Hat îdiakirin ku AKP’iyan bi pereyan gelek kes girtine Şaredariya Cizîrê

  • rojane
  • 09:51 29 Gulan 2024
  • |
ŞIRNEX - Hevşaredara Cizîrê Guler Yerbasan diyar kir ku ji ber hejmara zêde ya karkeran ku qeyûm beriya hilbijartinê xistine şaredariyê, ji sedî 75’ê bûdçeya şaredariyê ji bo mûçeyan diçe û wiha got: “Îdia hene ku bi bedela 400 hezar TL’an kes girtine şaredariyê. Yên pere dayîn girtine şaredariyê.” 
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên 31’ê Adarê de Şaredariya Cizîr a Şirnexê bi ferqekî mezin bi dest xist. Hevşaredarên Cizîrê Guler Yerbasan Tunç û Abdurrahîm Durmuş weke karê ewil dest bi texrîbata qeyûm li pey xwe hiştî kirin. Li gorî tespîtan, rêveberiya qeyûm 778 milyon TL deyn li pey xwe hiştiye. Qeyûman gelek neguhêzbarên ku park jî di nav de bûn, dewrî saziyên cuda kirin. 
 
Li gel deyn û neguhêzbaran, her wiha derket holê ku qeyûm Nazli Demîr beriya hilbijartinê di nava 2 mehan de 101 kes girtiye kar. Hat zanîn ku ji 101 kesan 65 jê çendek roj beriya hilbijartinê girtiye şaredariyê. Bi girtina karkerên dawî re hejmara xebatkarên şaredariyê derket 765 kesan. Balkêş e ku gelemperiya kesên girtiye kar jî xizmên AKP’iyan e. 
 
Rêveberiya DEM Partiyê têkildarî kesên rêveberiya qeyûm bi awayekî derusûlî girtiye kar, lêpirsîn da destpêkirin. Komîsyonê tespît kir ku bi girtina karkerên dawî re kotaya personelan hatiye derbas kirin lewma piraniya bûdçeya şaredariyê ji bo mûçeyên xebatkaran diçe. Di çarçoveya tespîtên komîsyonê de 63 kesên weke “memûrên bankamatîkê” tên pênasekirin û bi awayekî derusûlî girtine kar, ji kar hatin derxistin. 
 
Medyaya îktîdarê ya ku di serdema qeyûman de di bin navê “xizmeta abonetiyê” de bi milyonan TL pere qezenc kirin, ji ber wergirtinên kar ên şaredariyê xistine zirarê hevşaredar hedef girtin. 
 
Hevşaredara Cizîrê Guler Yerbasan, têkildarî wergirtina karkeran a dersusûlî û tespîtên komîsyonê ji ajansa me re axivî. 
 
BERIYA HILBIJRTINÊ GELEK KES GIRTINE KAR 
 
Yerbasan, anî ziman ku qeyûman rê li ber texrîbateke mezin vekirine û wiha got: “Her tiştê aydê şaredariyê hatiye bexşkirin. Heta qeyûm wesayîtên şaredariyê jî daye saziyên nêzî îktîdarê. Mirov dikare bibêje ku tapûya şaredariyê avêtine. Bi karkerên di nava 3-4 mehên dawî de girtine kar re hejmara xebatkarên şaredariyê derketiye 765'an. Pir bi ser kapasîteya şaredariyê re ye. Kapasîteya karkeran a şaredariyê ji sedî 40 e. Lê wan ji sedî 50 derbas kirine. Ev ji bo şaredariyê xetere ye. Herî zêde dikare 500 kes li Şaredariya Cizîrê bixebitin.” 
 
JI SEDÎ 75’Î BÛDÇEYÊ JI BO MÛÇEYAN DIÇE 
 
Yerbasan, da zanîn ku piştî tespîtên komîsyonê neçar mane ku karê hinek kesan bi dawî bikin û wiha pê de çû: “Xebatên komîsyonê yên têkildarî karkeran didomin. Lêkolîn dikin bê ka kesên di demên dawî de girtine kar çi karî dikin, li ku ne û di çi astê de dixebitin. Bifikirin ku ji sedî 75’ê bûdçeya şaredariyê ji bo mûçeyên karkeran diçe.” 
 
ÎDIAYA ‘BI PEREYAN GIRTINE KAR’
 
Yerbasan, got ku heke piraniya bûdçeyê ji bo mûçeyan biçe wê demê dê di xizmetdayînê de kêmasî çêbibin û ev tişt anî ziman: “Di nava 2 hefteyan de 63 kes ji kar hatin derxistin. Ev kes di nava 4 mehên dawî de girtine kar. Ev kes kî ne? Xizmên namzetê şaredariyê yê AKP’î Omer Yildiz in. Qismek jî alîgirên qeyûm in. Îdia hene ku beriya hilbijartinê bi bedela pereyan kes girtine kar. Tê îdiakirin ku rêveberiya AKP’ê ya navçeyê bi bedela 400 hezar TL’an kes girtine kar. Ev hejmara xebatkaran vê îdiayê piştrast dike. Her kesên 400 hezar TL dane rêxistina AKP’ê li şaredariyê bi cih kirine. Berpirsyarê vê rêxistina AKP’ê û qeyûm bi xwe ne.”
 
Têkildarî kesên piştî ji kar hatine derxistin çalakî li dar xistin jî Yerbasan wiha got: “Banga min a ji bo wan ev e; mafê we yê rewa qeyûm ji destê we girt, AKP’ê ji we girt. Bi pere û hîleyan hûn girtin şaredariyê û mal û milkê vî gelî talan kirin. Di nava salekê de 778 milyon deyn kirine. Ev henek nîne. 765 xebatkar bi ser kapasîteya şaredariyê re ye.” 
 
PEYMANA TÎS’Ê: MÛÇE DÊ BÛDÇEYÊ DERBAS BIKIN 
 
Yerbasan, got ku qeyûm beriya biçe bi HAK-ÎŞ’ê re Peymana Kar a Komelî çêkiriye û wiha rave kir. “Weke Şaredariya Cizîrê em di bin rîskekî mezin de ne. Her sê mehan carekî yan jî 6 mehan carekî ji bo mûçeyên karkeran zeman dikin. Di nava 5-6 mehan de dê mûçeyê karkeran bibe 100-150 milyon lîre. Heke karker ji bûdçeya şaredariyê bêhtir bigirin, wê demê mimkin nîne em bi vê peymanê bikin.” 
 
'EM JI BO XIZMETA GEL HATINE’
 
Têkildarî “kampanyaya reşkirinê” ya derheqê şaredariyê jî Yerbasan got ku wan pêvajoya hiqûqî dane destpêkirin. Yerbasan, axaftina xwe wiha qedand: “Ji bo berê me û gel bidin hev her tiştek kirine. Em bang li kesên ketine vê xefikê dikin ku nebûn amûrên wan. Rewşa şaredariyê li holê ye. Destê xwe deynin ser wijdana xwe û piştgiriyê bidin şaredariyê. HAK-ÎŞ’ê çendek roj berê li pêşiya şaredariyê daxuyanî da. Hem heqaret li me kir hem jî derew û îftîra kir. Me derheqê van kesan de serlêdana sûc kir. Niha li pêşiya şaredariyê kon vegirtine. Em ê wan asteng nekin. Heke wijdana wan rehet be bila bidomînin. Lê belê vê yekê baş bizanin ku em ê tiştên aydê vî gelî nexin xetereyê. Em ji bo xizmeta vî gelî hatine. Em ê ji vê sekn û helwesta xwe tawîzê nedin.” 
 
MA / Zeynep Durgut
 

Sernavên din

10/06/2024
23:59 Li Stenbolê Nobeta Edaletê: Divê têkoşîna rêya sêyem bê xurtkirin
23:09 Çalakî di roja 7'an de ne: Dest ji tayinkirina qeyûman berdin
22:27 Roja ewil a 'Meşa Demokrasiyê' bi dawî bû
20:37 Berdevkê CHP'ê: Qeyûm, qanûna darbeyê ye
19:27 DEM Partiyê li ser meseleya tayinkirina qeyûman serdana 3 partiyan kir
17:40 Colemêrgiyan vexwendin mîtîngê
16:55 Li pêşiya girtîgehan bang kirin: Divê bi Abdullah Ocalan re hevdîtin were kirin
16:44 Şofêrê ji Silopiya li Zaxoyê hat kuştin
16:09 Cûdî û Gabar dîsa hatin qedexekirin
15:45 Hevserok Erol îfade da: Wek qanûnî wêneya Erdogan ne ferz e
15:35 Li Cadeya Îstîklalê protestokirina qeyûm
14:52 Li dijî qanûna ‘kuştinê’ derketin: Bela xwe ji heywanan vekin
14:35 Doza tecawizê ya cemaetê taloqî 16’ê tîrmehê hate kirin
14:12 Giliyê Yenî Şafakê a Şaredariya Bajarê Mezin hedef girtibû hate kirin
14:08 Ji Şemzînanê ‘Meşa Demokrasiyê’ ya li dijî qeyûm dest pê kir
13:39 Koçyîgît: Heta ku biryara qeyûm tê betalkirin dê têkoşîna me bidome
12:34 Di hilbijartina PE’yê de partiyên rastgir-nijadperest bi ser ketin
12:30 Berteka bihayê dexl û dan: Cotkar nikarin çandiniyê bikin
12:29 Li Wanê lehî rabû gelek ajal mirin
11:32 Namzetên serokkomariya Îranê diyar bûn
11:02 Rêjeya bêkariyê derket ji sedî 27,2’yê
10:35 TBB’ê ji 175 wesayîtan 138 jê ji bo şaredariyên AKP’î tehsîs kiriye
10:07 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo rewşa Îmraliyê serlêdana ‘Çalakiya lezgîn’ li NY'ê kir
09:30 Li Rezanê ji bo jinan qursên pîşeyî yên taybet tên dayîn
09:14 Çalakiya 'azadiyê' ya girtiyan berdewam dike
09:01 Meleyên li Amedê: Tayînkirina qeyûmê ser îradeya gel ne caîz e
09:01 Li dora şaredariyên xwe nobedê digirin: Em bên kuştin jî îradeya xwe radestî wan nakin
09:00 Ocalan jê pirsîn û bi hinceta 'li gorî qeydên ewlehiyê tevnegeriyaye' tehliyeya wê taloq kirin
09:00 ROJEVA 10’Ê HEZÎRANA 2024’AN
08:20 Xwebûn bi manşeta ‘Li dijî înkar û qeyûman BERXWEDAN’ derket
09/06/2024
23:45 Ciwanan ji bo şaredariya xwe çalakî li dar xistin
21:24 Nobedariya li dijî qeyûm di roja 6'emîn de berdewam dike
19:30 Gelê Amedê li dijî qeyûm meşiya: Em ê rê nedin qeyûmê Erdogan û Bahçelî
19:19 ‘Meşa Colemêrgê’ sibê ji Şemzînanê dest pê dike
19:00 Li Stenbolê tayînkirina qeyûm hat protestokirin: Bijî berxwedana gelê kurd
17:17 Konferansa Ciwanan a Rojhilata Navîn di roja 2’yan de didome
16:52 Yeni Şafakê piştî pere ji ser wê qut bûn DBB ‘terorist’ îlan kir
16:41 ‘Bila kes zorê li sebra kurdan neke'
15:57 Bayindir: Kurd heta ku mafê xwe bi dest nexin gavan paşve navêjin
14:21 '13'ê hezîranê li Colemêrgê roja mezinkirina têkoşînê ye'
14:19 Birûskê li keriyê pez xist: 140 mih mirin
13:24 Li Şirnexê cînayeta kar
12:13 Prof. Norman Peach: Tirkiye hiqûqê binpê dike
11:35 Dadgehê boykot dikin û dernakevin hevdîtina malbatan
11:23 Rojnameger Buldan: Tirkiye serkeftina ku dixwaze bi dest rnaxe
11:06 DEM Partî dê di 13'ê hezîranê de li Colemêrgê mîtîngê li dar bixe
09:55 Girtiyê di rojiya mirinê de ye daket 40 kiloyan
09:36 Hejmara 67'emîn a Kovara Jin derçû
09:15 Ji Dayikên Aştiyê peyam: Êdî kurdên berxwedêr hene
09:08 'Ji bo ku êzidî venegerin Şengalê îmzeyan kom dikin'
09:04 Sê car in înfaza girtiyê nexweş Kolanç tê şewitandin
09:02 Hinceta biryara beraetê: Beyanên kesên menfeeta wî tê de hebe esas nayê girtin
09:00 ROJEVA 9’Ê HEZÎRANA 2024’AN
08/06/2024
22:13 Li Amedê wê li dijî qeyûm meş bê lidarxistin
19:14 Stenbolê ji bo Colemêrgê dest bi nobedê kir
18:48 Malbatên kesên hatin qetilkirin li Amedê hatin cem hev
18:45 Hafiz Akdemir hat bibîranîn
17:01 Li daristana Çiyayê Bagokê şewat derket
16:46 Muezîne ku anonsa ‘Deriyên xwe ji DEDAŞ’ê re venekin’ kir hate binçavkirin
16:26 Ji bo girtiyên nexweş Kûday û Îvrendî çalakî
16:01 Piştgiriya jinên femînîst a li dijî qeyûm: Bêyî piştgiriyê yek ji me azad nabe
15:50 Li Rihayê jinek hate qetilkirin
15:36 Ji bo Aksoy û Cîngoz daxwaza edaletê hate kirin
15:35 ÎHD’ê li avahiyê xwe ve pankarta ‘Ji qeyûman re na’ daliqand
15:18 Erol: Îmrali di qada navnetewî de cihê yekem e ku statuya wê ne diyar e
15:07 Şaredariya Rezanê hevdîtinên jinan da destpêkirin
14:41 Ji hunermendan berteka qeyûm: Bêdeng nemînin
14:31 Li dijî binçavkirinên li Amedê bertek hate nîşandan
14:23 43 sal berê darve kirin û cenazeyê wî winda kirin
13:45 Rojnameger Ayik: Girtîgeh neynika dewletê ne
12:34 DEM Partî ji bo çalakiya protestoya qeyûm a li Şîşhaneyê bang kir
12:02 Çalakiya malbatên windakiriyan di hefteya 800’emîn de ye: Em hestiyên xwe dixwazin
11:06 Li Erxaniyê 5 kes hatin binçavkirin
10:36 Tevî biryara betalkirinê ya Dadgaha Bilind xebatên kanegeriyê didomin
10:31 Li Licikê cenazeyê karkerê dawî jî hate dîtin
10:27 Ji Stenbolê berteka li dijî qeyûm: Em qebûl nakin
10:08 Girtiya nexweşa penceşêrê nayê dermankirin
09:33 Berdana Atsiz ê 30 sal in girtiye cara duyemîn hat taloqkirin
09:30 Çalakiya girtiyan a boykotkirinê didome
09:09 Wezaretê HPG’iyê birîndar wek kuştî ragihand
09:03 Li 14 girtiyên ku Komkujiya 19'ê Kanûnê protesto kirin cezayê dîsîplînê hat birîn
09:02 Parezerê OHD'yî Bayram: Jehrkuja tecrîda girankirî têkoşîna hevpar e
09:00 Parêzer Qurbanî: Îranê mafê parastinê yê Ozdemîr esas negirt
09:00 ROJEVA 8'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
07/06/2024
21:22 Nobeda li dijî desteserkirina vînê didome
19:35 Doza Dayikên Şemiyê hat taloqkirin
19:27 Ji malbata Gezîcî 2 kes hatin berdan
16:45 Xizmên Windayan dê sibê cara 800’emîn bên ba hev
16:36 Protestoyên li dijî xespkirina îradeyê di roja 5’an de domiyan
16:34 Leşkerên ku diçûn Colemêrgê qeza kirin: 4 leşker birîndar bûn
16:24 Bozan: Heta ku tecrîd rabe dê têkoşîn bidome
16:00 Li dijî qeyûm hevdîtina bi gel re û serdana dikandaran
15:47 ÎHD’ê banga ‘betalkirina biryara tayînkirina qeyûm’ li îktîdarê kir
15:46 Navê Hafiz Akdemîr jinûve dan parkê
15:45 Dema CHP û MHP dadixînin pirsgirêk nîne, dema DEM Partî dadixîne lêpirsîn tê destpêkirin
15:29 Di behrê de cenazeyê jinekê hate dîtin
14:38 Operasyona leşkerî ya li Liceyê didome
14:00 Fadil Şenyaşar dîsa nehat berdan
13:54 MKG’ê rapora meha gulanê eşkere kir: 24 rojnameger hatin darizandin
13:38 Hafiz Akdemîr dê li kolana lê hate qetilkirin bê bibîranîn