Ceyran qet neçûye Kortî!

  • rojane
  • 11:16 28 Hezîran 2024
  • |
AMED -Tevî serlêdanên li DEDAŞ’ê hatine kirin jî xetên ceyranê nakişînin mezraya Kotî ya Licê. Keyayê gund Veysî Alpaslan ê ku encamê ji serlêdanan negirt vê carê serî li ÎHD’ê da. 
 
Mezraya Kortî ya bi ser gundê Şaxor ê navçeya Licê ya Amedê ve bi salan e bêceyran e. Bi salane xizmetguzariya ceyranê ji bo wir nehatiye kirin. Ev mezra di salên 90’î de ji aliyê leşkeran vê tê valakrin. Xelkê gund piştî sala 2005’an dîsa vegeriyan gundê xwe û dîsa li malên xwe bicih bûn. Şêniyên gund di navbera salên 2015-2017’an de gelek caran serî li Şireketa Belavkirina Ceyranê ya Dîcleyê (DEDAŞ) dan û xwestin xetên ceyranê ji bo wan bê kişandin. Di serê ewilî de ji gundiyan re hat gotin ku wê ceyrana wan bê girêdan. Paşê ji gundiyan re hatiye gotin, “ji ber bêderfetiyên madî, em nikarin ceyranê bidin we, heke hûn dikaribin bi derfetên xwe ceyranê bikişînin.” 
 
Bi salane ev pirsgirêk nehatiye çareserkirin. Keyayê gundê Veysî Alpaslan li ser vê yekê serî li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê da û daxwaza piştevaniya hiqûqî kir. Alpaslan xwest pirsgirêkên wan bên çareserkirin. 
 
Keyayê gundê Şaxorê Veysî Alpaslan diyar kir ku ji bo ceyran were mezraya wan Kortî di salên 2015-2017’an de gelek daxwazname ji DEDAŞ’ê re şandiye. Alpaslan da zanîn ku mesafeya navbera gund û mezrayê hezar û 400 metre ye û got: “Xelkê mezraya me ji ber nebûna ceyranê ava cemidî peyda nakin. Tên ji gund ava cemidî bo xwe dibin. Carna qatixên wan ji bo xera nebin ji mezrayê tînin gund dixin sarincan. Şêniyên mezraya me di nav perîşanî û mexdûriyetê de ne.” 
 
‘DEDAŞ DIBÊJE TU CEYRANA XWE BIKIŞÎNE’ 
 
Alpaslan da zanîn ku gelek gundên derdora wan jî di heman rewşê de bûne lê ceyran ji bo wan hatiye kişandin û wiha got: “Çima ceyranê nadin gundê me yê 500 salî, armanca wan çi ye? Sala par gundiyan xwest li gorî derfetên xwe ceyranê bikişînin. Li gorî qanûnê heke hezar metre jî trafo dûr be dikarin jê xetê bikişînin mezrayan. Lê mixabin ji ber ku mesafe ji hezar metreyî zêdetir e, DEDAŞ viya qebûl nake. DEDAŞ dibêje, ‘em ji mesafeya hezar û 400 metreyî nikarin ji trafoyê gund ceyranê bikişînin, Ji xwe re trafoyek nû bistînin û çêkin’. Maliyeta trafoyekî 150-200 hezar lîre ye. Ji bo ku em ceyranê bikişînin gund hewcedarî bi nêzî milyonek lîre pere heye. Ewqas pere ne ez ne jî gundî dikarin bidin. Serokkomar Tayyîp Erdogan dibêje, ‘wê tu gund bê ceyran nemîne’ lê ceyrana me qet tune ye.” 
 
‘XELK DI BIN ZILMÊ DE YE’ 
 
Alpaslan destnîşan kir ku DEDAŞ li ber daxwazên wan xemsar dimîne û dibêje, ‘pere tune ye, em nikarin ceyranê bikişînin’. Alpaslan anî ziman ku ji ber ceyran li mezrayê tune ye, kes naxwaze lê bimîne. Alpaslan diyar kir ku xelk di bin zilma DEDAŞ’ê de ye û xwest mexduriyeta xelkê ji holê bê rakirin û di demek nêz de ceyranê ji bo mezrayê were kişandin. 
 
GUNDÎ QATIXÊN XWE DIBIN NEWALÊ VEDÊŞIRIN
 
Alpaslan destnîşan kir ku ji ber nebûna ceyranê hin şêniyên mezrayê dew, şîr, rûnê nivîşk, penêr û mastên xwe carna dibin datînin newala nava gund. Alpaslan got ew êdî bêzar bûne ku vê rewşê bînin ziman û rewşa li ser mezraya li tu devera dinyayê tune ye. 
 
 
 
 

Sernavên din

10/07/2024
12:01 Cezayê îdamê dan hevjîna Bexdadî
11:51 Encamnameya Koxebata Neteweyî: Li dijî dagirkeriyê berxwedana topyekûn divê
11:39 DEM Partiyê ji bo desteka kirê pêşniyarqanûn da Meclisê
11:36 Rapora şewatê: DEDAŞ bû sedema mirina welatiyan
11:22 Rejîma Îranê cezayê hepsê li 4 mamostayên kurd birî
11:20 Li gorî TUÎK’ê bêkarî kêm bûye!
11:17 Rapora girtîgehên tîpên Y û S’yê: Divê tavilê bên girtin
11:13 Wezîrê Dadê yê Iraqê: PDK diyarkirina waliyek kurd ji bo Kerkûkê asteng dike
10:48 Cerdevan li Xabur 2’yê daran dibirin
10:16 Ankêt: Hejmara kesên pêşhilbijartinê dixwazin derket ji sedî 53’yê
10:04 Ji bo 16 bajaran hişyariya barîna barana zêde
10:02 DMME’yê ji bo nedayîna pirtûkên Abdullah Ocalan biryara ‘binpêkirina mafan’ da
09:46 Şewata li Bodrûmê hate kontrolkirin
09:27 Qeyûmê Wan bihost bi bihost firotibû tayînî Amedê hat kirin
09:03 Nexşerêya YEWKURD'ê
09:02 Koordînatorê ECPMF'ê Oztûran: Gef li mafê xwegihandina agahiyên bêalî tê xwarin
09:01 Mûrad: Tifaqa di navbera Enqere, Hewlêr û Bexdayê de dê bi xwe re talûkeyên mezin bîne
09:00 ROJEVA 10'Ê TÎRMEHA 2024'AN
08:49 15 mamosteyên Egîtîm-Senî hatin binçavkirin
08:20 Li Êlihê 14 kesên binçavkirî hatin berdan
08:05 Waliyên hin bajaran guherîn: Qeyûmê berê tayînî Walîtiya Amedê hat kirin
07:52 Li Şaredariya Mûşê heyama bi kurdî dest pê kir
09/07/2024
22:37 Nobeda li dijî qeyûm: Wê têkoşîn bidome
20:57 Ecevît Pîroglû hat berdan
19:24 Li Bodrumê şewat
19:22 Li Şirnexê jin li dijî şerê taybet hatin ba hev
17:03 Doza êrişê ya zayendî: Li cerdevan 6 sal û 8 meh ceza hate birîn
16:57 Rojnameger Saygan hate berdan
16:56 Ji DMME’yê biryara Komkujiya Garê: Tirkiye berpirsiyarên xwe aniye cih!
16:33 YNK: Êrişên Tirkiyeyê binpêkirina serweriyê ye
16:32 Îdiaya ‘Kobayê’ di rojeva Meclisê de ye
16:30 Nav û wêneyên hêzên paramîlîter ku tê payîn li Başûr bên bicihkirin hatin belavkirin
15:57 ESP’ê der barê Dogukan Çep ê nijadperest de gilî kir
15:50 Li Çeşmeyê cenazeyên 7 penaberan hatin dîtin
15:20 Ozel: Meaş neyên zêdekirin wê hilbijartin çêbibe
15:20 Rapora Kayseriyê: Êriş bi plankirî ye, rayedaran agahî parve nekirin
14:36 Girtiyên li Girtîgeha Sîncanê bi jehrê ketin
13:59 Sê binçavkiriyên li Nisêbînê hatin berdan
13:43 Bendav teqiya û gund di bin avê de man
13:42 Jinan ji bo Abdullah Ocalan 20 hezar name ji CPT’yê re şandin
13:39 Ji Rêxistina Efûyê rapora ‘mafê protestoyê’: Li Tirkiyeyê bêcezahiştin heye
13:31 MKG’ê êrişa li Şengalê li dijî rojnamevanan pêk hat şermezar kir
13:03 Ji konfederasyonên karkeran danezana hevpar
13:01 Şaredariya Xelfetiyê giliyê qeyûm Şeref Albayrak kir
12:44 Bakirhan ji bo hilbijartinê bang li AKP’ê kir
12:38 Rojnamevan Gonul Yilman Saygan hate binçavkirin
12:24 Baroya Amedê giliyê îdiayên ‘kobayê’ kir
12:15 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:55 Ciwanê hewl da zarokê li ber avê ketî xelas bike jiyana xwe ji dest da
11:52 Hîzmet Îşê banga provokasyona nû li ‘xebatkarên bankamatîkê’ kir
11:09 Li Stenbolê herî kêm 19 kes hatin binçavkirin
10:57 Bi hinceta ‘Te çima emojî danî ser wêneyê Erdogan’ doz hat vekirin
10:31 Li gundê Bilexşê ji ber bombebarana helîkopterê şewat derket
09:56 Ji partî û rêxistinên kurd û suryan nameya vekirî: Êrişan rawestînin, ji bo çareseriyê bikevin tevgerê
09:54 Rojnamevan Rojava: Li Îranê tu bandora hilbijartinan tune ye
09:40 Li Qelqeliyê lehî rabû
09:25 Leşkeran avêt ser gundê Marînê: Îşkence li welatiyan hat kirin
09:24 Ji bo 8 bajaran hişyariya bi qoda zer
09:23 Di 6 mehan de 250 jin hatin qetilkirin: Divê desthilat bes êrişan rewa bike
09:19 Bîlmez: Li gorî DMME'yê muwekîlên me ji sala 2014'an ve di bin îşkenceyê de ne
09:11 Levent: Zehmete ku navbera Enqere-Şamê baş bibe
09:05 'Li cihekî ku muxatab bê bêdengkirin çareserî ne pêkan e'
09:02 Surçiyê YNK'î: Berpirsê dagirkirinê PDK ye
09:01 Girtiyê nexweş Mehmet Darga di hucreya yek kesî de tê ragirtin
09:00 ROJEVA 9'Ê TÎRMEHA 2024'AN
08/07/2024
23:56 Nobeda li Îzmîrê: Banga têkoşîna hevpar
22:52 Li Stenbolê nobeda li dijî qeyûm: Hûn ê winda bikin
20:39 Ceza hatin protestikirin: Em her tim binivîsin
17:06 Bayindir: Bila ev çiya şahidên me bin wê berxwedan berdewam bike
16:56 Elîşer û Zerîfe di salvegera 87’emîn a qetilkirina xwe de hatin bibîranîn
16:42 Xizmên girtiyan: Em ê serî netewînin
16:29 Qada şewat lê derketî weke ‘herêma karesatê’ hate ragihandin
16:06 ‘Meşa rêzgirtina ji îradeyê re’ temam bû: Li gorî destûra bingehîn tevbigerin
16:02 Hevrazê Colemêrgê derbas kirin û gihiştin navendê
15:58 Ji bo azadiya Ocalan bi sedan name ji CPT’ê re hatin şandin
15:56 Zarokên ketin Çemê Dîcleyê hatin xelaskirin
15:46 Berpirsê YNK’ê yê Dihokê: Li dijî dagirkeriyê helwesteke yekgirtî nîşan bidin
14:23 Jinan got: Em serhildana xwe ya li dijî qeyûman mezin dikin
14:09 Li Şengalê êrişa hewayî: 2 rojnamevan û welatiyak birîndar bûn
13:49 Ji Colemêrgê re ma 10 kîlometre: Li dijî qeyûm banga têkoşîna hevpar
13:39 Hêzên rejîma Îranê kolberek qetil kir, 4 kolber birîndar kirin
13:37 Koçyîgît: Li gorî TUÎK’ê her tişt erzan e
13:36 Îdiayeke girîng: Di dema koronayê de xelkê Amedê weke ‘kobay’ hat bikaranîn!
12:52 Li gelek bajarên herêma Serhedê lehî rabûn
12:36 Hejmara hilbijêrên Herêma Kurdistanê hatin eşkerekirin
12:23 Ji bo Açik Radyoyê kampanyaya îmzeyan hat destpêkirin
12:22 Di meşa li dijî desteserkirina îradeyê de roja dawî
11:43 Li Şirnexê ji bo heqê rê zem hate kirin
11:42 Li deriyê sînor heqê parkê û kişandinê hat bihakirin
11:40 Kurd li aliyekî artêşên cîhanê li aliyekî
11:22 Di navbera polîsan û ajokarekî de nîqaşa rêdayînê
11:05 Şêniyên gundê Bilexşê: Qiyamet li ser serê me rabû
10:26 Ehmed: Heke çareserî ji bo tevahiya Sûriyeyê be dê pêkan be
10:16 Wesayîtê li keriyê pez xist: Şivanî jiyana xwe ji dest da
10:10 Ji bo 13 bajaran hişyariya barîna baranê
09:48 Nivîskar Karadaş: Ji bo Îranê divê kes li benda guherînên bingehîn nemîne
09:47 HSD'ê bîlançoya 6 mehan a êrişên Tirkiyeyê eşkere kir
09:46 Rêveberiya Girtîgeha Kirşehîrê li 20 girtiyan ceza birî
09:12 Leşkeran bi ser mala Yildirim de girtin
09:08 Namzetê AKP’ê yê têkçûyî der barê şaredariyê de 30 doz vekirin