Hatîmogûllari: AKP’ê ji bo ku nekarî bi kurdan serî bide tewandin ev doz vekir

  • rojane
  • 10:12 25 Hezîran 2024
  • |
ENQERE - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari ya beriya danişîna Doza Kobanê ya Duyemîn axivî, wiha got: “AKP’ê ji bo ku ji aliyê siyasî ve nekarî HDP’ê têk bibe û nekarî bi gelê kurd serî bide tewandin ev Doza Komployê ya Kobanê vekiriye.”
 
Danişîna yekemîn a Doza Kobanê ku bi hinceta çalakiyên di navbera 6-8’ê cotmeha 2014’an de pêk hatine de derheqê parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên berê Huda Kaya, Serpîl Kemalbay, Pero Dundar, Fatma Kurtalan û Garo Paylan de hatiye vekirin, îro tê lidarxistin. 
 
Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari li ber Kampûsa Girtîgeha Sîncanê ya ku danişîn lê tê lidarxistin daxuyanî da. Hatîmogûllari ya doza beriya niha û cezayê li siyasetmedaran hate birîn bi bîr xist doz weke “komployê” penase kir û got: “Em mafdar jî derketin. Tu hevalên me yên ceza li wan hate birîn ji sûcên arasteyî wan dihatin kirin ceza negirtin.”
 
‘SÛCDARIYÊN BÊBINGEH’ 
 
Hatîmogûllari di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Sûcên ku tên îdiakirin çi bûn? Ji qetilkirina 37 kesan berpirsyar hatibûn girtin. Ji zirardayîna gelek saziyan re dihatin darizandin. Rayagiştî ya Tirkiyeyê bûyer weke cînayeta Yasîn Boru dizandin. Lê dema biryar hatin aşkerekirin me dît ku hevalên me ji van sûcên jê dihatin sûcdarkirin ceza negirtin. Ji xwe dema em li îfadeyên şahidên veşartî û aşkere dinêrin tê dîtin ku delîlek û encameke ku bikartin bigirin dest nîne. Îro ji xwe îdianameya Doza Komployê ya Kobanê têk çûye. Cezayên ku li hevalên me hatin birîn ji ber axaftinên wan ên li parlamentoyê, kolanê û dema xebatên xwe yên partiyê de kirine ne. Em dibînin ku weke Doza Komployê ya Kobanê ya din ku hevala me Huda Kaya ya girtî jê tê darizandin di vê îdianameyê de jî komplo berdewam dike. Rêzdar Huda Kaya miroveke ku di serdema 28’ê sibatê de hatiye darizandin e. Heman Huda Kaya niha ji aliyê daraza Qesrê ve bi feraseta 28’ê Sibatê tê darizandin. Em vê qebûl nakin.
 
DARAZ BI SEDEMÊN SIYASÎ TEVDIGERE
 
Doza Komployê ya Kobanê encamên daraza ku bi îdianameyên li Qesrê tên nivîsîn dimeşe û veguheriye piştpala AKP’ê û Qesrê ye. Em vê qet qebûl nakin. Îro biryarên DMME’yê li holê ne. Biryara ku DMME’yê ji bo Demîrtaş daye, biryareke ku hemû hevalên me eleqedar dike ye. Tirkiye weke welatekî ku alîgiriya PMME’yê dike divê biryarên DMME’yê bi cih bîne. Biryarên DMME’yê dibêjin ku ‘Li Tirkiyeyê darazê alî girtî ye, ne li gorî hiqûqê li gorî sedemên siyasî tevgeriya ye û ev biryar dane. Ev biryar pûç û vala ne û kesên ji Doza Komployê ya Kobanê tên darizandin divê demildest bên berdan’. Em dixwazin ku biryarên DMME’yê bên bicihanîn.
 
JI BO KU NEKARÎ TÊK BIBE DOZ VEKIR
 
Herkes destpêka çîroka Doza Komployê ya Kobanê dizane. Kobanê cihê ku li dijî DAIŞ’ê têkoşîn tê meşandinê ye. Hemû cîhanê Kobanê bi têkoşîna birûmet a li dijî DAIŞ’ê hatiye dayîn nas kiriye. DAIŞ rêxistineke ku wê serdemê ji Iraqê heta sînorên Tirkiyeyê temamê herêma Levantê bi armanca dewleteke îslamî misilman jî di nav de gelek kes qetilkirine ye. Gelê Kobanê, gelê kurd li dijî vê rêxistina dijmina jinan, tecawizkar û qetilker berxwedaneke xurt daye. Ev berxwedan li Tirkiyeyê û hemû cîhanê bi minetdariyeke mezin hate pêşwazîkirin. Lê ji ber AKP’ê ji aliyê siyasî ve nekarî HDP’ê têk bibe û nekarî bi gelê kurd serî bide tewandin ev Doza Komployê ya Kobanê vekiriye. Em vê komployê qet qebûl nakin. Berxwedana Kobanê berxwedaneke birûmet e. Ne tenê HDP’î xwedî li berxwedana Kobanê derketin; li Tirkiyeyê herkesên alîgirê demokrasiyê û li dijî feraseta DAIŞ’ê xwedî li vê berxwedanê derketin. Ji bo rayagiştî ya cîhanê jî wiha ye. 
 
CEZAYÊ HATIYE DAYÎN ALÎGIRIYA DAIŞ’Ê YE
 
Biryarên ku di Doza Komploya ya Kobanê de hatin dayîn, cezayên li hevalên me hatine birîn biryarên alîgiriya DAIŞ’ê ne. Em van biryaran qet qebûl nakin. Divê di Doza Komployê ya Kobanê ya duyemîn de ku Huda Kaya girtî tê darizandin û hevalên me yên din negirtî tên darizandin de hemû hevalên me bên berdan. Heke îro piçekê jî wijdan hebe û hiqûq li ber çavan were girtin, dijberiya DAIŞ’ê li ber çavan were girtin, biryara ku têkildarî hevalên me bê dayîn biryara beraetê ye. Îro jî weke demên berê em ê weke DEM Partiyê û hêzên demokrasiyê li dijî dozên komployê têkoşîna xwe bidomînin.”
 
ÎNAL: DIVÊ LI DIJÎ VÊ ZILMÊ BÊ DERKETIN 
 
Yûsûf Înal ê ji Kongreya Îslama Demokratîk (DÎK) jî anî ziman ku doz bi fermanê hatiye vekirin. Înal, bal kişand ku doz li dijî hiqûq û demokrasiyê ye û wiha got: “Ev xala dawî ya peyvê ye. Herkesên ku dibêje ez misilman im, mirov im, demokrat im divê li dijî vê zilmê derkeve. Kesê ku li dijî vê zilmê dernekve nikare bêje ‘ez misilman im’. Nikare bêje ‘ez mirov im demokrat im’. Ev pêkanîneke keyfî ye.” 
 
 
 
 

Sernavên din

04/07/2024
09:41 Tekçe: Em ê li dijî polîtîkayên qeyûm heta dawiyê li ber xwe bidin
09:39 Welatiyan krîza aborî nirxand: Divê desthilatdarî biguhere
09:02 Berteka li dijî cezayên li rojnamevanan hat birîn: Tevgereke hevpar divê
09:02 Li Girtîgeha Kiriklarê hinceta hucreya yekkesî: Dosye ne giran e, em nikarin wî têxin qawîşa siyasiyan
09:01 Derket holê ku otêla sercerdevan Atak qaçax e
09:00 ROJEVA 4'Ê TÎRMEHA 2024'AN
03/07/2024
22:58 Nobeta li dijî desteserkirina vînê di roja 26’emîn de ye
21:49 Roja ewil ya 'Meşa Rêzgirtina li Vînê' bi dawî bû: Colemêrg ya me ye
21:13 RTUK'ê lîsansa Radyoya Açikê betal kir
20:27 Çalakiya li Cenevreyê di hefteya 42'yemîn de ye: Em ê li qadan bin
16:39 DEM Partiyê bi bihayê kirêyan TUÎK derewand
16:37 Guzel ê 31 sal in dihat ragirtin bi awayekî bicoş hate pêşwazîkirin
16:37 Li Îzmîrê şewat li daristanê ket
16:29 Li Wanê daxuyaniya têkildarî ‘Meşa Rêzgirtina li Îradeyê’
16:10 Ji girtiyên 1’ê Gulanê 8 jê hatin berdan
16:09 Kûrtûlmûş ji bo destûra bingehîn a nû bi Hevserokên Giştî yên DBP’ê re hevdîtin kir
15:50 MKG: Em ê li dijî van biryarên bêhiqûqî bêndeng nemînin
15:23 Rojnamevanan bertek nîşanî ceza dan: Desthilat darazê weke çûvî bi kar tîne
14:40 Çalakiya Edaleta Bacê: Dê kengî dest jê berdin?
14:07 KESK’ê daxwazên xwe yên li dijî enflasyona ‘sexte’ eşkere kir
13:58 DFG’ê bertek nîşanî cezayên rojnamegeran da: Em ê paş de gav neavêjin
13:43 Midûriyeta Polîsan avahiya xizmetê ya DÎSKÎ’yê da valakirin
13:36 Turkoglû: Em hişyar dikin, destê xwe ji destkeftiyên jinan bikişînin
13:09 Li Stenbolê jinek hate qetilkirin
12:43 Girtiyan têkildarî çalakiya xwe ya ‘azadiyê’ daxuyanî dan
12:21 Doza 11 rojnamegerên MA û JINNEWS’ê: Li 8 rojnamegeran ceza hate birîn
12:09 Danişîna 1’ê Gulanê: Berxwedan ne sûc e
11:45 Rapora DFG'ê ya hezîranê: Gefxwarina rojnamevanan û astengkirina nûçeyan berdewam kir
11:44 Li Hindistanê îzdîham: 121 kes mirin
11:18 Cenazeyê li morgê dihat sekinandin li goristana bêkesan hate definkirin
11:17 Meşvanên li dijî qeyûm ji Êlihê berê xwe dan Wanê
11:17 ENAG: Di meha hezîranê de enflasyon ji sedî 4,27 zêde bû
11:01 Hesen Koçer: Heke Şam bi diyalogê re be em jî amade ne
11:00 Çapar: Sedema êrişên li dijî penaberan nefreta civakî ye
10:21 Li ser Rêya Hevrîşimê qeza: Kesek mir
10:21 Direhî: Heke Şam dixwaze ji krîzê derkeve divê Rêveberiya Xweser qebûl bike
10:20 Zarokekî sûriyeyî hate kuştin
10:19 Qeyûm 100 hezar lîre daye provakatora li pêşiya DEM Partiyê
10:06 Serokê Giştî yê VELÎ-DER’ê: Divê malbat ji bo pêşeroja zarokan xwe birêxistin bikin
09:52 Rapora pispor cara duyem got: Li Çemê Zorê çêkirina HES’ê ne guncav e
09:51 Bi rojan e li pêşiya nexweşxaneyê ne: Dixwazim keça xwe bibînim
09:45 Li Rihayê qeza: Kesek mir
09:21 Çalakiya ji bo 'azadiyê' di roja 220’an de ye
09:03 Rojnamevan Herekol: Wê bandorê li tevahiya Başûr bike!
09:02 Li dijî girtîgehên wekî 'Çalan' di çalakiyê de ne: Rewşa wan nebaş e
09:02 Dayika girtiya ku bi zorê dimeşe: Bi fikar im
09:01 Komeleya Birca Belek: Ji bo ziman rewşa awarte hewce dike
09:00 ROJEVA 3'YÊ TÎRMEHA 2024'AN
02/07/2024
23:07 Li Stenbolê nobeda li dijî qeyûm di roja 25’emîn de ye
21:33 Meşa 'Rêzgirtina Li Vînê' li Êlihê ye
21:19 Banga ji bo 'Rêzgirtina Li Vînê'
20:29 Qurbaniyên Madimakê hatin bibîranîn
18:11 Jinan bertek nîşanî gotinên zayendperest ên polîs dan: Em li vir in!
16:56 Piştî Rezanê îcar jî li Sûrê xwestin provakasyonê bikin
15:43 Dayik ji ber AYM'ê bang kirin: Heya tecrîd ranebe wê pirsgirêk çareser nebin
15:40 Lêgerîna tazî li girtiyên hatine sewqkirin ferz kirin
15:06 DEM Partiyê li dijî êrişên nijadperest banga civîna lezgîn li ÎHÎK’ê kir
14:59 Ji MSD’ê banga kongreya niştimanî
14:49 Bîranîna Madimakê: Di sûcên li dijî mirovahiyê de demborîn nabe
14:47 Dayika Soylû ya li Meclisê axivî: Mûxatab Abdullah Ocalan e
14:25 Bi daxwaza ji hucreya yekkesî derbasî qawîşê bibe ev 78 roj in di grevê de ye
14:14 Çawişên pispor ên zarok tacîz kiribûn hatin berdan
13:26 Şewata pirêzeyê li daristanê ket
13:15 Karkerê ku di bin mîksera betonê da ma mir
13:14 Dayikên Aştiyê li Meclisê tecrîd şermezar kirin
12:53 Hatîmogûllari: Rêya lihevkirina bi Şamê re ji Kobanê derbas dibe
12:51 Li Edeneyê jinek hate qetilkirin li Rihayê jî mirineke biguman
12:37 Bernameya ‘Meşa Rêzgirtina li Îradeyê’ ya Wanê hate eşkerekirin
12:19 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:51 ‘Sedema protestoyan hewldana Tirkiyeyê ya tesfkiyekirina komên paramîlîter e’
11:37 Navê Alî ÎsmaÎl Korkmaz li parkekî Îzmîrê kirin
11:10 Bîranîna 33 rewşenbîran li ‘Navenda Hafizayê’ zindî tê girtin
10:56 2 parêzerên ÇHD’î hatin binçavkirin
10:49 Berdevkê YNK’ê Pîre: Zêdetirî 300 DAIŞ’î li herêmê hatin bicihkirin
10:30 Di 6 mehan de 6 hezar û 499 ÇED hatin ragihandin
10:19 Li Rihayê zem li veguhestinê kirin
10:17 Bi hezaran kes ji bo bîranîna Komkujiya Madimakê meşiyan
10:06 Dadgehê plana îmarê ya qeyûm red kir
10:05 Têkildarî teqîna li Îzmîrê 2 kes hatin girtin
09:34 Çalakiya ji bo azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan di roja 219’an de ye
09:17 Niha jî Newala Qoriyê û Çemê Dîcleyê bi hilweşandinê re rû bi rû mane
09:02 Wan amadekariyên 'Rêzgirtina li vînê" dike
09:02 Li Kartalê berteka hevpar: Şaredarî yên me ne, qeyûm darbe ye
09:01 PDK'ê kontrol xist destê Tirkiyeyê!
09:00 ROJEVA 2'YÊ TÎRMEHA 2024'AN
07:49 Seranserî şevê li dijî penaberan êrişan berdewam kir
07:46 Ciwanê nehate tayînkirin neçarî întîharê hate kirin
07:36 Di kabîneyê de guhertin
01/07/2024
23:59 Hevşaredar Tekçe bi rêxistinên hiqûqê re civiya
23:38 Ji Stenbolê bang kirin: Em dest jê bernadin
22:04 'Meşa Rêzgirtina li Vînê' li Edeneyê ye
21:03 Danişîna doza Semra Guzelê hat lidarxistin
19:07 Tecrîda Îmraliyê wê li Konseya Mafên Mirovan a NY’yê bê gengeşekirin
19:03 Banga xwedîderketina berxwedana li girtîgehan kirin
16:51 OHD û DEM Partiyê ji bo betalkirina biryara tayînkirina qeyûm serlêdan kirin
16:48 Li Qeyseriyê faîlê îstîsmara zayendî hat girtin
16:31 Di Doza Komkujiya Garê de biryar hat dayîn
15:50 Baroya Şirnexê: Em ê çavê xwe ji talankirina xwezaya Botanê re negirin
15:49 Cotkaran DEDAŞ protesto kirin
15:36 DBB’ê civîna ewil a ‘plana stratejîk’ bi jinan re li dar xist