Li faîlên Avcil û li aqûbeta Çalik û Fîdan hat pirsîn

  • rojane
  • 12:05 15 Hezîran 2024
  • |

AMED/ÊLIH/COLEMÊRG - Xizmên Windayan û ÎHD li Amedê li faîlên Vejdîn Avcil pirsîn û li Êlihê jî li aqûbeta Salîh Çalik û Sînan Fîdan ên 30 sal in winda ne pirsîn. 

Xizmên Windayan û rêveberên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê di hefteya 801’emîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin faîl bên darizandin” li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşûyolû li hev civiyan. Xizmên windayan û parêzvanên mefên mirovan wêneyên windayan li erdê raxistin û hildan destê xwe. 
 
Nûnerê Herêmê yê ÎHD’ê Tahîr Saçakli di çalakiyê de axivî û nerazîbûn nîşanî beraetkirina polîsên bersûc ên doza Tahîr Elçî da. 
 
 
Di çalakiya vê hefteyê de serpêhatiya windakirina Vejdîn Avcil ê di 12’ê hezîrana 1994’an de li navçeya Dêrîka Mêrdînê hat windakirin û piştî 18 salan cenazeyê wî ji gora komî ha derxistin, hat xwendin.
 
Endama Komîsyona Windayan a ÎHD’a Amedê parêzer Berfîn Elçî serpêhatiya windakirina Vejdîn Avcil xwend. Elçî anî ziman ku tevî hemû lêgerînên malbatê jî Avcil nehat dîtin û piştî 18 salan li ser hewldana Şaxa ÎHD’ê ya Mêrdînê hestiyên wî derketin holê û radestî malbatê hatin kirin. Elçî da zanîn her çiqas fermandar û rayedarên leşkerî yên wê demê berpirs hatin dîtin jî piştî doz û dadgehkirinê jî biryara beratê hat dayîn.  
 
Piştî daxuyaniyê ji bo bîranîna Avcil û hemû windayan çalakiya rûniştinê hat lidarxistin. 
 
ÊLIH
 
 
Xizmên Windayan û rêveberên Şaxa ÎHD’a Êlihê jî di hefteya 673’yemîn li ber Bîrdariya Mafê Mirovan a li serê Cadeya Gulistanê çalakiya “Bila winda bên dîtin faîl bên darizandin” li dar xistin. Di çalakiyê de wêneyên windayan hat hildan û pankartê wêneyên windayan li serê hat vekirin. Di çalakiya vê hefteyê li aqûbeta Salîh Çalik û Sînan Fîdan ên di 6’ê hezîrana 1994’an de li navçeya Karazê ya Amedê hatin windakirin, hat pirsîn. 
 
Rêvebera ÎHD’a Êlihê Melek Atalay serpêhatiya windakirina Çalik û Fîdan xwend û xwest demildest aqûbeta her windayan bê eşkerekirin û faîlên wan bên dîtin û darizandin. Atalay serpêhatiya windakirina Çalik û Fîdan wiha vegot: “Di operasyona ser gund de leşkeran bi çekên lûle dirêj gundiya gulebaran kirin. Di gulebaranê de 2 gundiyan jiyana xwe ji dest da. Di bûyerê de Salîh Çalik ji lingê xwe birîndar bû. Ji ber birîndar bû nikaribû ji gund derkeve û xwe avêt mala Suleyman Muntaş. Leşkeran malê tespît kir û bi ser malê de girt. Di serdegirtinê de xwediyê malê Suleyman Muntaş, Salîh Çalik ê birîndar û Sînan Fîdan ê Çalik derman dikir ji aliyê leşekran ve hatin binçavkirin. Xwediyê malê Suleyman Muntaş piştî 25 rojan hat berdan. Lê binçavkirina Salîh û Sînan dewam kir. 
 
Ji wê rojê ve heta niha tu agahî ji Çalik û Fîdan nehatiye girtin. Malbatan serî li Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Ewlehiya Dewletê ya Amedê dan. Dayika Çalik gotibû ku ew şahidê revandina kurê xwe û Suleyman Muntaş û Sînan Fîdan e. Lê dozgeriyê daxwaznameya malbatê li wan zivirand. Dozgeriyê got ‘Van şexsan me negirtiye. Biçin ji PKK’ê bipirsin.’ Daxwaza malbatan qebûl nekir. Li gel hemû hewldan û serlêdanan jî aqûbeta Çalik û Fîdan nehat diyarkirin.”
 
 
Piştî daxuyaniyê di şexsê her du windayan de ji bo hemû windayan çalakiya rûniştinê hat lidarxistin. 
 
COLEMÊRG
 
 
ÎHD’ê û Xizmên Windayan li navçeya Geverê ya Colemêrgê jî çalakî di hefteya 127’an de li dar xistin û aqûbeta windayan kirin û xwestin faîl bên darizandin û girtin. Çalakî li Kuçeya Hunerê hat lidarxistin û wêneyên windayan û pankart hatin hildan. Di çalakiya îro de bertek nîşanî beraetkirina bersûcên doza Tahîr Elçî hat dayîn. 
 
Rêveberê ÎHD’a Colemêrgê parêzer Eren Baskin axivî û doza Tahîr Elçî bi bîr xist û got Elçî yê ku jiyana wî tev li ser têkoşîna mafên mirovan derbas bû, bi zanebûn hat kuştin. Baskin diyar kir ku çi dibe bila bibe ew ê li dijî polîtîkaya bêcezahiştinê ya di dosyeya Tahîr Elçî de dengê xwe bilind bikin û têkoşîna xwe zêdetir bikin. 
 
Piştî axaftinê çalakiya rûniştinê hat lidarxistin. 
 
 

Sernavên din

28/06/2024
15:50 Di meha 150’yan a Roboskê de peyama ‘Em ji bîr nakin’
15:36 Parêzerê Ocalan bi CPT'yê re hevdîtin pêk anî
15:25 Ji Erdogan daxuyaniya ‘em ê bi Esad re mîna berê tevbigerin’
15:05 Ji girtiyên 1’ê Gulanê 11 kesên din jî hatin berdan
14:48 Hevşaredara Colemêrgê Tekçe dê li Stenbolê hevdîtinan bike
14:47 Dîmenên nû yên grûba ku gefa kuştinê li jinan xwar derketin
14:02 Ji sedî 38 zem li ceyranê hate kirin
13:30 Li Edeneyê tundiya çawişê pispor: Kesek mir, 3 kes birîndar bûn
13:29 Li Amedê êrişî tenduristvanan kirin
13:06 Tirkiyeyê li Dihokê noqteya kontrolê ava kir û nasnameyan kontrol dike
12:24 Provokatora li ber şaredariyê nas derket
12:01 ‘Tol rakirina Şêx Seîd bi azadiya Rêber Apo watedar dibe’
12:00 Hevşaredarên jin civîna meclisê li Şaxê li dar xistin
11:47 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:45 Şaredariya Cizîrê piştî 8 salan dîsa dest bi tûrnûvaya futbolê dike
11:17 Stenbol ji mitînga ‘Em ê re nedin qeyûm’ re amade ye
11:16 Ceyran qet neçûye Kortî!
11:15 Herêma Sefineyê ya dîrokî bi dînamîtan tê tunekirin
11:11 Li dijî biryara Walîtiya Dêrsimê ya girtina rêyan bertek hat nîşandan
10:43 Hilbijartina serokkomariyê ya Îranê dest pê kir
10:39 Di doza tecawizkirina zarokê de hincet nayê eşkerekirin!
10:32 Şîrketên ceyranê di bin kontrola karsazên nêzî AKP’ê de ne
09:17 Bertek nîşanî biryara desthilatê ya ji bo meaşê kêmtirîn dan: Desthilat zengînan tercîh dike
09:14 Çalakiya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 215’an de didome
09:06 Rewşa bazaran: Êdî em nikarin ji zarokên xwe re fêkiyan jî bikirin
09:02 TUGVA Dibistana Havînê vedike: Zarokên xizanan hedef tên girtin
09:02 Germiyanî: 600 gundên Başûr di bin metirsiya valakirinê de ne
09:00 ROJEVA 28'Ê HEZÎRANA 2024'AN
08:02 Cenazeyê girtiyê nexweş Esen hate veşartin
27/06/2024
23:42 Beştaş: Ji bilî berxwedana li dijî qeyûm wekî din tu rê tune ye
20:15 Li Semsûrê ji ber têlên ceyranê şewat derket
18:46 Bêyî birînên wî bên pêçandin cenazeyê girtiyê nexweş radestî malbatê hat kirin
18:39 Denîz Poyraz hat bibîranîn
18:16 Şewata li Farqînê hat tefandin
16:56 Li Girê Spî zarokek hate qetilkirin
16:53 Li ber wezaretê ‘cînayetên jinan’ protesto kirin
16:35 OHD’ê ji bo tecrîdê serî li Baroya Rihayê da
16:31 Cenazeyê endamê HPG’ê 24 roj in li morgê tê sekinandin
16:02 Grûba duyemîn nobeda ‘rêzgirtina ji îradeyê re’ dewr girt
16:00 Ji ber têlên ceyranê yên DEDAŞ'ê li Mêrdînê dîsa şewat derket
15:56 CPT: Dewleta tirk 300 tank sewqî Herêma Kurdistanê kirin
15:04 Li Aldûşê şewata daristanê
14:58 Dikandarên senayiyê ji walîtiyê re gotin: Ji xetayê vegerin
14:42 Girtî Esen jiyana xwe ji dest da
14:41 Bariş Kiliç piştî 30 salan hat berdan
14:25 Li Îranê du namzetan xwe ji hilbijartinê vekişandin
13:58 Şewata li Mêrdînê ber bi gundan ve pêş dikeve
13:52 Jin: Em ê li djiî feraseta qirker têbikoşin
13:41 Berdana girtiyê ku dibêje ‘ez nepoşman im’ cara 3’yemîn hat taloqkirin
13:32 Doza kovara Modernîteya Demokratîk hat lidarxistin
13:25 Rojnameger Durgut û 17 jinên din beraet kirin
13:07 Qeyûman herî kêm 86 mirovên Ensarîoglû di şaredariyê de girtine kar
12:59 Kuştina jinan ji Wezîra Malbatan pirs kir
12:59 Gezîcî yê di binçavan de hatibû îşkencekirin nehat berdan
12:58 Rojnameger Elîf Akgul ji ‘propagandayê’ beraet kir
12:57 Doza Ozgur Gundemê hat taloqkirin
12:41 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
12:18 Li 4 kesên ji doza DÎAYDER’ê tên darizandin lêpirsîneke nû hat vekirin
12:10 Endamê OHD'ê Çelîk: Tişta li Colemêrgê hatiye kirin xesp e
11:54 Li Dîlokê di qezayê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan
11:46 Ji ber têlên ceyranê şewatekî din derket
11:36 Li Pakistanê ji ber germê di 6 rojan de 568 kes mirin
11:33 Li Qereyaziyê kesek hate binçavkirin
11:32 Hewldana darbeya Bolîvyayê têk çû: Bijî demokrasî
11:17 Eren ê DEDAŞ’ê hedef girtî: Dixwazin min bêdeng bikin
10:58 Ji karesata ku 61 kesan jiyana xwe ji dest dan ders nehat girtin
10:52 Hejmara parlamenterên 7 bajaran guherî
10:24 Cenazeyê Cîn piştî heftiyekî hate veşartin
10:21 Li ber DEDAŞ’ê daxuyanî: Divê hesab ji berpirsiyaran bê xwestin
10:08 SODAP: Em ê dengê xwe yê li dijî qeyûm bilind bikin
Tevgera Şoreşger: Em ê li dijî faşîzmê li Kartalê bin
10:07 Meteorolojiyê ji bo Kurdistanê hişyariya bahozê kir
09:46 Li Bahçelîevlerê avahiyeke 7 qat hilweşiya
09:24 Bi 'kuştinê' gef li gundiyên Herêma Mawayê tê xwarin
09:23 Ozel: Dê salek û nîv piştre pêşhilbijartin bê lidarxistin
09:05 Dayika Medenî Yildirim: Kesên fermana kuştinê dan bûn şahid, em jî bûn mehkûm!
09:02 Çalakiya girtiyên siyasî di roja 214’an de berdewam dike
09:02 Hevseroka KCDK-E'yê Zumrut: Xeta têkoşîna ya li dijî tecrîdê mezin dibe
09:01 Nefta li Gabarê kaniyên avê ziwa dike
09:00 ROJEVA 27'Ê HEZÎRANA 2024'AN
08:09 Li Elkê bi destê cerdevanan dar tên birîn
26/06/2024
23:09 Li Colemêrgê nobeta li dijî qeyûm dest pê kir
22:06 5 hezar û 890 name ji CPT’yê re hatin şandin
22:03 Ji Leyla Guvenê ji bo Îmraliyê ji 16 balyozxaneyan re name
21:59 Li Cenevreyê li dijî tecrîdê meş
18:57 Der barê 9 ciwanan de biryara tehliyekirinê
18:54 Di Doza Komkujiya Garê de biryar nehat dayîn
18:31 Li Cizîrê ji ber trafo şewat çêbû
16:58 Doza 10’ê Cotmehê: Heke komkujî neyên ronîkirin teqez têkiliya wê bi dewletê re heye
16:54 OHD: Di girtîgehên li Herêma Marmarayê de tecrît û tundî zêde bû
16:42 Di navbera Kercews û Mîdyadê şewat derket
16:28 ‘Qeyûmê veşarî’ dê li ser kursiya walîtiyê ya bajar rûnê!
16:15 Ji bo qanûna qeyûm were betalkirin pêşniyazqanûn pêşkeşkirin
15:52 Dîroka hilbijartina Başûrê Kurdistanê diyar bû
15:21 Li pêşiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ‘rojên gel’ dest pê dike
15:08 Şêniyê gund AKP’î û walî derewand: Gotinên min li gorî xwe wergerandine
15:06 3 sal û 9 meh cezayê hefsê li Balûken birîn
14:52 Di daristana li Çermûgê de şewat derket
14:36 Tevî astengkirinan jî li pêşiya Wezareta Dadê bang kirin
14:20 Li ser giliyê polîsê doz li Emîne Şenyaşar hate vekirin
14:14 Doza Komkujiya Garê: Hevkara komkujiyê AKP ye