Bakirhan ji Tetwanê bang kir: Ev hilbijartin di navbera we û tifaqa JÎTEM’ê de ye

BEDLÎS - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan ê di hevdîtina bi gel re ya Tetwanê de qala girîngiya hilbijartina 31’ê Adarê kir, wiha got: “Ev hilbijartin, hilbijartineke di navbera tifaqa JÎTEM’ê û gelê kurd ê dibêje ‘Ez kurd im, mirov im, dixwazim bi awayekî wekhev bijîm. Dixwazim ziman û çanda xwe bi awayekî azad bijîm’ de ye.”

 
Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan tev li hevdîtina bi gel re ya li navçeya Tetwan a Bedlîsê hate lidarxistin bû. Bakirhan û kesên pê re di ketina navçeyê de hatin pêşwazîkirin û heta li ber navçeya ku hevdîtina bi gel re lê hate lidarxistin meşiyan. Bi hezaran kesên ku dirûşma “Tetwan bi we serbilind e” berz kirin, bi pankarta bi kurdî û tirkî li ser “Azadî bi xwe rêvebirinê dest pê dike” dest bi meşê kirin. Gelek kesan ji serbanên xwe û wesayîtên xwe piştgirî da meşê.
 
Li qada ku meş lê hate lidarxistin pankarta “Ji tecrîdê re na, berî her tiştî aştî” û “Rêya 3’yemîn rêya çareseriyê ye” hatin daliqandin. Li vir ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane rez hate girtin. Li vir girseyê bi yek dengî dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” berz kir. 
 
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan ê piştî silavkirin û axaftina namzetên hevşaredariyê yên navçeyê axivî, li dijî coşa heyî wiha got: “Di 31’ê Adarê de hûn ê derseke mezin bidin kesên me kurdan, zimanê me û axa me nas nakin.” Bakirhan, anî ziman ku ji Seîd-Nûrsî û Seyît Elî biminet in û got: “Ev nirxên ku qala wan dikim, berê karên em niha dikin, dikirin. Ji bo ziman û çanda kurdî berdelên giranbiha dan. Ez wan bi rêzdarî bi bîr tînim.”
 
‘HILBIJARTIN DI NAVBERA WE Û TIFAQA JÎTEMÊ DE YE’ 
 
Bakirhan wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di kesayeta Şevket Epozdemîr de hemû hevalên me yên ji HEP’ê heta niha bedel dane, têkoşiyane û jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bi bîr tînim. Ez bi bawer im ku gelê Tetwanê dê alaya wan nexe erdî. Serokwezîr û Wezîrê Karên Hundir ên dema parêzer Şevket Epozdemîr û bi deh hezaran mirovên me hatine qetilkirinin dîsa derketine holê. Propagandaya hilbijartinê ya partiya desthilatê dikin. AKP bi aktorên serdemê ku di salên 90’î de gundên kurdan şewitandin, bi deh hezaran avêtin bîrên asitî û rastî cînayetên kiryarên nediyar hatin derkedikeve pêş me. An ku ev hilbijartin dê di navbera we û tifaqa JÎTEM’ê de derbas bibe. Ev hilbijartin, hilbijartineke di navbera tifaqa JÎTEM’ê û gelê kurd ê dibêje ‘Ez kurd im, mirov im, dixwazim bi awayekî wekhev bijîm. Dixwazim ziman û çanda xwe bi awayekî azad bijîm’ de ye. Ji ber wê yekê gelekî girîng e. Çavên bi hezaran hevrêyên me yên li sirgunê di vê hilbijartinê de ye. Çavên Selahattîn Demîrtaş, Gultan Kişanak, Sebahat Tûncel û bi hezaran hevalên me li Tetwanê ye, li Bedlîsê ye. Gelê Tetwanê dê bersiva hevrêyên me yên li sirgunê, di girtîgehê de, heta vêgavê têkoşîn dane, jiyana xwe ji dest dane bide? Bi gelê Tetwanê her tim serê me bilind e.”
 
DEYNÊ ŞAREDARIYA TETWANÊ 
 
Bakirhan, anî ziman ku Tetwan yek navçeyên herî girîng e û diyar kir ku perav bi çopî hatiye dagirtin û ev pirs kir: “Mirov li cihê ku avê lê dibînin parkan çêdikin ji bo ku behna xwe vekin, qeyûm û şaredarê heman ferasetê perava golê kiriye çop. Gelê Tetwanê vê heq dike?” Di vê navberê de girseyê qeyûm protesto kir. Bakirhan, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dema em li deynê Tetwanê dinêrin weke ku şaredariya bajarê mezin e. Di xizmetê, binesazî, çêkirina rê û anîna avê de sifir e lê di deynan de bi bajarê mezin re ketiye pêşbirkê. Ez ji qeyûmê serdema beriya niha re dibêjim; te ev deyn çawa kir, çima kir, li ku xerc kir? Dikare bersivê bide? Na. Nêlirêtiyên wan dê ji vir heta Stenbolê bibin rê. Kedkar, xizan û jinên hêja vî deynî heq nakin. Em ê hesaba vê li ser sindoqan bipirsin. Em soz didin we  namzetên me yên şaredariyê dê di 1’ê nîsanê de nelirêtî û deynên Şaredariya Tetwanê yek bi yek derxînin holê. Li Tetwanê mirovên AKP’î jî tên cem me. Çima hûn dizanin? Dibêjin ‘Me ji van dizan xelas bikin. Me ji vê feraseta şaredarvaniyê ya bajar bin deynan xistî xelas kin. Ji vê bêxizmetiyê xelas kir’ Heke hûn bixwazin ji van xelas bin kerem bikin em bi hev re piştgiriyê bidin namzetên DEM Partiyê. Em dibêjin li Tetwanê em DEM Partiyê bikin desthilat.”
 
 ‘KESÊN ME NAS NAKIN EM JÎ NAS NAKIN’ 
 
Bakirhan, di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Qeyûm tayînkirin û gotin ‘vîna kurdan derbas nabe’. Qeyûman tayînî tu derên Tirkiyeyê nakin, tenê tayînî şaredariyên kurd dikin. Ev nenaskirina vîna gelê kurd e. Kesên me nasnakin em jî nas nakin. Cih tê li Tetwanê dibin kurd li Enqereyê dibin gurg. Li Enqereyê di nava tifaqa guran de cih digire û tê vir dibe kurd. Çawa dibî kurd ku tabelaya li ser ‘Şaredariya Tetwan dinivîse dadixînî? Bila ji we re soz be em ê di 1’ê nîsanê de dîsa li ser vê şaredariyê tabelaya li ser “Şaredariya Tetwanê” dinivîse daliqînin. Ne tenê neyarên kurdî ne. Kevirên gorên zarokên me yên navên kurdî li ser in dişikînin. Li ser cîhanê olek, baweriyeke wiha heye. Hikumeteke din nîne ku li ser kevirên goran navan jê dibin.”
 
 
Bakirhan, ragihand ku li Bedlis û navçeyên wê 676 neguhêzbar hatine firotin û wiha lê zêde kir: “Ev difiroşin û didizin. Bi rastî jî li Bedlîs û navçeyên wê talan heye. Em ê vê pergala diziyê rawestînin. Yek ji bajarê herî xizan Bedlîs e. Navçeya me ya ku diviya bû herêma tûrizmê be xizan e û bêkar e. Li navçeya me ciwan koç dikin, hevalên me yên jin kar peyda nakin. Efendiyan bi pêkanînên xwe yên antî demokratîk asteng dikin ku ev der pêş bikeve.”
 
REMEZAN Û KRÎZA ABORΠ
 
Bakirhan, bi bîr xist ku sibê roja ewil a Meha Remezanê ye û wiha berdewam kir: “Li Tetwanê mirov xurmeyê bi liban dikirin. Êdî beqlave yek bi yek tên firotin. Dema kirîna bi kîloyan qediya. Dikandar dikanan digirin. Ji berê zêdetir gelê me yê Bedlîsê dikanan digire. Lê dema tu li qesrê dinêrî dibêje ‘maşalah’ aborî baş e. Serê xwe ji qesrê dernaxînin û nabînin ka milet çi dixwe û çi naxwe. Li Bedlisa ku kirê bûne 15 hezar gel çi bixwe û vexwe, kirêya xwe çawa bide? Li gorî wan her tişt baş e. Em ê di sindoqê de bersiva pêwîst bidin wan.
 
EV DER KURDISTAN E
 
Serê sibê û êvarî radibin dibêjin ‘DEM Partî û DEM Partî’. Hûn qurbana DEM’ê bin. Bila qasî DEM’ê kevir bi ser we de bên. Têkoşîna we ya birûmet van kesên nelirêtiyan dike, zimanê wan tune dihesibîne ewqas tirsandiye, li cihên ku em nakevin hilbijartinê jî me nîqaş dikin. Hûn her hebin. Hûn bi vê sekna xwe ya birûmet bûn tirsa dilê faşistan. Diçin her derê û dibêjin ‘teroristan û teroristan’ Ji Rojava, Rojhilat û Başûrê Kurdistanê re dibêjin. Mezinên me bi hezaran salan e li ser vê axê dijîn. Me deriyê xwe vekir. Me kurdan ji bo vê erdnîgariyê canê xwe da. Lê ji me re dibêjin ‘vîna we ya hilbijartî terorîst, her axa hûn li ser dijîn teroristan e’ Ev der ne teroristan e, Kurdistan e Kurdistan. Dê bi hezaran salan jî weke Kurdistan bimîne.”
 
‘MALA WE DEM PARTÎ YE’ 
 
Bakirhan ê ji namzetên Hevşaredariyê yên Tetwanê re piştgirî xwest, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ez bang li kesên di partiyên din ên siyasî de cih digirin dikim; Heke hûn neviyên Şêx Seîd û Seîd Nûrsî bin, hevrêyên Epozdemîran bin, piçekê wijdana we hebe, bi kesên ku ziman û çanda kurdan tune dihesibînin, vîna wan diavêje girtîgehê re siyasetê nekin. Mala we DEM Partî ye. Werin bi xwişk û birayên xwe re bi gelê xwe re bi partiya xwe ya ji bo kurdî têdikoşe re siyasetê bikin. Werin em bi hev re gelê xwe ji vê xizaniyê xelas bikin. Em ê bi xebatên bikin re Şaredariya Tetwanê bidest bixin. Hûn hevalê hêja Erol nas dikin. Hevalekî paqij e. Bawer bikin bi jêhatîbûn, hezkirin û hurmeta xwe ya ji bo we hûn ne li Tetwanê hemû şaredarên Tirkiyeyê bînin hevalî wiha paqij nabînin. Dîsa dê bi hevala me ya Belkizê re Şaredariya Tetwanê dê jêhatîtir û xweşiktir bibe. Ez kesên dibêjin ‘Jin jiyan azadî’ ji bo şaredara me Belkizê vedixwînim ku 24 saetan bi awayekî aktîf tev li xebatan bibin. Ji kerema xwe xwedî li emanetê xwe derkevin. DEM dema Tetwanê ye, DEM dema kurdan e, DEM dema me ye.”
 
Hevdîtina bi gel re piştî axaftina Bakirhan bi govenda hate gerandin re bi dawî bû. 
 
 
 
 

Sernavên din

02/04/2024
11:06 Li Amedê daxuyaniya 4’ê Nîsanê
10:33 Mafê qedexeyê yê Zeydan li ser ‘telîmata’ Wezarata Dadê hat betalkirin
10:29 Hejmara şaredariyên DEM Partiyê bi dest xistî derket 78’an
10:28 Namzetên hevşaredariya spasiya xelkê Şirnexê kirin: Îtîrazên me didomin
10:07 Welatiyê digot ‘biaxive, tu ji ku yî?’: Bi ser neketin, îradeya gel dizîn
09:25 Li Îzmîrê tundiya mêr: Zarokek xwe kuşt yek jî birîndar kir
09:11 Asayîşa PDK’ê rojnameger Ehmed revand: Ev 161 roj in agahî jê nayên girtin
09:06 Greva birçîbûnê di roja 128’an de berdewam dike
09:02 Amara li benda mevananên xwe ye
09:01 ROJEVA 2’YÊ NÎSANA 2024’AN
08:59 Pasûriyan serkeftina xwe pîroz kirin: Xwediyên vê axê em in
01/04/2024
23:32 Li Cizîrê pîrozbahiya serkeftinê
20:47 DEM Partî li dijî encamên li Hezroyê îtîraz kir
16:56 DEM Partiyê ji Yarkaya yê AKP’î re got: Di dîrokê de dê weke ‘diz’ bê zanîn
16:56 Bihevşaredariyê temsîliyeta jinan zêde bû
16:33 Namzetê hevşaredariyê yê Gêlê: AKP li vir bi ser neketiye
16:32 Li Agiriyê serkeftin hate pîrozkirin
16:31 Koçyîgît: Li Qersê qeyûm tayînî sindoqan hatin kirin
16:11 Ji bo mafê sewqê û tendirûstiyê 37 roj in di greva birçîbûnê de ne
16:10 Leşkerên ‘veguhestî’ ji Qersê derdikevin
16:10 Li Çermûgê DEM Partiyê li dijî encaman îtîraz kir
16:08 MYK’a DEM Partiyê dê di 3’yê nîsanê de bicive
15:54 Di Nobeta Edaletê de 4’ê Nîsanê hat pîrozkirin
15:41 Li Qilebanê îtîrazî encaman kirin: Gel li dijî nelirêtiyan meşiya
15:08 Li Wanê bi deh hezaran serkeftina 14 şaredariyan pîroz kirin
14:54 Bi ser koça dawî ya rojnameger Evîn Buldan re 7 sal derbas bûn
14:19 Encamên Dibistana Seretayî ya Tumgeneral Omer Keçecîoglû ya Şirnexê
13:58 Li Wan û Agiriyê pîrozbahiya hilbijartinê
13:56 Bakirhan: Şirnex, Bedlîs û Qersê gel bi ser ket
13:53 Kadîr Înanir ji beşa çavdêriya awarte hate derxistin
13:26 Serokê YSK’ê Yener: Rêjeya tevlibûna hilbijartinê ji sedî 78,11 e
13:25 Li Amedê ji sindoqê berteka li dijî cînayetên jinan derket
12:35 ‘Hilbijêrên’ veguhestî yên li Bedlîsê parve kir
12:33 Prz. Seydaoglû ji dosyaya KCD’ê beraet kir
12:32 Bajarên bakurê Kurdistanê bi rengên DEM Partiyê xemilîn
11:45 Şandeya ewropî: Li Kurdistanê hilbijartin di şertên demokratîk de nehat kirin
11:22 Şaredariyên bi rêya leşker û polîsên ‘veguhestî’ hatin xespkirin
11:01 Tevî 'hilbijêrên' veguhestî jî DEM Partî li Pasûrê bi ferqekî mezin bi ser ket
10:56 Navçeyên Kurdistanê yên DEM Partiyê bi ser ji sedî 70’ê deng standî
10:45 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Rêwîtiya ber bi Rojê ve’ derket
10:22 Namzetên hevşaredariyê yên bi ser ketin: Me tişta aydê xwe stand
10:08 Li Mêrsîn û Toroslarê ‘Lihevkirina Bajar’ bi ser ket
09:53 Şaredariyên DEM Partiyê bi dest xistî
09:24 Ji DEM Partiyê li Wanê serkeftina dîrokî: Her 14 şaredarî jî bi dest xist
09:15 Girtiyên siyasî ji bo azadiya Abdullah Ocalan 127 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:13 Ji rojnameger Silêman Ehmed 160 roj in agahî nayên girtin
09:01 Her kes di 4'ê Nîsanê de vexwend Amarayê
09:00 ROJEVA 1’Ê NÎSANA 2024’AN
08:46 Li Xelfetiyê serkeftina hilbijartinê: Em diyarî Ocalan dikin
08:43 DEM Partî dê li Bedlîsê li dijî dengên nederbasdar îtîraz bike
08:41 Li Esenyurtê ‘lihevkirina bajar’ bi ser ket
08:38 DEM Partiyê 77 şaredarî bi dest xist
08:15 Li kolanên Îdirê serkeftina hilbijartinê: Bijî Serok Apo
02:53 Ji Bayindir berteka Şirnexê: Em rê nadin faşîzma AKP'ê û MHP’ê
02:32 Gel li Colemêrg û Geverê ji bo pîrozbahiyan daket kolanan
02:23 Li Rihayê bayê DEM Partiyê
01:37 Ji Temellî daxuyaniya Bedlîsê: Em ê destûra xespkirinê nedin
01:37 Li Sêrta di bin rêveberiya qeyûm de ferqeke dîrokî
01:19 Rêxistina DEM Partiyê ya Wanê: Me her 14 şaredarî jî bi dest xistin
01:10 Manşeta Hilbijartinê ya Yenî Yaşamê: Serkeftina gel, têkçûna şer
01:05 Mêrdînê serkeftina xwe bi dirûşmeya Bijî Serok Apo pîroz kir
00:27 Hevserokê Şirnexê hate berdan
00:15 Gelê Qilebanê li pêşiya lijneya hilbijartinê di nobetê de ye
00:15 Çepnî: Polîtîkayên AKP’ê yên şer û mêtingeriyê têk çûn
Beştaş: Bila Îmamoglû nebêje ‘ev deng ên min in’
00:11 Li Pasûrê polîsekî gef li peywirdarên li ser sindoqê xwar
00:09 AKP’ê bi dengên ‘veguhestî’ xesp kir
31/03/2024
23:34 Xelkê Çermûgê li dijî ber bi edliyeyê ve meşiya
23:32 Li Esenyûrtê encam bi dirûşma ‘Jin jiyan azadiyê’ tên pîrozkirin
23:30 Tulay Hatîmogûllari daxuyaniyê dide
23:15 YSK: Ji sedî 51.2’yê sindoqan hatine vekirin
23:14 Hilbijêrên veguhestî feyde nekir: DEM’ê Dep wergirt
23:01 Li Cizîrê wesayîta zirxî wergeriya
22:56 Tevî hilbijêrên ‘veguhestî’ jî: Kerboran derbasî DEM Partiyê bû
22:55 CHP li tevahiya Egeyê li pêş e
22:48 Bakirhan: Yên dixwestin bi kurdan bidin windakirin welêt winda kirin
22:44 DEM Partî: Dixwazin encamên li Şirnex û Bedlîsê biguherînin
22:44 Li Akdenîzê DEM Partî li pêş e
22:43 AKP’iyên li Curnê Reş hilbijartinê winda kirine agir berdan sindoqê
22:35 DEM Partî li Mûşê serkeftina xwe pîroz dike
22:33 DEM Partî: Li Şirnexê berxwedan heye, divê çavê herkesê li vir be
22:06 Ozel bertek nîşanî hilbijêrên veguhestî da
22:04 Li Marmarayê dengên AKP’ê kêm dibin
21:51 Qeyûm û veguhestinê feyde nekir, DEM Partiyê serkeftineke mezin bi dest xist
21:47 Ji bo Qers, Bedlîs, Colêmerg, Şirnex û Rihayê bang: Xwedî li dengên xwe derkevin
21:44 Li dijî berpirsyarê dibistanê yê DEM Partiyî êrişa çekdarî hat kirin
21:43 Polîsan êrişî DEM Partiyiyan kir, hevserokê bajar hate binçavkirin
21:28 Li Gundê Fîsê DEM Partî ji sedî 89 deng girt
21:19 DEM Partî bi ferkeqe mezin li Tetwanê bi ser ket
21:13 DEM Partiyê bang kir: Lijneyên hilbijartinê yên navçeyan terk nekin
21:12 Li Amedê rewşa dawî
21:07 Têkoşera ekolojiyê Nejla Işik li Akbelenê bi ser ket
20:57 Bajarên Serhedê gotin: DEM Partî
20:52 Dora li pêşiya Edliyeya Amedê çêbûye dirêjtir dibe
20:48 Koçyîgît: Li Qersê em hezar û 200 dengan li pêş in
20:38 Berdevka DEM Partiyê: Li bajarên ji me hatine dizîn em li pêş in lê sindoqan neterikînin
20:26 Li Dêrsimê DEM Partî bi ser ket
20:25 Li Roboskê DEM Partî bi ferqekî mezin bi ser ket
20:14 Li Esenyurtê ‘Lihevkirina Bajar’ bi ferqakî mezin li pêş e
20:10 Ji Îmamoglû daxuyaniya ewil: Em ji wêneyê niha keyfxweş in
19:49 Li Enqere, Stenbol û Îzmîrê CHP li pêş e