Temellî: Heta bi heqîqetê re hevrûbûn çênebe destûreke bingehîn a nû pêkan nîne

ENQERE - Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî got ku ji bo destûra bingehîn a nû hewcehî bi hevrûbûna bi heqîqetê re heye û wiha got: “Heta hûn guh nedin Dayikên Şemiyê û Dayikên Aştiyê, mimkin nîne gavek bê avêtin.” 

Serokwekîlê Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Sezaî Temellî li Meclisê têkildarî rojevên heyî daxuyanî da. Temellî, ji ewil got ku êrişa Îsraîlê ya li dijî Refahê nayê qebûlkirin û da zanîn ku tevî êrişên Îsraîlê jî di qada navneteweyî de zextek li Îsraîlê nayê kirin. Temellî, diyar kir ku Tirkiye jî tev li van zextan nabe û wiha bersiva pirsa “Çima” da: “Ji ber ku sûdê ji kaoz û şerê li herêmê digire. Hêzên kûrewî ji polîtîkayên şer sûdê digirin lewma Bêîstîqrariya Rojhilata Navîn bi kêrî wan tê. Lewma em dibêjin ji bo tevahiya Rojhilata Navîn çareseriya demokratîk. Bi vê awayî dikare rê li ber qirkirina gelê kurd û filistînî were girtin.” 
 
DESTÛRA GINGEHÎN A NÛ Û HEVRÛBÛNA BI HEQÎQETÊ RE 
 
Bi domdarî Temellî bal kişand ser nîqaşên têkildarî destûra bingehîn a nû û wiha pê de çû: “Hemû kes ji destûra bingehîn a 12’ê Îlonê bi gilî û gazinc e. Lê kesek ji bo bidawîkirina wê gavên şênber û jêbawer naavêje. Dema em qala demokratîkbûna vî welatî dikin, dema em qala destûra bingehîn a sivîl dikin, rêya vê ew e ku divê em bi heqîqetê re hevrû bibin. Heta ku hevrûbûneke bi heqîqetê re çênbe, heta ku guh nedin dengê Dayikên Şemiyê û Dayikên Aştiyê, li vî welatî ji bo demokrasiyê tu gav nikare bên avêtin.”
 
DOZA KOBANÊ 
 
Temellî, bi domdarî bal kişand ser Doza Kobanê û ev tişt anî ziman: “Doza kompasê ye. Hevalên me li eywanên dadgehê ev pêvajo darizandin û vegotin. Piştî darizandineke wiha girîng, biryar hate eşkerekirin. Me fêm kir ku kompasa bi destê daraza li gorî fermanan tevdigere, vala derket. Em ê vê xefikê dîsa vala derxînin û hemû hevalên xwe teqez azad bikin.” 
 
‘BI SER TIRKIYEYÊ RE PERE BO DAIŞ’Ê HAT ŞANDIN’ 
 
Temellî bal kişand ser têkiliya Doza Kobanê û têkiliya DAIŞ’ê ya bi Tirkiyeyê re û DAIŞ’pereyê pereyê nepaqij ê bi ser Tirkiyeyê re biriye û Tirkiye ji ber vê yekê dixwaze ji lîsteya gewr derkeve. Temellî bi bîr xist ku Hêza Wezîfeyê ya Çalakiya Malî ya li Dijî Pêşîlêgirtina Pereyê Nepaqij (FATF) Tirkiyeyê xistiye lîsteya gewr û got: “Tirkiye dixwaze ji lîsteya gewr derkeve. Wezîrê Xezîne û Maliyeyê Mehmet Şîmşek di dema hevdîtinên budçeyê de vê yekê gelek caran anî ziman; ‘Em dixwazin ji vê lîsteyê derkevin’. Çima? Çimkî fînansekirina terorê mijara gotinê ye. Pereyê nepaqij tê safîkirin.” 
 
QIRKIRINA SEWALAN 
 
Temellî bal kişand ser plana hikûmeta ya ji bo kuçikên kuçeyan û got: “Hin kes vê razandin-kuştinê wek siesta dibînin. Naxêr, ev komkujiyek e. Wê sewalên li kuçeyan bikujin. Ev nêzîkatiya îktidarê ya ji bo sewalan nayê qebûlkirin.” 
 
'QESR DI DEQÎQEYEKÊ DE 37 HEZAR LÎRE XERC DIKE’ 
 
Temellî da zanîn ku krîza aborî her ku diçe zêdetir dibe û got: “Îktidar xwedîgiravî tasarûfa aboriyê dike û dest bi tevdîrên tasarûfê kir. Di hefteyekê de derket holê ku ev tevdîra tasarûfa ku derxistine, tiştek çiqas pûç e. Li aliyekî tasarûfê dikin li aliyekî jî mesrefê Qesrê hed û hesabê wê tune. Qesra wan di deqîqeyekê de 37 hezar lîre xerc dike.” 
 
‘DIXWAZIN WELATIYAN BIKIN SÎXUR’
 
Temellî bal kişand ser banga îxbarê ya hikûmetê ku ji bo bacê dixwaze bixe dewrê û got: “Nêzîketiyek wiha bêmicid di dîrokê de pir hindik hatiye dîtin. Di dema Osmaniyan de baca ser hebe. Feraseta vê vê îktidarê jî heman feraset e. Yanî dixwazin gel bikin sîxur û berê gel bidin hev.” 
 

Sernavên din

30/05/2024
20:10 Bakirhan li Curnê Reş e: Em ê di sindoqê de bersiva hîlekaran bidin
16:41 Ji girtiyên 1’ê Gulanê 3 jê hatin berdan
16:19 Cerdevanê êrişa zayendî kirî hate tehliyekirin: Vê biryarê wijdana civakê êşand
16:17 Ji bo astengdaran sinyalizasyona du zimanî
15:30 Çalakiyên xwendinê yên bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didomin
15:19 Dadgeha Îstînafê 339 sal cezayê hepsê yê li siyasetmedaran hatiye birîn erê kir
14:14 Basin Îş banga tev li bûna bernameya Yenî Yaşamê kir
14:10 Li Îranê girtiyê kurd ê nexweşê penceşêrê li nexweşxaneyê bi kelemçe tê ragirtin
13:44 Li gorî Kurtulmuş gotina ‘Kurdî li Meclisê weke X tê nivîsandin’ nêrîneke şexsî ye!
13:08 Balafirên dewleta tirk gundê Amediyeyê bombebaran kirin
12:24 Li Qilebanê mirina biguman a zarokekî
12:06 Cenazeyê zarokê winda di kanala avdaniyê de hate dîtin
11:59 Parêzeran ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:53 Di doza amûrsaz Akin de piştî 13 salan bêyî parêzer keşf hate kirin
11:42 Jinek û sê zarok hatin qetilkirin
11:24 DEM Partiyê ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serî li wezaretê da
10:45 Ecevît Pîroglû 109 roj in di greva birçîbûnê de ye: Daket 48 kîloyan
10:36 Di lêpirsîna mirina li nexweşxaneyê de xemsarî: Li benda mirina wî sekinîne!
10:24 11 mamosteyên binçavkirî hatin berdan
10:14 Zarokê di qezaya Tarsûsê de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
10:06 Doza jinên 11 mehan girtî mabûn hate redkirin
10:03 Rojnameger Aktan: Dixwaze bi pêşnûmeya ‘sîxûrtiyê bandorkirinê’ bêdeng bikin
10:02 Îzmîrî: Aborî dikare bi guhertineke bingehîn baş bibe
09:32 Ji Meteorolojiyê hişyarî
09:26 Têkildarî navenda asîmlasyonê YÎBO'yan xebateke nû
09:22 Li Tarsusê 5 girtî sewqî girtîgehên cuda hatin kirin
09:08 Ji ber bibîranîna Roboskiyê doz li midûrê dibistanê hat vekirin
09:06 Jiyana li Gabarê di xetereyê de ye
09:04 Girtiyên siyasî 186 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di çalakiyê de ne
09:03 Qeyûm beriya hilbijartinê bi çend rojan gelek cih dewr kirine
09:02 Xwişka Veysî Aktaş: Îmrali cihekî pir zehmet e
09:01 Tecrîda girankirî ket meha 39’emîn: Divê biryarên DMME’yê werin pêkanîn
09:00 DEM Partî wê li Hîlwanê bi 843 kesan ve xwedî li sindoqan derkeve
09:00 ROJEVA 30'YÊ GULANA 2024'AN
08:22 Li Kenyayê karesata lehiyê: 52 kes winda ne
29/05/2024
20:38 Çelenga reş danîn ber NY'yê: Hûn nikarin tecrîdê ji nedîtî ve bên
20:34 Ji bo girtiyên 1’ê Gulanê 567 sal ceza hat xwestin
20:30 Li gelek bajaran şermezarkirina êrişên Îsraîlê
17:44 Ji dayikên ku xwestin ber bi Wezareta Dadê ve bimeşin çalakiya 'laçikên spî'
16:25 TJA komxebata ‘Xwendinên Heqîqetê’ li dar xist
16:07 Eleqeyeka zêde ya ji bo pêşangeha ‘Dest bi dest berxwedana me’
15:41 Ji hilbijartinê re 4 roj man: Em ê li Hîlwanê dîsa bi ser bikevin
15:26 Li Qoserê jinek bi awayek birîndar hat dîtin
14:46 Malbata Aktaş ê li Îmraliyê tê ragirtin serî li OHD’ê û ÎHD’ê da
14:18 Doza rojnameya Ozgur Gundemê hate taloqkirin
13:35 Li Xîzanê operasyona leşkerî
13:24 Rejîma Îranê kolberek qetil kir
13:12 Dozger hê bi dozê û ceza hesiya!
12:36 Xwendekara zanîngehê bi awayek guman mir
12:36 Pêşniyarqanûna ‘bila cezayê muebbeta girankirî’ bê rakirin dan Meclisê
12:22 DEM Partiyê têkildarî Komkujiya Çorumê daxuyanî da
12:03 Ji ber tacîza zayendî cezayê hefsê dan şaredarê ji Partiya Îyiyê
10:44 Li girtîgehan lêgerîna tazî didome: Hewldana çewisandina nasnameya jinê ye
10:24 Gingell: Divê CPT wêrek be û der barê Îmraliyê de agahî bide
10:23 Girtiyên siyasî 185 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di çalakiyê de ne
10:22 Li Brezîlyayê karesata lehiyê: Hejmara miriyan bû 169
10:11 Li Îzmîrê kesekî dayik û bavê xwe kuşt
10:09 Rêxistina Efûyê: Di 2023’yan de li Îranê 853 kes hatin bidarvekirin
09:51 Hat îdiakirin ku AKP’iyan bi pereyan gelek kes girtine Şaredariya Cizîrê
09:34 Dayik bi daxwaza Edaletê ber bi Enqereyê ve diçin
09:27 Mehmet Atli 30 saliya hunermendiya xwe pîroz kir
09:24 Orkestraya Mezopotamyayê hewl dide gelên cuda bîne cem hev
09:23 Ji bo hilbijartina Curnê Reş banga heyeta çavdêriyê li hiqûqnasan hat kirin
09:07 6'emîn Rojên Ma Musicê diyarî Rênçber Ezîz tê kirin
09:05 Li Stenbolê herî kêm 81 kes hatin girtin: Têkoşîn êdî ne alternatîf e, mecbûrî ye
09:01 Ji ber bihabûna zêr berê xwe didin îmîtasyonvanan
09:00 ROJEVA 29’Ê GULANA 2024’AN
08:57 300 êzidî vegeriyan Şengalê
08:50 Ji bo gelek bajaran hişyariya barînê hate kirin
08:39 Komîsyona Hilbijartinê ya Iraqê: Divê dîroka hilbijartina nû were diyarkirin
28/05/2024
21:21 Li Geverê 2 kes hatin girtin
20:00 Li Periyê xebatên hilbijartinê didomin: Em xwedî li vîna xwe derkevin
19:52 Nobeta Emîne Şenyaşar di roja 115’emîn de ye
17:14 Ji şaredariya DEM Partiyê projeya ‘mala bêhnvedanê ya jinan’
17:08 Ji qatilê stranbêjê kurd re cezayê muebedê hat xwestin
16:51 Îdianameya duyemîn a Kobanê: ‘Sûcê kuştinan’ ku hat beraetkirin dîsa di dosyeyê de ye
16:50 Li Curnê Reş serdana ciwanan û kedkaran hate kirin
16:34 DEM Partiyê ji bo girtiyê nexweşê giran Kûday serlêdan kir
16:22 Erîş û ciwanên li gel wê hatin berdan
16:09 ‘Komkujiyên Roboskê û Refahê berhema heman siyasetê ye’
15:47 6’emîn Rojên Ma Mûsîcê dest pê dikin
15:22 Li Silopiyayê 200 donimên zeviyên genim şewitîn
14:53 Ata: Divê em fikra çareseriya demokratîk civakî bikin
14:42 Li Sêwregê birîna ceyranê hat protestokirin
14:22 Hatîmogûllari ji bo piştevaniyê peyam ji Yenî Yaşamê re şand
14:16 Jinan li Silopiyayê çalakiya xwendinê li dar xist
14:11 Wêneyên ku jinên girtî xêz kirine dê bên pêşandan
13:58 Saziyên sivîl û partiyên siyasî li dijî mufredata nû biryara 'têkoşîna hevpar' girtin
13:55 OHD’ê li dijî tecrîdê carek din serî li Baroya Amedê da
12:55 Komên paramîlîter ên dewleta tirk li Efrînê 2 kes revandin
12:44 Bakirhan: Tifaqa xwe ya bi JÎTEM’ê re bi dawî bikin
12:39 Ji bo 5 parlamenterên HDP’î cezayê muebbeta giran hate xwestin
12:29 Parêzer Firat Taşkin hat beraetkirin
12:12 Doza kujerê Rozerîn Yildiz hat taloqkirin
11:40 Mala Jinê ya Kardelenê ya li Rezanê dîsa dest bi xebatên xwe kir
11:15 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo çûna Îmraliyê serlêdan kir
10:50 Girtiyê nexweş ê ku bûye 41 kîlo bi hinceta ‘ji bo civakê talûke ye’ nayê berdan
10:39 Hunermend Çîftçî beraet kir
10:31 Teqawîdan pêşniyara ‘teserûfê’ kir: Bila deriyê qesrê bê kilîdkirin
10:13 Daxwaza hevpar a kesên li hundir û derve li ber xwe didin: Azadî ji bo Ocalan