TRT’ê projeyên Sadak ê DTP’î weke yên qeyûm nîşan da

img

SÊRT - TRT Haberê projeyên şaredarê berê yê Sêrtê Selîm Sadak weke projeyên qeyûm nîşan da. Sadak Bertek nîşan da û got ku heke ne ji wan bûya dê qeyûm cihekî ku avahiyan lê ava bike jî nedîtibûya. 

Di hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên sala 2009’an de Partiya Civaka Demokratîk (DTP) bi rêjeya ji sedî 49,43’yan re Şaredariya Sêrtê bi dest xist û Selîm Sadak bû şaredarê bajar. Projeyên ku Sadak di dema şaredartiyê de xistibûn meriyetê û hinek jê di serdema hevşaredarên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de hatibûn temamkirin, ji hêla TRT Haberê ve weke projeyên qeyûm hatin nîşandan. TRT Haberê di nûçeya xwe ya 4’ê mehê de projeyên Termînala Otobusan a Bajêr (Otogar) û Mezbexaneya Nûjen weke projeyên qeyûm nîşan da. Di nûçeyê de her wiha tê îdiakirin ku “piştî tayînkirina qeyûm xelkê Sêrtê dest bi wergirtina xizmetan kiriye.” Lê belê hîmê otogarê di tebaxa sala 2013’an de ji hêla Sadak ve hatiye avêtin û di serdema Hevşaredarên Sêrtê yên Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) Tuncer Bakirhan û Belkiza Beştaş Epozdemîr de jî hatiye temamkirin. Di heman demê de şaredariya di bin rêveberiya Sadak de Bazara Sewalan ku di nava bajêr de bû xera kir û li derveyî bajêr yeke nû çêkir. 
 
Şaredarê Sêrtê yê berê Selîm Sadak têkildarî îdiayên TRT Haberê bi ajansa me re axivî û ev agahî derewand. 
 
ÎDIAYA PROJEYA OTOGARÊ DEREWAND 
 
Sadak, da zanîn ku beriya serdema wan Sêrt ji hêla xizmetê ve di rewşeke nebaş de bû û wiha got: “Dema bûm şaredar, erdê şaredariyê ku mirov bikare xizmetê lê bike tune bûn. Piştî têkiliya me ya bi weqfan re, me ji bo şaredariyê nêzî 500 donum erd stand û me dest bi xebatan kir. Mesela cihê ku em otogarê çêbikin tune bû. Me otogar li ser van erdên ez behs dikim çêkir. Me ji sedî 80-85’ê projeya otogarê xelas kir û serdema me xelas bû. Hevşaredarên ku piştî me hatin (Tuncer Bakirhan û Belkiza Beştaş Epozdemîr) jî proje temam kirin. Me ji bo otogara navçeyan jî li rex otogarê cih veqetand, projeya wê çêkir lê dîsa serdema me têra nekir. Her wiha Bazara Sewalan li navenda bajêr bû. Me li ser erdê ku me ji weqfan standî dest bi çêkirina bazarê kir û me temam kir. Dîsa li cem bazarê projeya me ya mezbexaneya nûjen hebû lê ji ber ku dema me têra nekir me nekarî dest pê bikin.”
 
BERTEK NÎŞANÎ QEYÛM DA
 
Sadak, anî ziman ku wan di nava 5 salan de gelek xizmet ji bo gel kirine û got ku gel jî piştgireyeke mezin daye wan. Sadak, destnîşan kir ku projeya veguherîna bajar jî ya rêveberiya wan bû û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Lê serdema bi dawî bû lewma me nekarî pêk bînin. Qeyûm van rojan derketiye û projeyên min weke yên xwe nîşan dide. Heke ne ji me bûya qeyûm dê niha li Sêrtê cihekî ku avahiyekî jî li ser ava bike nedîtibûya. Bi saya xizmetên me Sêrt gihişt merheleyeke din.”
 
BANG LI XELKÊ SÊRTÊ KIR
 
Bi domdarî Sadak bal kişand ser hilbijartinên 31’ê Adarê û ev bang li xelkê Sêrtê kir: “Weke partî dê xizmetên xwe zêdetir bikin. Namzetên partiya me diziyê nakin û dê hemû derfetan ji bo xizmeta gelê Sêrtê bi kar bînin. Ez li vir bangî kurd, ereb, koçer, dêmanî, torî û botiyên Sêrtê dikim ku bila ji me bawer bin. Me di şert û mercên gelek zehmet de şaredarî bi dest xist û divê em bi hêsanî winda nekin. Bila ev kevneşopî berdewam bike û Sêrt bibe cihê aştî û serkeftinê.” 
 
MA / Bazîd Evren

Sernavên din

31/03/2024
19:36 DEM Partî li 11 bajaran li pêş e
19:32 DEM Partî li gundê Abdullah Ocalan bi ferqekî mezin ser ket
19:20 YSK'ê qedexeya weşanê rakir
19:14 Sakik ji bo Agiriyê daxuyanî da
19:12 Oy ve Otesiyê banga girtekan ji hilbijêran kir
19:06 Hevserokên DEM Partiyê: Li dijî hîleyan hişyar bin!
18:30 Li Amedê torbeyên dengan tên edliyeyê
18:29 Rapora ÇED’ê ya Hewzaya Sarimê hat betalkirin
18:24 Banga ‘Sindoqan terk nekin’ hate kirin
18:11 Şaredarê AKP’î û 150 kesên pê re li 5 cihên cuda bi komî deng dan
18:00 Rapora ÎHD’ê: Leşker hatin veguhestin û şande hatin astengkirin
17:58 YSK’ê kişandina dîmenan li rojnemegeran qedexe kir
17:35 Ji bo muxtariyê şer kirin: 2 kes mirin 4 kes birîndar bûn
17:27 Balafirên şer ên Rûsyayê li Sûriyeyê DAIŞ`ê bombebaran kir
17:27 TÎP û EMEP’ê bertek nîşanî hilbijêrên ‘gerok’ dan
17:04 Berdevka DEM Partiyê: Niha ya herî girîng parastina sindoqan e
17:00 Dengdayîn bi dawî bû
16:30 YSK’ê ji bo qedexeya weşanê daxuyanî da
16:00 Li 32 navendandan dengdayîn bi dawî bû
15:57 Hatîmogûllari: Werin dengê xwe bidin
15:55 ‘Di sindoqan de bersiva xespkirina îradeyê bidin’
15:42 Welatiyan bertek nîşanî namzetê AKP’ê dan: Hişyar bin diz heye!
15:37 Dogan ji bo hilbijêrên veguhestî bang li muxalefetê kir: Divê hûn bibêjin ‘na’
15:28 Hinek kes li ser kursiya biteker hinek jî li ser gopal çûn ser sindoqê
15:07 Di sindoqa 120 hilbijêrên wê hene de tenê hilbijêrek ji Qersê ye
15:06 Polîs xaza îsotê berda namzeta DEM Partiyê
15:05 Bi gotina ‘ez ê bibim alîkar’ mohr li AKP’ê da
15:04 Bi hilbijêrên veguhestî nikarin bi ser kevin: Ev hilbijartin rewa nîne
14:50 Ahmet Turk: Ji Rûsyayê jî hilbijêr veguhestin
14:42 Namzetê Şaredariyê yê AKP’î berpirsyarê sindoqê derb kir
14:37 Hilbijêrên li dijî ‘veguhestinê’ çûn ser sindoqê: Em ê bi ser kevin
14:36 Şandeya navneteweyî çû serdana dibistanên Pasûrê
14:28 Li Kaşê bi pileya 4.2’yê erdhej çêbû
14:14 Berdevka DEM Partiyê: Sindoqan neterikînin, roj roja serkeftinê ye
14:12 Namzetên hevşaredariyê yên Amedê ji bo dengdayînê bang kirin
13:53 Sancar: Em îradeya xwe nadin xespkirin
13:53 Li dijî dorpêça leşker û polîsan nexweş diçin ser sindoqan
13:50 Ji ciwanan heta kal û pîran li Kurdistanê eleqeya gel a ji bo hilbijartinê zêde dibe
13:33 Dengdayîna li konteyneran berdewam dike
13:29 Ser û çavên Bahçelî ku dengê xwe da reş û şîn bûne
13:18 Li bajarên bakurê Kurdistanê dê sindoq saet 16.00’an de bên girtin
13:17 Li Serhedê gel diherike ser sindoqan
13:01 Bajar bi bajar binpêkirinên mafan
12:55 Di 94 saliya xwe de çû ser sindoqê
12:54 Li Stenbolê ji bo hilbijartinê eleqeyeke zêde heye
12:45 Bakirhan: Bila gelê me biçe ser sindoqan û dengê xwe bide
12:38 Berdevka DEM Partiyê: Hêrsa xwe bi çûyîna ser sidoqan û dengdayînê derxînin
12:36 Leşkerê ku Koçyîgît pirsa ‘Hûn ji ku hatine?’ jê kirî: Em derveyî bajar hatin
12:29 Qeymeqam bi namzetê AKP’ê re li ser sindoqan geriya
12:28 Namzetên hevşaredariyê yên Amedê: Em biçin ser sindoqan û xwedî li vîna xwe derkevin
12:26 Peywirdarê sindoqê yê gef lê hatibû xwarin hate kuştin
12:15 Ahmet Turk: Hewl didin vîna gel tune bihesibînin
12:00 Namzetê AKP’î ji bo dengan bi bihayê 2 milyon TL’an peyman mohr kir
11:53 Namzetên hevşaredariyê yên Wanê: Em deng bidin û xwedî li sindoqan derkevin
11:44 Sakik bertek nîşanî dengdayîna komî da: Diz heye diz!
11:43 DEM Partî: Em ê rê nedin tu hîleyan
11:19 Li Şirnexê rêza leşkerên ‘veguhestî’
11:09 AKP’î êrişî ÎYÎ Partiyiyan kirin
10:55 Hatîmogûllari li Edeneyê deng da: Gel dê serbikevin
10:48 Dengên xwe firotin, di komên WhatsApp'ê de parve kirin
10:41 Serokê YSK’ê binpêkirin nedîtin: Hilbijartin bêpirsgirêk didome
10:08 Hat tespîtkirin ku peywirdarê sindoqê du caran deng da
10:07 Li Xelfetiyê hîleyên hilbijartinê dest pê kir: DEM Partiyê îtîraz kir
09:35 Dîmenên ‘hilbijêrên gerok’ ên AKP’ê!
09:27 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 126’an de didome
09:22 Hejmartina dengan dest pê kir
09:17 Dayika ku kurê wê girtî: Gardiyanan axaftina bi tirkî li me ferz kir
09:06 'Girtina Yildiz a 75 salî deraqilî ye'
09:05 Ji rojnameger Silêman Ehmed 159 roj in agahî nayên girtin
09:04 Li Licê di navbera malbatan şer derket: Kesek mir, 5 kes birîndar bûn
09:01 Uçar û Bayindir dengê xwe dan: Em xwedî li sindoqên xwe derkevin
09:00 ROJEVA 31'Ê ADARA 2024'AN
08:33 Çawişê pispor pitika 4 mehî qetil kir
08:00 Li 49 bajarên Tirkiyeyê hilbijartin dest pê kir
07:00 Hilbijartin dest pê kir
30/03/2024
20:31 Girtî Tozûn ê jiyana xwe ji dest da hat definkirin
18:24 Qedexeyên hilbijartinê dest pê kir
18:06 Hatîmogullari: Bi awayekî rêxistinkirî sindoqan biparêzin
18:03 Ji bo berdana girtiyên nexweş bangawaziya edaletê hate kirin
17:51 Bayindir li Misircê axivî: Çareserî birêz Abdullah Ocalan e
17:49 'Her raya ku ji partiyên pergalê re biçe dê wekî zilmê vegere'
17:28 Şandeya ku dê hilbijartinê bişopîne li Amedê bi rojnamevanan re civiya
16:53 Boz: Gelê me dê bi serkeftina xwe ya di hilbijartinê de tecrîdê rake
16:34 Zana: Nasnameya me hebûna me ye em xwedî lê derkevin
15:57 Li Amed û Êlihê konvoya wesayîtan: Xwedî li Sindoqan derbikevin
15:56 Li navçeya Qulp a Îdirê mitîng: Xwedî li sindoqê derkevin
15:54 Malbatên windakiriyan li 3 bajaran dengên xwe bilind kirin
14:55 Li pêşiya Şaredariya Akdenîzê protesto: Ev bariyer dê nikarin we xelas bikin
14:53 Birazî û pisxaletê xwe xist kar, bêyî biçin kar pere distînin
14:29 Dayikên Şemiyê: Talat Turkoglu li ku ye?
14:01 Petrol tev li ava bendavê bû: Sewal jehrî bûn
13:55 Hatîmogûllari li Çûkûrovayê, Bakirhan jî dê li Enqereyê dengê xwe bikar bîne
13:47 Dê ji bo ewlehiya sindoqan hezaran kes li qadê bin
13:26 Bi hezaran kes di mitînga DEM'ê ya li Misirc û Milazgirê de hatin bahev
13:17 Girtiyê 30 salan ê bi şertê kontrola edlî hatibû berdan, jiyana xwe ji dest da
12:34 Di Şaredariya Rihayê de mikurhatina ‘karmendê bankamatîkê’
12:11 Zana: Roboskî birîna Kurdistanê ya nayê cebirandin e
11:50 Namzetên hevşaredariyê yên Akdenîzê: Xwedî li dengê xwe derkevin!
11:42 ‘Hûn ê li dijî kesên ku hewl didin vîna we xesp bikin bêdeng bimînin?’
11:29 Komeleya Şêx Seîd: Li dijî qeyûman li rex mazlûman bisekinin