Koma sêyemîn ‘Nobeta rêzgirtina ji vînê re’ dewr girt: Têkoşîna me dê bênavber bidome

  • rojane
  • 16:00 29 Hezîran 2024
  • |

COLEMÊRG - Koma sêyemîn a nobeta bi dirûşmeya “rêzgirtina ji vînê re” li Colemêrgê hate destpêkirin dewr girt, ev peyam da: “Tu hêz nikare li dijî van daxwazên me yên mafdar bisekine. Tu hêz nikare me rawestîne.”

Bi biryara Wezareta Karên Navxweyî di 3’yê hezîranê de qeyûm tayînî Şaredariya Colemêrgê hatibû kirin. Nobeda bi dirûşma “Rêzgirtina ji îradeyê” re ji 25’ê hezîranê ve li ber Walîtiya Colemêrgê hatiye destpêkirin, berdewam dike. Çalakiya nobetê ku di roja 5’emîn de li ber bazara gel a şaredariyê heta nîva şevê berdewam dike, ji aliyê hilbijartiyên ji Wanê û derdora wan hate dewrgirtin. Parlamenterê DEM Partiyê yê Colemêrgê Onûr Duşunmez û rêveberên DEM Partiyê yên Colemergê şandeya hate bajêr pêşwazî kir. Piştî pêşwazîkirinê girse ber bi navenda sûkê ve bi pankarta “Em ê tecrîdê rakin û qeyûm bişînin” û bi pêşmalkên “Rê nadin qeyûm” meşiyan. Di meşê de her tim dirûşmeyên “Colemêrg warê me, şaredarî karê me”, “Em ê bi berxwedanê serbikevin”, “Colemêrg ya me ye, şaredarî ya me ye” ve “Berxwedan jiyan e” hatin berzkirin.  
 
Piştî meşê, der barê bîranîna Şêx Seîd û cezayê îdamê yê li Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat birîn de, daxuyaniyek hat dayîn. Daxuyaniya çapemeniyê ya kurdî ji aliyê Hevserokê DEM Partiyê yê Bajêr Kadîr Şahîn ve hate xwendin.
 
Şahîn, bal kişand ser dîroka zextên li dijî gelê kurd û wiha got: “Feraseta ku hewl dide hebûna xwe li ser tunekirina Kurdan bidomîne, ev sed sal in hewl dide têkoşîna gelê Kurd têk bibe û hewl dide di di bîra civaka Kurd de hilweşandineke kûr a dîrokî pêk bîne. Di vî warî de roja 29’ê Hezîranê ji bo gelê kurd û Kurdistanê rojeke dîrokî ye. 74 sal piştî darverkirina Şêx Seîd di sala 1999’an de der barê Rêzdar Abdullah Ocalan de biryara darvekirinê hat dayîn. Bêguman, ev ne tesaduf e! Ev yek ji bo lêgerîna azadiyê ya gelê kurd peyameke aşkere ye. Ji ber vê yekê jî em bandora pêvajoya Serhildana Şêx Seîd, bi tecrîda giran, bi pergala îşkenceyê ya li girtîgehan, bi polîtîkayên îmha û înkarê ya li dijî gelê kurd hêj jî dijîn.
 
DIVÊ CIHÊ GORÊN WAN BÊ DIYARKIRIN
 
Şahîn di berdewama axaftina xwe de ev tişt gotin: “Bi ser vê pêvajoyê re sed sal darbas bûn û em banga xwe car din bi zelalî dubare dikin; divê qetlîama ku li dijî Şêx Seîd û rêhevalên wî pêk hat bi her aliyî ve bê ronîkirin! Divê tevî kesên ku di qetlîamê de cih girtin û hewl dan rastiya serhildanê berovajî bikin, yek bi yek bên tespîtkirin û heqîqeta wê pêvajoyê bê ronîkirin. Her wiha em bang dikin ku; divê di navbera dewlet û pêvajoya Serhildana Şêx Seîd de hevrûbûnek pêk bê. Li gel vê yekê, divê cihê gorên Şêx Saîd û rêhevalên wî bên diyarkirin û mafên wan jî ji paş ve bên dayîn.”
 
‘EM Ê TU CARAN SERÎ NETEWÎNIN’ 
 
Şahîn herî dawî wiha got: “Em car din tînin ziman; ne Planên Şark Islahatê, ne Planên Çokdanînê, ne biryarên Dadgehên Îstîklal û DGM’ê û ne jî cezayên giran ên dadgehên desthilatdariyê wê nekaribin têkoşîna me asteng bikin, wê nekaribên rêwîtiya me ya ber bi azadiyê ve bi dawî bikin! Li dijberî faşîzmê, li dijberî tevî êrîş, qetlîam û polîtîkayên tecrîdê û li dijberî feraseta qeyûman têkoşîna me wê bê navber bidome! Ji sala 1925’an heya 1999’an me serî netewand û em ê tu caran serî netewînin!”
 
 ‘DAXWAZA XWE BIRÊVEBERINÊ MAFÊ ME YÊ HERÎ XWEZAYÎ YE’ 
 
Piştî daxuyaniya hate dayîn koma 2 roj bûn li bajêr di çalakiyê de bû, çalakî dewrî koma nû kir. Hevserokê Milazgirê yê DEM Partiyê Kemal Ozer ê li ser navê koma duyemîn axivî, diyar kir ku ji polîtîkayên qirkirin, îmha û qeyûman natirsin û wiha got: “Bila herkes bizane ku gelê kurd ji kesê natirse û em li vir in. Xwe birêvebirina bi nasname, ziman û çanda me mafê me yê herî xwezayî ye. Tu kes nikare li dijî daxwazên me yên mafdar û birûmet bisekine. Tu hêz nikare me rawestîne, em li vir in, xwedî li vîna xwe derdikevin û her tim em ê li vir bin.”
 
Piştî axaftinên hatin kirin girse ber bi avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Bajêr ve bi dirûşma “Berxwedan jiyan e” meşiya. 
 

Sernavên din

09/07/2024
15:20 Rapora Kayseriyê: Êriş bi plankirî ye, rayedaran agahî parve nekirin
14:36 Girtiyên li Girtîgeha Sîncanê bi jehrê ketin
13:59 Sê binçavkiriyên li Nisêbînê hatin berdan
13:43 Bendav teqiya û gund di bin avê de man
13:42 Jinan ji bo Abdullah Ocalan 20 hezar name ji CPT’yê re şandin
13:39 Ji Rêxistina Efûyê rapora ‘mafê protestoyê’: Li Tirkiyeyê bêcezahiştin heye
13:31 MKG’ê êrişa li Şengalê li dijî rojnamevanan pêk hat şermezar kir
13:03 Ji konfederasyonên karkeran danezana hevpar
13:01 Şaredariya Xelfetiyê giliyê qeyûm Şeref Albayrak kir
12:44 Bakirhan ji bo hilbijartinê bang li AKP’ê kir
12:38 Rojnamevan Gonul Yilman Saygan hate binçavkirin
12:24 Baroya Amedê giliyê îdiayên ‘kobayê’ kir
12:15 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:55 Ciwanê hewl da zarokê li ber avê ketî xelas bike jiyana xwe ji dest da
11:52 Hîzmet Îşê banga provokasyona nû li ‘xebatkarên bankamatîkê’ kir
11:09 Li Stenbolê herî kêm 19 kes hatin binçavkirin
10:57 Bi hinceta ‘Te çima emojî danî ser wêneyê Erdogan’ doz hat vekirin
10:31 Li gundê Bilexşê ji ber bombebarana helîkopterê şewat derket
09:56 Ji partî û rêxistinên kurd û suryan nameya vekirî: Êrişan rawestînin, ji bo çareseriyê bikevin tevgerê
09:54 Rojnamevan Rojava: Li Îranê tu bandora hilbijartinan tune ye
09:40 Li Qelqeliyê lehî rabû
09:25 Leşkeran avêt ser gundê Marînê: Îşkence li welatiyan hat kirin
09:24 Ji bo 8 bajaran hişyariya bi qoda zer
09:23 Di 6 mehan de 250 jin hatin qetilkirin: Divê desthilat bes êrişan rewa bike
09:19 Bîlmez: Li gorî DMME'yê muwekîlên me ji sala 2014'an ve di bin îşkenceyê de ne
09:11 Levent: Zehmete ku navbera Enqere-Şamê baş bibe
09:05 'Li cihekî ku muxatab bê bêdengkirin çareserî ne pêkan e'
09:02 Surçiyê YNK'î: Berpirsê dagirkirinê PDK ye
09:01 Girtiyê nexweş Mehmet Darga di hucreya yek kesî de tê ragirtin
09:00 ROJEVA 9'Ê TÎRMEHA 2024'AN
08/07/2024
23:56 Nobeda li Îzmîrê: Banga têkoşîna hevpar
22:52 Li Stenbolê nobeda li dijî qeyûm: Hûn ê winda bikin
20:39 Ceza hatin protestikirin: Em her tim binivîsin
17:06 Bayindir: Bila ev çiya şahidên me bin wê berxwedan berdewam bike
16:56 Elîşer û Zerîfe di salvegera 87’emîn a qetilkirina xwe de hatin bibîranîn
16:42 Xizmên girtiyan: Em ê serî netewînin
16:29 Qada şewat lê derketî weke ‘herêma karesatê’ hate ragihandin
16:06 ‘Meşa rêzgirtina ji îradeyê re’ temam bû: Li gorî destûra bingehîn tevbigerin
16:02 Hevrazê Colemêrgê derbas kirin û gihiştin navendê
15:58 Ji bo azadiya Ocalan bi sedan name ji CPT’ê re hatin şandin
15:56 Zarokên ketin Çemê Dîcleyê hatin xelaskirin
15:46 Berpirsê YNK’ê yê Dihokê: Li dijî dagirkeriyê helwesteke yekgirtî nîşan bidin
14:23 Jinan got: Em serhildana xwe ya li dijî qeyûman mezin dikin
14:09 Li Şengalê êrişa hewayî: 2 rojnamevan û welatiyak birîndar bûn
13:49 Ji Colemêrgê re ma 10 kîlometre: Li dijî qeyûm banga têkoşîna hevpar
13:39 Hêzên rejîma Îranê kolberek qetil kir, 4 kolber birîndar kirin
13:37 Koçyîgît: Li gorî TUÎK’ê her tişt erzan e
13:36 Îdiayeke girîng: Di dema koronayê de xelkê Amedê weke ‘kobay’ hat bikaranîn!
12:52 Li gelek bajarên herêma Serhedê lehî rabûn
12:36 Hejmara hilbijêrên Herêma Kurdistanê hatin eşkerekirin
12:23 Ji bo Açik Radyoyê kampanyaya îmzeyan hat destpêkirin
12:22 Di meşa li dijî desteserkirina îradeyê de roja dawî
11:43 Li Şirnexê ji bo heqê rê zem hate kirin
11:42 Li deriyê sînor heqê parkê û kişandinê hat bihakirin
11:40 Kurd li aliyekî artêşên cîhanê li aliyekî
11:22 Di navbera polîsan û ajokarekî de nîqaşa rêdayînê
11:05 Şêniyên gundê Bilexşê: Qiyamet li ser serê me rabû
10:26 Ehmed: Heke çareserî ji bo tevahiya Sûriyeyê be dê pêkan be
10:16 Wesayîtê li keriyê pez xist: Şivanî jiyana xwe ji dest da
10:10 Ji bo 13 bajaran hişyariya barîna baranê
09:48 Nivîskar Karadaş: Ji bo Îranê divê kes li benda guherînên bingehîn nemîne
09:47 HSD'ê bîlançoya 6 mehan a êrişên Tirkiyeyê eşkere kir
09:46 Rêveberiya Girtîgeha Kirşehîrê li 20 girtiyan ceza birî
09:12 Leşkeran bi ser mala Yildirim de girtin
09:08 Namzetê AKP’ê yê têkçûyî der barê şaredariyê de 30 doz vekirin
09:05 Koma Agirê Zerdeşt xebata xwe ya 28 salan dike albûm
09:03 Xelk ji ber bihabûnê bêzar bûye: Em nikarin hewcedariyên xwe bikirin
09:02 Odeya Bijîşkan a Amedê li dijî germê hişyariya parastinê kir
09:01 Dayik û bavên şagirtên Zarok Ma’yê: Zarokên me bi nirx û dîroka xwe mezin dibin
09:00 ROJEVA 8'Ê TÎRMEHA 2024'AN
08:20 Xwebûn bi manşeta ‘Dê dagirkerî têk biçe’ derket
07/07/2024
21:50 Li Mêrdînê desteserkirina îradeyê hat protestokirin
21:39 Nobeda li dijî qeyûm di roja 28'an de ye: Em ê bi paş ve gav neavêjin
21:29 'Meşa Rêzgirtinê' di roja 8'emîn de bi meşa meşaleyî temam bû
21:00 Li nêzî Girê Mirazan şewat derket
20:47 YEWKURD ava bû û xwe ji bo damezrandina komeleyê bi rêxistin dike
20:10 DEM Partiyê serdana cotkarên tûtinê kir
19:57 Li Milazgirê jinek ciwan bi lehiyê re çû û mir
19:34 Li Tetwanê MEDYA-DER hat damezrandin
19:21 Serokê nû yê TTB'ê diyar bû
19:07 Şandeyek serdana gundê Bilêxşê kir
18:55 Ji ber bombebarana Tirkiyeyê agir bi devera Rêkanyan ket
18:39 Şandeya jinên femînîst serdana Şaredariya Wanê kirin
18:36 CJP: Herî kêm 108 rojnamevan li Filistîn û Îsraîlê hatin kuştin
18:09 Îfadegirtina 14 binçavkiriyên li Êlihê dest pê kir
17:05 Polîs û bekçî li Mêrdînê tundiyê li welatiyekî kirin
16:51 Têkoşerê kurd Vedat Aydin hat bibîranîn |
16:08 Hatîmogûllari di ‘Meşa rêzgirtina ji îradeyê re’ de got: Rêzê ji bo hilbijêran bigirin
15:51 Li pêşiya girtîgehê çalakiya ‘azadiyê’ hat lidarxistin
15:21 Erdogan ji bo Esad got ‘dibe di carekê de em vexwînin’
14:36 Gelek leşker û wesayîtên zirxî sewqî Amediyeyê hatin kirin
14:08 Li Meletiyê tundiya mêr: 3 kes hatin kuştin
13:20 Rapor: Li qawîşa ji bo 28 kesan 40 kes tên ragirtin
12:47 Di bagera li Çînê de 5 kes mirin
11:19 Li Zapê ‘Meşa rêzgirtina ji îradeyê re’
11:10 JINNEWS’ê çeteleya tundiyê ya hezîranê parve kir: 37 jin hatin qetilkirin
10:41 Malbata jina bi awayekî guman mirî: Hevjînê wê tundî lê dikir, divê bê girtin
10:18 Weke polîtîkayeke dewletê êrişên li dijî cenaze û goristanan
10:01 Ji bo 8 bajaran hişyariya barînê hat kirin
09:52 Hejmar nû ya kovara Jinê derket