Bahçecî: Dixwazin bi şerê taybet re jinan bêvîn bihêlin

  • jin
  • 09:49 6 Hezîran 2024
  • |
img
AMED - Berdevka Meclisa Jinan a DBP’ê Bêrîvan Bahçecî diyar kir ku bi polîtîkayên şerê taybet herî zêde jinên ku dixwazin bê vîn bihêlin hedef tê girtin û got: “Jin dê dawiyê li tifaqa dijminên jinan bînin.”
 
Li Kurdistanê bi polîtîkayên şerê taybet ên weke ferzkirina sîxûrtiyê, fihûş û tiryakê jin û ciwan hedef tên girtin. Ji bilî leşker û polîsan komele, “saziyên ramanê”, terîqet û cemaetên alîgir van polîtîkayan dimeşînin. Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Bêrîvan Bahçecî, polîtîkayên şerê taybet nirxandin. Bahçecî, bi lêv kir ku girseya hedef û rêbazên şerê taybet gelekî berfireh e û diyar kir ku pergal bi van polîtîkayan ewilî jinan hedef digire. 
 
Berdevka Meclisa Jinan Bêrîvan Bahçecî
 
DOKÛ Û ER
 
Bahçecî ya xwendekara zanîngehê Gulistan Dokû ya di 5’ê çileya 2020’an de li Dêrsimê hate windakirin û hêj aqûbeta wê nehatiye aşkerekirin û Îpek Er a 18 salî ku piştî li navçeya Qûbîn a Êlihê rastî tecawiza çawişê pispor Mûsa Orhan hat û bi întîharê di 18’ê tebaxa 2020’an de jiyana xwe ji dest da bi bîr xistin. Bahçecî, anî ziman ku her mînak, mînaka polîtîkayên şerê taybet ên li dijî jinan tên meşandine. Bahçecî, da zanîn ku leşker û polîsên dişînin Kurdistanê van polîtîkayan dimeşînin û got: “Em dikarin vê di bûyera tacîza leşker a herî dawî li Şirnexê pêk hatî de bibînin.”
 
‘ARMANCA BINGEHÎN EW E KU JINAN BÊVÎN BIHÊLIN’ 
 
Bahçecî, bi lêv kir ku şerê taybet tenê bi ser jinan nayê meşandin, weke civakî û aborî li ser hemû civakê tê meşandin û got: “Bi polîtîkayên şerê taybet dixwazin jinan bêvîn bihêlin. Dixwazin jinan di civakê de bêbandor bihêlin. Em dixwazin weke bîrdozî civakbûneke ku jin pêşeng e ava bikin. Di encama têkoşîna jinan de jin îro zêdetir bihêz in. Pergal jî bi şerê taybet berovajiyê vê armanc dike. Dixwaze jinê bike mal û bikin koleyên mêran. Dizanin ku pêşenga hêza avakirina civaka birêxistinî jin in. Jina bi hêz xwe dizane li dijî xwe weke gefekê dibînin.”
 
‘DAWIYA TIFAQA DIJMINÊN JINAN DÊ WERE’ 
 
Bahçecî, destnîşan kir ku qeyûmên li Kurdistanê tayînî şaredariyan tên kirin nikare bi polîtîkayên şerê taybet serbixwe bên destgirtin û got: “Esas hedefa ewil a feraseta ku qeyûm tayînî vîna gelê kurd dike xebatên civakî û aborî yên ji bo jin, zarok û ciwanan e. Di şaredariyên gel de saziyên jinan hene. Li wir jinan xwe baştir û rehettir hîs dikirin. Mekanîzmayeke xizmetê ku dema hevjînê wê, kekê wê bavê wê tundî lê dikir bikare biçê, hebû. Lê ji sala 2016’an ve vîna gel tê xespkirin. Feraseta faşîst ji vê cesarete digire û her cure şerê psîkolojîk û tundiyê li ser jinan û ciwanan dimeşîne.”
 
Bahçecî, diyar kir ku gelê kurd di hilbijartinên dawî de ji van polîtîkayan re gotin “bes e” û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Lê tifaqa faşîst a AKP’ê û MHP’ê ya têkçûn qebûl nekir, qeyûm tayînî vîna gel kir. Lê gelê me dê vê carê destûrê nede polîtîkayên qeyûman û şerê taybet. Ji ber vê yekê desthilat dê mezintir têk biçe, jin dê li dijî polîtîkayên qirêj li qadê bihêztir û rêxistinkir dawiyê li tifaqa dijminên jinan bînin.”
 
 

Sernavên din

11/06/2024
08:10 Bi sûrên Stenbolê ve pankarta 'bicehime qeyûm' hat daliqandin
10/06/2024
23:59 Li Stenbolê Nobeta Edaletê: Divê têkoşîna rêya sêyem bê xurtkirin
23:09 Çalakî di roja 7'an de ne: Dest ji tayinkirina qeyûman berdin
22:27 Roja ewil a 'Meşa Demokrasiyê' bi dawî bû
20:37 Berdevkê CHP'ê: Qeyûm, qanûna darbeyê ye
19:27 DEM Partiyê li ser meseleya tayinkirina qeyûman serdana 3 partiyan kir
17:40 Colemêrgiyan vexwendin mîtîngê
16:55 Li pêşiya girtîgehan bang kirin: Divê bi Abdullah Ocalan re hevdîtin were kirin
16:44 Şofêrê ji Silopiya li Zaxoyê hat kuştin
16:09 Cûdî û Gabar dîsa hatin qedexekirin
15:45 Hevserok Erol îfade da: Wek qanûnî wêneya Erdogan ne ferz e
15:35 Li Cadeya Îstîklalê protestokirina qeyûm
14:52 Li dijî qanûna ‘kuştinê’ derketin: Bela xwe ji heywanan vekin
14:35 Doza tecawizê ya cemaetê taloqî 16’ê tîrmehê hate kirin
14:12 Giliyê Yenî Şafakê a Şaredariya Bajarê Mezin hedef girtibû hate kirin
14:08 Ji Şemzînanê ‘Meşa Demokrasiyê’ ya li dijî qeyûm dest pê kir
13:39 Koçyîgît: Heta ku biryara qeyûm tê betalkirin dê têkoşîna me bidome
12:34 Di hilbijartina PE’yê de partiyên rastgir-nijadperest bi ser ketin
12:30 Berteka bihayê dexl û dan: Cotkar nikarin çandiniyê bikin
12:29 Li Wanê lehî rabû gelek ajal mirin
11:32 Namzetên serokkomariya Îranê diyar bûn
11:02 Rêjeya bêkariyê derket ji sedî 27,2’yê
10:35 TBB’ê ji 175 wesayîtan 138 jê ji bo şaredariyên AKP’î tehsîs kiriye
10:07 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo rewşa Îmraliyê serlêdana ‘Çalakiya lezgîn’ li NY'ê kir
09:30 Li Rezanê ji bo jinan qursên pîşeyî yên taybet tên dayîn
09:14 Çalakiya 'azadiyê' ya girtiyan berdewam dike
09:01 Meleyên li Amedê: Tayînkirina qeyûmê ser îradeya gel ne caîz e
09:01 Li dora şaredariyên xwe nobedê digirin: Em bên kuştin jî îradeya xwe radestî wan nakin
09:00 Ocalan jê pirsîn û bi hinceta 'li gorî qeydên ewlehiyê tevnegeriyaye' tehliyeya wê taloq kirin
09:00 ROJEVA 10’Ê HEZÎRANA 2024’AN
08:20 Xwebûn bi manşeta ‘Li dijî înkar û qeyûman BERXWEDAN’ derket
09/06/2024
23:45 Ciwanan ji bo şaredariya xwe çalakî li dar xistin
21:24 Nobedariya li dijî qeyûm di roja 6'emîn de berdewam dike
19:30 Gelê Amedê li dijî qeyûm meşiya: Em ê rê nedin qeyûmê Erdogan û Bahçelî
19:19 ‘Meşa Colemêrgê’ sibê ji Şemzînanê dest pê dike
19:00 Li Stenbolê tayînkirina qeyûm hat protestokirin: Bijî berxwedana gelê kurd
17:17 Konferansa Ciwanan a Rojhilata Navîn di roja 2’yan de didome
16:52 Yeni Şafakê piştî pere ji ser wê qut bûn DBB ‘terorist’ îlan kir
16:41 ‘Bila kes zorê li sebra kurdan neke'
15:57 Bayindir: Kurd heta ku mafê xwe bi dest nexin gavan paşve navêjin
14:21 '13'ê hezîranê li Colemêrgê roja mezinkirina têkoşînê ye'
14:19 Birûskê li keriyê pez xist: 140 mih mirin
13:24 Li Şirnexê cînayeta kar
12:13 Prof. Norman Peach: Tirkiye hiqûqê binpê dike
11:35 Dadgehê boykot dikin û dernakevin hevdîtina malbatan
11:23 Rojnameger Buldan: Tirkiye serkeftina ku dixwaze bi dest rnaxe
11:06 DEM Partî dê di 13'ê hezîranê de li Colemêrgê mîtîngê li dar bixe
09:55 Girtiyê di rojiya mirinê de ye daket 40 kiloyan
09:36 Hejmara 67'emîn a Kovara Jin derçû
09:15 Ji Dayikên Aştiyê peyam: Êdî kurdên berxwedêr hene
09:08 'Ji bo ku êzidî venegerin Şengalê îmzeyan kom dikin'
09:04 Sê car in înfaza girtiyê nexweş Kolanç tê şewitandin
09:02 Hinceta biryara beraetê: Beyanên kesên menfeeta wî tê de hebe esas nayê girtin
09:00 ROJEVA 9’Ê HEZÎRANA 2024’AN
08/06/2024
22:13 Li Amedê wê li dijî qeyûm meş bê lidarxistin
19:14 Stenbolê ji bo Colemêrgê dest bi nobedê kir
18:48 Malbatên kesên hatin qetilkirin li Amedê hatin cem hev
18:45 Hafiz Akdemir hat bibîranîn
17:01 Li daristana Çiyayê Bagokê şewat derket
16:46 Muezîne ku anonsa ‘Deriyên xwe ji DEDAŞ’ê re venekin’ kir hate binçavkirin
16:26 Ji bo girtiyên nexweş Kûday û Îvrendî çalakî
16:01 Piştgiriya jinên femînîst a li dijî qeyûm: Bêyî piştgiriyê yek ji me azad nabe
15:50 Li Rihayê jinek hate qetilkirin
15:36 Ji bo Aksoy û Cîngoz daxwaza edaletê hate kirin
15:35 ÎHD’ê li avahiyê xwe ve pankarta ‘Ji qeyûman re na’ daliqand
15:18 Erol: Îmrali di qada navnetewî de cihê yekem e ku statuya wê ne diyar e
15:07 Şaredariya Rezanê hevdîtinên jinan da destpêkirin
14:41 Ji hunermendan berteka qeyûm: Bêdeng nemînin
14:31 Li dijî binçavkirinên li Amedê bertek hate nîşandan
14:23 43 sal berê darve kirin û cenazeyê wî winda kirin
13:45 Rojnameger Ayik: Girtîgeh neynika dewletê ne
12:34 DEM Partî ji bo çalakiya protestoya qeyûm a li Şîşhaneyê bang kir
12:02 Çalakiya malbatên windakiriyan di hefteya 800’emîn de ye: Em hestiyên xwe dixwazin
11:06 Li Erxaniyê 5 kes hatin binçavkirin
10:36 Tevî biryara betalkirinê ya Dadgaha Bilind xebatên kanegeriyê didomin
10:31 Li Licikê cenazeyê karkerê dawî jî hate dîtin
10:27 Ji Stenbolê berteka li dijî qeyûm: Em qebûl nakin
10:08 Girtiya nexweşa penceşêrê nayê dermankirin
09:33 Berdana Atsiz ê 30 sal in girtiye cara duyemîn hat taloqkirin
09:30 Çalakiya girtiyan a boykotkirinê didome
09:09 Wezaretê HPG’iyê birîndar wek kuştî ragihand
09:03 Li 14 girtiyên ku Komkujiya 19'ê Kanûnê protesto kirin cezayê dîsîplînê hat birîn
09:02 Parezerê OHD'yî Bayram: Jehrkuja tecrîda girankirî têkoşîna hevpar e
09:00 Parêzer Qurbanî: Îranê mafê parastinê yê Ozdemîr esas negirt
09:00 ROJEVA 8'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
07/06/2024
21:22 Nobeda li dijî desteserkirina vînê didome
19:35 Doza Dayikên Şemiyê hat taloqkirin
19:27 Ji malbata Gezîcî 2 kes hatin berdan
16:45 Xizmên Windayan dê sibê cara 800’emîn bên ba hev
16:36 Protestoyên li dijî xespkirina îradeyê di roja 5’an de domiyan
16:34 Leşkerên ku diçûn Colemêrgê qeza kirin: 4 leşker birîndar bûn
16:24 Bozan: Heta ku tecrîd rabe dê têkoşîn bidome
16:00 Li dijî qeyûm hevdîtina bi gel re û serdana dikandaran
15:47 ÎHD’ê banga ‘betalkirina biryara tayînkirina qeyûm’ li îktîdarê kir
15:46 Navê Hafiz Akdemîr jinûve dan parkê
15:45 Dema CHP û MHP dadixînin pirsgirêk nîne, dema DEM Partî dadixîne lêpirsîn tê destpêkirin
15:29 Di behrê de cenazeyê jinekê hate dîtin
14:38 Operasyona leşkerî ya li Liceyê didome
14:00 Fadil Şenyaşar dîsa nehat berdan
13:54 MKG’ê rapora meha gulanê eşkere kir: 24 rojnameger hatin darizandin