gunehan. Divê gelê me wan nas bikin û bi vê hişmendiyê tevnegerîn."
 
Mele Şukrî Aslan jî destnîşan kir ku divê mirov jiyaneke xweş bijîn û ev tişt anî ziman: "Divê em li gorî tiştên di Qur'anê de tê gotin tevbigerin, lê îro ev yek nayê kirin. Divê her kes Qur'anê bi zimanê ku jê fêm dike, bi zimanê xwe yê zikmakî bixwîne. Wê demê wê baştir jê bê fehm kirin. Ola misilmantiyê ola qenciyê ye, yên ku xerabiyê dikin bila ji xwe re nebêjin em misilman."
 
Panel bi pirs û bersivan bi dawî bû.

Sernavên din

28/03/2024
09:07 Ebex wê hesabê 2019'an bipirse: Em ê bi DEM Partiyê re xwe bi rê ve bibin
09:06 DEM dê li Xinûsê bibe warê çareseriyê
09:05 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 123’yan de didome
09:04 Ji rojnameger Silêman Ehmed 156 roj nin agahî nayên girtin
09:03 Wêranşar li gel DEM Partiyê ye
09:02 Li dijî hilbijêrên sixte hilbijêrên livdar: Bi hezaran kesî serî li DEM Partiyê dan
09:01 Xizmên girtiyan: Hûn pêdiviyên wan pêşwazî bikin em jî dê pereyan neşînin!
09:00 ROJEVA 28’Ê ADARA 2024’AN
08:50 Li Girtîgeha Tîpa T a Xelatê êrişa provakatîf
08:49 Qesra Spî hewl dide Îsrarîlê ji bo hevdîtinan qaneh bike
27/03/2024
23:30 Li Agiriyê ciwanan bal kişand ser tecrîdê
21:53 Gergerlîoglû: Tu hêz nikare dengê 'Berxwedan jiyan e' bibire
21:49 Namzetên Mêrdînê li qadê ne: Em ê bi rêjeyeke zêde bi ser bikevin
21:37 Li Îzmîrê kuştina jinan hat şermezarkirin
20:35 Ji ber keyatiyê bi hev ketin: 4 jê giran 8 kes birîndar bûn
20:24 Polîsan nehişt EMEP'î biçin cem Emîne Şenyaşarê
19:54 Li Stenbolê gelek kes hatin binçavkirin
17:20 Turkdogan serdana TÎHV û ÎHD’ê kir
17:06 Zana çû serdana Nobeta Edaletê: Heke ne ji têkoşîna dayikan bûya dê zimanê me tune bûbûya
17:05 Hatîmogûllari: Me xwe bi hezaran kesan li qadê îspat kir
17:01 DEM Partî xebatên hilbijartinê didomîne: Em ê di 1’ê nîsanê de serkeftinê pîroz bikin
16:25 OHD’ê rapora xwe ya têkildarî girtîgehên Herêma Marmarayê eşkere kir
16:24 Hilbijêrên bitevger ji Mûglayê bi rê ketin
15:48 Şaredariyê 70 hezar lîre dan zêringirê ku ‘hewcehiya wî bi alîkariyê heye’!
15:42 Uçar: Ev hilbijartin di navbera kesên heqaret li Şêx Seîd kirin û neviyên Şêx Seîd de ye
15:26 Bersûcê Doza Hrant Dînk: Me agahiya cînayetê weke ku rojek piştî cînayetê girtibe rapor amade kir!
15:00 Bayindir li Qereyaziyê ye: Ev hilbijartin ji bo ziman û nasnameya kurdan referandûm e
14:58 Rewşa Yildiz a 75 salî aloz bû rakirin nexweşxaneyê
14:53 Li Qilebanê xebata belavkirina belavokan veguherî meşê
14:42 DEM Partiyê li Elkê perwerdeya ewlehiya sindoqan da
14:38 Şagirtên dibistanan birin mîtînga Erdogan
14:37 Rayedarê tirk: Daxwazeke Rûsyayê ya ji bo girtina êrişkaran tune bû
13:50 Baro û saziyên sivîl ji bo Îmraliyê bang li CPT’yê kirin: Ji bo çareseriyê gavê biavêjin
13:46 Li Çewligê bi tevlibûna hezaran kesan mitîng tê lidarxistin
13:42 Cezayê hucreyê dan 5 girtiyên ketine greva birçîbûnê
13:05 Rapora kesê pispor a Licikê: Xetere heye ku kîmyewiyên jehrî tevî Hewzaya Firatê bibin
12:14 YNK: PDK’ê li Kerkûkê bi Eniya Tirkmen re lihev kir û nirxên neteweyî firot
11:36 Bakirhan: Em li bin dara Rêya Sêyemîn bibin yek
11:23 Ji namzetên hevşaredariyê banga ‘xwedîderketina li sindoqan’
11:22 Di êrişên li ser sînor de 10 kolber birîndar bûn
10:38 Li Şirnex û Rihayê gelek kes hatin binçavkirin
10:24 Li bejahiya Hezroyê operasyona leşkerî û dorpêç
10:00 Parastvanên mafan: Girtina Yildiz binpêkirina mafê mirovan e
09:51 ‘Em ê her kesên ku xwe digihînin me em ê bibin ser sindoqan’
09:04 Êrişên DAIŞ'ê: Dixwaze vegere rewşa xwe ya beriya 2015'an
09:03 Girtiyên siyasî 122 roj in bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne
09:03 155 roj nin agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:01 Malbatên Roboskê: Her raya ji AKP'ê re diçe dê wekî bombe li ser serê me bibare
09:01 Qeyûm navenda jinan salane bi hezar û 500 lîreyî da bi kirê
09:01 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şaredariyên neteweya demokratîk
09:00 Ji Egeyê bi hezaran hilbijêr ji bo qeyûman bişînin diçin bajarên xwe
09:00 AKP li Dîlovasiyê dest bi belavkirina bertîla hilbijartinê kiriye
09:00 ROJEVA 27'Ê ADARA 2024'AN
26/03/2024
23:59 Girtiyê nexweş piştî 30 salan ji girtîgehê derket
22:48 Li Hezexê şahiya gel
20:54 Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşarê di roja 62'yan de ye
19:58 Karwana DEM Partiyê li gundên Silopiyayê geriya
19:37 Namzetên AKP'ê yên Amedê beramberî rayan kartên BÎM'ê belav dikin
18:46 'DEM wê li Rihayê, Riha jî wê pir li DEM'ê bê'
16:50 Dozger xwest Keskîn û Yarkan bên cezakirin
16:47 Zana: Ji bo paqijkirina mejiyan şaredarî girîng in
16:40 Demîrel ji doza “heqareta serokkomar” beraet kir
16:23 Di Nobeta Edaletê de peyama israra domandina têkoşînê hat dayîn
16:11 Têkildarî tundiya polîsan a li Colemêrgê pûşnûmepirs dan Meclisê
15:59 DEM Partiyê xwest ji bo girtiyên nexweş li Meclisê komîsyon bê avakirin
15:58 Zilamekî hewl da li Rihayê jinekê bikuje
15:52 DEM Partî li qadan e: Em ji bo îradeya xwe ji qeyûm bistînin tên
14:55 Ji bo Yildiz a ser sedyeyê biribûn girtîgehê serî li AYM’ê dan
14:42 516 kes û saziyan bi daxuyaniyekê piştgirî dan DEM Partiyê
14:41 Li Mêrdîna dîrokî dîwarê îstînadê hilweşiya
14:40 Biryara domandina rewşa girtî ya kameravan Akkaya hate dayîn
13:40 DEM Partiyê der barê Ahmet Saymadî de daxuyanî da
13:05 Sonuk: Em ê bersiva pêwîst di 31’ê Adarê de bidin kesên îradeya jinan nas nakin
12:33 Li girtîgaha Tîpa S a Kavakê cezayên disiplînê yên keyfî
11:56 Li Hatayê bager û baran: Konteyner di bin avê de man
11:56 Ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan hate kirin
11:36 ‘Qada Newrozê wêneyê serkeftina me ya 31'ê Adarê bû'
11:06 Li Parlamentoya Ingilistanê resepsiyona Newrozê hate dayîn
11:01 Ji bo azadiya Abdullah Ocalan 3 milyon îmze hatin komkirin
11:00 Li wargeha KYK’ê mirineke biguman
10:57 Bakirhan ji Erdogan re got: Muxatab milyonan kesên li qada Newrozê ne
10:46 Li kana madenê ya qaçax cînayeta kar
10:44 Roja Şanoyê ya Cîhanê: Lîstikvanên kurd li dijî qedexeyan têdikoşin
10:04 Li Qamûşan û Pazarcixê meyla gel li ser DEM Partiyê ye
10:02 Ji ber berfê li Bedlîs û Tetwanê navber dan perwerdeyê
09:42 Rojnamevan Drewş: PDK li Kurdistanê cerdevantiyê dike
09:21 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 121’ê de didome
09:20 Ji rojnameger Silêman Ehmed 154 roj in agahî nayên girtin
09:02 Li Sêrtê coşa xebatên hilbijartinê: Di şevekê de 2 hezar û 300 malbat ziyaret kirin
09:01 DEM Partî li Bedlîsê lez da xebatan
09:01 Ciwanên Qilebanê: Em ê vê carê destûrê nedin AKP'ê
09:01 Li Dêrgulê leşker dixwazin hilbijêran çavtirsandî bikin
09:00 Wê roja hilbijartinê hezar dengdêrên livdar veguhêzînin Depê
09:00 ROJEVA 26’Ê ADARA 2024’AN
25/03/2024
23:18 Malên Gel û KESK serdana malbata Şenyaşaêr kirin
23:13 Li Hezexê şahiya gel
21:18 Hevdîtina gel a li Serêkaniyê veguherî mîtîngê
20:44 Ûgûr Falayê bi destûr ji girtîgehê derket 2 jin qetil kirin
20:02 Hevseroka Giştî ya DBP'ê Ûçar li Dêrsimê bi gel re civiya
19:49 Li Licê operasyona leşkerî