Dan û stendina cejnê ya Wanê: Em nikarin ji zarokan re cilan bistînin

WAN - Hin welatiyên ji Wanê yên derketine dan û stendina cejnê destnîşan kirin ku ew ji ber bihabûnê nekarîne ji zarokên xwe re cilan jî bistînin. 
 
Welatiyên ji Wanê ên ji bo cejna derketine sûkê ji bihabûnê bêzer bûne, anîn ziman ku ew nekarîne pêdiviyên xwe yên sereke çareser bikin. Orhan Aydin anî ziman ku ew ji ber neçariyê derketine dan û stendina cejnê û wiha got: “Ji ber di berîka tu kesî de pere nîn e, nikare dan û stendinê bike. Gelê me wekî her car cejnê bi awayekî xemgîn pêşwazî dike. Di salên borî de min 15 kîloyên şeklameyan distend lê belê ji ber krîza aborî min tenê karî 5 kîloyan bistînim. Ew jî ji neçariyê. Aboriya Tirkiyeyê têk çûye. Xwarin, vexwarin, dizîn, berdêla wê jî gel dide. Mesele ev e.” 
 
‘SEDEMA BIHABÛNÊ DESTHILAT E’
 
Salih Uren anî ziman ku ew ji ber bihabûnê nekariye qurbaniyekî bistîne wiha axivî: “Êdî tu kes nikare tiştekî bistîne. Aborî gelek xirab e. Her kesek pirsgirêka debarê dikêşe. Cejn gelek xweş in lê ne di vê rewşê de. Min neşiya di vê cejnê de ji zarokan re tiştekî bistînim. Ez teqawit in û 10 hezar lîre mûçeyê distînim. Min bi 2 hezar lîreyan ji bo cejnê xerc kir lê bi vî pereyî tiştek pê nayê. Sedema vê bihabûnê yên di serî de ne. Ji ber tenê xwe difikirin. Çareserî di guherîna desthilatê de ye. Her ku ev pergal neyê guherandin dê ev rewş domdor be.” 
 
‘JI BO CILÊN ZAROKAN PEREYÊ MIN NÎN E’
 
Rahmet Mîrak da zanîn ku êdî cejnên berê bûne dîrok, diyar kir ku kîloyekî şeklameyan li gorî cejna Remezayê bûye du qet û wiha got: “3 zorakên min hene lê belê pereyê min nîn e ku ji wan re cilan bistînim. Ez di înşeatê de dixebitim û dahatuyekî min a domdar nîn e ji ber ku rojekê dixebitim, rojekê naxebitim. Her sal dibêje ‘Ez ê aboriyê çareser bikim’ lê çareser nake. Heya ku desthilat neguhere dê aborî çareser nebe.”  
 
‘MIROVAN DIXAPÎNIN’
 
Welatî Cuneyt Vecan jî wiha got: “Sibê cejn e lê belê gel nikare tiştekî bistîne. Malekî ku bi 8 kesan pêk tên dê çawa bi mûçeya kêmtirîn debara xwe bike. Tevî ku tişt ketine erzaniyê jî nayên kirîn. Sedema vê bihabûnê pergal e. Zemê li mûçeya kêmtirîn dikin lê belê di heman demê de her tiştek jî biha dibe. Kîloyekî bacanên sor bûye 30-40 lîre. Pêlav bûne 400-800 lîre. Bi gotina ‘Min mûçeya kêmtirîn zêde kir’ tenê mirovan dixapînin. Lê belê tiştek neguhere. Jixwe êdî kes nikare ji bo mala xwe goşt bistîne.” 
 
‘MIN NEŞIYA KÊFA ZAROKÊN XWE XWEŞ BIKIM’
 
Bavê 5 zaroka Celal Aslan anî ziman ku ew ji ber bêperetiyê nekariye ji zarokên xwe re di vê cejnê de tiştekî bistîne, ji ber ve yekê jî xemgîn e. Aslan da zanîn ku ew ji ber nexweşiya nekariye kar bike û wiha got: “Nexweşiyên min ên gurçik, şekir û tansiyonê hene. Em bi mûçeya hevjîna min a bi 3 hezaran debara xwe dikin. Ji ber sala min min ji zarokên xwer re cilên cejnê stendibûn kêfa wan hatibû. Lê belê îsal bihayê her tiştî bûye agir. Hêj em nikarin şeklameyan bistînin dê zarok çawa cilan bistînin.” 
 
‘SEDEMA KRÎZÊ PERGAL E’
 
Tevî welatiyan karsaz û firoşkaran jî anîn ziman ku ew ji ber krîza aborî gelek bandor bûne. Firoşkarê seyar Şaban Azdir ev tişt gotin: “Pantorê ku ez difiroşim di dikanên konfeksiyonê de nêzî 5 hezar lîreyan e. Tevî ku li cem me bihayê wê 200 lîreyan e jî tu kes nastîne. Rewşa gel qet nebaş e. Di salên berê de min her roj 100 pantor difirotin lê belê îsal ev 3 roj in min tenê 30 pantor jî nefirotin. Ji ber her tiştek gelek biha bû mirov tenê dikarin pereyên xurekan razî bikin. Li malê ez tenê dixebitim û lêçûnên min ên mehane nêzî 15 hezar lîre ne. Ji avabûna komarê heya niha aboriya Tirkiyeyê qet baş nebû. Sedema vê yekê pergal in.”
 
‘EM SÊ KES DIXEBITIN LÊ NIKARIN DEBARA XWE BIKIN’
 
Firoşkarê seyar Emrûllah Bayazsû anî ziman ku ji bo ku welatî karibîn bistînin bihayê şeklemeyên cejnê daxistine 100 lîreyan û wiha got: “Li gorî sala par bihayê tiştan bilind e û kes nikare tiştekî bistîne. Salên berê welatiyan 10-15 kîloyên şeklameyan distendin lê belê di vê cejnê de tenê dikarin 2 an jî 5 kîloyan bistînin. Ji ber em nikarin bifiroşin, em jî bandor dibin. Em di malê de 8 kes in û tevî ku 3 kes dixebitin jî ji ber bihabûnê em nikarin debara xwe bikin. Ma em pereyan bigihînin avê, an ceyranê an xaza xwezayî? Ji ber bac zêde ne bihayê her tiştî zêde ye. Em çi bifiroşin jî pereyê dikeve destê me têrî lêçûnên me nakin.”
 
Firoşkarê seyar Cîhat Dûrak jî ev tişt gotin: “Em ji serê sibê ve ye ku hewl didin li vê derê cilan bifiroşin lê ji ber ku kes nikare tiştekî bistîne, ji serê sibê ve min tenê bi bihayê 200 lîreya tişt firotin. Cejna derbasbûyî hinekî din batir bû lê belê her ku diçe her tişt xirabtir dibe.” 
 
 

Sernavên din

20/06/2024
09:09 Çalakiya girtiyan a 'Ji Abdullah Ocalan re azadî' berdewam dike
09:06 Xizaniya jinan a li Sûrê wekî pirtûk hat çapkirin
09:03 Girtiyê nexweş Han jiyana xwe ji dest da
09:00 Rojnameger Zagros:PDK'ê ji Şemzînanê heta Avaşînê leşkerên tirk bicihkirine
09:00 ROJEVA 20'Ê HEZÎRANA 2024'AN
19/06/2024
23:05 Çalakiyên nobedê di roja 16'an de ne
22:55 Li Mawayê şer: 2 kesan jiyana xwe ji dest da
22:50 Binarê Qendîl dîsa hat bombekirin
22:28 Li 3 bajarên Swîsreyê bi sedan name ji CPT'yê re hatin şandin
16:49 Welatî û siyasetmedaran li Şaredariya Wanê cejna hev piroz kirin
16:33 Li Stenbolê mitînga li dijî qeyûm dê bê lidarxistin
15:42 Li Çiyayê Araratê operasyona leşkerî hat destpêkirin
15:30 Rûsyayê û Koreya Bakur 'peymana parastinê' îmze kirin
15:18 Dadgerê ku krîza mazbataya Wanê derxist hat terfîkirin
15:00 Li Çiyayê Mawa piştî operasyona leşkerî şer qewimî
14:46 Koçyîgît: Çi dibe bila bibe teqez em ê bi ser bikevin
14:21 Şewata li Çiyayê Metîna berdewam dike
12:37 Prof. Lemkow: Divê Ocalan azad bibe
12:31 Tedawiya Noam Chomsky dê li malê bê domandin
10:50 Li Mekkeyê herî kêm 577 hecî mirin
10:32 Li Stenbolê pankarta ‘bicehime qeyûm’ bi keştiyê ve daliqandin
10:27 Konseya Ewropayê: Bila Demîrtaş û Kavala bên berdan
10:27 Ji jinan kampanya ‘Derzîkirina HPV’ê ya belaş’
09:25 Çalakiya girtiyan a 'Ji Abdullah Ocalan re azadî' berdewam dike
09:14 Binpêkirinên mafan ji zarokan re mirin û travmayê tîne
09:08 ‘Kanê ew cejnên berê’
09:02 'Divê em ji bo girtiyan ji xewa giran şiyar bin'
09:00 ROJEVA 19'Ê HEZÎRANA 2024'AN
18/06/2024
23:58 ‘Noam Chomsky jiyana xwe ji dest neda'
22:59 Berxwedana li dijî qeyûm didome
21:45 Li Binarê Qendîlê piştî bombebaranê şewat derket
21:30 Jinên Femînîst texrîbatên qeyûman vegotin
19:53 Hûnermend Erîncîn: Qeyûm darbeya li dijî mafê bijartin û hilbijirînê ye
19:13 Aksakal bi ser gora xwe hate bîranîn
19:01 Bakirhan: Mûş dê xizmeta heq dike bibîne
18:42 Hatîmogûllari: Derewa AKP’ê ya ‘asayîbûnê’ li Colemêrgê eşkere bû
17:30 Di 6 mehan de herî kêm 833 êriş hatin lidarxistin
16:53 Cezayê hefsê li Nêrgis Mûhammedî birîn
16:42 Li mezraya Tunagragê ya Pîranê kamera bi kaniyê ve kirin
16:22 Li Erdexanê barîna gijlokê bandoreke neyînî li trafîkê kir
16:11 Ciwanê ku kete Çemê Êlihê jiyana xwe ji dest da
14:50 Gamze Akar a winda hate dîtin
14:46 Li Tûzlayê agir bi fabrîqeyê ket
14:31 Yekemîn şaredara jin a Bazîdê Kûbîlay hate berdan
13:57 Ji bo turbînên RES’ê dê 36 hezar dar bên birîn
13:43 Girtiyê jê re gotin ‘tiştekî te nîne’ û şandin qawişê jiyana xwe ji dest da
13:42 Ji 115 kesan berteka hevpar: Mafê bijartin û hilbijartinê parastî ye
12:44 Serlêdanên ji bo Xelatên Rojnamevaniyê yên Mûsa Anter dest pê kirin
11:21 Li peravên Îtalyayê du keştiyan qeza kir: 11 kes mirin, zêdetirî 60 kesan winda ne
11:05 Li Îranê agir bi nexweşxaneyekê ket: 9 kes mirin
11:04 Altinors ê dîl girtî: Komara Demokratîk fikra hevpar a kurdan û çîna karkeran e
10:22 Li Berlînê xwepêşandana 'Rojên Diyaloga bi Ocalan re'
10:21 Komên paramîlîter li Efrînê welatiyekî din revandin
09:42 Dayik û zarokê wê yê di şewatê de asê man jiyana xwe ji dest dan
09:37 Di 24 saetan de 824 qeza çêbûn: 6 kesan jiyana xwe ji dest dan
09:06 Hevserokê OHD’a Wanê: Tu bingeheke hiqûqî ya tecrîdê nîne
09:04 Berteka polîtîkayên dubendî yên desthilatê: Hûn nikarin cihêkariyê bikin
09:02 Çalakiya girtiyan a 'Ji Abdullah Ocalan re azadî' didome
09:01 Serokê Odeya Zîraetê yê Bajarê Nû Îskenderoglû: Divê TMO bihayên zad nû bike
09:00 ROJEVA 18'Ê HEZÎRANA 2024'AN
08:33 Mamosteyê faîlê tacîza zayendî hate girtin
08:23 Îsraîlê êrişî Wargeha Nûsayratê kir: 7 kesan jiyana xwe ji dest da
17/06/2024
23:09 Di çalakiya li dijî qeyûm a Stenbolê de berteka tecrîda li Îmraliyê
22:14 Di nobeta li dijî qeyûm de Denîz Poyraz hate bîranîn
20:08 Erdogan têkildarî tifaq û hilbijartina pêşwext daxuyanî da
19:49 Li Efrînê du bira hatin revandin
17:32 Li Ekvadorê hezaz: 6 mirî û gelek winda hene
16:14 Cîgirê Serokê CHP’ê yê Stenbolê Comert: Em dikarin bi hev re zilmê bi dawî bikin
15:58 Lîstikvan Esen bertek nîşanî qeyûm da
15:57 Di serdana şaredariyan de peyama ‘şaredarvaniya gelparêz’
14:57 Li Riha û Semsûrê mirina biguman a zarokan
13:38 CHP’ê û Gelecekê bi boneya cejnê serdana DEM Partiyê kirin: Rojev bû qeyûm
13:10 Denîz Poyraz li ser gora xwe hate bibîranîn
12:52 Di sala 2023’yan de 781 serlêdan li TÎHV’ê hatine kirin
12:06 Reuters: Netanyahû kabîneya şer fesih kir
10:41 Polîsekî hevjîna xwe û zarokê wê qetil kirin
10:33 Roja duyemîn a betlaneya cejnê: 11 kes mirin, hezar û 295 kes birîndar bûn
09:16 Rojnamevan Aykol bêyî ku agahiya wî hebe kirine endamê AKP’ê
09:11 Çalakiya girtiyan a ji bo azadiya Abdullah Ocalan didome
09:08 Xêr û bêra zeviyên çandiniyê kêm dibe
09:06 Rojeva jinan li dijî êrişan têkoşîna hevpar e
09:04 Prz. Yureklî: CPT, KE û DMME nikare ji gotina NY’yê ya ‘Li Îmraliyê îşkence heye’ re bêalî bimîne
09:01 Encama DNA’yê ji malbatê re nehate ragihandin: 4 sal in cenazeyê kurê xwe dixwaze
09:00 ROJEVA 17'Ê HEZÎRANA 2024'AN
16/06/2024
23:11 Di roja ewil a cejnê de 16 hezar kes xwe birîndar kirin
22:18 Li Amedê nobetên li dijî qeyûm bi konserê ve berdewam kir
21:00 Li Meletiyê erdhej çêbû
20:13 Li dijî Metînayê êrişa hewayî
20:02 Li Gurcistanê ser hev erdhej çêbûn
18:39 Li Elbakê 28 pez xwe ji zinar avêtin
17:55 Di êrişa DAIŞ'ê de 4 leşker hatin kuştin
17:43 Hatîmogûllari: Em ê bêyî gilî û gazin xizmetê bikin
16:51 Bakirhan, li Agiriyê serdana şaredariyan kir
14:42 Hunermend Demîrcîoglû û Aydin bertek nîşanî qeyûm dan: Faşîzm e
14:09 Li Şirnex û Amedê cejn hatin pîrozkirin
13:56 Li Stenbolê serdana goristanan: Em soz didin dê têkoşîna azadiyê serbikeve
13:06 Polîsan bi ser Girtîgeha Karabukê de girtin: 10 saetan li qawişan lêgerîn kirin
13:00 Denîz Poyraz dê li ser gora xwe bê bibîranîn
11:51 DAIŞ’iyên ku peywîrdarên girtîgehê dîl girtibûn hatin kuştin
10:21 Roja ewil a betlaneya cejnê: 852 qeza, 5 mirî