Canpolat: Heta tecrîd bi dawî bibe wê çalakî bidomin

  • rojane
  • 09:03 26 Hezîran 2024
  • |
AMED - Hevserokê MED-TUHAD-FED’ê Kerem Canpolat, çalakiyên ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan didomin nirxandin û diyar kir ku heta tecrîd bi dawî bibe dê çalakî bi şêwazên cuda bidomin.
 
Ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê tên girtin 40 meh in agahî nayê girtin. Çalakiyên ji bo azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan berdewam dikin. Çalakiyên girtiyên siyasî yên di 27'ê mijdara 2023'yan de ji bo "Azadiya fizîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd" dest pê kiribûn, dewam dikin. Girtiyên ku ji 4'ê Nîsanê û vir ve çalakiya xwe ya greva birçîbûnê derbasî qonaxeke nû kirin, bi boykotkirina dadgehan û hevdîtinan didomînin. Xizmên girtiyan jî hefteyê 3 rojan li ber girtîgehê, Wezareta Dadê û avahiyên AKP'ê çalakiya xwe berdewam dikin.
 
Hevserokê Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran a MED'ê (MED TÛHAD FED) Kerem Canpolat, çalakiyên ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Abdullah Ocalan hatine destpêkirin nirxand û got ku heta terîd bi dawî dibe bi şewazên cuda çalakî wê bidomin. 
 
'JI CIHANÊ MÎNAKA WÊ NÎNE'
 
Canpolat diyar kir ku li welat di her aliyê civakê de krîzeke giran û alozî heye û got ku bingeha pirsgirêkan tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û neçareserkirina pirsgirêka kurd e. Canpolat bi bîr xist ku di sala 2013'an de dema hevdîtinên bi Abdullah Ocalan re dihatin kirin li Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn rewşek geş bû û ev tişt gotin: "Birêz Abdullah Ocalan di hevdîtinên xwe yên berê de gotibû 'ez ê vê pirsgirêkê çareser bikim.' Ev gotin pir girîng e. Ji bo krîz û kaos bi dawî bibe divê tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan bi dawî bibe û muzakere bên kirin. Em jî dixwazin ev şer bi dawî bibe û pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk çareser bibe. Muxatabe vê pirsgirêkê weke dewletê jî bi fermî qebûl kiribû birêz Abdullah Ocalan e.Ev 40 meh in ji Birêz Abdullah Ocalan û ji girtiyên li Girava Îmraliyê tu xeber nayê. Em ji rewşa wan bi fikar in. Tirkiye jî bi van polîtîkayên tecrîdê qanûnên xwe binpê dike. Tecrîda ku li Girava Îmraliyê berdewam dike li tu derê cîhanê mînaka wê tuneyê."
 
 
'DÊ BI WEZARETA DADÊ RE HEVDÎTIN BÊ KIRIN'
 
Canpolat diyar kir ku ji bo rakirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan û zextên li ser girtiyên siyasî bi Wezareta Dadê re hevdîtin pêk anîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Kurd li Kurdistanê û gelek deverên cihanê çalakiyên xwe yên li dijî tecrîdê didomînin. Her wiha çalakiyên li girtîgehan dewam dikin. Çalakiya xizmên girtiyan li ber girtîgehê dewam dike. Ji ber ku aştî û jiyaneke xweş bi bidawîbûna tecrîdê û çareseriya pirsgirêka kurd ve girêdayî ye. Heta ku tecrîd û neçaresernekirina pirsgirêka Kurd bidome, aştî û aramî nayê vî welatî. Em hewl didin bi çalakiyan rewşa tecrîdê ji hemû civakê re vebêjin.  Bi vê boneyê em her hefte çalakiya xwe ya li gel xizmên girtiyan li ber Wezareta Edaletê û Girtîgehan didomînin. Bi çalakiyên li girtîgehê berdewam dikin re em peyamê didin ku girtî ne bi tenê ne, daxwazên wan jî daxwazên me ne. Her wiha em bi partiyên siyasî re jî hevdîtinan dikin. Li Enqereyê her roja çarşemê li ber Wezareta Edaletê çalakiya xwe didomînin. Hefteya borî ji Wezareta Edaletê re civînek hat lidarxistin. Di van hevdîtinan de tecrîd û pirsgirêkên li girtîgehê dewam dikin hatin nîqaşkirin. Encam têr neke jî îro civîneke din tê lidarxistin. Ji bo çareserkirina pirsgirêkên di tecrîd û girtîgehê de em xwe ji vê hevdîtinê re amade dikin. Wezaret di hevdîtinan de dibêje ku birêz Abdullah Ocalan dikare bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Lê ev  derew û xapandinê. Ev 40 meh in tu xeber ji birêz Abdullah Ocalan nayê. Hevdîtina bi birêz Abdullah Ocalan re ji bo azadî û aştiya vî welatî gelekî girîng e."
 
'ÇALAKÎ DÊ BIDOME'
 
Canpolat da zanîn ku çalakî wê bi şêwazên cuda berdewam bikin û wiha got: “Em ji bo berfirehkirina çalakiyan hefteyê sê rojan dewam dikin. Heta ku dewlet gavan bavêje wê çalakiyên me bidomin. Yek ji girtiyên li Girtîgeha Îmraliyê Veysî Aktaş 30 sal derbas bû jî, tevî ku hincet tunebe jî berdana wî 5 meh hat dirêjkirin. Çalakiyên me wê ji niha û pê ve jî bi awayên cuda bidomin. Em hê jî nîqaş dikin. Me hê zelal nekiriye ku xwepêşandan dê çawa bidomin.Lê belê wê di rojên pêş de jî çalakiyên bi şêwazên cuda dewam bikin. Dema ku em zelal bikin, em ê bi raya giştî re parve bikin. Em hewldidin ku çalakiyên xwe mezintir bikin. Armanca me ew e ku xwe bigihînin hemû beşên civakê."
 
'PARTIYÊN MUXALIF BÊDENGIN'
 
Canpolat bêdengiya partiyên muxalif ya li hemberî tecrîd û polîtîkayên şer rexne kir û wiha pê dê çû: “Sedema ku desthilatdariya AKP-MHP’ê 22 sal in li ser desthilatdariyê ye, polîtîkayên şer e. Lê belê partiyên muxalefetê li hemberî tecrîd û şer bêdeng in. Divê aliyên muxalîf li dijî tecrîd û polîtîkayên şer dengê xwe bilind bikin. Partiyên muxalefetê yên sereke, partiyên ku xwe weke sosyalîst û olî pênase dikin, li hemberî tecrîd û polîtîkayên şer bêdeng dimînin xwe diparêzin. Lê heta ku li hemberî vê rewşê bêdeng bin dê her muxalîf bimînin. Pêwîste aliyên din bertekên xwe nîşan bidin da ku ev bêhiqûqiya ku bandorê li her kesî dike bi dawî bibe. Îro ew roj e ku partiyên Sosyalîst û muxalefetê yên ku xwe wek demokrat penasê dikin samîmiyeta xwe eşkere bikin. Heke samîmî bin bila li cem me bin û li dijî polîtîkayên tecrîd û şer dengê xwe bilind bikin."
 
'BANGAWAZÎ'
 
Canpolat bi lêv kir ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan hemû beşên civakê bandor dike û ev bang li raya giştî kir: “Banga me li hemû beşên civakê ye. Werin em bi hev re bertekên xwe nîşan bidin da ku li vî welatî hiqûq, edalet û wekhevî pêk were. Em bang li gelên demokrat, olî, sosyalîst û hemû pêkhateyên vî welatî dikin ku destê xwe bidin hev. Werin em bi hev re bersiveke xurt bidin. Wekî din em nikarin pêşiya vê rewşa xirab bigirin. Ev rewşa xirab ne tenê li ser Kurdan, bandorê li her kesî dike. Em dixwazin hemû pêkhateyên vî welatî piştgiriyê bidin çalakiyên me. Ji ber ku ev tecrîd bandorê li hemû beşên civakê dike. Ji bo ji holê rakirina vê pirsgirêka ku bandorê li hemû civakê dike, divê hemû beşên civakê li cem me bin û bi hev re li hemberî vê pirsgirêkê bertek nîşan bidin. Niha dema çalakiyê ye, ne dema axaftinê ye. Her tiştê ku divê bê gotin, jixwe hatiye gotin. Niha li hemberî vê yekê pêwîste gavên pratîk bên avêtin. Ger em karibin bi hezaran kesî tev lî çalakiyên xwe yên berdewam bikin, wê ev pirsgirêk ji holê rabe. Pêwîste hemû aştîxwaz û demokrat bi me re bertekên xwe bînin ziman. Ji destpêka çalakiyan ve zextên giran li girtiyan tê kirin. Darvekirina girtiyên 30 salî tê şewitandin. Sirgûn zêde bûn. Banga min ji hemû civakê re ew e ku bibin dengê girtîgehan da ku zextên li ser girtiyan bi dawî bibin."
 
MA / Mahmût Altintaş
 
 

Sernavên din

17/07/2024
14:20 Li Rihayê mirina biguman a jinekê
14:14 Beyoglû yê AKP’î ku ji bertîlê dihate darizandin hate girtin
13:31 Ji TEV-DEM’ê peyama 19’ê Tîrmehê: Têkoşînê mezin bikin
13:05 Hevdîtinên Qanûna Pîşeyî ya Mamostetiyê taloqî cotmehê hatin kirin
12:52 Di madena bêrûxset de hezaz çêbû: Karkerek di bin de ma
12:52 Ji bo Beyoglû yê AKP’î biryara girtinê hate dayîn
11:30 DEM Partiyê bertek nîşanî birîna daran da: Vê talanê rawestînin
10:45 Hevserokê KNK’ê li Hewlêrê serdana partî û aliyên siyasî kir
10:16 Li qada dewleta tirk bombebaran kir şewat derket
09:24 Meteorolojiyê ji ber barîna zêde hişyarî da hinek bajaran
09:23 Di dozeke din de jî polîs hatin parastin: Di bûyerê de qestîbûn tune ye
09:18 ‘Êrişên Tirkiyeyê bi hevkariya PDK'ê berfireh dibin’
09:16 Prof. Ozturkmen: Heke krîza avhewayê bidome dê qitûtiya avê biqewime
09:13 Çîftyûrek bang li Barzanî û PDK’ê kir: Li dijî projeya dagirkeriyê helwesta xwe nîşan bidin
09:07 Malbatên girtiyan: Girtiyên me dixwazin tavilê tecrîd bê rakirin
09:05 Li ser rêyekê di rêzekê de 40 aş: Xwedî dîrokeke kevnar in
09:02 Kargeha romanên kurdî: Jin û mêr bi hev re wêjeya kurdî nîqaş dikin
09:00 ROJEVA 17'Ê TÎRMEHA 2024'AN
08:35 Li Dîlokê maça fînalê ya Tûrnûvaya Gulistan Dokû hate lîstin
08:34 Wêneyê berxwedêrên 14’ê Tîrmehê bi sûrên dîrokî ve ne
16/07/2024
23:06 Li Colemêrgê 'Nobeda rêzgirtina ji îradeyê re' di roja 12’emîn de ye
22:31 Li Serdeştê kolberek hat kuştin
22:17 Rapora bîlançoya êrişên mehekî hat eşkerekirin
22:06 Li Stenbolê nobeda dijqeyûm: Divê em bi têkoşîna yekgirtî rabin
21:50 Li kursiyê Meclisê, Girtîgeha Îmraliyê wek 'dojeh' pênase kir
21:23 OHD'ê der barê fermandarê îşkencekar de gilî kir
21:10 Li gundê Faxrikan ê Semsûrê şewat derket
21:02 Besê Hozat: Rayedarên AKP'ê dixwazin tecrîda li Îmraliyê bikin mijara bazariyê
19:48 Pankarta Berxwedana 14'ê Tîrmehê bi sûrên Amedê ve hat daliqandin
18:43 Li Hezexê du kes hatin binçavkirin
18:20 Rojnamevan Topaloglû di rojeva Meclisê de ye: Hûn wî bernedin wê çavên wî kor bibin
16:40 Şaredariya Curnê Reş tabelayên kurdî daliqandin
15:59 Ozel mûxalîf vexwendin qadan
15:20 Li gelek bajaran çalakiya ‘Em ê radestî hejariyê nebin’
14:41 Danişîna doza tecawizê ya li cemaetê hate taloqkirin
13:39 Mûçeyê herî kêm ê teqawidan diyar bû
12:53 Derbarê tenduristvanê pirsgirêka nexweşxaneyê kir rojev de lêpirsîn hate destpêkirin
12:45 Hatîmogûllari: 15’ê tîrmehê komployeke li dijî gelan e
12:24 Di 6 mehên ewil de bûdçeyê 747 milyar lîre li kêmiyê da
11:58 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:51 Endamê Meclisa DEM Partiyê Ayten hate berdan
11:47 Li Şirnexê dîsa gelek dever hatin qedexekirin
11:00 Cotkar dê di Mitînga Çandiniyê de daxwazên xwe biqîrin
10:33 Di êrişa Îsraîlê de karsazê nêzî Esad jiyana xwe ji dest da
10:32 Kaya ya hatiye girtin tu caran li ber zilmê serî netewand
10:27 Îşkence li karkerê rihayî yê mafê xwe xwest hate kirin
10:20 Girtî Barik: Bi kuştinê gefê li min dixwin
10:08 Ji pênûsa girtiyekî 30 salên Kelekê
09:48 Nûnerên rêxistinên jinan: Li dijî êrişan dem dema yekbûna li kolanan e
09:38 Li Başûr di 6 mehan de 30 jin hatin kuştin: Pêdivî bi qanûnên parastina jinan heye
09:26 9 sal in xaniyên wan nehatine çêkirin: Dewlet me ceza dike
09:24 Yilmaz: Îşkence û muameleya xerab berdewamiya konsepta 2015’an e
09:16 Gundên Licê niha jî di bin metirsiya madenê de ne
09:12 Endamê OHD’ê Durmaz: Divê girtîgehên tîpên Y û S bên girtin
09:10 Komxebeta Jinan û Aboriyê: Em ê bi têkoşîna rêxistinkirî bersivê bidin krîzê
09:09 Rojnamevan Altan: Tirkiyeyê dest bi dagirkeriyê kiriye
09:03 Dîroka 6 hezar salan di bin xetereya bendavê de ye
09:00 ROJEVA 16'Ê TÎRMEHA 2024'AN
00:38 Li Pîranê welatiyek di êrişa çekdarî de hat kuştin
15/07/2024
23:40 Ciwanên Geverê ji bo 14'ê Tîrmehê daketin kolanan
22:35 Nobeda dijqeyûm a Stenbolê: Bi înkarkirina îradeyê pirsgirêka kurd çareser nabe
21:40 Zarokên dilîstin û hatibûn binçavkirin hatin berdan
20:48 Hevşaredar Zeydan û Uzunay serdana Îmamoglû kirin
20:21 Koma 6'emîn nobedê dewr girt: Qeyûm talan e
20:11 Ekolojistan li Amedê nerazîbûn nîşanî pêşniyarqanûna kuştina heywanan dan
17:34 Li Îzmîrê şewata daristanê: 3 kes mirin
17:22 Li Cizîrê 4 zarok hatin binçavkirin
17:02 IFJ’ê ji bo rojnamevan Mîrza bang li Tirkiyeyê û Iraqê kir
16:45 ‘Ji bo ku polîtîkayên şer bi dawî bibin tecrîdê rakin’
15:44 DEM Partî li dijî Paketa Darazê ya 9’emîn derket û şerh danî
15:33 Şewirmendê Ewlehiya Neteweyî yê Iraqê bi Talabanî re civiya
15:07 Dayikan bang kirin ku 9 kesên hatine girtin bên berdan
15:02 DEM Partiyê bangî 2 wezaretan kir: Têkildarî Îmraliyê daxuyaniyê bidin
14:24 Zarokên wesayîtê lêxistibû jiyana xwe ji dest dan
14:10 Partiya Komunîst a Iraqê: Divê êriş demildest bên rawestandin!
13:33 ‘Iraq dikare êrişên dewleta tirk bibe Laheyê’
12:43 Sînorê birçîtiyê bû 19 hezar ê xizaniyê jî derket 65 hezar lîreyan
12:15 Şewirmendê Ewlehiya Neteweyî yê Iraqê Erecî li Silêmaniyê ye
11:10 Li Mûsilê gora komî hate dîtin
11:06 MYK ya DEM Partiyê civiya
11:05 Li Amedê êrişên li dijî kargehan: Dewlet araste dike
10:17 Dewleta tirk navendên gundan bombebaran kir
10:17 AYM’ê xwest doza îstîsmarkirina zarokê dîsa bê lidarxistin
10:13 Parastvanê Seyît Riza: Şah Îsmaîl
09:55 Li Amediyeyê liv û tevgereke zêde ya leşkerî heye
09:55 Êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê li NY’ê bên nîqaşkirin
09:49 Şanar Yurdatapan: Divê rewşenbîr bibin yek û li dijî şer bisekinin
09:12 ‘Pêlavên ku berê diçûn çopê ji ber krîza aboriyê tînin tamîrê’
09:11 Bariyerên qeyûm bûn sedema mirina çûkan
09:07 Ditirsin bikevin malên xwe yên ji ber lehiyê xerabûne
09:03 'PDK û dewleta tirk li Şengalê sîxurtiyê li xebatkarên çapemeniyê ferz dikin'
09:02 Rojnamevan Seyda: PDK, bi çeteyên DAIŞ’ê re di heman mewziyê de ye
09:00 ROJEVA 15'Ê TÎRMEHA 2024'AN
08:44 Cenazeyê Ogmen li Geverê hate veşartin
08:30 Ji bo 6 bajaran hişyariya bikoda zer
08:26 Xwebûn bi manşeta ‘Kî difiroşe, kî diparêze?’ derket
08:14 Li Semsûra mirina biguman a zarokekê
14/07/2024
22:45 Cenazeyê Ogmen radestî malbata wî hate kirin
21:08 Li Rihayê tûrnûvaya fûtbolê ya Gulistan Dokûyê dest pê kir
20:58 Rêxistinên ciwanan ‘zincîra edaletê’ çêkirin: Em ê hesaba Pirsûsê bipirsin